| |
| Eklenme Tarihi: 29.08.2007 Saat: 01:35 |
|
|
Pêşketinên li Tirkiyeyê her ku diçe hîn zêdetir hev temam dikin. Niha jî daxuyaniyên Serokê Saziya Dîrokê ya Tirkan Yusuf Hallaçoglu ketin rojevê. Daxuyaniyên Hallaçoglu balkêş in. Hallaçoglu der barê binyada kurdên ku di nav sînorên Dewleta Komara Tirkiyeyê de dijîn de daxuyanî da. Li gorî Hallaçoglu di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de kurd najîn. Daxuyaniyên Hallaçoglu wek bombeyekê bandor li rojevê kirin û nîqaş dan destpêkirin û kir ku bertek jî bên nîşandan. Daxuyaniyên Hallaçoglu bi qasî ku balkêş in ew qas jî girîng in û rastiyekê derdixin holê. Ev rastî têkildarî aliyê nîqaşên li ser rastgotin û negotina tiştetên ku Hallaçoglu dibêje nîn e. Em bawer in divê ji aliyê dirûvê ku li Tirkiyeyê rejîma siyasî dike bigire ve bê dîtin. (Me berê jî bal kişandibû ser faşîzma ku dixwaze bê girseyîkirin) Berê bal hatibû kişandin ser faşîzma ku dixwaze bê girseyîkirin. Hatibû gotin ku bi faşîzma ku dixwaze bê girseyîkirin hewl tê dayîn ku rejîma li Tirkiyeyê bikin rejîmeke otokratîk tam. Daxuyaniyên Halaçoglu jî di nav vê rastiyê de cihê xwe dibînin.
Di vê çarçoveyê de em nikarin daxuyaniyên Hallaçoglu ji hilbijartina serokomariyê ya zagonî ya ku hat paşdexistin, hilbijartinên pêşwext yên ku pêk hatin û hilbijartina serokomariyê ya ku wê pêk bê cihê bifikirin. AKP, wek partiya dewletê, bi piştgiriya artêşê beşdarî hilbijartinan bû û ji sindoqan wek partiya yekemîn hate derxistin. Ji bo hikûmeta ku bi AKP ya ku di meclîsê de xwediyê piraniyê ye hatiye avakirin, rola “Vîna-Îradeya neteweyî” hatiye diyarkirin. Serokomarê ku dê bê hilbijartin bi çavên kesê ku wê pêkanînên hikûmetê temam bike tê nihêrîn. Dijberî nîqaşên ku tên kirin ji bo serokomariyê hilbijartina Abdullah Gul, ji bilî vê ne xwediyê tu wateyê ye. Hikûmata AKP’ê û wek serokomar hilbijartina yekî AKP’î tê wateya pêkanîna hev temamkirina îradeya siyasî û di sepanê de dawîlêanîna pirdengiyê. Ev rastî divê baş bê dîtin. Bi vî awayî zagonên ku ji meclîsê derkevin bê nîqaş dê bên sepandin. Tiştê ku ji AKP’ê tê xwestin jî sepandina vê yekê ye.
Berê jî li Tirkiyeyê nîqaşên artêşa profesyonel pêk hatibûn. Bi vî awayî sepana artêşa taybet a ku berê pêk hatibû, fermî û rewa kirin. Bi hilbijartinên giştî û serokomariyê jî îradeyeke siyasî ya yekdeng hat pêkanîn. Di pêvajoya hewldana pêkanîna yekîtiya leşkerî û siyasî de daxuyaniyên Hallaçoglu cihê xwe dibînin. Derket holê ku faşîzma ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve dixwaze bê sazkirin ji aliyê îdeolojîk ve bi daxuyaniyên Hallaçoglu dixwaze bê temamkirin. Pênasa faşîzmê tê zanîn. Dixwaze di her hêlê de yekdestiyê pêk bîne. Ji aliyê îdeolojîk ve haveynê faşîzmê bi nijadpertestiyê hatiye hevîrkirin. Li Almanyayê faşîzma Hîtler ji aliyê îdeolojîk ve bi “serdestiya nîjada Arî” teşe girtibû. Li Tirkiyeyê bi “serdestiya nîjada Tirk” teşe digire. Tê fêmkirin ku li Tirkiyeyê di sazkirina faşîzmê de modela alman mînak tê girtin. Daxuyaniyên Hallaçoglu jî di nav vê rastiyê de ji xwe re cih dibînin. Ya rast ew e ku mirov daxuyaniyên Hallaçoglu li gor vê yekê nîqaş bike û li gorî vê rastiyê helwestekê diyar bike. Ku mirov bibêje li Tirkiyeyê di hêla civakî û ramyarî de qirêjî heye wê ne dûrî rastiyê be. Ev qirêjî bi piranî di têkiliyên navbera gelan de hatiye jiyîn. Dijminahiya ku dixwaze li hember kurdan bê pêkanîn palpişteke aşkera ye. Beriya hilbijartinê bi bangeşiyên ku li qadan dihatin kirin pêşxistina dijminahiya kurdan û êrîşên li hember Rêber Apo vê yekê piştrast dikin.
Daxuyaniyên Hallaçoglu ji awayekî hîn bêperwatir domandina dijminahiya kurdan pêve ne tiştek in. Ji ber vê yekê daxuyaniyên Hallaçoglu divê tenê wek guhertina- berevajîkirina rojevê neyên dîtin. Divê wek nêzikahiyeke polîtîk a ku teqez mirov li hember helwest bigire bê dîtin.
Di serî de divê rewşenbîr, demokrat û pêşverûyên tirk û derdorên bihestiyar li hember daxuyaniyên Hallaçoglu helwestê bigirin û bi awayekî ku biratiya xwe bi kurdan re pêşve bibin, tevbigerin. Ev helwest ji bo jiholêrakirina qirêjbûna civakî û ramyarî ya civaka tirk wê bibe gavavêtinek û di heman demê de wê baweriyê bide kurdan. Îro herî zêde bi vê baweriyê pêdivî heye. Lewre bi faşîzma ku dixwaze bê girseyîkirin dixwazin gelê tirk û kurd bi hev bidin qirkirin. Biratiya nav gelan, tekane riya pûçkirina polîtîkaya faşîst li ber me ye.
Tevahiya welatparêz, demokrat, rewşenbîr, pêşverû û derdorên bihestyar ên kurd jî tê de tevahiya gelê me li hember daxuyaniyên Hallaçoglu yên nijadperest û kiloxperest divê helwesta xwe diyar bike û vê helwesta xwe bi zelalî deyne hole. Divê xwepêşandanan li dar bixe û bi xwediyên nêzikahiyên temamkerên polîtîkayên faşîst paşve gav bide avêtin. Heta ku vê pêk bînin jî divê bertekên xwe bi domdarî bidomînin.
Derketiye holê ku Tirkiye di pêvajoyeke aloz re derbas dibe û wê êrîşên giran pêk bên. Li hember vê teqez divê helwest bê danîn û daxuyaniyên Hallaçoglu bi temamkerên wê yên din re bi giştî bên nirxandin. Ji ber vê yekê divê daxuyaniyên Hallaçoglu wek rastiya ji aliyê ramyarî ve xwetemamkirina faşîzma ku dixwaze ji aliyê leşkerî û siyasî ve xwe saz bike, bê dîtin.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|