|
Di ekranên TV’an de, di rojnameyan de þîrove û nirxandin tên kirin. Rojeva wan a esas a naguhere PKK û pirsgirêka kurd e. Tiþtekî wek vê xwezayî jî nîn e. Ji ber ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya esas, pirsgirêka kurd e û PKK jî vê rojevê diyar dike. Dema ev rastî bê dîtin û li gorî vê rastiyê nirxandin bên kirin, di van nîqaþan de derketina encamên kêrhatî mimkûn e. Lê... Nivîsa CEMÎL BAYIK... Lê belê em nikarin bibêjin rastî wek vê ye. Þîrove û nirxandinên tên kirin, dewsa ku pirsgirêkê çareser bikin, xizmetî kûrbûna pirsgirêkê dikin. Bi taybetî jî kesên van nirxandinan pêk tînin, bi her awayî hewl didin ku encameke wiha derkeve. Ne hewce ye ku mirov bibin munecim bo dîtina encamên wiha.
Ji bo kesên van nirxandinan di TV û rojnameyan de dikin, ne mimkûn e ku mirov tiþtekî qenc bifikire û bibêje. Wisa bûye ku gotinên ku ji devên wan derdikevin, peyvên bi pênûsa wan þekil digirin, hilm û gulma dijmintiyê didin derdor. Ya herî balkêþ jî ev e kesên ku vê dijmintiyê diweþînin derdor ji bo malê axa neçe wek xulaman canê xwe didin. Ên ku wiha dijmintiya kurdan û PKK’ê dikin ew kes in ku dê û bavên wan bi kurdî diaxivin. M. Metîner û Umît Firat ji van kesan in. Ev kes kî ne? Divê baþ bên nasîn û helwest li hemberî wan û yên wek wan bê girtin.
M. Metîner bi rastî ne wisa be jî wek kurdê “îslamgir” tê zanîn. Sedema nasîna wî jî der barê pirsgirêka kurd de demdeman nirxandinên wî û rêveberiya wî ya HADEPê ye. Bi rastî têkoþîneke wî tune ye û rûmeteke ku xwe bi serê xwe bi dest xistiye nîn e. Demeke dirêj raya giþtî M. Metîner bi vê nasnameyê nas kir. Lê belê piþtî vê bi guman têkiliya xwe ji HADEP’ê biriye û pêþberî Tevgera Azadiyê ketiye pozîsyona êrîþan.
Di demeke kurt de dijberiya wî ya li hemberî Tevgera Azadiyê rewþa M. Metîner aniye dereceya þik û gumanan. Bi taybetî di demeke wisa de ku êrîþên li dijî kurdên qada siyasî û legal têdikoþin tên kirin. Ev yek þik û guman zêdetir dike. Ew domana ku duryaneke wiha dispartin, “an hûn ê ji aliyê dewletê bin an jî derkevin serê çiyan”. Ev jî rewþê hê jî zelaltir dike. Rewþa M. Metîner hê ji vê jî kûrtir e. Pêvajo wiha pêþ ve diçe; ji bo ku nirxên Tevgera Azadiyê afirandine bi dewletê bên girêdan çalakiyeke dijber heye. Ev yek wê demê dibin û qinaeteke bi vî rengî xurt û hasil dibe.
Dema ku gelên dinyayê têkoþîna azadiyê dane rastî pir kesên wek M. Metîner ên beredayî hatine. Ji ber vê ye ku ji bo gelê me derketina kesên wek M. Metîner tiþtekî ne xerîb e. Di dîroka me de jî pir mînakên wiha hene. Îxanet û durûtiya kesên ku dê û bavên wan kurdî diaxivin pir û pir qewimîye. M. Metîner jî tenê yek ji wan kesan e. Îro derketiye di ekranên TV’ê de ji Tevgera Azadiyê re çêran dike. Weke hirçên ku xiþrê dixin stûyê wan, sûkan digerînin û li ber def û zikirxanê didin lîstin, her roj li kanala wê TV’ê û li vê TV’ê didin gerandin û axaftin.
Mehmet Metîner vê hêzê ji kê digire? Gelo ew qas hêza wî heye ku êrîþê Tevgera Azadiyê bike û zimandirêjiyê bike? Hêvî dikim ku haya wî ji gotin û tevgerên wî heye. Kesê bi navê Umît Firat jî ji Mehmet Metîner cudatir nîn e. Di warê þeklî de hin cudahiyên wan hebin jî di esasê xwe de wekî hev in. Ew jî her roj di vê kanala TV'ê de di wê kanala TV'ê de derdikeve. Bêyî ku þerm bike, navê 'kurdparêziyê' li xwe dike. Heçko ji bilî ku dayîk û bavê wî bi kurdî biaxivin, têkiliyeke wî ya din bi kurdayetiyê heye. Vê bêhurmetiya xwe di nivîsên xwe yên di kovara bi navê Serbestî de jî her didomîne. Xuya ye ku Umît Firat vê hêzê ji hin hêzên ku piþtgiriya wî dikin, digire. Ew bi kanal kanal tê gêrandin û di axaftinên xwe de çêran li Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Lewre jî di serê lîsteya navên ku çapemeniya dagirker serî li fikrên wan dide de cih digire.
Gelo M. Metîner û Umît Firat dê heta kengî vî karê xwe bidomînin. Aþkera ye ku ev tîpên bi vî rengî tevdigerin dê ji aliyê hêzên dagirker ve bên bikaranîn û piþtî karê wan pê qediya jî ew ê wekî benîþtekê hatiye çûn wan bavêjin aliyekî. Gava ku mirov li jiyana kesên wekî M. Metîner û Umît Firat tên bikaranîn binêre, mirov zelaltir vê rastiyê dibîne.
Divê bê gotin ku kesên navborî dema çêran li qewmê xwe dikin, bi hin gotinên xemilandî dixwazin rastiya gotinên xwe veþêrin. Wisa xwe dixapînin qaþo ew dikarin di warê îdeolojîk de Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin û neheqiya wê îsbat bikin. Ew qas belengaz in. Bi axaftinên xwe yên derew û ji rastiyê dûr dixwazin raya giþtî îkna bikin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hebûna xwe re di nava nakokiyan de ye. Dema serî li van derew û bêbextiyan didin jî pozisyona Hêzên Parastina Azadiyê ya meþrû-mudafayê bi kar tînin. Ew qas ji hedê xwe derbas dibin ku dibêjin 'hêzên di rewþa meþrû mudafa de çekê bi kar nayînin'. Ev gotinên wan nîþan didin ka ew ji parastina rewa çi fêm dikin.
Li cihê ku parastina rewa hebe, li wir xweparastin û berxwedan heye. Bêguman xweparastin û berxwedan bi amûrên parastinê pêk tê. Bi qasî ku çek amûrekî êrîþê be, ew qas jî amûrê xweparastinê ye. Ji ber vê yekê jî li þûna ku Metîner û Firat pirsa 'hûn çima xwe bi çekan diparêzin' ji Hêzên Azadiya Kurd bikin, bila vê pirsê ji hêzên hebûna kurdan înkar dikin û ji bo vê yekê jî êrîþan pêk tînin, bikin. Divê ji wan hêzan bêpirsîn ka ew çima çekan bi kar tînin. Lê sed heyf û mixabin ku ne kesayetiya wan û ne jî rewþa ku ew tê de ne, rê nade ku ew vê pirsê ji hêzên dagirker bipirsin. Jixwe heke ku xwedî þexsiyet bûna, kanal bi kanal nedigeriyan û xwe ev qas biçûk nedixistin.
Tabî M. Metîner û Umît Firat bi van demogojiyan jî bi sînor namînin. Ew îdia dikin ku “PKK li ber çareseriya pirsgirêka kurd asteng e” û her roj vê gotina xwe dubare dikin. Di serî de divê kesên ku vê gotinê dikin giranahiya wê bizanin. PKK ne pirsgirêk e. PKK HÊZA PÊÞENG A ÇARASERIYA PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E. Divê ew vê rastiyê baþ bizanin û her kes jî wisa fêm bike. Çend gotinên me ji wan derdorên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin gavan bavêjin re jî hene. Heke ew helwesta PKK'ê meraq dikin em ji wan re wiha dibêjin; 'Hele hûn gavan bavêjin, hûn dê bibînin ka dê helwesta PKK'ê çi be'.
Divê ev rastî neyê jibîrkirin: Berxwedana PKK'ê di çareserkirina pirsgirêka kurd de ne asteng e, bi temamî foktoreke ku xizmetî çareseriyê dike. Beriya ku PKK derkeve holê jî pirsgirêka kurd hebû. Gelo wê demê pirsgirêka kurd hate çareserkirin? PKK'ê ji sala 1999’an heta sala 2004'an hêzên xwe yên leþkerî ji nav sînorên Tirkiyeyê vekiþandin û çek bi kar neaniye. Gelo wê demê jî pirsgirêk hate çareserkirin? Divê kesên PKK'ê wekî asteng dibînin van pirsan ji xwe bikin û bersiva wan durist bidin. Heke hindik be jî duristî bi wan re mabe, ew ê nêzîkahiya xwe ya ji bo PKK'ê di ber çavan re derbas bikin.
Girêka Tirkiyeyê ya esasî pirsgirêka kurd e. Divê ev rastî êdî bê fêmkirin. Hêza ku çareserkirina pirsgirêka kurd xiste rojevê PKK ye. Divê ev jî bê qebûlkirin. Bêyî ku ev rastî bê dîtin û fêmkirin, hemû tiþtên tên gotin 'axaftinên beredayî' ne. Hem Umît Firat, hem jî M. Metîner divê baþ bizanin ku astengiya mezin a li pêþiya çareseriya pirsgirêka kurd siyaseta înkar û tunekirinê ye. Her wiha zihniyeta genî ya paþdemayî ye. Ew bi xwe jî di vê pozîsyonê de ne û îro derketine kanalên televizyonan û çêkan li Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin. |