Mahmut Aslan
Mahmut AslanGüç ve eylem birliği !
Ahmet Dere
Ahmet DereTirkiye û laîsîzm
Ahmed Aktaş
Ahmed AktaşKonfederalîzma Demokratîk
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARLi çiyayên Kurdistanê meşeke azad
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNBüyükanıt ve Hayvanlar çiftliğindeki siyah Domuz
Günay Aslan
Günay AslanKürt sorunu çözülür mü? Çözülürse nasıl çözülür?
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülAh şu feminizm
Mizgîn Bîngol
Mizgîn Bîngol'PKK xilas dibe, ew ê xilas bibe'
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıHem KATİL, Hem ŞAKACI
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanÜveyş Ana; Ana Tanrıça Kültürünün soylu sesi!
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütKürtçe Rock’un İkinci Kilometre Taşı: Koma Rewşen
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalKirli savaş başlıyor
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozTêkiliya jêrhiş û xewnê çi ye?
Teman Dep
Teman DepÇatı partisi,Mantı partisi ve çatı katı
Cemil Bayık
Cemil BayıkRejîma şerê taybet dijminê gelê tirk e jî
Kakşar Oremar
Kakşar Oremar1ê Gulanê û Rewşa Karkeran li Îranê…
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluQolincên li ber zayinê…
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaDAĞLARIN AŞIĞI’na...
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Başûr
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemCESARET
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüşünceler Yaşamı Yönlendirir ve Yaşananlar Sanata Yansır.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Fırat Penaber
Fırat PenaberADINA BAKMADAN KIRDILAR ELLERİMİ
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Cemo Devrim
Cemo DevrimHERKES DÜŞLERİNİN BÜYÜKLÜĞÜ KADAR ÖZGÜRDÜR ...
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Konuk Yazarlar
Konuk Yazarlar8 MART DÜNYA EMEKÇİ KADINLARINA KUTLU OLSUN
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zaza Şahan
Zaza ŞahanYeni Yıl Kürdistan’in Özgürlüğüne Vesile Olsun
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
Ömer Yüce
Ömer YüceHerşey kendisini Gençlik Şahsında Üretir
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Hozan Dîno
Hozan DînoBin Umut adayları
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Reva berev zerya direwan (1)



Yazar Adı: Mîr Qasimlo


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 29.07.2007 Saat: 23:07

Reva berev zerya direwan, ji bilî xapînokên qirase ne tiştek e. Ji kerema xwe re, direwan nekin. Rastgo bin. Xwe ji her celeb direw, hestên wehşî û rawirî biparêzin.
Rastgotinî ji bo her mirovî nifta deriyê gerdûna qenciniyê ye. Ji kerema xwe re xwe li peydekirina niftên ji bo deriyên kirêtî û neyîniyan neşidînin. Nebin peyrevên gerdûna gornebaş, gelacî, bêhiş, direwîn û giyanqirêjan.


***
Heke we niha lembeyê oda xwe temirandiye û hûn li muzîkeke ji malbata romantizmê guhdarî dikin, ji kerema xwe re xwe li melheziyên rawirî neşidînin. Lewra li ber muzîkên wiha têrerotîk ên pîrozwer, divê melheziya mizdana porê melodiya stranê were kirin. Divê insan melheziya vexwarina şeraba ku di kûraniya navika melodiyê deya bike û bi nazikî wê şerabê daqurtîne nava hinavên xwe. Xwe ji melheziya berdan û naskirina bihuşta melodiya stranê biparêzin. Lewra melheziyeke wiha, ji pîvanên ehlaqî dûr e û heke hûn welê bikin, nexwe hûn ê hem bibin zînekar û hem jî hûn ê bi vê kiryara xwe, pîrozweriya melodiya stranê bilewitînin.
Ji kerema xwe re, melodiyan nelewitînin. Bihêlin ku bila ew mîna xwe avzûnî bimînin.

***
Heke hûn niha li xwaringeheke li nik dildara xwe rûniştine û xwarinê dixwin, ji kerema xwe re melheziya fêde stendina ji jintiya wê nekin. Çimkî bêyî ku hûn li bihuşta wê bifikirin, hûn divê karibin hunera ziravî û romantîzmê bi wê bidin diyarkirin. Heke ev huner li nik we tune, ne dûr, hûn divê di wan kêliyên ku hûn li nik wê ne, karibin mejî û hişê xwe, bi peydakirina rê û rêbazên romantîzmê biwestînin.
Lê na heke ew huner bi we re heye, wê gavê hûn divê xwe ji hestên mêraniya ku di esasê xwe de rawirî ye bişûn û bi hestên xwe yên kedîkirî û avzûnî, nêzî wê bibin. Li dewsa ku hûn li bihuşta wê bifikirin, hûn divê jê re behsa delaliya lêvên masîgoşt, çavên yaqûtî, keziyên bi evdayên reş û kej ve xemilî, teyisîna stêrikên ku li ezmanê çavên reş û belek, biriqîna rûyê ava zerya dil û ya herî mihûm jî, behsa insanbûna wê bikin.
Hûn divê bi wê bidin diyarkirin ku ew jî bi qasî xwe heye û di tu warî de ji we kêmtir nîn e. Hûn divê bi nêrînên xwe yên nerm ên ku jê tîpên hezkirineke nedîtî dişûje, bi wê bidin zanîn ku ew ji gelek hêlan ve ji we zanatir û şarezatir e.
Hûn divê xwe ji awirên ku bes binyata xwe ji hestên mêraniya we ya ku di hundirê we de dinive û her ku we bi xwesteka peywendiyeke cinsî harokî dike, biparêzin. Lewra di zagonên romantîzmê de cihê awirên tûj û sitûr tune. Awirên tûj û tirî, ji bo kesên ku haya wan ji gerdûna romantîzmê heye, wek awirên lawaz û jaran tên dîtin. Kesên ku bi perda romantîzmê dizanin, xwediyê awirên tûj wek mirovên paşdemayî û nezan dibînin. Hûn divê rind bizanibim ku gav avêtina gerdûna romantîzmê, bes binermkirina awir, bi daxistina dengê berz û bi rawestandina hestên mêraniyê yên ku her dixwaze xwe di bihuşta jina li nik we de hesayî bike ve pêkan e.
Ji bîr nekin ku heke hûn ji her celeb melheziyên qaba û wehşiyane dûr nêzî dildara xwe bibin, ew ê pêtir deriyên dil, sîng û ber, bihuşta xwe ya têrgoşt a nerm û germ û bêhnkirina keziyên xwe ji we re veke.
Ew ê ji vê nêzikayiya we fêm bike ku hûn ne bi tenê ji bo fêdegirtina ji goştê wê li nik wê ne. Erê, ew ê fêm bike ku hûn bi rastî jê hez dikin û ev jî dê bibe sedem ku hûn karibin hemû tixûbên navbera xwe ji holê rakin. Jixwe piştî jiholêrabûna tixûbên navbera we, gerdûneke zeryayî we pêşwazî dike. Lê ji bo ku hûn karibin bibim serwerê gerdûna zeryayî, hûn divê hespê xwe bi mejî, bi hiş û bi pergal rakin çargaviyê. Çimkî gerdûna zeryayî ya ku bi embarên ziravî, xweşî û kamraniyê ve dagirtî, meşa hespê bêhiş, bêpergal û bêmejî napejirîne. Ji bo ku hûn karibin newala gerdûna zeryayî fetih bikin, hûn divê hespê xwe bi nazikî biajon ser berzên wesleyên din yên gerdûna zeryayî. Heke hûn vana bikin, nexwe hûn ê pir bi hêsayî bikaribin li textê dilê gerdûna zeryayî rûnên. Bi vê kiryara xwe, hûn ê bibin mîrê dilê wê yanî dilê gerdûna zeryayî.
Ji kerema xwe re, ji bo xatirê evînê vana bikin. Bila evîn û evîndarî nemire. Bila pîrozweriya xwe kuta neke. Ev erk, erkeke xwedayî ye û divê hemû kesên ku ji xwedatiya evînê bawer in, li gorî qeîde û pîvanên wê tevbigerin.


Berdewama nivisê ji bo careke din... Bi silavên hezbar Firat Mîrqasimlo.

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Seîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
·Bêhna erdhejê tê.....Vinevina mirinê...
·Evîn Yezdan e.
·Wêneyên Keserê, dengê awaza min e.
·Ji bîr nekin, hunerî divê...
·Axxx şêrbazê dayika min a dîl...!
·Reva berev zerya direwan (2)
·Û rengên bi bela ... Û por...Û gotina dawî...
·Ev kilam, bi keseran ve avise
·Ciwanmêrên rûkên û Keçên çav rûba

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.099 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.