Cend roj berê naha, pismamek min ji welat hatibu vira. Mýn ew kýr mêvan. Em hinek li ser demên derbazbuyî sekinin û mijulbun. Bê guman mijulahiyê me çu, hat û di dawîya dawin de li ser sîyasetê sekinî. Ji xwe kurdên kêm an jî zêde bi sîyasetêre eleqedarin bixazin, nexwezin ji nikarin xwe ji siyasate bidin alî. Bi gotiné din, sîyaset ji bo wan kesa wekî sîya wan bi wan re ye.
Êvare, em çaya di îskanên li ber xwe vedixwin, ji tutina wî bi xwe re anîbu li ser hev dipêçin û dikiþînin. (Tûtin tûtina bajarê bav û kalan, bajarê Mus a rengîne) Mijulahîyen me, ge li ser sîyaseta Tirkiyê, ge li ser pirsgirêkên kurd yên navxweyî, ge dizivi re ser xizanî û belangazîya gelê kurd û di dawîya dawîn de wî behsa sîstema perwerdeha Tirkiyê kir û hema bicarê va rabû ser xwe û:
"Law wan dibistanê înternat(yatilî) n.......c ..... m.... û mala me li me xirav kir. Ez kengê cixarê bi avakî azad dikiþînim, ew cîhe malkanbax tê bîra min û pêra mejûyê min tevlîhev dive. Nizanim! Dibe ku ez hînê dibin tesîra wî cîhê malkanbaxta ma me. Na na! ne dibe ku, hema rasterast ez û merivên wekî min di wan dibistanan de xwendine hatanî dawîya umrê xwe, dê nikanibin xwe ji tesîra wan dibistanên înternat(yatili) de rizgarbikin."
Min ji rewþa wî fêm kiribu. Hema wekî leþkerekî tevdigerîya. Te digo qey ew li nizamîya leþkerî dijî, aha wisa tevdigerîya. Sibê zu saet di þeþen da radibu ser xwe. Dema ez ji xewê hiþyardibum û diçum oda ew lê dima, hema bi awakî lez xwe tovê serhev dikir û mina fermandarê xwe pêþwazî bikê, diket rewþa amedebunê. Te bikujta rojê ji sê caran û pêva, xwarin nedixwar. Dema em bi hevr e derdikêtin sukê û digerîyan, hema serê lezê carek li seata di destê xwe dinérî û mina ji min re bibêje, " Law pismam, iznameya gerê qedîya. Naha revebirîya dibistanê li benda meye. Werin em herî. Eger em dreng bikevin, dê mamostê û rêvebirîya dibistanê li me gefa bixwe û carek din îzna derketina sukê nedine, me."
Em ji sukê vegerîyan mal û dîsa ketin nav niqaþan. Mijara me dîsa li ser sistema perwerdeha Tirkîyê bu. Wi dîsa destpêkir û gelek li ser vê mijarê axifi.
Min gotinê wî birî û:
-Ez te baþ fêm dikim pismam. Li Tirkîye, leþkerî di temenê 6 san de destpêdikê.
-çawa, min hêç fêm nekir. Tu dixwazê bibêjê çi?
-Piçek serbirkê, ez ê ji kekê xwe re vebêjim.
Ji bo Tirkan du hev saziyê bingehîn û heyatî heye. Yek sazîya leþkeriye(artêþa Tirk) yadin ji sazi û sazumanên perwerdehene.
Sazîya leþkerî, yanê artêþa Tirk tu eleqê wan û pîvanên mirovahiyê bihev nasekinin. Lê bi gorî mantiqa Tirko ango karbidestên Tirk, Artêþ muhaqaq û ebedîye. Ev ji mirovên hêja û canfeda pêktên. Ev ji bo ewlehî û beka gelê Tirk hene û divê her hebin jî. Ew Paþane û divê her gotin û daxwazên wan bê pirs û sual were fêm kirin, di jîyanê de mesulîyetên van daxwaza, kîtebikîte were gerandin- pêkanîn. Wi gotinê min birî û:
-Baþe pismam, min fem kir. Lê gelo di rastîye de wisa ye?
-Na. ne wisaye. Ev wisa dibejîn, yanê mantiqa Tirkoyê. Le di esasê xwe de Artêþa Tirk, ne ji bo ewlehî û beka gêlê ku li Tirkiyê dijîn, hatiye damezrandin.
-çawa, ez baþ tênegêheþtim. tu dikarê hinek din weke?
-Hay hay, ser çavê min
Keko divê were zanîn ku Artêþa Tirk, berhenekî ji karekteren wan ên talanker û sadist va pêkhatiye û binyeta xwe ji qarekterê bav û bapîrên xweyên berê li moxolîstanê, duv re jî li Rohilat êris dibirin ser gelan û bi têra dilê xwe, wan dikujtin û dest dadanîn ser hemû heyîyê van , werdigre. Wekî ku tu ji baþ dizane, ji ber ku ew nemirovbun çînîyan (çîn) bi navê (çîn setî) setek dan navbera xwe û wan. Li hêla din tu ji baþ dizane, komkujîya Ermenan, Yewnanan û Kurdan bi destê van hatî gerandin- pekhatîye.
Bi kurtî ew tenê dikarin goha jêkin, serîya bipelçîqînin, zarokên hîne 12 salê gulebaran bikin, dest bavêjin namusa jînan û bi wan bilêhîzin, dijunên wekî ez d.... t ...nim, l.......q....pê ji mirovên diçê leþkerîya van dike re bibêjîn û HWD. Yane Artêþa Tirk, di serî de ji bo kurda û gelê din, ji teref Tirkîyê va wek hêzek çevtirsandinê û tehdîtê tê bikaranîn. Ne ji bo ewlehî û baka gelan e. Lewra ev her du sazî bi awakî taybet tê gerandin û her sal bi mîlyonan perê ji van her du sazîyan re te veqetandin.
Ev yek. Ya duyêm sîstema perwerdeha wanê.
Sîstema perwerdeha dewleta Tirk, li ser esasê yek milet, yek al, yek ziman û bi terzekî leþkerî hatýye sazkirin. Mirov dikare bibêje, ku ji bidistana seratê bigrin û hetanî dibistana amadehîyê, perwerdeha wan ji pîvanê zanistî, tekemilî (evrensal) û ji pejirandina pirali ango pirrengîyê, dure. Tenê ji bo karibin gelê Kurd û kêmnetewên din bikin Tirk, serî li her rêyê dixin. Bi gotinekî din, ji bo karinbin Kurda bihelînin û bikin Tirk, her rê û rêçe ji xwe re rewa (meþru) dîtine. Kurda berê bi birçîbunê terbîye dikin û piþtrê jî divêjin "Em dixwazin zarokên we dibin xwendin, fermo hun ji vê îmkana me daye we bikarbinin û zarokên xwe biþînin, dibistana.
Naha baþe, me vê înkanê han fêm kir. Lê dibistanên naha behsa wan tê kirin, gelo biçi awahî tên gerandin! ka werin em hinek lê binêrin.
Wekî ku tê zanin li Tirkiyê, Salê destpêkirina dibistana serate- "Dibistana Mamosteyî ya pêþ" (ilk ögretin okulu) 6-7 te.
Jixwe zarokên Kurda dema diçine dibistana serate polê yekîmýn (birinci sinif) ji %95 Tirkî nizanin. Ji ber vê rastîyê hanê, , bi awakî dilheçî, xof û tirsek terin. Naha hunê bibêjin cima? Li Tirkiyê ha hun cune dibistanê, ha ji hun çune leþkeriyê, tu ferq di navbera van her du sazîyan de tune. Di van herdû sazîyan de, di suna hezkirin, rêzgirtin û rumet dayîna ji vina(îrade) a insan re, tenê lêdan, çevtirsandin, piçukdîtin û bi kesayeta insan tê lihiztin. Ji ber vê egerê dema zarok diçin dibistanê, ne bidilêkî germ û xweþ, bidilekî sar û tirs diçin.
Belê zarok sibê zu radibin û diçin li berderê dibistanê li benda mamoste dimînin. Piþtê çend kêlîya Mamostê derdikevê tê. Berê têkevin dersê, Mamoste wer bi awakî çalim û qurê, hema wekî bav û bapîrên xwe ê ji talanekî serkeftî derketibe û hatîbe, aha wisa bi çavekpiçuk, çevê xwe li ser zarokan digerîne. Le pey vî calimê cend volda jî dide xwe û bi serê pozê solê xwe, kevir û xiçê li ber nigê xwe dide û biheva difirîne. Duv re vedigere li ser zarokên di rewþa amadebunêdaye û:
-Roj baþ zarokno!
-Roj baþ mamoste
Mamosteyê nijadperest....
Piþtê îçtimaya bi terz û qeîdeyen leþkerên xweyê mirovxwar bi zarokan dide kirin, duv re bi zarokan Sirûd (marþ) a netewî jî dide xwedin. Eger ji zarokan yek nizanibe Sirûd(merþ) a netewî bixwîne, bi têra dilê xwe ji wan û nijadê wan re dide dijuna û zarokan digre hundir.
Hundir! xwedê belaya xwe bide wan û dibistanên wan. Hundir ji bo zarokan dive cihê iþkencê. Mamostê bi wê forsa xwe û biçevakî dijminahî li zaroka dinêre û:
Binerin! emê îsal bihev re bin. Ez ê çend xalên ji bo netewa me Tirka, pir mihîme revayê we bidim.
Yek: Hûn divê di demekî pir kin de, Sirûd (merþ) a netewî vekî navê xwe jiberkin.
Didu: Hûn divê ne li vir û nejî li ba dê û bavê xwe, ji xeynî zimanê tirkî, bi zimanekî din neaxifin. Ji bîr nekin, ez wekî sîya we bi were me, eger hun li ba dê û bavê xwe bi zimanekî din biaxifin, ez ê we bikujim. Mamoste bi vî tehtîde dixwaze li ser zaroka tirsek bihêle û hikarîyek nagatif çêke, kû zarok li mal ji neweribin bi zamanê xwe biaxife.
Sisê: Di dirêjahîya berperdeha îsal de, ez ê ji were behsa mezinên me Tirka jî bikim. Minak:> Mustafa Kemal, Atilla, Selçuk, Bilgehan, Fatih Sultan Mehmet û HWD. Hûn divê van navana wekî navê bav û bapîrên xwe jiberkin û ravê de, bav, xwiþk û birayê xwe ji bidin.
Haa! Ala mejî heye, ez ê behsa wî ji bikim. Divê hun wî ji binasin û di her serd û mercen de, Ala me biparêzin. Eger Zarokan van rêwerz(talimat) ê mamoste fên kiribê, ji xwe pirsgirêk naminê û di dirêjahîya perwerdehê de, wê Mamostê kitebikite bi wan didê fêm kirin. Lê eger fêm nekiribin ji, piþtê fêrbuna bi zimanê tirkî, ji xwe bi wan didin fêm kirin.
Piþtê van rêwerz(talîmat) a Mamostê çoyê di destê xwe de di hécîne û dest bi Dibistana Elî( Alî Okulu) dike. Ha divê neyê ji birkirin, ku di mentalîta perwerdeha Tirk û Mamosteyê wan de, pênus(kalem) di þuna darê lêdanê de, te fêm kirin. ço(sopa) ji, ji bo wan, wekî çekekî çevtirsandinê te bikaranîn. Yanê mentalîta wan eve, ma ez çibikim. Divê mirov rast biaxife. Ne wisa?
Wi gotina min di nivî de birî û:
Ka raweste pismam, ka raweste. Tiþtên te naha anî ziman, di serê min de jî derbaz buye.
Em dýçýn Dýbýstana serate pola duyemin. Mamoste me bi eslê xwe ji Qersêbu. Mirovekî asabî û nijadperestek ji nijadperestên nijade Tirik wêdatirbu. Wek gurekî zik birçî, êriþkarbu. Ji çar peyvê wî sisê çêr bu. Wekî e.... d....d...w...nim. Kurdên bê bav.....weledên Orospîya û HWD. Gava diqehirî, hema dibû wek gurekî har û dikir ore or. Di wê momenta hêrsê de ki biber destê wî segbavê biketa, bi terê dilê xwe lêdida û dijunen xwuna mirov pê dicemýdî, lê peyhev rêzdikir. Ji mere digot; "ne li vir û nejî li mal, bi zimanekî din neaxafin". Di dibistanê de bi nave irfan yek hebu. Yekê qevezê û bêkêrbu. Ji ber çevê wî çîkhisîn bu, me jêre digot çevpisink. Mamoste rabu wî ji xwe re wek ajan bijart, ku ew di derbarê zarokan de înformatê bide wî. Yane piþtê paydosê kî bizimanê Mamoste neaxýfe, divê ew bi Mamoste rabigîhine. Rojek ji rojan, roja semiyê bu, Irfan û tevê dayika xwe hatin mala me. Diwî navberê de nizanim çibu min ji daka xwe xwest, hema biçarê va wekî Mamoste êriþê ser min kir û biwî Tirkîya xwe ya nivçu "law ma tu nizane axaftina kurmancî qedexeye, Mammoste çi got! Qusira min nenihêre, ez vîya ji Mamostere bibêjim". Piþtê van gotinên îrfan, Dayika min jî mina kû piþtývanî li gotinên wî bike "lawe min, îrfan rast divêjê. Hûn divê bi giranî zimanê Tirkî qisekin, ku sibê, dusibe dinava xelkê de rezîl û rusqa nebin. Yadin jî hûn divê li ser dersên xwe bi kurahî bisekinin, ku di sinifi de nemînin. Ma law em we didin xwedin, ku hun bibin memur û karekî bidestê xwe bixin. Roja Yekþemê em dîsa li dibisstanêne. Mamoste dema di deriyê sinifê re dikete hundir, te digo qêy lawê Paþayê çî! aha wisa bi pozbilîndî berê bi çavek dijminî lime dinerî û duv re bi wî dengê xweyê disibîya dengê Gurê har, digot runê. Li pey runiþkandina me, bivî ru û rucikên xwe ê rutirs û disîbîya ruyê zebaniyên dujehê, bi genderê cend kêliya wer bi awakî piskopat li me neherî û duv re dest bidersê dikir. Le pêþiya ku dest bidersê bikê, ji înformate xwe îrfan rapora hefteyî dixwest. Wî rojê dîsa bang li îrfan kir û rapor jê xwest. Irfan ji rapora hefteyî da destê wî nemirovî. Hinek li rapora li destê xwe niherî û bi dengêkî berz "ka were vir lawê qehpikê, bênamusê lawê benamusa, min çi gotibu! ka were vir, hun ji zimanê xweþiyê fêm nakin" Ez rabun çun li ber rawestîyam, hetanî qewet diwî de hebû li ser hev çend þîmak li min da û min bi cezayê li ser yek nigê, da cezakirin.
-Law pismam derdê me pirin, ka ez serê te nehêþînim.
-Rastê Pismam, derd û kulên me ne yekin nejî hezarin.
Gotinên te rastê. Dewleta Tirk ji bo zimanê kurdî bi kurdan bidin ji bîrkirin û Kurda bikin Tirk, her rê ji xwe re rewa(meþru) dîtine. Wekî te jî got: Dewleta Tirk ji bo di politîka xwe a asimîlasyonê de biserbikeve, hemu curê metod, rê û rêç bikar aniye. Di her dibistanekî de, ji zarokan yek, didu ji bo hêst, hîsayet û zimanê Tirkî bipêþ va bibin, wan, yanê zarokên Kurd wekî ajan ji xwe re bikar anîne û kirine hevparên tewanbarîya xwe. Naha ev politîka wan a asimîlosayonê Kur e û bi sêwayek pirafesyonel garendine. Divê neyê ji bir kirin, ku hîm û binyeta civak, metew û miletan, jin û cîwane. Eger hun bixwazin civak ango netewek bihelînin û bigrin bin bandora xwe, hûn divê berê her tiþtî, li ser ciwan û jinên wî civakê, netewê bisekinin. Jixwe devleta Tirk, ji roja damezrandina xwe û vir ve, bi gor vê rastiyê politîka xwe ya asimîlasyonê domandiye. Me berê bibirçibunê terbîya kirinê, duv re jî derê dewletê wek xilasbun û rizkarîyek bime dane fêm kirin. Lewma gotina dayîka te ""lawe min, îrfan rast divêje. Hûn divê bigiranî zimanê Tirkî bisekin, ku sibê, dus be dinava xelkê de rezîl û rusqa nebin. Yadin ji Hûn divê li ser dersên xwe bi kurahî bisekinin, ku di sinifi de nemînin. Ma law em we didin xwedin, ku hun bibin memur û karekî bidestê xwe bixin" bê sedem nîne. Herçendî dayîka te vê gotinê gotibe jî, lê di esasê xwe de ne ji dil û hêstên wê hatîye ku wê gotiye.
-çawa! ez baþ tenegihêþtim.
Kekê min, dewleta Tirk wekî din tu rê li ber me Kurda nexistibu. Ya meyê qîma xwe bi halê xwe ê xizanî û feqîri bianîya, yan ji emê di rîya wanên ku bi darê zorê bime dabun qebulkirin de, biçuna. Ji ber vê egerê dayik û bavên me, ji bo em bixwînin û karekî bidestê xwe bixin, nesîetên bivî awahî li me dikirin. Yanê dewleta Tirk me kurda mejburê xwe hestibu û herçiqas bi qorî dilê me nebajî, lê bi sedan vir,dek û dolaban em jî kirine hevparê tewanbarîya xwe.
Piþtê van gotinê min, em hinek bê deng man. Ev bê dengbuna me bi qenderê çend kêliya domand û min disa dest pêkir.
Belê keko piþtê ewqas nivîse, pêwiste em hinek li ser dibistanê înternat(yatili okulu) jî bisekinin. Ev Dibistanana xisusî ji bo zarokên Kurda hatîye vekirin û bi qeîdeyê leþkerî tê gerandin. Ki di van dibistanan de bixwîne hetanî dawîya umrê xwe, nikane were ser hem dê xwe û bigihêje kesayatek azad û azad bifikîre. Ji ber ku di van Dibistanan de, li ser kesayeta însan tê lihestin. Mejû yê hina xan û wekî avek zelale, bi vir û direwan te tijîkirin. Vîna(irada) însan didin bin nigên xwe. Derketina derva bi destura rêvebirîya Dibistanê dive. Bi dengê zengilê re dikevin dersê, bi dengê zengilê re radizên, bi dengê zengile re radivin û xwarin dixwin. Yanê bi muamele û qeîdeyên teng û li ser kesayeta însan hikariyêk negatik dike, tê gerandin. Naha dibe ku vere gotin "çima xisusî ji bo zarokên kurda hatîye avakirin? Bersîva vî pirsê ne zehmete. Ma li rojavayê Tirkýyê, bi qenderê Kurdistanê birçibun, xîzanî û feqirî heye , ku ew, yane Tirk zarokên xwe biþînin disbistanê înternat(yatilî okula) Bi gor min na, tuneye.
Bal.>>>> Imparatorîya Osmanî ji Disbistanê înternat(yatili) re digotin ( acemî oxlanlar ocaði) Herwiha Osmanîyan bi navê (yenîçerî ocalari) de, zarokên bi gorî wan "gayrimislum evlatlarî)bun, bi sêwayek lêþkerî di (yenîçerî ocaklari) de perwerde dikirin û piþtre li hember nijadên wan bikar dihanîn.
Mirov dikanê bibêje, di roja îro de bi gelanperî dibistanê Tirko jî bi heman armancê dixebitin, ku mejuyê zarokên Kurda biþon û wan li hember nijade wan bikar binin.
Eger em xîyanet û xêrnexwazên di nav xwe de ji bîr bînin, dê emê bê zehmet bigihêjin encamê politîka asimîlasyona dewleta Tirk . Bi kurtî Asimîlasyon li ser kesayet, gîyan, hêst, xisusîyet û mejuyê kurd, hikarîyek gelek negatîf çêkiriye. Ji ber vê egerê hercend bi gelanperî nebe ji, lê pirên Kurda hêlen xwe ê netewî, hîs û hîsayeta kurdistanî û rihên netewî-milî wendakirine.
Dema em bala xwe bidin jîyana gelê meyê li Bakurê Kurdistanê, di warê sîyaset û xwedî li nijad û nirxên xwe derketinê, mixabin wêneyek gelek ecep û ewqas jî tevlîhev derdikevê pêþ me. Wêne mezine. Wêne ji xweza û erdnigerîya kurdistanê ve pêk hatiye. Mirovên di wêne de, bi þiklu þemalên xwe Kurdin. Di Wêne de çend rê dixwuyên û di van rêyan de mirovên dimeþin liber çeva dikeve, di dawîya xilasbuna wan çend rêyan di wêne de , nivîsen waha hene.
Yek: Rêya Kurdên li ser xeta îslamîyetê dimeþin. Naha guman tuneye ku Kurdên divê rêye dane, rasterast dibin tesîra (Türk îslam sentezî) de mane. Û bidin navê ola îslamê de, ji esl û parastina nijadên xwe hatine durxistin. Kurdên divê rêye de, herçend xwe oldar dihesibînin û ji bo pêþdebirina ola îslamê têdigoþin jî, lê di esasê xwe de ji bo nijadê Tirk hizmetê dikin.
Dido: Rêya Kurdên pêþveru, sosyalis û enternasyonal. Naha guman tuneye ku Kurdên divê rêye dane, hercend xwe pêþveru, sosyalîst û enternasyonal dihesibînin jî, lê di esasê xwe de çand, tore, adet, jiyan û tevgera gelê xwe bi çavek piçuk dibînin û bi awakî paþverutî tawerbar dikin. Mirov dikarê bêje; Kurdên divê rêya de, binyeta nerîn û fikrên xwe ji çepgirtên nejadê Tirk ê nasyonal sasyalist, werdigrin.
Sisê: Rêya Kurdên dijminê nijadên xwe. Kurdên divê rêye dane, jixwe ne hewce ye ku em behsa wan bikin. . Ew di heman demê dîroka Kurd û kurdistanê de hebune û wan li hember tekoþîna azadîya gelê xwe rolên nebas lihêstine.
çar: Rêya Kurdên bê deng û bê alî. çawa ku di her netewî de, kesîimên li henberê pêþveçun, ser û buyeran bê deng, bê helwest hene, di nava gelê kurda jî, derudarên waha henê. Mirovên divê qetegoriyê de, tenê ji bo jiyana xwe bixebitin. Yanê bê xetin û mirov dikare bêje, bê fikirin.
pênc: Rêya Kurdên kemalist. Kurdên divê rêye dane, mixabin dibin bandora Bîrdozî( ideolaji) ya Kemalizmê de manê. Kurdên bivê rêye de bi piranîya xwe, kurde Elevî ne.
þeþ: Rêya Kurdên, Kurdperwer û xwedî li nirx û taybetiyên xwe derdikevin. Ev rêya han di heman demê dîrokê de ji tevef kurdan ve, herî rêya biþeref û xwedî li xwe derketinê hatîye dîtin û pejirandin. Û divê rêye de gelek qurban jî dane û wisa xwuyaye ku wê bidin jî.
Naha dîyare ku ev Wêne bi destên wênekeþên Tirka hatiyê çêkirin û mirovên li ser van çend rêya dimeþin jî, encamê politika asimîlasyona wan Wênekeþanê. Qesta mina ji wênekeþ " Desthilatdarê Tirke"
(Rêya Kurdên, Kurdperwer û xwedî li nirx û taybetiyên xwe derdikevin.) Ji teref Wênekes ve, bi xetên sor hatî nîþankirin. Yanê ci! Yanê Kurdên li ser vê rêye, ji bo wan-Tirko- tehlukeyê û divê bi hêsyarî, bi serwan kesan de herin û wan bifetîsinin
Belê birano, Rews eve....
Bi gorî min rêya xilasbun û azadiyê, di rêya Kurdên Kurdperwer û xwedî li nirx û taybetiyên xwe derdikevin ê. Kurd dývê dev ji rêye din berdin û werin divê rêye de bimeþin û tekoþîna xwe bidin. |
|