|
Malûm e, her kes di biyavê xwe de li bûyeran dinêre; helsengrandina futbolbaz û doktorekî/ê naşibe hev, kîmyager û rojnamegerek çu carê bi heman termonolojiyê naaxivin… Mirov dikare nimûneyan zêde bike, lê bawer dikim ku mebesta me ji van çend nimûneyan hate fêmkirin.
Wê demê em derbasî mijara xwe bibin, yanî ofsiteyê (ofsayt). Ev têgeheke futbolê ye; gava ku defans golavêjî ji yariyê dixe, yanî, wî dixe beriya gogê wê demê hakemê kêlekê jî ala xwe radike û dibêje tu ketî ofsiteyê; yanî leyîz radiweste û gog ji aliyê ber bi qeleyê ve derbasî aliyê dîtir dibe. Ango, gog ji aliyê hucimker derbasî aliyê berevan dibe.
Em vê ofsiteyê ji yarîgehên futbolê rakin û bînin dîwanên nivîsê û vê têgehê vê carê ji bo tiştekî cuda bi kar bînin ka dê çi peyn jê belav bibe…
Bo nimûne, em wêje û edebiyatê wekî yariyeke futbolê bifikirin; li meydanê yarîzan û fulbolbazên me di nav qayişkêşaneke xurt de ne. Li vê meydanê li hemberî tîma me tîma tirkan heye, golavêjê wan ê navdar Orhan Pamûk golek avêtiye û skor bûye 1-0. Li qeleya me Ehmedê Huseynî heye, nîveka meydanê Şêrko Bêkes û li defansê çend wêjenasên soranînûs û li hucim û pêşberiyê jî wêjenasên kurmancînûs hene, her wiha forvet û golavêjî jî dîrektorê me Cegerxwîn ji Mehmet Uzun re hiştiye. Ew jî Maradonayê me ye…
Tîma me baş organîze nebûye, dike nake nikare defansa wan têk bibe, Mehmet Uzun hema qet ji ofsiteyê dernakeve, yarîzanên pêşforvet jî gelekî pêgiran û bêpergal in. Lê, di vê musabaqayê de tiştekî pir balkêş heye; ew jî defansa wan e. Berqelegirên wan, balkêş e ku hemû ew in yên ji tîma me transferî wan bûne; çend nav ji wan ên naskirî; Yaşar Kemal û gelek tirkînûsên esilkurd in. Defansa tîma tirkan li ser milê van kesan e û golavêjên me dikin nakin nikarin gogê ji wan derbas bikin û biçin golekê bavêjin. (Jixwe Messî û Ronaldinho jî bên dê nikaribin gogê ji vê defansê biborînin û golê bavêjin)
Yarî bi hemû kelecana xwe berdewam e, her ku diçe êrîş û hucima wan a bi ser qeleya me de gur û dijwar dibe. (Her çend Zana Farqînî bi ferhengên patiksûr li pêşiya wan selt û bendeke ji ‘Ataturk Barajiyê’ mezintir lêkiribe jî...) Fulbolbazên me ji niha ve gelekî westiyane, hakemê nîvekê PENA NAVNETEWEYÎ jî bêqusûr leyîzê bi rê ve dibe. Heta niha çend yarîzanên me ji ber bizavên necentîlmen bi kartên zer ceza xwarine.
Tîma me dike nake nikare li nîveka meydanê gogê bigerîne û pasên baş bike. Di navbera futbolbazên me yên soran û kurmanc de nelihevî heye û gogê nadin hev, her yek bi serê xwe diçe, sîstema tîma me gelekî bêserûber e. (Malavayan hemû beran in, serê wan dê çawa li meydanekê -beroşekê- hilbê?) Di navbera defans, nîveka meydanê û forvetê de nelihevî heye û jixwe her du baskên me yên çep û rastê hema bêje sisteşor in, hêj camêran gogeke baş ber bi meydana cezaya wan ve neavêtiye. Heçî goga çû ber wan an dikeve destê reqîb û hevrikî an jî diçe tacê, jixwe yên me çi gava tengijîn gogê rasterast davêjin trîbûnan. Hêjayî gotinê ye ku forvet û golavêjê me hê jî di ofsiteyê de ye…
Heçî ofsite ye, ji bo tîm û birrekê dav û deka herî mezin e. Çi ku, futbol leyîzeke sîstematîk e, tu hemû enerjiya xwe didî pêş da ku bi hucimên bikêrhatî encamê bigirî. Divê di navbera hemû yarîzanan de hevgirtin û danûstandineke xurt hebe, divê ligel behre û qabîliyetên şexsî leyîza bi hev re ya birr û tîmê derkeve pêş. Divê pasdan û organîzeya nava fulbolbazan di radeyeke bilind û profesyonel de be, nexwe tîm bi ser nakeve. Ji ber vê ye ku, di musabaqeyeke futbolê de tiştê herî girîng ew e ku hucima tîmê berhewa neçe û golavêj ji ber dav û deka ofsiteyê berteref nebe.
Ji bo vê jî divê berî her tiştî hayê golavêj ji hemû fulbolbazên tîma xwe be, bi wan re tevbigere, gogên ew diavêjin ber baş bişopîne; gava defansê xwe da paş divê ew jî ber bi paş ve vekişe û bi avêtina gogê ya ber bi pêş ve bibeze. Ango, divê bi yarîzanên birra xwe re bibeze.
Nexwe tîma me ji ofsiteyê dernakeve; fîrrr bise(kine) ofsite!
Hela em vê carê serê xwe deynin ber kumê xwe û kumê xwe deynin ser serê xwe û bifikirin, “Gelo vê gavê pozîsyona me ya jiyanê çi ye, nebî em jî di ofsiteyê de bin, be hûn?!” |