|
Gava li ber pêleke har sernişîv dibe hizra min, ewilî li termê bîranînên belek dialiqe. Her tişt belek e; rengê hemû dîmenê belek e, şevçiraya hemû hêviyan belek e, tîrêj belek in, sîtavk belek in, hizr belek in, kenî belek e, girî belek e; kurdiya her tiştî belek e; qed qed e, di nav spîçolkiyê de qanên reş, di nav reştariyê de jî qanên spî diçirûsin…
Bi kurdî her tişt belek e; hevoka herî sade jî bi ‘başqe, feqet, düşmüş bûm –hizirîn-, durima te’yê belekî bûye. Bi kurdî şîn belek in, şahî jî, edet belek in, bîr û bawerî jî, îdeolojî belek in, felsefe jî, kurd qewmê herî belek e; ji her bîr û baweriyê, ji her reng û dirûvî di nav kurdan de peyda dibe. Kurd boz, zerî, kej, esmer, çavşîn, çavreş, qemer û heta melez in… Bi kurt û kurmancî kurd ji her kesî bêhtir belek in…
Her ji vê belekiyê ye ku gava em xeyal û xweziyên xwe diçînin, bi raveka dema borî, li belekiyên mejiyê xwe dihingêvin. Bizav û hewlên me yên ji bo serwextî û têgihîştina bi kar û barekî çak her di dol û newalên belek ên raboriyên xelkê de bêdeng dimînin.
Di hizra min de belekiya biwêja ‘Xweziya aqilê kurmancî yê paşiyê…’ wekî bîrhatineke tirş li ser dilê min dinişe û wê gavê bêhtir bi belekiya dîmena xwe dihesim.
Di vê dîmenê de hevok bi hevok belek dibim; hizr û ramanên min di çal û herzêlên hişê min de qed qed û bêserober in, ava çu cuhan li aşê dilê min nayê û bi belekiya xwe ber bi kend û kortalên nediyar ve dixişim. Ji vê belekiyê ye ku peyv bi peyv sêwî dibe zimanê min, tazî dibe bejn û bala hizr û ramanên min, li ser sîng û ber û bedena bîr û baweriyên min govenda meymûnan digerînin qeşmer û devgeniyên vê dinyaya xopan… Ez çipî tazî li holê mame bi hemû belekiya xwe ya kurdewar….
Belekî ye kurdî, kurdewarî, kurdînî… Di zik û pişta hev re çûye heta reh û rîşên xwe, pêpes bûye li bin simên hemû siwariyên ku li ser deşt û meydanên wê cirîdanê bi rû û rûmeta wê kirine. Belekî ye kurdewarî heta ‘kurmê -koka- darê’, ‘giyayê -dilê- hewşê’ bi zewal û tal bûye; na na, bi zewal û tal kiriye. Heta ‘aqilê -kurmancî- yê paşiyê’ têr xwezî û dereng maye. Di belekiya me de hemû çaviyên dilê me tijî bûne bi ax û keseran…
Belekî ye kenê kurdî; nîv ken e, ne girî; çavek dikene, yek digirî. Nîv geş e, nîv çilmisî; wekî hemû mirinan berwext û têrnedîtî ye… Belek e, her tiştê bi kurdî bel û belek e, têkel hev bûye, jê hatiye kirin, lê hatiye kirin, pê hatiye kirin, tê hatiye kirin: Bûye coxîna hemû ‘kirinan’ yê ‘kirî’ ye, yê ‘pê kirî’ ye; veder e, ji hemû rengan veder hiştiye, di nava spî de reş, di nava reşî de spî ye; belek e, li çu rengan nebaniye, li ser çu xîman rûneniştiye, li hewa hiştiye, bê ser û serkêş hiştiye, ne kuştiye ne jî serbest hiştiye; belekiyeke gêjkirî ye; ji bo kurdî tenê ‘gêjevank’ layiq dîtiye… Ew gêjgerîneke bê berahî û dûmahî ye; bê ser û binî ye…
Bi kurdiyeke belek hestên xwe li tûrikê dilê xwe dikim û dixwazim biqêrim li meydanekê, lê kurdiya li meydanan ‘qedexe’ ye, ‘cezakirî’ ye, dibêjin, binivîse lê bila kes nexwîne, dibêjin, biaxive lê bila kes tênegihêje, dibêjin, belek be çi ku tu belek î, dengê xwe neke!
Belek be, çi ku tu belek î…
|