Reva berev zerya direwan, ji bilî xapînokên qirase ne tiştek e. Ji kerema xwe re, direwan nekin. Rastgo bin. Xwe ji her celeb direw, hestên wehşî û rawirî biparêzin. Rastgotinî ji bo her mirovî nifta deriyê gerdûna qenciniyê ye. Ji kerema xwe re xwe li peydekirina niftên ji bo deriyên kirêtî û neyîniyan neşidînin. Nebin peyrevên gerdûna gornebaş, gelacî, bêhiş, direwîn û giyanqirêjan.
**** Heke hûn xwe nivîsakarê vî gelê dibînin û hûn dixwazin ev gel rêz û rêzdarî li we bigire û ji we hez bike, nexwe wê gavê berê her tiştî hûn divê dev ji çemê direw, pozlibîndî û paufexirê berdin. A herî girîng jî ew e ku hûn divê xwe xwedayê zimanê ku hûn pê dinivîsînin, nebînin. Lewra pêdiviya ziman bi xwedayên nû nîne. Ew bi xwe xwedayê xwe ye û ew qet jî xwedayê nîv mejî yên bêling, bêhiş, kulek û bêferaset navê. Xwestêka wê ya herî sereke ji wan kesên ku dixwazin ji delalî, ji kubarî û ji dewlemendiya pêyvên wê, wêneyên wêjeyî, efsûnî û mayînde biafirînin ew e ku ew kesana li şaşiyên xwe mikur werin û bibim peyrevên wê yên dilnizim û dilrehman î. Her wiha daxwazeke wê ya din jî ji wan kesên ku dixwazin xwedêtiya wê bikin ew e ku ew karibin nefsa xwe terbiye bikin û xwe ji hevalê xwe yê ku bi heman armancê rabûye mezintir nebînin. Bi gotinekî zelal û vekirî ji "fis" a xwe re nebêjin "tir" Lewra peyva "tir" di asasê xwe de xwedî hêlên erişkare û ew pirê caran ji bo kesên ku wî bikartîne dibe nîşandeya diyarkirina desthilatiyeke bêhed û bêhudûd. Ev desthilatdarî, deshilatdariyeke welê ye ku bi mabest û armancên binpêkirina vîn, ked û xebatên hevpîşe û hevramanên xwe ve dagirtiye.... Lê peyva "fis" ne welê ye. Lewra ew peyveke ji malabata şewqetê ye û ew di zikê xwe de çû çarî êrişkarî, xweziyên aîdê malbata neqenciyan û mebestên kirêt nahewîne. Erê ew bi helimî, bi dilziravî û bi giyan nermiya xwe ve tê naskirin û ji ber van helên xwe ye ku ew her dem wek peyvekî diyarkirina hesayîbûn û nîşandeya rindî û kamraniyê hatiye dîdît û ji naha pê de jî ew ê her bi pîrozweriya xwe, di nav civakê de cîh û rola xwe bilize. Di vir de tişta ku dixwazim bibêjim ew e ku kesên bikaribin ji "tir" a xwe re bibêjin "fis" nexwe ew ê bi vê kiryara xwe karibin bala kurmaçîhezan bikişînin ser xwe û xwe bi wan bidin hezkirin. Û beguman û guman jê re nîne ku ev kiryar dê xwediyê xwe bike mirovekî helîm û xwedî dad. Her wiha ev kiryar dê xwediyê xwe bike lawikekî, keçekê dilsoz ji bo dayika me. Erê me got dayik, lewra ziman dayike û dayik tu çarî nikare bêdadiyê têxe navbera zarokên xwe. Ew pir bi hesayî û zûbizû, bi mabestên xirab dihese. Çimkî ew ji her kesî pêtir, bi baweşînên baş û nebaş ên ku di dil û hinavên zarokên xwe de digere, dizane. Ew dayike û rêbazên wê yên pêhesînê ji yên me hemiyan pêtir xurt, qewî û nedîtîne. Ji ber van hemî hêlên xwe yên dayikî, xwedayî, payebilin û berz, pêdiviya wê bi xwedayên nîv mejî nîne. Divitiyeke wê ya wiha jî tune. Çimkî ew bi xwe xwedaye û em jî tenê zarokên wê ne.... Zarok... Erê em zarokên wê ne û bi ser de, em ji wê fêrê jiyanê bûne û ji ber vê jî, divê em ji pîrozwerî û xwedêtiya wê bawer kin û ji himetbilindiya wê re sejde bibin. Hevdilên min, ji kerama xwe re zimanê dayikê, diyariya dayikê, neynika dayikê, xemên dayikê, kêf û kamranî yên dayikê, stran, çîrok, dîlok û payizokên dayikê, lorelor, ês, xoştivî û kênên êfsûnî yên dayikê, bi mebestên xirab bikar neînin û nelewtînin.
|
|