| |
| Eklenme Tarihi: 12.09.2007 Saat: 01:08 |
|
|
Di hilbijartinan de AKP yekem derket û ji aliyê wê ve hþkûmet hat damezrandin. Di parlemenê AKP ya ku xwedî hêjmarek bes bû, di damezirandina hikûmetê de zehmetî nekiþand. Beriya dengdayîna erêkirina hikûmetê, bernameya hikûmetê ya ku hatî pêþkêþkirin de, di dema pêþ de ka hikûmeta AKP’ê dê bikaribe çi bike datîne holê. Di bernameya hikûmeta AKP’ê ku hatî avakirin, ne gengaz e ku mirov bibêje ji hikûmeta beriya niha tiþtên ku anîne zimen jê cuda hene. Bernameya hikûmetê ku di parlemenê de hat xwendin de, demokratîkbûna Tirkiyeyê û nêzîkatiyeke çareseriya pirsgirêka kurd peþde dibine nîn e. Di aliyê aborî de bi tevayî þêlûbûnek hakim e. Di polîtîkaya der û hundir de divê riyeke çawa bê þopandin ne zelal e. Tevî vê yekê di di bernameya hûkûmetê de, di qada navneteweyî de, bi sermayeya global ve heta dawiyê girêdayînbûn hatiye ziman û hewl dane ku baweriyê bidin hêzên þerê taybet. Ev rastî jî wesfê hikûmeta AKP’ê datîne holê. Ji ber vê yekê ji bo hikûmeta AKP’ê ku nû hatiye avakirin dewama sermayeya global a li Tirkiyeyê û weke hêza þerê taybet diyarkirin tespiteke (tanim) rasteqîn û cih de ye. Pêwîst e ku rastiya AKP’ê rast bê fêmkirin. Ger ku rastiya AKP’ê baþ neyê famkirin, li dij wê têkoþîneke pêwîst neyê dayîn û dê bibe sedema xesarên ku telafiya wan neyê kirin.
Sermayeya global helwil dide ku cîhanê li gor berjewendiyên xwe ji nû ve sererast bike. Rojhilata Navîn jî, despêka herêmên sermayeya global ku helwildanên xwe lê zêdekirine de tê. AKP jî weke partiyeke li ser rastiya vê hedefê hatiye avakirin, cihê xwe di pêvajoya sermayeya global de ku di Rojhilata Navîn de despêkirî de girtiye. AKP a îslamiyetê bi kar tîne jî vê yekê piþtrast dike. Sermayeya global ku serkêþiya wê DYE dike, tê zanîn ku bi gelên Rojhilata Navîn Îslama nerm bide pejirandin. Heya roja îro ji bo ku bighîje vê hedefê weke aborî, siyasî û leþkerî serî li gelek rê û rêbazan daye Destavêtina sermayeya global ku li ser Rojhilata Navîn pêk aniye de Tirkiye destpêka van welatan tê. Destavêtina ku li ser Tirkiyeyê hatiye kirin demkurt nîn e û destavêtina ku tenê ji bo Tirkiyeyê jî nîn e. AKP, lingê herî bihêz ê destavêtina ku hatî kirin pêk tîne.
AKP ji aliyê sermayeya global ve ji bo gelên Rojhilata Navîn wek modelekê hatiye amadekirin. Partiyek e ku tevahî ser esasê mihendistiya civakê hatiye sazkirin. Di Tirkiyeyê de rastiya ku gel piranî misilman e girtiye berçavn, ji aliyê sermeyeya global ve di hundirê îslamê de li ser bingeha ku rola Hespê Tirûva bilîze hatiye rêxistinkirin. Bi riya AKP’ê têkiliyên ku bi Îran û Sûriyê re tên pêþxistin vê yekê piþtrast dikin. Êriþên Îran û Sûriyê yên dijî têkoþîna azadî û demokrasiya kurd hudirê vê rastiyê de cih xwe digire.
Têkiliyên AKP’ê bi DYE, dewlet û terîqatan re tên zanîn. Rastiya birdoziya AKP’ê ji aliyê Fetûlah Gulen ve tê diyarkirin û Fetûlah Gulen bi xwe jî li DYE’yê dijî. Dîsa li her deverên welat de ku AKP hatiye rêxistinkirin, alîkariyeke mezin a serokê karên olî çêbûye û ev rastî jî ne sir e. Bi rengekî aþkera li holê ye. AKP encama projeya nifþa keske ku DYE dixwaze di Rojhilata Navîn de pêk bîne. Di Rojhilhata Navîn de bi hîzbîkontra û îslamiya sexte ya xwe dispêre sermayeya hevkar a Suûdî ku dixwaze bê pêþxistin, mirov dikare bêje berdewamî û dirûvekî nû yê eslê heman darê ye. Hikûmeta AKP’ê ku rêxistinbûyîna sermayeya global a li Tirkiyeyê ye û bi îdaya hêza þerê taybet rola xwe bilîze hatiye avakirin û wezîfeya ji nû ve avakirina dewletê girtiye ser xwe. Bi vê wezîfeyê dewleta ku li welatê me, di qada siyasî û civakî de tesîra wê hatiye þikandin ji nû ve dixwaze xwe rêxistin bike û bi cih bike. Her wekî ku tê xwestin, welatê me jî aliyê AKP’ê ve bê fetihkirin.
Têkoþîna me ya azadî û demokrasî gelek aliyan de di gelde guherîn afrandiye. Di despêka van guherînan de, di wateya civakî de, jinûveavabûna gelê me tê. Bîrdozî û partiyên siyaseta piratîk a înkar û îmhayê pêk tînin tesîra wan a li ser gelê me hatiye þkandin. Dewlet vê têkçûyîna xwe û valahiya ku çêbûye dixwaze bi destê AKP’ê tije bike. Di hilbijartina 22’ê tîrmehê de AKP weke partiyeke ku ji aliyê dewletê ve hate destekkirin û li dijî DTP’ê hate derxistin, sedema wê jî ev rastî ye. Îro di Tirkiyeyê de nakokiya bingehîn; pirsgirêkên navber kurdan û dewletê de diqewimin xwe nîþan didin. Hinek daxuyaniyên ku têne kirin de, ji bo Tirkiyeyê xeteriya herî nêz ku “irtica” tê ditin, bi tevahî demogojî ye. Li Tirkiyeyê weke îslama siyasî ku “îrtîca” tê binavkirin bi tevahî di qontrola dewletê de ye û di xizmeta wê de tê bikaranîn. Bêyî ku ev rastiya ruyê AKP bê dîtin, li dijî têkoþîndayînê jî ne gengaz e.
AKP piþtî ku di hilbijartinan de wek partiya yekem derket, hedefa xwe bi þêweyeke zelal danî holê. Tayip Erdogan bi xwe di daxwuyanînyên ku dayî de, di serî de þaredariya Amed, Dersim û Colemêrgê xwestiye. Wateya vê jî gelek zelal e. Di welatê me de dixwaze rêveberiyên heremî bi dest bixîne û bi tarîqat, hevkarên ku girtiye piþt xwe û dixwaze bibe desthilat. Ji bo vê bi serbixîne ketiye nav tevgerê. Parlementerên DTP’yî ku ketine parlemenê bi zextan hatine dorpêçkirin û tu rêvebirên DTP’ê nemane ku der barê wan de lêpirsîn û doz nehatine vekirin. Wekî ku di mînaka þaredaredarê Sûrîçî de jî hatibû dîtin, li ser þaredarên DTP’yî, ji wezîfeyê girtin di nav de, dest bi gefxwarinan kirine. Îhtimal heye ku ev gefxwarin bi rengên cuda bêne pêþxistin. Despêka salên 90’an de þerê taybet ku vegeriya þerê yekpare û pê re, di vî alî de êrîþên hatîn zêdekirin îhmaleke bi vî rengî derdixîne holê. Serfermandarê tirk ku þerê yekpare îlan kir û bang kir ku herkes ser vê binghehê bikeve nav tevgerê, ev jî fikir û ramana wiha pêþ dikeve piþt rast dike. Bi vî rengî dewlet bi riya AKP’ê li dij kurdan dê þerê xwe yê taybet bidomîne. Divê ku ev rastiya AKP’ê bê dîtin. Beriya hilbijartinan AKP’ê serî li gotinê demogojîk daye û gelê me xapandiye. Van xapandinan li encamên hilbijartinê tesîr kiriye. Sedême ku AKP’ê dengê xwe zêdekiriye jî ev e. Di vê merheleyê de pêwistiya xwerizgarkirina ji nêzîkbûnên xapînok heye. Divê ku tu bendewarî ji AKP’ê neyê kirin. Pêwîst e li hember wê her tim têkoþîn bê dayîn. Divê neyê jibirkirin ku têkoþîna li dij AKP’ê wê bibe helwesteke ku AKP dixwaze welatê me ji nû ve fetih bike, weke encam bi qehremaniyên mezin gelê me bedelên ku daye û wê bê wateya parastina destkeftên ku hatine destxistin. |
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|