|
Kekê Mihemed,
Hêj wekî duhî bû te digot, ‘Ez ji bo jiyanê hatime Amedê’ lê îro ew Ameda ku bo jiyanê tu hatiyê bi xebera tal ya xatirxwestina te ya berwext hejiya. Bayê payizê yê tirş bi yek carê bi ser de girt û Amed îro di erefa cejnekê de kete şîna Mihemedê xwe. Îro cejn e, lê dilê me bi kul e, xemgîn e, kovanî ye û bi weşiyana belgekî ji dara edebiyatê sernixwîn û stûxwar e.
Kekê mino, ma ne hêj zû bû?!
Hin kes hene, ne wek her kesê ne; ew, êdî ne tenê yên mal û malbata xwe ne, ew yên miletekî ne, bi her tiştê xwe ve êdî bûne yên wî miletî. Kekê Memed, tu jî ber dilê me kurdan yek ji van nemiran bûyî, hebûna te cesaret dida me, hebûna te qewet dida me, hebûna te serfirazî û serbilindiya me bû. Bi çirayê pênûsa te tariya jiyana me ronî dibû, bi qewl û gotinên te em bi hebûna xwe hayil dibûn û bi rastiya xwe dihesiyan. Lê îro ew çira vemiriya…
Kekê Mihemed,
Te çima wisa zûka em sêwî û bêkes hiştin. Ez dibêjim bêkes, çimkî koçkirina zana û aqilmendekî ji nav miletekî mirina wî miletî ye. Çimkî, rewşenbîrên miletekî aqil û wijdana wî miletî ne, şewq û şebeq, tîşk û tîrêja wî gelî ne, lê bi çûna wan wekî dara bê av belgên wî miletî diçilmisin, kekê, tu çi zû çilmisiyayî…
Kekê Mihemed,
Hêj gelek zû bû, hêj tenê ev salek bû tu ji welatê xerîb û xurbetan vegeriyayî û hêj nûka te yê di nav miletê xwe de, bi gelê xwe yê kovandar û dilbirîn re kesera salan revandiba. Lê te koç kir, nizanim ji ber çi ye, berê te her li riyên bêgever, li koçên bêdawî bû, ji xerîstanekê ber bi ya dî ve diçûyî, belkî kesera te bû ku dengê miletê xwe ji vî welatî bibî wî welatî, ji vê xerîbistanê bibî wê xerîbistanê lê îro di cejna rojiyê de te bi yekcarê dilê me dax kir, kovan li ser kovanê bar kir û berê xwe da welatê abadînê û xatira xwe ji me xwest û çûyî…
Kekê Mihemed,
Ez zanim, jiyana malkambax çu carê bi rûyê te nekenî bû, li goşeyeke dilê te her dem êşeke nepenî jan dida; suriştî ye, dara bergir her tim didan ber kevir, ez zanim, tu gelekî êşiyayî carina bi tîrên dost û nedostan, lê dilê te yê mend ê wekî behra Wanê çu carê nexeyidî ji dengê dengbêjan, çu carê kul û keseran pişta te neçemand li hember dilreş û xêrnexwazan, tu wekî çiyayê Ararat li bin siya evînan, wekî baz û kevokeke baskşikestî li şevrevînên Dicleyê, wekî Biroyê Dengbêj dibûyî hewar û bangîna kurmanciyê, tim li pey pêjna mîrê xwe bû, di bîrên qederê de li hestiyên kurdewariyê digeriyayî; û, îro tu jî çûyî, ka em ê çirayê van dîwan û koçkên peyva kurdiyê bi kê ronî bikin kekê bi kê!?
Kekê Mihemed,
Te di kêlestûn û keskesora ruhê xwe de hemû gazin û kovanên êşa vê axê diraçandin lê îro di çîrokên nîvcomayî de te serhatiyên xwe sêwî hiştin, destan mane bêkes û niha wekî mîrê xwe te jî romaneke nîvcomayî, li ser maseya xwe êtîm û bendewar hişt, xasma lehengê te mirin dikuşt, Amedê ew nemir dikir, erê ez zanim tu bûyî ew û jixwe tu jî her nemirî di dilê Amedê de, lê careke dî em naxwezin tu bikevî xewê û çavan deynî ser hev, li tîşka jiyanê bimeçiqînî; nexêr kekê nexêr, Mihemedê me divê wisa zûka neçe, em ê nikaribin ragirin vê çûyînê, vê xatirxwestina bêdem…
Kekê Mihemed tu yê her di dilê me de bî! |