Cemil Bayık
Cemil BayıkJi bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk
Kakşar Oremar
Kakşar OremarGulistan û Baxçê Gulan...
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -15-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARKÜRTÇE ANADİL İÇİN ALANLARA
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANLi Cihê Çareseriyê, Fermana Tûnekirinê
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütRap isyan müziğidir
Mahmut Aslan
Mahmut AslanErgenekon çetesimi? Onlar şimdi Asker!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNDüş; Güneş altında bir üzüm tanesi” olarak kaldıkça dağlara akın durmayacaktır
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerRUZGAR
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş30 Tebax - 1 Îlon
Ahmet Dere
Ahmet Dere16. Festîvala Kurd a Navneteweyî
Günay Aslan
Günay Aslan‘’Sıfır sorun’’
Cemo Devrim
Cemo Devrim Avrupa’dan Botana, şahinler ülkesine gidenlere...
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolHa Tirkiye ha Îran!
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıToprak bütünlüğü paranoyası
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHar u Har Başbuğ taaaak ! Katil–Qerdoğan şaaaak!...
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozMasûmiyeta wan deran
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalSavaşın gölgesinde 1 Eylül’e giderken
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemÇeyrek asır
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanBÜYÜK ARAMAK, BÜYÜK BULMAYA ÇALIŞMAK, BÜYÜK SAVAŞI DOĞURDU
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞİMDİ DALMIŞIM
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Serbest Rêzan
Serbest RêzanRapora NY û xala 140 û vala derxistina iradeya gelê başûr
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarHasan ÇARÇELA: 3. Dünya savaşı
Hozan Dîno
Hozan DînoBitmeyen Yolculuk..!
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülBiz Erkek Değiliz İnisiyatifi
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
‘Namûs’ derket



Yazar Adı: Hozan Dîno


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 16.09.2007 Saat: 23:30

Politika-“Ev yek birîneke gelekî xedar e û ji mêj ve di pêşketina civakê de astengiyeke gelekî mezin e. Ji bo ku balê bikşînim li ser vê mijarê min navê berhemê NAMÛS danî. Eger ez bikaribim di vî warî de fikrekê têxim mejiyê mirovekî, ev ji bo min tiştekî gelekî bi wateye. ”


Hunermendê kurd Dîno bi albûma xwe ya sêsiyan ji stranguhdaran re got; ‘merheba!’. Albûma bi navê “ Namûs “ ji yanzdeh stranan pêk tê û ji hêla Mir Muzîkê ve hate derxistin. Bi albuma “ lê dayê’ denge xwe da naskirin û albuma bi navê ‘Çû’ berdewam kir. Di albumê de stranên bi navê Gulê delalê, Qêrina Amedê, Çavên payizin, Heviya min Nemîne, Dereng neyê, Nesrîn, Namûs, Kulmek Azadi, Oy Yarê, Zû Were, Min Bihist Dayê cih digirin. Hunermend Dino der heqê albuma nûh de bersiv da pirsên me.

Birêz Dîno bi rastî jî ew albuma te gelek bi navekî balkêş hate çêkirin. Gelo ji bo çi “ Namûs” ?

Belê,wekî hûn ji zanin,wateya namûsê bi tekiliyên navbera jin û mêran ve hatiye bi sînor kirin. Sîstemên deshilatdar naverokên van nirxên civakî vala kirine û êdi piraniya mirovên vê sedsalê ji nêzîkatiyeke bê bingeh û erzan nêzî van nirxan dibin ev yek ji dibe sedema têkçûyîna nirxên piroz ên civakê. Ji bo vê jî êdi civak tiştekî namîne ku pê sad û bextewar bibe. Min xwest ku ez van tiştên bingehîn bikim li nav mijarên rojevê û bikaribim bidim nîqaşkirin. Li gor min wateya namûsê pêwîste bi nêrîneke fireh bê ser ziman û min xwest di stranê de bînim ziman. Armanca min a din ji, azadî, xwedî derketina mirovahiyê û mûji froşî jî li nav cercewa namûsê bê niqaşkirin. Pêwiste ev rewşa aloz bê zelal kirin ji ber ku rojê bi dehan keç û jin ji ber tewanbariya namûsê tên kuştin an ji ev şaşî dibin sedemên bûyerên xwe kuştinê.

Gelê Kurd ji dengê te, ji terz û Kesayetiya te gelek hez kir. Sedema vê hezkirinê çi ye?

Eger hunermendek, rewşenbîrek, siyasetmedarek, dîroknasek hwd… di bin bandora jiyana ku tê de dijî bimîne û li hember civaka xwe berpirsyar bibîne wê demê ewê li gor kurahiya zanetî û giyana xwe ya ramanî wana şîrove bike û van jêhatiyên xwe rêk û pêk bike û bike xizmeta gelê xwe.

Her çiqas jêhatiyeke min a wisa nebe jî min hewl da ku bibim bersiveke biçûk. Bêguman serkeftin û hewildan bi hev cûdane. Ez nikarim bêjim ez serkfetî me lê bi dilekî rehet dikarim bêjim ku ez xwedî hewildanekê me. Û bi rastî ev hewildan ên min li nav gelê me cîheki gelek mezin ji min re vekir. Ev hembezkirin û qebûlkirin diyariyeke herî mezin e ji bo min. Wana min bi dilekî germ pêşwazî kirin, ji ber ku stranên min û hestên min nêzî xwe dîtin.

Gelo tu profesyonel bi muzîkê re mijûl dibe û jiyana xwe ji qezenca ji muzîkê dimeşîne?

Berê her tiştî hewildana min tenê bi karê mûzikê bikim lê weke hûn ji zanin ku qet hunermendekî Kurd tune an ji ez nizanim ku bi tenê mûzîkê bikaribe jiyana xwe bidomine. Mixabin ev derfetên me ninin. Gelek salên direjin ku li ber xwe didim û dixwazim tenû karê hûnerî bikim, lê carna mecbûr dimînim ku bixebitim. Rewşa hunermendên Kurd girêdayî rewşa gelê Kurd e. Ji bilî wê jî em ne xwedî dewlet in û saziyên me jî ne li gorî sîstema saziyên dewletekê ava bûne. Saziyên me bi zêdetir enerjiya xwe ji bo berdewama tekoşîne bikar tînin. Ji bo vê jî saziyên me nikarin mezin bin û serbixwe bin. Ev rewş jî bandoreke neyinî li ser kar û xebatên hunerî dikin. Eger sazî li gor plansaziyên zanistî û weke saziyên profosyonal kar bikin, wê demê hunermendên ku girêdayî van saziyane wê derfetên aborî bidest bixin ku wê demê ewê bikaribin rehetir bijîn. Ev rewş jî wê rêya hunereke baştir û bi hêztir veke. Ez wisa bawer dikim ku pirsgirêka me ya heri mezin, em li gor pîvanên navnetewî tevnagerin.

Bi rastî jî Albumên te ji hemû stranên de pêk tê, te yên pir xweş hene. Te kengî dest bi karê besteyan kir?

Belê, ev mijar gelek caran ji min tê pirsîn e. Min gelek caran ev ramanên xwe yên der heqê helbestan de anîbûm ziman. Li gorî min hestên herî bi hêz ên ku ji nav dilê hunermend tên in. Lê ev yek nayê wê wateyê ku pêwiste herkes helbestan binivisîne. Ev nêrîna min e û ez wisa hîs dikim û wisa dibînim. Û karê xwe li gor van plansaziyên xwe yên hunerî bi rêk û pêk dikim. Eger mirov bikaribe xwe li nav helbesteke din bibîne, bê guman mirov dikare bipejirîne û wê helbestê di hunera xwe de bikar bînin. Ev yek ne şaşe..lê, li gorî min tiştê herî girîng afirandin e. Ez di nava hunerê de wek nirxeke sereke dibînim. Ji ber vê yekê jî ez gotinên stranen xwe bi xwe dinîvîsim.

Têkliyên te bi hunermendên din re çawa ne?

Tekiliyên min bi hunermendan re wek tekiliyên bi hevaltiyê ne. Wekî din tekiliyên me yên bi hunerî geleki kêm in. Di navbera me de çandeke alikarî û hevparî ji destpêkê ve çênebûye. Em jêhatiyên xwe ji xwe re dikin çek û ji bo bijîn wan bikar tînin. Lê kêm bin jî tekiliyên min bi çend hûnermendan re heye. Em carna tên cem hevdû û hewildidin kû tekiliyeke germtir û baştir cêbikin. Lê ev yek jî dîsa girêdayî derfetane. Tekilî girêdayî nêrina jiyanê ne kî cawa û çiqas kûr xwedî ramaneke hûneri ye Ev berhema we bi rêya kijan saziyan ve hat çekirin an jî alîkariyeke çawa hat kirin? Gelo hêviyên we bicih hatin? Belê, ev berhema min bi rêya MIR mûzîk û KOM mûzîkê hate piştevanî kirin. Herdu saziyan bi xebateke kom û bi hev re derxistin. Taybetî li milê Ewrûpayê MIR mûzîk, Kurdistan û Tirkiyê jî KOM mûzîke ev xebatan dan meşandin. Bê guman daxwazî û plansaziyên mirov her dem li gor dilên mirov nameş in. Her tişt dîsa giredayî derfetan e lê dîsa gelek spas dikim ku bi hemû hêza xwe hewl dan û ev berhema min çêkirin. Li gor min xebateke serkeftî derket holê. Bê guman dîsa biryar ya guhdarvana ye.

Gelo gotineke ku hûn di dawiyê de dixwazin bêjin heye?

Daxwaziya min ya herî sereke, berê her tiştî yekitiye. Him li eniya hunerî him jî di warê netewî de daxwaziya min ya herî mezin ev e. Pirsgirêkên civakê çi dibin bila bibin, bi tenê bi rêya yekitiyê wê careser bibe. Eger hemû beşên civakê nikaribin di nav xwe de bibin girse, wê rêxistinên wê negihêjin armanca xwe. Ji ber vê derfetdayîna we spas dikim..

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Bitmeyen Yolculuk..!
·Bin Umut adayları
·PÊŞVE ÇÛYINA ZIMANÊ KÛRDÎ DA ROLA HÛNER
·KÜRT DİLİNİN GELİŞİMİNDE SANATIN ROLÜ
·SANAT VE ETİK
·Dilkêşiya bêxweragirî ya hûnera populer
·Popüler sanatın dayanılmaz çekiciliği
·SANAT
·Li gorî min nivîsandina pêsgotina berhemekî
·Merhaba

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.063 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.