| |
| Eklenme Tarihi: 24.10.2007 Saat: 14:20 |
|
|
Sê hefte ne Rêber Apo ne bi malbata xwe ne jî bi parêzerên xwe re dikare hevdîtinê pêk bîne. Digel jehrdayînê û xirabûna tenduristiya Rêber Apo ev rewþ fikarên cidî bi xwe re tîne. Rêber Apo di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re de diyar kiribû ku rewþa tenduristiya wî her diçe giran dibe. Îro ferz bûye ku der barê rewþa tenduristiya Rêber Apo de bêrawest daxuyaniyek bê dayîn. Me diyar kiribû ku nêzikaya li hemberî Rêberê Rewa yê Gelê Kurd Apo wek yekî ji rêzê nabe û nayê fêmkirin û em pir bi girîngî li ser sekinîbûn ku em ê helwesta li hember wî wek li dijî gelê kurd binirxînin.
Pêkanînên vê pêvajoya siyasî careke din piþtrast kiriye ku nêzikaya li hember Rêber Apo li dijî gelê kurd in. Li hêlekê destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, li hêla din jî girtina biryarên li dijî gelê kurd ên îmhayê dewam kiriye. Tezkereya ku ji meclîsa Tirkiyeyê derketiye mînaka vê ya herî dawî ye. Bi biryarê “operasyona dersînor” ku ji aliyê hikûmeta KT ve hat þandin parlemenê û li wê derê dengên piranî ve hat qebûlkirin ve, qonaxeke din konsepta li dijî gelê kurd dan qezenckirin. Tezkereyê qilifek li tevkujiya kurdan kiriye. Bi vê gavê ve em ketine pêvajoyeke pir xetere. Ev pêvajoya ku gav bi gav hatiye amadekirin, êdî hatiye pêngaveke wisa ku jê neyê vegerandin. Berê artêþê li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, bi siyaseta înkar û îmhayê israr kir. Di 12’ê nîsanê de serfermandar Yaþar Buyukanit ev biryar aþkera kiribû. Yaþar Buyukanit di vê axaftina xwe de tenê biryar aþkera nekiribû, diyar kiribû ku di heman demê de piþtgiriya raya giþtî û parlamenê jî li cem xwe bibînin. Bûyerên piþtre qewimîn li gorî daxwaza Yaþar Buyukanit a 12’ê nîsanê pêk hatin.
Pêkhatinên ji 12’ê nîsanê vir ve heta îro qewimîn hev temam dikin. Edetî tevkujiya kurdan gav bi gav kete pratîkê. Piþtî 1’ê adarê 2007’an teþhîrkirina jehrdayîna Rêber Apo, li ser gelê kurd hê jî aþkeratir konsepta tevkujiyê hate dîtin. Bi vê ve jî neman, armanc ev bû ku girseyan jî tevli konsepta tevkujiya kurdan bikin. Gavên girseyîkirina faþîzmê jî bi vî awayî avêtin.
Divê em diyar bikin ku di bin dîtbariya bihevrebûna artêþ, meclîs û girseyê de ya ku tê xwestin ku bê kirin, konsepta tevkujiya kurdan a þerê kirêt e. Di dema þerê kirêt ê yekpare yê salên 1990’an de jî polîtîkayên wek vê xistibûn dewreyê. Wê gavê jî xwestibûn ku di serî de Rêber Apo, li hemberî gelê kurd gav bi gav polîtîkaya îmhayê li dar bixin. Wê demê jî hewl dabûn ku dîmenê bihevrebûna artêþê, meclîs û girseyê derxin pêþ.
Di qonaxa îro de þerê qirêj û taybet ku naverokeke yekpare qezenc kiriye, wesfeke hîn xwînxwar bigire. Daxuyaniyên Serfermandar Yaþar Buyukanit û Serokwezîr R. Tayîp Erdogan vê rastiyê nîþan didin. Yaþar Buyukanit kurdên li serê çiyan, gundan, navçeyan, bajaran heta ên li derveyî sînorên dewleta tirk wek dijmin îlan kirine. R. Tayîp Erdogan jî gotiye, “cihê ku parastina rewa lê hebe, rêbazên din ên hiqûqê derbas nabin.” û riya qetlîama kurdan nîþan daye. Kî mafê parastina rewa bi kar tîne, ew nîqaþeke din e. Lê rastiyeke tazî heye ku gotinên Erdogan ne rast in. R. Tayîp Erdogan, mafê parastina rewa bi kar nayne. Berevajî vê êrîþkariyê dike û dest datîne ser mafê gelên din. Bi postalên herî derketiye ser xaliyên malê û dibêje malxwê ez im, hûn sûcdar in. Lê êrîþkar û sûcdar ew in. Mirovan dikujin, çekên kîmyayî yên ku bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tînin. Esas eger dê behsa mafê parastina rewa bê kirin, ew jî ew berxwedan û parastina rewa ya gelê kurd e ku li dijî þerê kirêt tê kirin. Tayîp Erdogan nûnertiya wê dike. Yek parastina rewa hebe ew jî ew berxwedan e ku gelê kurd li dijî tevkujiyê pêk tîne. Yaþar Büyukanit û R. Tayîp Erdogan, gelê kurd elenî wek hedef îlan kirine. Di daxuyaniyên rojane de her roj parlamen û þaredarên DTP’î wek hedef nîþan didin. Piþtî daxuyaniyên Yaþar Buyukanit û R. Tayîp Erdogan der barê wekîl û þaredaran de doz tên vekirin, êrîþ li avahiyên partiyê tên kirin. Kurdên ku di zemînê vekirî, qanûnî û rewa de cih digirin dixwazin ku lînc bikin. Dijminatiya kurdan tê kirin. Ev dijminatî bi awayê kampanyayan tê meþandin. Kanala TV Haberturk û Fatîh Terîm ji bo vê yeke roleke çalak girtine ser xwe. Her roj di kanalên TV’an û rûpelên rojnameyan de îlanên, “Bi Mehmedok re hevkarî” tên dayîn û di bin vê kampanyayê de nijaperestiyê tên sorkirin û þerê kirêt tê fîtkirin. Bi hestên gel re dileyîzin.
Ji gel pereyan didin hev. Bi vî awayî ji bo kurdan qetl bikin dixwazin derfet û çavkaniyên malî bibînin. Berê jî di dema erdheja Marmara ya sala 1999’an de tiþtekî bi vî rengî kiribûn. Wê gavê jî kampanya vekiribûn, çavkaniyên mezin hatibûn bidestxistin. Lê ew derfetan þandibûn bo þerê taybet. Heta alîkariyên ku sazî û dezgehên navnetweyî kiribûn jî çûbûn berîka kê bûbû nîqaþa wan rojan. Niha heman pêkanîn îro bi destên Haberturk TV û Fatîh Terîm tên kirin. Bi biryara “operasyona derveyî sînor” û bi pêla nijadperest û faþîst rewþ hatiye pêvajoyeke xetere asê bûye. Divê di serî de gelê kurd dereng nemîne û hêzên xweparastinê rêxistin bike. Dê bi vî awayî pêþî li vê rewþa xetere bigire. Divê hemû kes û hawirdorên ku xwe re dibêjin þoreþger, demokrat, pêþverû, kedkar û alîgirên gel li dijî vî þerê kirêt û tevkujêr ê li dijî kurdan xwedî helwest bin. Divê raya giþtî ya navneteweyî û der û dorên pêþverû jî li dijî êrîþên ku li Tirkiye û Kurdistanê pêk bên dengê xwe bilind bikin. Divê sazî û dezgehên çapemeniya azad û alternatîf jî polîtîkayên þerê kirêt û taybet teþhîr bikin û bi helwesteke rast ve rola xwe bilîzin.
Li dijî þerê kirêt, îmhaker û taybet ê ku bi jehrdayîna Rêber Apo dest pê kir û bi biryara meclîsê ya operasyonê ve ber bi qonaxeke din ve çû, em ketine qonaxa berxwedan û têkoþînê. Ji bo pêvajoyeke wiha divê di serî de gelê me û yên ku nirxên mirovahiyê diparêzin xwe ji bo parastina rewa amade bikin; ev yek peywira wan a esas e.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|