|
Bext... Piçekî bext divê ji bo însanî; ji bo ku însan bikaribe bibe însan... Gava Feqiyê Teyran dibêje, ”Ji bêmirwetiyê dil bû duker” mirov têdigihîje ka kêra bêbextiyê ya jehrîn xwedan bêmirwetiyeke çawa ye.
Mirwet, têjika bextî; gava ku ji dil û qelbê mirovekî koç kir êdî wijdan -ku hemû nirx û edeb, exlaq, tore û qenciya însên e- diçilmise û şûna xwe ji zilm, zikreşî, bêbextî û xedariyê re dihêle.
Nizanim çiqas bala we dikêşe lê dualîzm ji bo min gelekî serincrakêş e. Ez ji wê têdigihêjim ku hevsenga jiyana me li ser terazûya qencî û xirabî, ronî û tarî, çakî û nebaşiyê hatiye pê. Ev di lîteratûr û ferhenga me de wekî ‘kurmê darê’ rûniştiye û ev kurm di nava me de her roj hestiyên me dikoje.
Erê, hestiyên me dikeroje bêbextiya duserî ya ku bi zimanê me, ji şîrê dayika me di dil û mêlakên me de mezinbûyî... Ji derdê bêmirwetiyê her roj dilê me jî dibe duker (parî), dibe sêker, dibe hezarker û xwê bi birîna me wer dike.
Gava pêşiyên me dibêjin, “Cihê ku hilma şêran jê bê xew li rovî û keftaran heram e” li sedema bêbextiyê dihingivên û berê çirayê xwe didin ser kujiyê (qorzî) tarî yê sedema bêmirwetiyê...
Dibêjin ji bêbextiyê re tiştek nayê gotin; yanî gotin namîne ku mirov pê pênase bike. Çi ku, kurmê navxweyî yê herî xedar e ew, li parsûyan veniştiye û wekî nojekê ji xwîna mirovî dimije. Wekî kangrenê ye; pê re pê re dikeroje, dimije, pûç dike...
Tenê berî hefteyekê bû, dîsa ba û bagerên bêbextiyê li ser Gûzereşê diçerxiyan. Şêr hatibû qefeskirin bi bêbextiyekê lê hilma wî rovî û keftar zivêr dikirin, xewa şevan lê diherimand loma jî wan careke dîtir dest bi raçandina tevna bêbextiyê kiribû. Vê carê têjika şêrî diviya bihata qefeskirin, vê carê diviya mala şêrî bihata kavilkirin çi ku şêr di qefesê de bû û hewara wan jî dûr bû.
Bêbextiyê vê carê Ebdulqadirê 17 salî, wekî çawa gur berxekî bijare ji nav keriyekî digire û dibe, wisa bi zeptûreptî digirt û bêyî ku tawam û guneheke wî bê destnîşankirin ew jî diavêt zindana ku li vî welatî ji bo têjikên şêran hatiye avakirin.
Erê, ji destê şîrheraman tovê bêbextiyê li ser vê axê hatiye reşandin. Ma ji şîrheraman nebe, dê çawa her roj ew çend ciwan û teretol bi bêbextiyên nedîtî bêne kuştin... Ma ji vê şîrheramiyê nebe, dê çima li ser rûyê erdê tenê gelekî bi milyonan bê maf û edalet, bê heq û hiqûq, bindest û stûxwar bûbe...
Erê, em ew qas nasê vê birînê ne, tu rabî li kolanên gund û bajarên vî welatî devê kê vekî, xwê li birînên kê dakî, ewil dê li bêbextiyê bihingêve. Ev welat bi vê birîna reş û bêyom re her roj landikên xwe dihejîne û rondikên xwe di hinavên xwe de dimeyîne. Ev welat, ji vê birîna pêreş û bêoxir her roj peyveke xwe ji dest dide, êşekê li ser êşên xwe dinijine. Her roj mal û malbatek ji hev belav dibe, gundek dibe kavil, bajarek di nav hev de dişiliqe û kuştinek li kuştinan zêde dibe. Ev welat wekî fêkiyê ber xezeba daralînkekê ketî, her roj di lepên vê bextreşiyê de ji rehên xwe de diçilmise û ji kerba xwe de xwe dixwe.
Erê, ji bo ku însan bibe însan, mistek mirwet jê re divê, mistek bext...
Erê, ji bo welat bibe welat, însanekî însan jê re divê, însanekî xwedan bext, xwedan aqil, xwedan wijdan, xwedan mirwet...
Çawa ku Seîdê Kurdî berî bi salan pê li birîna vî miletî dikir û digot, “Hevgirtin, hevgirtin û hevgirtin; xwendin, xwendin û xwendin” divê bo vî miletî da ku bextê wî bext be, ew bi tac û text be... Xwedan gotin û xwedan qedr û rûmet be...
Nizanim ka dê bextê reş spî bibe an na, lê ez dizanim mimkûn e pêkvejiyan, mimkûn e cînaneke rengîn, aram û xweş û ava; erê mimkûn e, belam, heke însan tê de xwedan bext be...
Li welatê me bêbextiya sor duhî li Helebçê îro li Şingalê dilê me dikevoje, gelo sibê dora kî derê ye? Ma heta kengî dê ji bêbextiya sor bêhna birsê, tîna tirsê li nav dil û mergê me rehên xwe daçikîne? Rojên bi bextê kesk bo welatekî kesk û azad ma hilnaavêjin!?...
|