Weku her carê dema radihêjim pênûsê û dixwazim binivsînim, pirsa yekem :ka eze çi binivsînime?” lê tu caran pirsek bi vî rengê ha“çawa binivsînim” nakeve ber deryayên fikir û aşopên min. Jiber weku her car, ev car jî rêûresma nivîsandinê li ba min wek heve: li ber roniya fanûsa gazê ya ku weke tayekî tenik û narîn perdeya taritiyê dibire û li ser spahiya rûpela min ya vala konê xwe vedide… li rex fanûsê jî, têle dumanên buxîra bîhnxwş dîlan dikin û destlatek ji afsona sedsalên derbasbûyî dixe nava bayê cih û bi bihnê re mirov xwe li olgeh û mîhraba xwedawendên çiyan yên balfereh hîs dike. Têlên dumana buxîrê weku pêlên derya dans dikin û weke tayên porê zulfên zeriyên nişmî yên çiyayî li ber bayê roava dilîzin û mirov bimatmayî dibin ber kevalek sihrî û resen ya dîroka razayî.
Bi wan re jî her dem divê ku aşnayek din ji wan qut nebe, ew her tim divê hebe û bi hebûna xwe lêvên zuha û ji serma ve qerisî germ dike û xwe weku pêlên hunikahiyê berdide nava hinavan. Ew jî stekana çayê ye! Belê! Roniya fanûsê, bêhna dumana buxîrê û stekana çaya germ. Bi van re rê û resma nivîsandinê li memleketa çiyayên me dest pê dibe. Ev jî dibe bersîva pirsa: “çawa binivsînim?”.
Gelo pirsek din jî di nava mejî de xwe radikşîne û bersîvek hêvî dike. Ew jî: “Çima binivsînim?”. Pirsek pir salin ku xwe li bîra min weke reşmarekî pêçandiye û hew vedileze. Ew her xwe li min dugvêşê, legerîna bersîvê kûrtir dike. Divê ku bi peyvan mirov nikaribe vê pirsê bibersîvîne, lê bi kiryara xwe, bi berhemên ku ji bin pênûsê dertên û bi hestên nenas ve diyar dibe. Bersîvek weha ye ku bi peyvên asayî yên ferhengan û danasînên zimanzanan ve nayê şîrovekirin.
Nivîsandin bi xwe, reva ji rûyê ewrên reş, ba û bûranan, berf, sir û seqema zivistanên bêxêr û siya mirinê ya rûreş e! Li memleketa me nivîsandin, girtina germahiyê, nûkirina hestên herikî, tijîkirina stekana hîsên coşdar û noşandina ji kewsera xwedawendiye. Nivîsandin li memleketa me tiştek weha ye, tenê mirovên afsona çiyan vexwaribin û pê sermest bibûn dikarin têbigehin û binirxînin. Li memleketa me nivîsandin ji bo nivîsandinê nîne, lê ji bo jiyîna hest û rastiyên pak yên sermedîn e!
Nivîsandin ji bo mirovbûnê ye! Bi nivîsandina bedew hemû di şeş rojan de saz bû, roja heftan jî bi nivîsandina helbestan bidawîbû…
Her zanyarekî, fîlosofekî, hişmendekî, peyxember û serwerekî danasînek xwe ya taybet ji bo “Mirov” heye. Hin dibêjin: “mirov lawirekî dipeyîvê!”. Hin jî dibêjin: “mirov lawirekî dikene” û hin jî dibêjin “mirov lawirekî digrî” û bi dehan danasînê di derbara mirov de derbas dibin… Lê ya min bi xwe jî heye, ango danasîna min ya bo mirov! Li gorî min jî: “mirov lawirekî ku dinivsînê… Tiştên bedew dinivsînê… helbest dinivsînê û ji helbestê hez dike!”
- pir kes j imin re dibêjin: “bi zimanê Kurdî nivîsandin kêr nayê û bazirganiyek îflaskiriye û bê rewac e… kesek Kurdî naxwîne”. Û hin jî hîn pêşda tir diçin û dibêjin: “zimanê kurdî ne zimanê nivîsariyê ye, zimanek teng û nikare hemû hîsên mirov daberîne”.
Ez dibêjim: nivîsin bi kurdî şanaziyek bom in e. Serbilindiyeke ku ez îro ji bo sibeh bi kurdî dinivsînim. Ez tenê ji niha re nanivîsinim, berk û ez ji sibeh, dusibeh, sêsibeh û piştî hezar û hezar sibeh re dinivsînim.
Yekemîn peyva Xwedê ji gerdûnê re bi Kurdî bû, dema got: “Bibe” û gerdûn –saz- bû. Ez zimanê ku xwedê pê yekemîn peyva xwe gotiye, yekemîn helbest, ayet, qewl û jandil û Gatha pê nivîsandiye… ma wê çawa niha bibe “zimanek teng û lawaz”? A jixwe li memleketa me bi kurdî nivîsandin tiştek pir cuda ye, germ e, narîn, kubar û watedar e. Lê bi zimanê Xwedayan nivîsandin bûyerek ne asan û karîn e!
Zimanê kurdî deryayek kûr, fereh û bê dawî ye! Tijî gewher û murcan e! Tenê mirovên wêrek, dilçetel, çeleng û hişmend û yên dikarin di kûrahiya derya de melevanan bikin, wê bikaribin dakevin kûrahiya derya û ji wan gewher û murcanan bigrin. Belkî niha melevanên deryaya zimanê kurdî kêm bin, an jî bi tenê di nava hezaran de bin, lê di sibehên li pêşiya me, di rêwitiya rojgariyê de wê hêjmara wan her biçe û zêde bibe… êdî wê hemû gewher û murcanên deryaya zimanênxwedayan derkevin holê û êdî wê ti kes nikaribe bêbextiyan li zimanê xwedayan bike.
Heta wê rojê, em, ez û hemû kesên ku bi rê û resmên biheybet, li ber ronahiya fanosê ya melûl û bêhna dumana buxîrê bi zimanê Kurdî dinivsînin, wê bi bêdengî û hedariyek bêsînor û serhişkiyek bêhempa ber bi sibeh ve biçin.
Li memleketa me, dar bi kurdî şîn dibin, pel payîzê bi kurdî diweşin, çem û rûbar bi kurdî diherikin, çûk û şalûl bi kurdî dawazin, baran û berf bi kurdî dibarin, evîndar bi kurdî evÎn dikin, lêvên narîn yên yaran bi kurdÎ dikenin, zarok bi kurdî digrîn û dixendin, dayîk bi kurdî dilorin, kalik bi kurdî didin dûjinan, odlar bi kurdî lava û skala ji xweda re dikin, stêrk bi kurdî dibriqin, heyv bi kurdî dertê û sibeh bi kurdî hitlê û xweda bi kurdî ferman dide û dibêje: “BİBE” û em dibin…
Carekê min di xewnê de dît ku Xweda napeyîvê… min pirs jê kir ka çima tu naaxivîn hey afrînêrê her heyînê! Bêy ku bipeyve j imin re got: “ Ma tu nizanî ku zimanê Kurdî hatiye qedexekirin?” Hîn xewna min bi dawî nebibû, hevalê Kawa ez ji bo nobedariya şevê şiyar kirin… Min çavên xwe vekir û goh li peyvên heval Kawa kir, dilê min şa bû, ber ku ew bi kurdî ez şiyar dikirim. Wî weku her car nedigot: *“Can Arkadaş! Kak, nöbetçisin…”
* Ev hevok bi Tirkî ye û tê wateya “Heval Can, rabe, tu nobedar î” |
|