| |
| Eklenme Tarihi: 3.10.2007 Saat: 01:40 |
|
|
Di peyamana 11 Adarê a sala 1970an de li ser bi destxistina Otunomiya li Herêma Kurdistanê. Di navbêra Hikumeta İraqê û Partiya Demukratî Kurdistan(PDK) de peymanek hatibû imaz kirin. Hin xalên wê peymanê wiha bûn. Pêwîste Hikumeta İraqê dawî li siyasta bi Erebbûna Herêma Kurdistanê bibe û bi taybet bajarên weke Kerkûk û Xaniqîn. Her wiha li gor peyaman 11 adarê ku hatibû diyarkirin gelê Kurd wê li gor zaogna sala 1970an ku di xala sêyemîn de hatiye aşkere kirin gelê kurd wê hevkarê(şirîk) desthilat û rêvebirya İraqê. Dîsan pêwîste hikumeta iraqê bi tu awayî gundên Kurdan vala neke û bere kurdan nede koçberiya sînoran. Li bajarê Kerkûk û Xaniqînê derfeta xwendina Zimanê kurdî bide. Lê mixabîn hikumeta İraqê ev xalên ku di peymana 11 Adarê de hemû binpê kirin û di heman salê de. Di serî de bajarê Kerkûkê û xaniqîn ji kurdan qut kirin û lez dan vala kirina gundên kurdan li ser sînorê İran û iraqê.
Ji ber Hikumeta İraqê ev şertêne peymana 11 Adarê pêk ne anin. PDK’ê mecbûr ma vê peyamanê di ber çavan re derbaz bike û ji nû ve li hesabên xwe vegerê. Yek ji wan xalên ku hikumeta İraq pêkneanîn û ne xwest pêk bîne, rewşa bajarê kerkûkê bû. Di peyaman 11 adarê de hatibû dest nişan kirin. Kurdên Başûr wê, di nava 4 salan de Otunomiyê bigrin û bajarê Kerkûkê jî di nava sînorê Otunomiyê hebû. Lê ji ber di destpêka peymanê de hikuemata İraqê, hewldanên ne bi cihanîna vê peyamnê kir û ji bo bajarê kerkûkê di riya rafrandumeke giştî re ne keve nava xeleka(çember) Otunomiya, Herêma Kurdistanê. Hikumeta İraqê lez da siyaseta xwe ya Erebbûna bajarê Kurkûkê. Ji wê rojê û pêve bajarê Kerkukê biqedara xweve hatiye berdan.
Ji wê rojê û pê ve pirsgirêka Kerkûk yek ji pirsgirêkên sereke yên Kurdane. Kurdan ji bo bajarê Kerkûkê gelek caran bedelên giran dane. Kerkûk gelek caran bû sedema têk çûna peymenên di navbêra Hikumetê İraqê û Tevgera Kurd li başûrê Kurdistanê. Ji ber vê yek3e pirsa xwe dide der. Gelo ka vê carê jî pirsgirêka Kerkûk wê bibe sedem têkçûna peymana di navêra Kurdan, Şiihiyan. Yan ev pirsgirêk wê bandorê li hevkariya Kurdan bi hêzên hevpeyman bike. Yan jî ne pêk anîna xala 140 ya zagona bingehî ya İraqê wee bi xwe re Zagona bingehîn ya İraqê têkbine…..? dema rewşa Kerkûk'ê ya iroj tê berçavên mirovan û bêxemiya aliyên peywendîdar dibine. Tirsike mezin ter dikeve ber me.
Serokê Herêma Kurdistana Fedral Mesûd Berzanî. Di her daxuyaniyê xwe de behsa pirsgirêk3e kekûk'ê dike. herî dawî, di beşdarî kongireya Yekitiya Xwendevanen Kurdistanê de. Birêz barzanî got ku em ne amedene ku yek deqê jî xala 140 paşve bixin û wiha dirêjahî dan gotinê xwe: “ ji roja roj de me bedelên girandane ji bo bajarê Kurkûk'ê dane. Em amedene careke din ji bidin. Yek sedema beşdarbûna me ji pêvajoya siyasî berjewndiyên kudane û pejrandina me ji zagona bingehî ya İraqê ev bû. Bêgoman daxuyaniyên birêz Barzanî gelk bi hêzbû. Lê li gor min gelek aliyên ku di serî de birêz berzanî û gelek rêyadarên Kurd li ber çavan nagirin hene. Di serê niviisê de bal hate kişandin ser peymana 11 adarê ya sala 1970an de. Yek ji sedema ku ev peyman bi serneket Bêdengiya hêzên kurdan bû li hember kiryarê rêejima Baas'ê bû. Di rojeke wiha de ku Kurd xwedî hêzin û yekitiyeke Kurd li holê ye. Pêwîste R3eyedarên Kurdistanê komê xwe danin ber xwe û xweşik bi ser xwe de bifikirin. Mijara ke din ku cihê rexneyê ye di daxuyaniyê birêz berzanî de. Ew ku pêwiste bi tu awayî ne ye qebul kirin ku refranduma kerkûk'ê were paşve xistin. Di daxuyaniya Rêyadarên Herêma Kurdistanê û nunerên Kurd di perlaman İraqê de û her wiha di daxuyaniya rêzdar Barzanî de, ya dawî. Tê gotin ku ger sedemên paşvexistina refranduma Kerkûk'ê ne siyasî be û bi sedemeke teknîkî paşve were xistin ne meseleye. Gereke em Kurd bi tu awayî ne bi sedemeke teknîkî ne ji bi sedemên siyasî paşvexistian Xala 140 ya refranduma Kerkûk uu herêmîn dikevin ber xala 140 Qebul nekin. Qebul kirina paşve xistina Refrandumê bi sedemên biçûk û yên Teknîkî xiyaneteke herî mezine di derbarê gelê Kurd de. Pêwiste em ji bîr nekin ku dîrok xwe dibare dike. tenezûl(tawîz) kirin di xalekê de wê xeleke ke din bi xwe re bîne.
Ev têbîniyê wiha dema ji rêyadarên herêma Kurdistanê tên dayîn ji aliyê siyasi ve weke taviz dayînê tê dîtin û hêzên ku na xwezin, ev rafrandum pêk were bi hêztir dikin. Pêwîste partiyên kurdistanê careke din rê nedin, weke çawa rê hate dayîn ku rêjîma İraqê, peymana 11 Adara 1970 bi cih ne anî. Em rê nedin, Refrandoma Kerkûkê bibe weke peyman 11 adarê bê encambimî ne.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|