Dawiya dawî rojê 45 deqîqe mafê kurdbûna kurdan a herêmî hate qebûlkirin. Gelo em bi vê yekê kêfxweş bibin, an ji ber ku henekên xwe bi zimanê me û her wiha bi me dikin, em hêrs bibin, nizanim, lê tiştek aşkera ye divê ku ev weşan jî wekî kursan têk neçin, nexwe dê bibe şikestineke mezin a psîkolojîk.
Li gorî min, em dikarin her derfetê, her destkeftinê ji aliyê erênî ve bi kar bînin. Tenê, divê em rêbaz û pergala wê baş bizanibin û li ser karê xwe jidil û dilsoz bin. Divê em zelal bin, bizanibin ka em çi dixwazin, armanc û hedefa me zelal be… Weşana bi kurdî jî mirov dikare di vî alî de binirxîne.
Îro zarokên kurd li bajarên Kurdistanê yên mezin di bin talûkeya pişaftinê de ne. Pirsa ‘em ê çawa bikaribin vê asîmîlasyonê hinekî kêm bikin’ dibe destpêka peydakirina rê û rêbazên me yên ji bo çareserkirinê. Berî her tiştî rastiyeke me heye, divê em wê qebûl bikin, ew jî rastiya kurdî ya îro ye. Zimanekî ku kar pê neyê kirin, nebe zimanê jiyanê bi her awayî, nekeve nav hemû qad û beşên jiyanê, ew ziman bi demê re mehkûmî heliyanê ye.
Ev tespît gelek caran ji aliyê xemxurên vî karî ve hatiye kirin, lewma min ji bo ku dîsan bi bîr bînim bi bîr xist, dixwazim hinekî jî ji devreyî gazinan nêrîn û dîtinên xwe yên di vî warî de derpêşî xwînerên hêja bikim. Berî her tiştî ez bi karê nivîsandina kurdî radibim, lewma pir normal e ku dixwazim xwînerên min zêde bin, berhemên min li nava hemû civakê belav bibin û ji aliyê zanyar û şarezayan ve bêne helsengandin û rexnekirin.
Lewma jî weşana bi kurdî gelekî girîng dibînim û hêvîxwaz im ku rojekê beriya roja din mafê kurdbûna me ya bîstûçar saetan jî bête pejirandin, lê gotineke klasîk heye, dibêjin, maf nayê dayîn tê standin, lewma jî divê em, her kurdek xwedî li vî mafê bidestxistî yê kinasî derkeve da ku çarçoveya wê bikaribe firehtir bibe.
Divê em ji bîr nekin ku behr bi dilopan tête pê, ya heyî divê em kêm nebînin û li riya pirkirin û firehtirkirina wê bigerin…
d_omer@hotmail.de
|
|