A rastî hûn di xwezaya xwe de gelekî helîm û aram in. Bêyî ku hûn li mêlheziyên tolgirtinê bihizirin, hûn di cestê xwe de razayî ne. Rûyê we yê ku bi kirasê aramiyê ve pêçayî ye, bi teyisîneke avzûnî diteyîse. Her wekî biriqîna heyveronê.
Ew teyisina rûyê we, çavkaniya xwe ji þewqa dile we werdigire..Lewra dilê we, bi hemû bêgunehiya xwe ve razayî ye. Ew dilê we yê ku di rastiya xwe de mîrê hemû wesleyên cestê we ye, di demên we yên aramiyê de û ji her celeb mêlheziyên ku dawiya wan berev zerya direw û gunehan ve diçe, bêagah e. Ew jî mîna hemû wesleyên we yên din, di bin sîwana aramiyê de dinive. Her wiha jihevrazîbûna hemû wesleyên cestê we yên ku bi rewþeke ji xwe emîn û di razangeha cestê we de dinivin, wêneyê kamraniyê pêk tê. Ew wêne, wêneyeke wêle ye ku tu lewt û gend û gemar lê xuya nabe Û hûn jî di demên xwe yên wiha de, mîna wê wêneyê ku ji dilpaqijiya we pêk hatî, bi hemû aliyan ve diþibin firîþtekan. Paqij, bêlewt û bêgend û gemar.... Bi gotineke zelaltirîn, heta kêliya ku hûn di bin sî û sîbera wêneyê ku ji lihevkirina wesleyên cestê we pêk hatî de ne, hûn mîna zarokek nûzayî û ji her celeb xirabiyan dûr, avzûnî û cestpaqijin. Lê çi dema ku ew þîreta dayika we ya ku di heyama zarokatî û xortaniya we de “Tu mêrî û cihê ku tu lê veniþî, divê ew cih wêran bibe.” ji we re hatî gotin; bi bîra we tê, pê re jî bagereke bi hêl di mejiyê we de dest pê dike û ew cestê we yê ku di bin kirasê aramiyê de ha ha tevna mêlheziyên qenc dirêse, bi carekê ve vediguheze kujerekî çavsorê ku çavên wî ji bilî talanê çu tiþtekî din nabîne. Û ew “mejî” rêwerza teqîna birûskên tolgirtin û kavilkirina cesteke heyveronî, bi we radigihîne. Pir ji ser vê yekê re naçe, dilê we yê ku ji aliyê mejiyê we ve wek beremrekî hatiye dîtin û jê re rêwerza talanê hatiye diyarkirin, rêwerza mejî werdigire û ji bo pêkanîna wê rewerzê, bi cehdeke nedîtî xwe li pêkanîna rêwerzê diþidîne. Dema dilê we hemû wesleyên cestê we ji bo cengê hiþyar dike, pê re jî birûskên tolgirtinê di ezmanê cestê we de vedide. Êdî kêlikên kokbirîn û qirkirina hezkira we, bi awayekî nehinî di cestê we de digere. Bi gufeguf û vizeviz.... Piþtî bi vedana birûskên tolgirtinê re, ew hestên we yên ku di qefesa singê wesleyên cestê we de ye û di bin kirasê aramiyê de razayî ye, bi hilpekîn û qîjeqîjeke wehþiyane li hev radibin û we ji bo talankirina cesteke avzûnî, pîrûpak, narîn û nazenîn dîn û har dike. Hûn ê avzûnî, Hûn ê helîmê ku dibin kirasê xewê de razayî, bi vedana birûsk û hiþyarbûn û herikîna hestên mêranî û bi bîranîna þîreta dayika xwe ya ku “hûn mêrin”re, ji niþka ve vediguhezin êrîþkareke wehþî û hûn nikarin xwe li hember pêlên terikê yên ku ji zikê hestên mêraniya we diafire û we bi lîvbaziyeke hêzbar difirîne, rabigirin û di dawiya dawîn de, hûn neçar dimînin ku bi halekî harokî xwe li mêlheziyên qaba biþidînin. Erê piþtî ku hûn ji xewa aramiyê bi mêlheziyên qaba vediniciqin û bi hiþyarbûn re, hûn bi þêweyeke mîgêjî, pîvan û rêbaz û azîneyên karê kanunê binpêdikin û hûn bi hiþekî têkçûyiya li hev alayî xwe li talankirina dildar-jin-dostika xwe diþîdînin û hûn xwe zeft nakin û radibin bi þêweyeke nedîtî û ewçend jî bi tîpên êriþkariyê ve rasayî, meywe yên cestê wê didin ber gezen har û bêguman hûn qîma xwe bi vê yekê jî nayinin û hûn radibin ligel hemû xweþîkahiya wê, cesta wê ya avzûnî jî xav xav dadiqurtînin nava xwe. Mîna dînazorekî zikbirçî. Ango mîna soldatên mirovxwar xwe li bêpîvanî û bêþewqetî yê digirin û bi ser wê nazenînê de xezeba xwe wek barenek boþ î herikbar dibarînin. Û gava herdu çîpên wê yên ku bi biriqîneke elmasî dibiriqe li ser berzên milên we mîna alekê li ba dibe, hûn ji zewqê diqêrin û di wan kêlikên zewq û qêrîn tijî de, hûn bi mêraniya xwe dihesin û hûn bi mêraniya xwe ya bi vî rengî, serbilind dibin. Di deman wisa de hûn dibêjin qey ji we bilintir kes nîn e û heta hûn radibin xwe di asta xwedê de dibînin. Hûn xwedî û a di binê we de jî benî.... (kol e) Çimkî diya we wisa fêrê we kiriye “mêr divê cihê ku lê veniþî, li wir bagerê bigerîne. Gêjînî jê bîne. Serobino bike û bide ber bayê xwe û bêserûber bifirîne berev wargehên nenas ve. Lê dildar-jin-dostika we ya cestxweþ û ewçend jî avzûniya ku hûn mîna wî þêrê ku berdaye karxezalekê, berê qefilandiye û piþtre bêserûber xwariye, dixwin, hîç ji vê tarza we dilxweþ nîn e. Erê dibe ku ew dengê xwe neke û naxwaze kevirekî biavêje ber herikîna çemê we û ji herikîna çemê we re bibe asteng, lê di rastiya xwe de ew di dilê xwe de digirî û ew ji vê livbaziya we ya êrîþkar, tu tehm û kêfê wernagire Çimkî wê eleqe divê. Wê gotin û peyvên mizdanî yên ku aîdê malbata eþq û karê kanûnê-karê þevê divên. Ew dixwaze bêyî ku hûn bi hahayeke kujerî êriþ bibin ser, hûn bi meyweyên wê bilizîn, jê hez bikin, hestên wê yên jintiyê ji xewê hiþyar bikin û piþtre bigirin hembêza xwe, bibin oda karê kanunê, li ser cilnivinên ku bêhna misk û embarê jê diþûje dirêj bikin, dûvre bikiþin lembeya rengemor vekin, muzîkeke zirav jî deynin ser teyibê û lê vegerin. Piþtî van kirinan û gava ku hûn lê vegeriyan, nexwe hûn ê wê gavê dildar-jin-dostika xwe devvekirî, bi ahîn, lavelav û bi rûyekî xwestek tijî bibînin. Aha birano, hûn ê wê gavê kêlikên nejibîr li nik wê bijin û hûn ê heta taliya umre xwe wan kêlikên ku bi ahînên zirav yên ku bi embarên xweþiyê ve dagirtine, ji bîr nekin. Û bêguman ew singê qerqaþ, ew zimanê têrgoþt û ew bihuþta wê ya masîgoþt dê her û her li ber çavê we bireqise. Bi xweþî bireqise. Bawer bikim ku hûn ê hîç ji bîr nekin. Bêyî ku ez dest ji vî nivîsê vekêþim û ji bo cest hesayikirinê bikiþim nivîngeha xwe, min divê toz û morana li ser noqteyekê pak bikim û hema bi çend gotinan be ji, bi we bidim diyarkirin. Ezîzno,Rêzdarno, Payedarno, divê em pak zanibin ku karê kanunê jî mîna hemû karên din, jê re huner û zanabûneke birêkûpek divê. Û ji aliyekî din ve jî, parastin û domandin û demdirêjkirina têkiliya di navbera we û dildar-jin-dostika we de, dê bi girêdayî helwest û posîzyona we ya di karê kanunê de þekil bigire. Heke hûn xwe ji tiralî û kirasê nezanînê biþon, bi hiþmendî guhê xwe bidin dengên efsunî yên ku ji dilopên romantîzmê pêkhatî û mîna melodiya sitranek evinî tevna dildar û hezkeran diresê û bi gor pîvan û pergalê karê kanunê tevgerin û mîna þagirtekî ku dixwaze bibe pisporek xweser her bibin peyreve vî karî, xwe perwerde bikin nexwe di rewþeke wiha de, dê ew kesa li nik we, pêtir xwe bisipêre bin bask û sî û sîbera we..... Û jixwe gava ev yek pêk hat, hûn ê bi tevê a li nik xwe bibin mirovên herî jiyanxweþ û jiyanhez, þad û bextewar.... Ji bîr nekin, têkiliya ku bi gor divê were gerandin pêk neyê, mixabin ku ew têkilî hema mîna erdeke bêavî û þênkahiye... Tu tehm û xweþîkahî jê nayê standin. Û bêguman karê kanunê, bi ziravî û hunerê xweþ e. Ji bîr nekin, hunerî divê.
Bi ken û jiyaneke têrtijî bimînin.
|
|