Mizgîn Bîngol
Mizgîn Bîngol'PKK xilas dibe, ew ê xilas bibe'
Erkan Kobanlý
Erkan KobanlýHem KATÝL, Hem ÞAKACI
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanÜveyþ Ana; Ana Tanrýça Kültürünün soylu sesi!
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütKürtçe Rock’un Ýkinci Kilometre Taþý: Koma Rewþen
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalKirli savaþ baþlýyor
Günay Aslan
Günay AslanKatil Kahraman...
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozTêkiliya jêrhiþ û xewnê çi ye?
Mahmut Aslan
Mahmut AslanTC'de Siyasal sistem
Teman Dep
Teman DepÇatý partisi,Mantý partisi ve çatý katý
Kasým ENGÝN
Kasým ENGÝNKürdistan Gerillasý ile Türkiye Emek Cephesi el ele
Ahmet Dere
Ahmet DereÎmaja Tirkiyeyê
Cemil Bayýk
Cemil BayýkRejîma þerê taybet dijminê gelê tirk e jî
Kakþar Oremar
Kakþar Oremar1ê Gulanê û Rewþa Karkeran li Îranê…
Siyamed Sipan Uðurlu
Siyamed Sipan UðurluQolincên li ber zayinê…
Ahmed Aktaþ
Ahmed Aktaþ23 Nîsan û zarokên kurdan!
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaDAÐLARIN AÞIÐI’na...
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Baþûr
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemCESARET
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüþünceler Yaþamý Yönlendirir ve Yaþananlar Sanata Yansýr.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Fýrat Penaber
Fýrat PenaberADINA BAKMADAN KIRDILAR ELLERÝMÝ
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattýklarý
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Cemo Devrim
Cemo DevrimHERKES DÜÞLERÝNÝN BÜYÜKLÜÐÜ KADAR ÖZGÜRDÜR ...
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreðin Aydýn yaþamýn Yýlmaz dý senin
Konuk Yazarlar
Konuk Yazarlar8 MART DÜNYA EMEKÇÝ KADINLARINA KUTLU OLSUN
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEÞÝN GERÇEK SAHÝPLERÝ
Sedat Ýnci
Sedat ÝnciDaðlara nakýþ ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yýkýn
Mehmet Mekin YýkýnKürt basýný üzerine bir kaç söz
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülVicdani Ret
Zaza Þahan
Zaza ÞahanYeni Yýl Kürdistan’in Özgürlüðüne Vesile Olsun
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELÝÞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
Ömer Yüce
Ömer YüceHerþey kendisini Gençlik Þahsýnda Üretir
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatýlmasý zor anlar
Hozan Dîno
Hozan DînoBin Umut adaylarý
Rýzgar Azad
Rýzgar AzadÞaþýrmayýn; yanlýþ yapmayýn!
Ýbrahim Güney
Ýbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaþma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanýt'ýn yaptýklarý
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geþtirin
Argeþ Arjin
Argeþ ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüðün Dili: ÇIÐLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarýnda

 
GERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE



Yazar Adý: Polat Can

Yazar Ýletiþim: polatcano@hotmail.com


Yazarýn Tüm Yazýlarý

Eklenme Tarihi: 30.10.2007 Saat: 15:47

Çendî ku wêjeya kurdî di dîrokê de, di gelek pêvajo û guhartinan de derbas bûbe, gelek pêþkeftin, paþkeftin, gurr bûn, belav bûn û di rewþên cuda-cuda de derbas bûbê jî, lê mirov ku bixwazê rastiya wêjeya Kurdî ya nûdem nasbikê û asta wêjeya Kurdî bipîvê, dive ku wêjeya Kurdî di destpêka sedsala 20-an de bigre dest û li gorî wê pêvajoyê tev herkandina wêjeyî da roja me ya îro binirxîne.

Wêjeya Kurdî(bi giþtî) du beþan tê beþkirin. Ya yekem: wêjeya Kurdî ya klasîke û ya dudan jî: wêjeya Kurdî ya dema rosansê ye. Çendî ku mijara me ne li ser wêjeya klasîk be jî, lê dive ku mirov navê çend hîmdarên wêjeya Kurdî bide. Kesên wekî E. Xanî, B. T. Uryanî, M. Cizîrî, F. teyran, E. Herîrî, M. Batê, Î. Bayazêd, E. Termoxî, M. Beyazêdî û hîn jî çend navên din…Van kesên ku me navê wan di jor de diyar kirine, di merjên herî zor û zihmet de, ji bona rakirin û afrandina wêjeyeke Kurdî, ked rijandine û xebatên herî mezin kirine. Di naveroka wêjeya wan de(tesewif, xezel, welatparêzî û kurdwarî heye)… Di demên ku nivîsandin, axaftin û afrandina bi zimanê Erebî pîroz û fermaneke olî dihat dîtin, van kesayeta xwe ji wan bend û formên hiþk rizgar kirin û xwe berdan nava rastiya gelê Kurd û bi zimanê Kurdî xwestin ku vê rastiyê analîz bikin. Berhemên van jî weke pirtûkên pîroz di nava Kurdan de tên dîtin.

Di Mem û Zîna Xanî de, felsefa netewî yekemîn car bi awakî rast û zanistî wekî tezekî derdikevê holê. Jixwe ew hîmê felsefa netewî ya Xanî heyanî roja îro dibê pîvanekî wêjeyî yê pîroz. Mirov dikarê bêjê ku ew wêje-felsefa Xanî dikevê xana wêjeya Kurdî ya romantîk(nûjen) de jî, tenê jê re nûdemkirinek pêwîst dike. Li ser vê xalê A. Ocalan wisa dibêjê: “Em dikarin navê roman li ser Mem û Zîn bikin. Ku em bixwazin di demên niha de, Mem û Zîn bikin bi romaneke hemdem û ji her kesî ve bê têgihîn, pêwîste ku em ji nûva wê bi nêrîneke nûdem û hemdem binivîsînin.”. Bi tomerî wêjeya me ya klasîk wekî panorama û dîroka Kurdî tên pejirandin û ji bo tevayî Kurdan þanazî û nirxên pîroz û granbuha dabirînê. Lê wekî di destpêkê de jî me diyar kiribû ku mijara me ne li ser wêjeya klasîke, lewra jî em vê mijarê di vê xalê bidawî dikin.

Beþê wêjeya Kurdî ya duyemîn jî, wêjeya dema rosansê ye; Rosansa kurdî jî di dawiya sedsala 19-an û destpêka sedsala 20-an de pêþkeftiye. Bêguman ew tevgera rewþenbîrtiyê ji gelek merj û pêþkeftinên cîhanî û herêmê bandor bûye. Yanî tu caran tevgera wêjeyê, yan jî rewþenbîrtiyê ji merjên zagon ya aborî, siyasî, îdeolojî û civakî ne qute… her du jî bi hev bandor dibin û bandor dikin. Li ser rastiya ku her pêvajoyek wêjeyekê dixwazê çi kes nakokî nakin! Çima? Em bêjin ku civakek, yan jî netewek di merjên bindestê yê de jiyan dike, û pêwîstî bihiþyarbûna gel heye, wê demê wêje, wekî hemû hunerên giyanî yên din- roleke li gorî vê pêdeviyê û vê rastiyê dilîzê… lê demê ku ew merj û realîtiyên jiyanê hatin guhaztin, êdî rola wêjeyê jî tê guhartin.

Li ser pirsa ku çima wêjevanên mezin di vê pêvajoyê de dernakevin, helbestvan û dîroknasç Dr. Karlênê ÇAÇANÎ nêrînê xwe wisa diyar kirin “Mirov nikarê vê yekê bêje û wisa nêzik bibe. Nivîsar pêwîste ku ji hindir dilê mirovan derkevê, nivîsar ji jor de nayê xwarê. Jixwe helbestvan di hindir rihê xwe de hîs bike û hîsên xwe bi rêya helbestan derdixê derve. Cigerxwîn bi rihê xwe helbestvan bû, lê em ji bîr nekin ku rewþa Kurdistanê bandoreke mezin li sre afinadina Cigerxwîn û berhemên wî hîþtiye. Wî biçavên xwe rewþa Kurda didît, nêzikatiyên dewletê didît, pey hîs dikir û bi hestdariyeke mezin dinivîsî. Her kes dikarê li gorî hêz, merj û dema xwe pêþbikevê. Cigerxwîn dimîne Cigerxwîn, Ereb Þemo dimîmne Ereb Þemo û her kes di asta xwe de ye. Em niha nikarin bêjin “Çima heya niha di nava Russan de kesekî weke poþkîn derneketiye”. Poþkîn Poþkîn bû û wê Poþkîn bimîne, ku yekî dîtir derkevê jî wê ne Poþkîn be. Lê tiþtê herî girîng ewe ku gel asta mirovan binirxîne, ka nirxê her kesî çiye, kî mezine û kî biçûke?”

Di destpêka tevgera ronassa Kurdî de gelek kesayet û saziyên nûhatî rolên girîng di vê tevgerê de lîstine. Di aliyekî de gramêr û alfebayên Kurdî hatin çêkirin, li aliyekî din derketina rojname û weþanên Kurdî û xala herî girîng jî ewe ku hiþyarbûneke civakÎ û siyasî dihat jiyan kirin, ev jî bûn sedema ku gelek komele, yekîtî û bizavên ciwan û rewþenbîran bên damezrandin. Wê pêvajoyê hîmên bingehîn ji bo tevgera ronassê danîn û rê diyar kirin.

Çendî ku gelek gramêr derketibin jî û wê derkevin jî, lê her tim giramêra C. Bedirxan pîvan û bingeheke… Çendî ku niha helbestvanên me Kurdan êdî nayên jmartin û bi tu kesî razî nabin jî, lê her tim stîlê Seydayê Cigerxwîn wekî rêhberê helbesta Kurd ya serbeste… bê guman ev forma ji bo rojnemegeriyê, wêjevaniyê û hunermendiyê jî derbas dibê.

Em bêjin ku heya rojên me yên îro jî wêjeya Kurdî wekî domandin û temamkirina rêka ku di destpêka sedsala 20-an de destpêkirine ye… Raste ku hinek nûbûn, guhartin û afrandinên nû derketine hole… hinek stîlên cuda car-car serê xwe bi þermokî hildane, lê dive ku em vê yekê diyar bikin: Bi tomerî tiþtek yan jî pîvanekî nû yê wêjeya Kurdî-bi hemû babetên wê- derneketê ye hole! Ancax li ser hîma wêjeya sereke ya ronassê þopdariyê dikin.

Tu kes nikarê ew pêþkeftinên di saziyên wêje û ziman de çêbûyî nikarin nebînin. Lê li gorî realîta wêjeyê û misyona wê nêzikatî ji aliyê wêjevana re nayê kirin. Wêje ne tenê ji bo parastin û xwedî kirina çand û zimane, her wiha jî wêje bi xwe jî þoreþeke, aliyên kevneþop û demborî derdixê eþkeriyê, rexne dike û dirûxînê û li cîhê wê jî elternatîfên nû û perspektifên rast didê civakê. Ku mirov li naveroka wêjeyê mêze bike, þoreþa vejîna civaka tê bîra mirovan, lê ji ber ku gelek stîl û mektebên cuda-cuda derketine hole, êdî li cîhê “þoreþa wêjeyî”, têgihîna “wêjeya þoreþî” derketiye.

Em dikarin bêjin ku sedem û merjên derketina ew wêjevanên di destpêka sedsala 20-an de, rewþa gel û civaka Kurdistanê bû. Tu carî mirov nikarê berhemên wan ji wêjeya þoreþî qut bike. Ji xwe di gelek helbest, gotar û þîroveyên wan de hevokên wekî “Ez Kurdim” “Gelê Kurd rabe” “niþtîmanî azad” û hwd… kesên wek “Hêmin, Kamûran, Fayeq Bêkes, Nalî, Ebdullah Peþew, Sebrî Botanî, Ebdullah Guran, Osman Sebrî, Hejar, Hecî Cindî, Ereb Þemo, Nadir Mexmuduv û hîn jî bi dehan ji wêjevan û rewþenbîrên ku di tevgera rosansa Kurdî de rolên mezin û bi rûmet lîstine.

Belkî ku ev þoreþa wêjeyî(ronass) bi çend kesayetên rewþenbîr destpêkiribe, lê bi pêþveçûna rojê re her çû û wêjeya kurdî rihên xwe di zemînê çanda Kurdî de vedan. Lê di vir de dive ku mirov behsî çend xalên girîng bike. Yek ji wan xalan jî; pêþkeftinên wêjeyî yên sedsala 20-an li cîhên cuda û ji hev dûr çêbûne… ev yek jî çavkaniya xwe ji qutbûyîn coxrafîk û cudatiya zaravayan tê… yanî qutbûnek di navbera wêjeya Kurdî ya komela xweyîbûn û yên uleymaniyî hene û cudatiya van her duyan jî ji tevgera pêþkeftinên wêjeyî û çandî ya li Suvyata berê cudane. Li ser wêjeya Kurdî ya Suvyata berê Dr Tîtal Qadruyêv wisa dinirxînê: “Kurdên Suvyata berê bi piranî ji aliyê Serhedê koçberî Suvyetê bûne, di nava sîstema Suvyatê(komînîst) Kurda hinek derfet dîtine ku çand û wêjeya xwe pêþbixin. Ji xwe Kurd bo ku nehilin di nava xwe de teng mane û wêjeya wan jî wisa teng û bêlografîk maye. Kesên wekî rêzdar Heciyê Cindî, Ereb Þamîlov, Qenatê Kurdo,Mîkaîl Reþîd û Hwd pêþnegtiya rosansa Kurdî ya di nava Kurdên Suvyetê de kirine. Giramêr û rêzimanê Kurdî çêkirine, mîratên floklorî ji nava civaka Kurd berhevkirine û paraztine. Lê têkilî û peywendiyên wan bi wêjevan û tevgera ronassê ya welê lewaz û nebes bû.”

Bi giþtî hinek xalên hevbeþ yên wêjeya Kurdî ya demên ronasê hene.
1-Naveroka hemû berheman li ser kurd û kurdistanê ye…
2-Her tim ruhê serhildan û raperînê heye…
3-Di sepeta berheman de, êþ û þewatên dilê gel diherikin.
4-Ji hemû xalên wêjeyê bêhtir, helbest biberferehî xwe didin pêþ. Hema mirov ji hemû wêjevanên wê demê re bêjê “helbestvan”. Jixwe di pirtûkên Q. Kurdo de pirî caran, peyva þîirbêj li þûna wêjevan bikartînê.
5-Di aliyê Roman û Kurte çîrokê de wêjeya kurdî kêm maye.
6-pirî caran stîlên xwemalî hatine meþandin û di wir de mektebeke wîjeyî çênebûye.
7-Gelek wêjevan wekî berhevkarekî tevgeriyane. Mînaka vê ya herî berçav jî tevgera wîjeyî ya kurdên Sovyetê ye. Di nava wêjeya vê tevgerê de herî bêhtir helbest û berhemên berhevkirinê xwe didin pêþ. Jixwe ev lewaztiyeke ku bi giþtî wêjeya Kurdî jiyan dike(ji ber ku wêje tenê tiþtên heyî berhev dike, lê erkê wêjeyê yê pêþxistin û çareserkirina aloziyê civak û kesayetê nalîzê).

Wêjevan û dîroknas, Çerkes Mistoyan li ser vê xalê nêrînê xwe wisa tîne ziman: “Di destpêka sedsala 20-an de hinek rewþenbîrîn Kurd û yên biyanî li ser civaka Kurd ya Suvyetê lêkolînên girîng kirin, di lêkolînan de dewlemndiya wêjeya devokî ya Kurdan bala wan kiþandiye. Wêjeya Kurdî ya devokî jî bûyî babetên lêkolînên wan. Ew rewþenbîrên kurd yên ciwan jî(wekî H. Cindî û E. Þemo) ji bo ku mîratên wîjeya devokî ya civaka xwe ji winda bûnê biparêzin; lewra jî hemû xem û xebata wan bûye berhevkirina van meteryalên destlênedayî. Êdî gelek pirtûkên berhevkirinê hatin çap kirin. Di naveroka van pirtûkan de çi þîrove ya jî nirxandin tûnene, lê stranên gelêrî, gotinên bav û kalan, navên Kurdî û hemû mijarên flokloriyê. Êdî ev yek jî bûye taybetmendiyeke wêjeya Kurdî ya li vir”. Çima helbest?

Mirov dikarî vê pirsê jî bipirsê. Gelo çima bi taybetî di wêjeya me ya Kurdî de(çi ya klasîk û çi jî ya nûjen de) helbest pir-pir li pêþin?

Ji bo bersîvdayîna vê pirsî jî dive ku mirov li realîta avahiya civaka Kurd binêre. Wê diyar bibê ku civaka Kurd heyanî çend salan berê nexwendiye. Ji bo ku buyer, serhatî û awatên xwe dabirîne, yan klam gotine, yan jî pexþan. Bêguman ev herdu jî devokî mane û ew çanda wêjeya nivîskî û gramêrî teng maye… Ev jî boye sedema ku hemû wêjevan helbestan bikar bînin. Ji ber ku helbest bi muzîk û herkandina peyvan û rêzikan dihêlê ku civak bi asanî jê fêm bikin, jiber bikin û wêjevan jî nameya xwe zû bigihîne civakê. Ev jî bûye sedema ku roman û çîroka Kurdî ya nûjen lewaz bimîne. Jixwe di dîroka wêjeya kurdî de û heyanî roja îro destana E. Xanî (Mem û Zîn) wekî romana herî rast û binirx tê pejrandin. Çima?

Ji ber ku erkê wîjeyê û bi taybetî jî yî romanê bi xurtî di vê destanê de jiyan dike. Rastiya civak, kesayet û netewa Kurd diyar dike, rexneya arasteyî xalên paþkeftî û lewaz dike û elternatîfên realîst datînî hole.

Li vir dive ku pirseke din jî mirov bike. Gelo ma ta niha roman û çîrok di wîjeya kurdî de tûnene?

Belê hene! Ji xwe wêjeya kurdî ya devokî xwedî xezîneyeke herî dewlemend û rengîne… Ev çîrok jî mijareke pir ferehe û dive ku mirov bi taybetî li ser þîrove bike. Her wiha jî kesên wekî Osman Sebrî xwestine ku kurte þîrokan di wîjeya kurdî ya nûjen de pêþbixin; jixwe di wêjeya Kurdî-Soranî de ev babet gelekî pêþketiye, lê ya Kurmancî ne xwedî taybetî û rihên bihêzin, lê çanda romanê hîn lewaz û amator maye.

Dive ku em çend gotinan li ser þîrok û bi taybetî jî kurteçîroka Kurdî ya nûjen bêjin. Raste ku þîroka Kurdî di wêjeya devokî de dewlemende, lê ya nûjen(nivîskî) bê xwendevan dimîne! Çima? Çîrok naveroka romanekê di bûyerek û kesayetekê de di yek-du rûpelan de dadibirîne. Lewra jî her gotinekê û hevokekê wateyeke xwe ya herî girîng heye, yanî tiþtê ku mirov di çend rûpelên romanekê de diyar dike, dive ku bi çend gotin û têgihînan di çîrokê de dabirîne. Ev jî dihêlê ku çîroknivîsên me, xwe bavêjin nava ferhengan û bêjeyên akademîk bikarbînin… Ji ber ku hemû kes jî wateya van bêjeyan nizanin, tam ji meqsedê çîrokê fêm nakin, ev jî dihêlê ku xwendevan ji xwendina kurteçîrokên ne zelal birivin. Çîroka dirêj jî, bi piranî bi vegotina bûyer û serhatiyan re teng û bisînor dimîne…tenê tiþtên ku rûdane vedibêjê û çi azmûnî, yan jî elternatifî dernaxê hole.

Bi piranî romanê ku romanvîsên kurdan nivîsandibin jî, lê çi mexabin ku bi zimanê biyanî nivîsandine, lê ku wan tam bi tomerî li ser rastiya civak û pirsa Kurdan nivîsandiba jî wê mirov gunehên wan bibûranda. Mirov dikarê Y. Kemal mînak bide; romanên wî realîta Kurd bi hemû aliyên wê ve diyar nakê, aliyekî dibêjê û gelek aliyan jî sergirtî û ximandî dihêlê.

Birêz Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên ser wêjeyê de dibêjê ku: “… bi nivîsandina xebateke wêjeyî û bi zimanê Kurdî jî li ser kesayet û civaka Kurd, mirov nikarê wî karî tenê sirf wek karekî wêjeyî bigre dest; jiber ku kesayeta Kurd di zihniyeta kemalîzmê de heliyayi ye, ev yek(kesayet) jî nakeve nav çanda Kurdî. Divê mirov li hemberî vê bûyera xeter hiþyar û wirya be. Ji ber wê demê, her karekî wêjeyî ji nivîsarî(metn) nivîskî û þiklî derbas nakê û di hindir xwe de çi naverokî û wateyî rast ranakê...”

Bi kurtasî, mirov ji her berhemên wêjeyî yên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandinê re bêjê ku ev berhemekî Kurdî ye. Yanî tenê bi kurdî nivîsdandin ne bese, lê belkî jî ku berhemekî wêjeyî bi zimanekî din were nivîsandin lê tam rastiya wêjeya Kurdî dabirînê. Belkî jî ku bi nave wêjeya Kurdî û bi zimanê Kurdî berhemên dijberî naveroka wêjeya Kurdî jî tên pêþxistin. Meqseda me ji vê gotinê eve; wêje daberîna felsefe û awêna jiyana çîn, civak û netewekiye, rastiya bi awa û zimanekî wêjeyî datînê hole û her kes rastî û çarenûsa xwe tê de dibîne. Lê demê ku wêjeyek li ser hîmên felsefake çewt were avakirin, wê demê rê li pêþiya gelek xerabiyan vedikê. Li ser vê xalê prf. Maksîmê Xamû(serkarê akadimya Ermenîstanê ya rojhilatzaniyê beþê Kurdzaniyê) nêrînên xwe wisa dan diyarkirin: “Di hemû berhem û hilbirînên jiyanê de, demê ku endamekî biyanî bi þimal û qalikên Kurdî kete nave, gelek xeter û xerabî derdikevin… Demê ku tiþtek yan endamek(unsur) cil û bergên Kurdî li xwe dike, bi zimanê Kurdî qise dike, li gorî çanda me dimeþê û xwe dixê nava jêdera hilbirîna ya me… dive ku mirov þiyar be û bipirse; Ka ev endama li ser çi hîmî û çi felsefê dikevê naveroka wêjeya me? Ku em baþ muqatebin, eme yekser têderxin ku ev endamekî xerabkare û dive mirov yekser jê rizgar bibe”. Ev pîvan ji bo wêjevanên me yên di destpêka riya wêjeyê de ne gelekî girîng e.

Yek ji xalên herî girîng ku di pêþxistin û belavbûna wêjeya Kurdî de roleke mezin dilîzê, ew sazî û dezgehên weþanêne. Çawa ku tevgera ronasasê bi rojnameke Kurdî (KURDISTAN) re destpêkir, ziman, çand, huner û rewþa civakî û siyasî ya Kurdan vedikoland û diweþand. Ev rojnama jî nedigihîþte destên her Kurdî… Lê niha ku em çavên xwe li tevger weþanên Kurdî bigerînin, wê bi sedan rojname, kovar,pirtûk û weþanxane bên pêþ çavên mirovan. Ev weþanên Kurdan, hinek bi zimanê kurdî ne û hinek jî bi zimanê biyanî ne(Erebî, Tirkî, Farisî, Ermenî, Rusî, îngîlîzî, Elmanî, Fransî, Greekî û hed), ev jî ji bilî bi dehan raduyu, Tv û sîtayên înternetê yên Kurdan… Ev weþan jî roleke herî mezin di pêþxistin û belavkirina wêjeya Kurdî de dilîzin… êdî bi saya weþanên peryudîk, her kes dikarê wêjeya Kurdî re himbêz bike û pêþbixê û pê re pêþ bikevê. Li ser girîngtiya wêjeyê di þoreþa azadiyê de, sazbendzan Cemîle Celîl dibêjê: “…Çi mexabin ku gelê me yê Kurd heyanî berî çend salan ji nivîsandinê heznakirin…bi hezaran bûyerên trajîdîk, bi hezaran komkujî, koçbertî û qehremantî rûdane, li çi mexabin ku tu kesî ev tiþtana nenivîsandine; tenê bi rêka klaman gotine. Ev jî bûye sedema ku wêjeya nivîskî ya nûjen di nava Kurdan de lewaz bimîne. Lê dive ku her kes bizanibe ku heyanî wêjeya nivîskî di nava me de pêþ nekevê, eme di hemû aliyên jiyanê de paþvamayî bimînin… Em mêze dikin ku hinek þoreþên me Kurdan gelek ked û xwîn rijandine û bi dehan sala þer kirine, lê belê çi girîngtî nedane wêjeya Kurdî û rewþenbîrtiye, ev jî bûye sedema ku ev þoreþana lewaz bibin û negihîjin armancên xwe yên dûr… ji xwe tu caran þoreþ bêyî wêjeyê nabê, bi taybetî jî ji bona me Kurdan…”

Niha di hole de rastiyeke jiyanî heye, ew jî ku wêjeya Kurdî bi saya tevgerên azadiyê yên Kurdan atmosferekî guncaw ji bo pêþkeftinû bihêzbûna çand, huner û wêjeya kurdî afirandiye. Êdî nivîsîn û xwendin bi zimanê Kurdî cîhekî giranbuha di nava gelê Kurd de girtiye. Êdî bi dehan pirtûkên helbest, pexþan, çîrok, kurteçîrok û romanan derketine… êdî wêjeya Kurdî jî hêdî-hêdî dibêjê “Ez jî heme” û bala gelê xwe û yên din dikþîne ser xwe. Lê dive ku em rastiya nûbûn û kêmiya xwendevanên zimanê Kurdî jî, ji bîr nekin. Raste ku ev bû sed salin li ser destpêkina tevgera ronassa Kurdî re derbas bûye, lê teze-teze wêjeya Kurdî ji nava birekî teng yên hinek rewþenbîran derdikevê û di nava birên civakê(gelemperî) de belav dibê. Jixwe heyanî ku wêje di nava hemû bir û beþên cinvakê de neyê beþavkirin û pêþwazîkirin, nikarê rola xwe ya herî rast bilîze. Dive ku êdî wêjeya Kurdî jî bibê mal û dabirîna her kesî.


YAZDIR Yazdýr     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çýktýsýný Al
   Arkadaþýna Yolla
   Köþe Yazýlarýna Dön

Arþiv
·KOBANÎ
·Xelata welatekî birîndar
·Hozanê Çiyayên bilind… Hozan Serhad
·Sîrwan, Rêhevalê min ê dilnizm û rûliken…
·Rêwiyê riya dûr...
·STRANEK JÝ BO ÞÎLANÊ
·TE HEZ DÝKÝM “Ber ku tu gerîlla yî”
·Jin helbest.. Helbest jî JÝN e
·ÞERME; Qefes vekiriye, lê bulbul nafirê!
·Hinaseya Dawiyê...

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.120 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.