|
Çanda strandinê di nav kurdan de xwedan kevnetoreke gelekî qedîm û kevnar e. Di nav me kurdan de dîrok bi stranê hatiye pê û gihîştiye nifşên nû. Kurdan derd û kulên xwe bi stranê anîne ser ziman. Mirov dikare di vê mijarê de hevokên hêj hulûkirî bibêje, lê mebesta min tiştekî dîtir e, ji bo vê jî min dil heye derbasî merema xwe bibim.
Merema min Cembelî ye. Parçebûna wî ye, an jî wiha bêjim, halê hazir çend wersiyonên Cembelî li ber dest hene, gelo kîjan rast e, ka em binêrin dengbêjên me li gorî çi ruh daye Cembelî û Binevşê û serpêhatiya wan bi roja me gihandiye?
Kurd qewmekî qed qed û parçe parçe ne; vê tesîr li ser hemû nêzîktêdayînên wan jî kiriye, heta stran jî, gava ji herêmekê çûye ya dîtir li gorî wê derê teşe girtiye.
Du lingên bingehîn di serboriya Cembelî de hene; yek aliyê wê yê Hekariyê ye, ya dîtir jî, aliyê wê yê Diyarbekirê ye, ya rastir Qerejdaxê ye. Tiştekî gelek bala min kişand, gava dengbêjekî ji devera Diyarbekirê Cembelî dibêje, aliyê serhatiyê yê li Hekariyê ku ji bo Hekariyan şerm e tenê dibêje, her wiha gava dengbêjekî ji devera Hekariyê dibêje ew jî berevajiyê vê tenê aliyê serhatiyê yê Qerejdaxê ku Cembelî diçe jina bi mêr direvîne û dibe tenê dibêje ku ev jî ji bo Diyarbekiriyan cihê şerm û rûreşiyê ye. Yanî di vir de ‘em û ew’a di nava kurdan de ku aliyê me yê şikestî û qedqedî nîşan dide raber dibe.
Hingê, em vê pirsê piçekî dîtir jî veçirînin û wiha bi mînakan bidin der; gaziya ‘lorî lorî’, di hemû wersiyonên Cembelî de temaya herî bingehîn a stranê ye. Wekî tê zanîn, gaziya ‘lorî lorî’ ji bo zarokan tê gotin; yanî, ji vir jî xuyaye ku stran li ser devê jinekê dema ku di ber landikê re bi ser lawê xwe re lorandiye hatiye gotin, ku ew jî Binevşa Narîn bi xwe bûye. Wê demê, wersiyona li devera Hekariyê bêhtir li gorî rastiya ruhê stranê ye.
Di vê wersiyonê de, Cembeliyê mîr dev ji text û qesrên mîrekiyê berdaye, li pey evîna xwe Binevşê ketiye û hatiye Qerejdaxê ji bo xatrê wê bûye şivanê mala bavê wê. Piştî demekê jî bi rêka gustîlê xwe bi Binevşê aniye derê û qewlê xwe li gel hev çêkiriye. Wê êvarê jî, Binevş rabûye strî xistine nav dergûşa Cembeliyê Biçûk û bi hinceta razandinê bi ser de strandiye; “Lorî lorî, Cembeliyê mino melorîne, bilorîne, Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan hatî ji welatê jorî, şeva nîvê şevê dayika te rêvîng e dê Cembeliyê biçûk bihêle li hêviya pîrexesûyê, dê êl û êlata Faris axa û Ehmetkê pismam bo Cembeliyê xwe bike gorî…” Ev gotin ji zardevê Binevşê hatine gotin û li gorî ruhiyeta stranê jî di cih de ye.
Dengbêj baş dizanin ku gaziyên wan qodên wan in jî. Bo nimûne, gava di stranekê de pesnê xweşmêriyê bête kirin, gaziya ‘Hay lo’, gava dilsojî û bêbextiyek bête ziman gaziya’ lo lo’ gava straneke evîndarî be û ya li ser tê gotin jin be ‘lê lê’ tê gotin. Yanî, di dema xwazgîniyê de ku di wersiyona Diyarbekirê ya Cembelî de ev alî tê gotin, çu carê gaziya ‘lorî lorî’ nayê gotin û ev yekser li dijî ruhiyeta dengbêjiyê ye. Yanî, di vê wersiyona Cembelî de, ji ber ‘hesasiyeta deverê’ ji bo ku şikestin û rûreşiya xwe binixumînin rabûne bi ruhiyeta Cembelî leyîstine û piçekî deforme kiriye. An jî, dibe ku di demeke xwe ya dilsoj de Binevşê ev wekî serhatiya xwe di ber hejandina dergûşa xwe re bi ser Cembeliyê biçûk de lorandibe.
Serhatiya Binevşa Narîn û Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan li ser devê dengbêjên dengzîz di dîwan û şevbihêrkên dûr û dirêj ên maqûl û serkêşên kurdewariyê de cihekî qewî girtiye. Dengbêjên devera Diyarbekirê wiha dibêjin: “Faris beg dibê Eynê tu were pê, Mêvanek hatiye mala bavê min mêvanê xêrê, ne mêvanê şerê; wê bide me sed miyê dotinê sedê firotinê her çar lawên me bizewicîne ji êlê, dixwaze ji min Binevşa Narîn stêrka berbanga sibê, ez ê Binevşa Narîn nedime ti kesî zêdeyî Cembeliyê kurê mîrê Hekariya li vê dinê lorî lorî!”
Qedên Cembelî ji Welatê Jorî (Hekariya Mîran) heta Qerejdaxê dem bo demê xwe gihandine me û careke dîtir ispat kiriye ku li ser rûyê dinê ji bilî evînê çu tişt nîn e ku dewr û zemanan ji holê rake.
Cembelî nîşana dilsoziyeke berz a bi qewlê xwe ye. Mêrxasî û mêrçakî, text û qesr û qusir hemû gorî bin pêlava evînekê kiriye û ji bo evîn û evîndariyeke berz û bilind dem û dewran kudandine û ji Welatê Jorî heta bi Qerejdaxê hêlîna dilsoziyê çêkiriye. Evîn nehiştiye paşê, kesera ber dilê xwe ji kêlîla dawîn re nehiştiye, nebûye dilsojê şikestin û têkçûnên xerez û bêbextiyê; naxêr, Cembelî evîn bi evînê siwêrandiye û hemû şiyanên xwe ji bo bicihanîna mirada li ser rûyê dinyayê terxan kirine û çespandiye ku Mîrek jî dikare ji bo evînê Şivaniya Axayekî koçer bike ku wextekê li ber destê wan xwedî dibû…
Ji Welatê Jorî, ji nav çiyayê berz û asê xwe berdaye deştên germ î dêmistan û ji bo her du çavên Narîna xwe ya dişibiya binevşên Berçelan pê li hemû zêr û zînet, şerm û fihêtiya dinyayê kiriye…
Ji bo vê jî hemû qedên Cembelî di xweziyên me yên di kûrahiya dilê me de dewisî ne de xwe didin der.
|