|
Mirinê bipeyivîne hestên şîn
Bistîne tolê ji dîroka çavgirtî
Ronahiyê bide ser hev
Ji bo şevên reşî tirsonek
Bilezîne berbi ronahiya berbanga hezkirinên tevizî
Bive havênê tevgerê ji bo stêrkên betilî
Bixemilîne dîroka rûsar bi tîpên şîn
Xemla pîrozgeha hezkirinê li xwe bike Bajarê Şîn
Bive bûka evînê ser hişkiyê bê sînor
Dest bavêje biyanîbûna xapîne
Berbi rûmetîyê bibeze bê navber
Nehêle cilê xemsariyê li te bikin
Awaza biafirîne bajarê şîn
Nehêle okyanûsên zargotinên welatê
Çavrêyê azadîyê veşartî bimîne
Bive tîra tolhilderiyê
Ji hestên jeng girtî re
Bive janbir ey bajarê şîn
Parêzvantiyê ji kargeha hestên
Dîl girtî re bike
Li dû hev rêz bike
Lehengiya pergalên şînahiyê
Derxîne vê rima di dilê min de çikyayî
Hesretiya firek ava zelal
Bêhnek hewaya bi rûmet e
Bi îsqanên ava şîn
Av bide binevşên rûsar
Xeyidî û tewandî
Bi baskê rûpelên xwe
Dûxanên rengên derewîn bitemirîne
Nobedariyê ji welatê min re bike
Heta kû ez biyanîbim…
Xwedî hezkirinek kû raneweste
Ewê li bajarê şîn berdewam be
Şînahiya hestên min…
èji bo Rojnama Mavi ve Kent (Şahr-î Şîn)
ku niha li Nisêbîn tê çapkirin hatiye nivîsandin.
Siyamed Sîpan Ugurlu
siyamed@hotmail.com |