|
Helbestvan û Feylezofê mezin Ehmedê Xanê wusa gotiye:
Ger hebûya me îttifaqek
Lekra min bikira întîqadek
Rom û ecem bi temamî
Hemûyan ji mere dikir xulamî
Belê min xwest bi çend ristên ji Dîwana Ehmedê Xanê dest bi nivîsa xwe bikim. Ji ber ku di van çend rêzikên helbesta şairê nemir de mirov dikara bi hêsanî bivîne ku di dîrokê de kurd qet di bin konê netewî de rûneniştiye û li hev kom ne bûne. Bi hevre stranên dengbêjiya kurdîtiyê nestrane. Bi hevre xwe bera newalên bedewiya welatê agir û rojê nedane.
Ev jî sedeme ku heta niha ne dewletek kurd heye û ne jî zimanê kurdî wek zimanê li cîhanê yên din pêşketiye. Bûye sedem ku kurd bi salan neçariyê êş-kişandinê hatiye hiştin, neçariyê bindestiyê hatiye hiştin. Bûye sedem ku heta niha bi dehan komkujî di serê kurdan re derbas bive, bi dehan serhildan têk biçe. Kurdan herdem kişandiye, herdem di bin şert û mercên zahmet de neçar maye zarokên xwe mezin bike, bi tirs û xof.
Belê wek ku tê zanîn di demên dawî de hevalbendî ya netewî mohra xwe li hemû babet û mijarên axaftina xistiye. Min jî xwest di nivîsa xwe ya îro de bi zimanekî wêjeyî yê hûnandî vê pevratî yê vebikim û vebêjim, li gora çavên ramanên xwe.
Derbarê vê mijarê de hemû rêxistin û partiyê siyasî yên kurd nêzîkatiya xwe ya di derheqê vê mijarê de xûya kirin. Mirov bi kêfxweşî dikare bêje ku ev nêzîkatî hemû erênî ye û sedemê kêfxweşiyê ye. Lewra min jî xwest li ser vê babetê hest û ramanên xwe vebêjim û bi were parve bikim.
Dema mirov xwe bera nav rûpelên ku şerm dike mirov wan ji nava wê jenga dîrokê veke û fedî dike mirov bixwîne temaşe dike û xwe bera nav wan dide, mirov dikare bi hesanî bivîne ku di dîroka gelê kurd heta niha qet li xeta netewî li hev kom nebûye û li hev ne civyaye. Di her rûpelê dîrokê de aliyekî kurd bûye ambûrînê dijmanan û hiştiye ku keda bi sedan an jî bi hezaran kesan vala derkeve û bi sedan qad bive gola xwînê.
Lê îro ev guheriye, îro kurd guheriye, îro kurd bûye xwedî fikrek netewî, bûye xwediye têgihiştina nasnama netewî. Di dîrokê de gelê kurd qet wek roja me, ne bûye xwedî hestên netewî. Lewra ewê wek di demên borî de zû zû neyê leystikên dijmin û neyaran.
Di roja îro de hemû partiyê kurd xwe nêzîkî xeta netewî dike û li ser konferanseke netewî dixwaze hêza xwe bike yek. Di heman demê de difikire ku hêzek parastinê ku ewê bive artêşa gelê kurdê her çar perçeyan ava bike, ku mirov dikare di bin banê Hêzên Parastina Gel de bîne cem hev. Ev hêz ewê di bin parastina rewa de gelê kurd biparêze. Êrîşen li ser gelê kurd ewê ji aliyê hêzên netewî ve were bersivdayîn.
Di demek mijara gotinê de kurd ewê bive xwedî otorîte di rojhilata navîn de, ewê bive xwedî hêzek ku tii dewlet ewê nikaribe bi ser wan de biçe.
Tenê ku dema hemû kurd di konferansek netewî de were cem hev, ewê bikiribe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê binivîsîne. Rûpelên ku heta niha tenê bi tîpên xwînî li ser hatiye nivîsandin. Da kû rûpelên dîrokê ji ber vekirina xwe fedî û şerm neke. Ku em dixwazin zarokê me bi hevre sirûda netewî „Ey Raqîb“ li dibistanên kurdî bixwîne dibê em li hev kom bibin û hêza xwe bike yek, dibê em îttifaqek netewî çêbikin, dibê em hevalbendiyek bê dawî saz bikin.
Wê demê wek helbestvan û feylezofê mezin Ehmedê Xanê jî gotiye „Rom û ecem bi tamamî. Ewê hemû ji mere bike xulamî.“
Belê wê demê dê des nikaribe rê li ber destgirtinê kurdan bigre, dê kes nikaribe kurdan mîna ambûrînan bi kar bîne.
Di dawiya nivîsê de dibêjim tenê;
îttifaqa netewî,
pevratiya netewî,
hevalbendiya netewî,
ewê her çar perçeyên welatê agir û rojê bigihîne sev hev. |