|
Îroj weke her kurdî, li min jî xemgîniyek peydaye.
Xew li warê min
nemaye.
Stûna dilê min hejiyaye.
Karxezalê çîrokên dilê min bazdaye.
Gotinên min reviya ne.
Ho ho!! kevokên li qefesa singê min bask
şikiyane. Haydarên perestgerên
giyana min wendane.
Cil û lîbas li min neyar e.
Lawirên kovî yên
dirinde, li mexelê dilê min, kon vedaye.
Di her gorziyek dilê min de sîng kutaye.
Dengê vîçevîça çûkan jî nemaye, ji ser guliyê dara dilê min bazdane.
Kenê li ser hinarikên
min ên ku dişibiyan gulên bihuştê wendane.
Dilbilê berdevkê hestên min, nema distrê û şaş
û matmayî maye.
Dengbêj ,çirokbêj,govendkêj û govendzanan ji
şevbûherka dilê min barkirine, zêrevanê berdevkê şevbûherka dilê min nexûya ye.
Ho ho!! têlên tembûra dilê min qetiya ye.
Tembûr, erbane û
melodî lê ne mane.
Balindeyên li zerya
dilê min bi cihên nediyar ve firiyane,qeraxê zerya dilê min, bê evindar û bê
dildar mane.
Şadî û sênayî ji zozanê dilê min, konên
xwe bar kirine, tenê wawik û kondê kor
lê mane.
Rûbar, gol û cihokê li gorziyên çavên min zuhane.
Li demsala havîna
dilê min berf û pûk baraye.
Pelgehên gul, nergiz û beybûnê li havîngeha
dilê min qeşa hilaye.
Ji palgehên hevîngeha dilê min, mîr û mîrekan
bar kiriye û di şûna wan de, bi rû û
rûçikên xwe yên tirş û bixof, giyanqirêj
û gornebaşan paldane.
Ho ho
xemgînim ho.....! Bi hinguriya êvarê re,
zêrevanê şevê xebara mirina kurê dayika me ya cê û qenc bi min ragihaye.
Xwedêyooo ev çi xeberek erjenge!!
Xemgînim... dimirim... di xwe de dipijim....
***
Kek Mihemed! Bêguman
te jî umrê xwe weke gelek hevnijadên xwe di nav sergejî, qîl û qal û êrişên barbar û çevbirciyên dolên delegura Goza Turekê de,
bihorand.
Çendî ku ez bi vî rastiya te û hevnijadê te dizanim û aqilê
xwe zîndî û embara pêgirtin û nejibîrkirina keseran dibînim jî, lê ez dîsa baş dizanim ku fêm kirina
jana birînê tiştek dine. Û dîsa baş dizanim, ku bi qendarê
xwe kesek din nikane jana dilê mirov hîs bike.....
***
Erê
kak Mihemed! te bi qenderê xwe vegotina jana dilê xwe û keserên ku bûne hevjîna
zarokên welatê jibîrbûyan kir, lê hema dîsa jî digel vê rastîyê hê gelek
vegotin diviya. Te ê hê zikê gelek birîn û kesêrên ku beyî xwesteka me bûyî
hevalê me û bê sekan xezeba tunekirinê li ser me digerîne biqelaştiba û te ê bi
wê kurdiya xwe ya herikbar a têrgoş, binivîsiya û bi me rabigihanda. Lê ne bû.
Felaka deyus ev mecal neda te û bi rewşeke tinazbar kumê xwe ji te re xwar
kir.... Axxx şêrbazê dayika min a dîl, ev çûyîna te çi çûyînek dilsoje..!!
Çuyîna te ya bi vî şeklê qet nebû. Barkiran
teya ji vê dinê nebigor peymana mebû .Ma wisa bêpejin çuyîn dibe kekê???
***
Û li pey çûyina te a
wiha bêdeng û bi qenderê xwe ji dilsoje, ji ezmanê çavê me sitêrikên aîdê
malabata keseristanê dişûje. Bi şûjiyîna her sitêrikekî re, guleke nû dibişkive.
Û em wan gulan berhev dikin û li ser
pelgehê gula "merzekew! M. Li ser pelgehê gula "rihanê" E. Li ser pelgehê gula
"hengkuj" H. Li ser pelgehê
gula ": beybûn" M. Li ser
pelgehê gula " qedife" E. Li ser pelgehê gula "yasemên" T. Li
ser pelgehê gula "mêxik" U. Li ser pelgehê gula "leylank"
Z. Li ser pelgehê gula "tolgin" U. Li ser pelgehê gula "binefşa
belek" tîpa "N" dinivîsin û li ser per û baskên kevoka dikin û ji
bo te dişînin kekê hêja! Mamosteyê
payebilind. Şêrbazê wêjeya gelê Kurd...
Pîrozî li te be kak Mihemed! Yezdanê pak te biparêze û ji dilovanî û
rehmaniya xwe bêpar nehele. Serê gelê
kurd sax be.
|