|
Nizanim hûn çend şarezayê leyîza santrancê (hinek jê re dibêjin kişik jî) ne, lê yên ku şareza ne, baş dizanin ku tê de livek(hemle) heye ku jê re dibêjin ‘kürt kapanı’ ku bi vê livê leyîz asê dibe. Em ê vê peyvê ji hev daweşînin û wekî dertengê kurdî nav lê bikin û mebesta vê nivîsê pê girêbidin.
Derteng, ji neqeba teng û asê ya navbera çiyayê asê re tê gotin. Di şer û lêkdanekê de heçî berê dertengî zeft bike ew xwedan keys e. Êdî hevrikê wî çi bike jî nikare ji wî dertengî derbas bibe.
Piştî vê kurteagahiyê min divê merema xwe bi we re parve bikim. Em çi bikin jî, dawiya dawî parçeyê civaka xwe ne, bûyerên li derdora me diqewimin bi awayekî kartêkeriyê li ser me (ruhî, darayî, daringî) dike. Ji bo wê jî, em çi bikin jî, em ji rastî û realîta civaka xwe averê û veder nîn in; yanê gava baran dibare banê her kesê ter dike, an jî gava baran barî dibe herî jî…
Wek civak niha em di dertengekê de ne; zimanê tûj ê nûçeyên tv û rojnameyên tirkan (ku her cure çêr, dijûnan li me kurdan direşînin) bêhnê li mirovî diçikîne û mirov di nava vê hengamê de bivê nevê zivêr dibe û hestên mirovî radibin pêdarê; şuûr û mantiq jî carina bê tesîr dibe.
Di vê atmosfera mij û moran ku şûr ji kavlanî hatine kişandin de, tirk (mebest jê dewlet û hikûmeta ku îro li ser text e) bi hemû rika xwe bi ser me kurdan de tê, li ber dergehê Amerîkayê bi peymaneke ji pîvazê tenê belg, li ber dertengê kurdî, her carê diranê xwe yê kursî diskirîne û hewl dide kurdî bi yek carê tepeser bike.
Kenan Evrenê kevnegeneral îro li xwe mukir tê û dibêje, me neheqî li kurdan kiriye lê her ji çi be nizanim, generalên li ser kar (ku tenê derdê wan ew e ku dibêjin bila ev îhale li ser min nemîne) li hemberî vê lixwemukirhatina îdolê xwe (generalên tirk wisa li Evren dinêrin) di guhên gê de ne. Li aliyekî dîtir jî, Wezîrê Dadê Mehmet Alî Şahînê ku ji serbestbûna 8 leşkeran rûyê wî yê gewr reş bûyî, xweziya xwe bi kuştina zarokên xelkê tîne, (yê qaşo misilman) –xasma li gorî îslamê kuştina mirovekî kuştina hemû alemê ye- Ev jî nîşana hindê ye ka ev dadwerê wezîr çawa û bi kîjan mantalîtê û çend qedir dide ‘mirovê’ xwe, bi aşkerayî li ber çavên dinyayê ye.
Navê vê rikê çavtarîtî ye ku bapîrên me ji bo mirovên ku bi temamî ji nirx û wijdana însaniyetiyê bi dûr diketin digot.
Navê vê arîşa dijwar, bi kurdî, derteng e, tirk di çirava vî dertengî de digevizin û piştî ku ji Amerîkayê jî bi ‘peymaneke ji pîvazê tenê belg’ îcarê, ka dê çi rê bidin ber xwe û vê carê ji bo jinavbirin û şikandina dertengê kurdî dest bi raçandina kîjan tevn û rîsî bikin. Malûm e, ew şarezayê rêsîn û raçandina tevnên wiha ne.
Gef li ser gefê têne xwarin; berê top û teyarên xwe dane Qendîlê, wan dil heye Qendîla bi kurdî bi yek carê vemirînin, çimkî, bi çavên xwe yên tarî, ew tarî li Qendîla bi kurdî dinêrin; rika wan a -ku encama neheqî û çavtarîtiya wan e- li serê wan hingaftiye.
Tirk bi ‘nexweşiya Qendîlê’ hingaftine; xuya ye, di bin vê rik û kîna wan de wijdana wan a tarî, neheqiya ku bi salan e li kurdan dikin heye. Jixwe ji berê de hatiye gotin; ahê çavê çepê ji yê rastê re namîne…
Qendîla kurdan Xwedê vêxistiye ka dê çawa ebd vemirînin, ev ne mimkûn e. A qenc ew e, qebûl bikin; kurd hene, kurd hebûne û dê her hebin jî: Ev Qendîl (çirayê bi kurdî) dê dinyaya we ya tarî jî ronî bike, ka hûn çima aqilê xwe nadin serê xwe û bi kurdan re bi kurdî bêne ber ronahiya rastiyê û çirayê biratiyê vênaxin?!
Aqil û tehamul, serwextî û têgihîştin, bi baweriya min dê vê çavtarîtiya me di dertengê kurdî de ronî bike û me (kurd û tirkan) bîne nik hev û vî agirê kînê vemirîne.
Bi hêviya rojên azad… |