Naha hûn ê bibêjin aha we dît mijar nedî ku binivîse, dîsa dest avêt mijara ziman. . Belê, ez ê li ser ziman binivîsin. Ma ez çima nenivîsim! Ma piskirêka me a ziman çareserbiye, ku ez ji nenivîsim. Aþkere ye ku çareser nebûyê û wisa dîyare ku bi vî helwesta me a lewaz, dê di demek kinda jî çareser nebe. Lêbelê ez ê di vê nivîsê de, ji kurdan pêtir behsa Tirka bikim, ka tirk çawa xwedî li zimanê xwe dertên. Û ji dorka zimanê Kurd jî, çend noqteyên girîng pêþkêsê we bikim. Kerem kýn, em rêzên jêrîn bi hev re bixwînin.
Ez serê we neêþinîm. Nizanim hûn jî pê hesiyan!. Li Elmanya di karxanekî de du Tirk ji ber ku bi zimanê xwe axifîne, ji kar hatine avêtin. Bê guman divê her mirov di axaftina zimanê xwe de azad be û ev maf ji bo tirkan jî hebe. Naha mijara me ne tenê li ser axaftina zimanê, her wiha xwedî li derketina zimanê jî. Û lewma pêwis te ez we nedim seknandin û werim ser mijar ê. Mijar çiye! Hema bêjim. Mijar xwedî li zimanê xwe derketin e. çawa min li jor got: ji vir û çend hefte berê naha du hep Tirk jiber ku bi zimanê Tirkî axifinê, ji kar hatine avêtin. Piþtê ji kar avêtina van her du Tirkan hate bihistin, di serî de Çapemeniya Tirk û hin saziyên Tirk ên li Elmanya, nerazibûnên xwe bi zimanêkî tundî anîn ziman. Di nav van saziyan de, ji Mizgeftan bigrin hetanî "Weqfa parastina fikir û ramanên Mustafa Kelam" ji tê de hebû. Dema min li daxuyaniyên van saziyên ê derheqê avêtina du hep Tirkan xwed, tenê min got "welle helal be ji camêran re". Ji ber ku ev saziyên ku em niha behsa wan dikim, di rastiyê de, li dijber hevin û dinavbera wan de nakokiyên bîrdozî û jiyanê henê. Lê wisa dixwuyê, ku her cuqas dinavbera wan de nakokî hebin jî, lê, ji bo parastina ziman û teybetiyên gelê tirk eger hewce yî pê hebe dikarin bi hesanî werin ba hev û bi hev re têbikoþin. Belê we þaþ nebihîzt! Kemalizperezt û Þerîetpereztên Tirk, ji bo niheqiya ku li du hep tirka hatiye kirin dikarin bibin yek û bi heman armancê tebikoþin. Niha dibe ku hûn ê bibêjin gelo çawa dibe, ku van her dû saziyên di esasê xwede pir ji hev cuda û li hember hev hatinê damezrandin, dikarin bêne ba hev û hevbaþ tevgerin?
Be guman ji bo fêm kirina lihevkirin na saziyên Tirk ên, ku ji bo niheqiya li du hev hevwelatiyên xwe û ne qebulkirina wan, ne pêwis te ku mirov pir zanyar û tegihêþtî be. Ji ber ku tê zanîn di Tirkan de, hîsayeta nijadî zor pêþketiye. Jixwe Ziman jî hêjayiyêk netewiye. Ango nijadiye. Di vir de tiþta herî mihîm ew ê, ku em býnîn ziman ev ê. Iro di serî de li Elmanya û tevahî welatên Ewropa, sazî û dezgehên Tirk a bi þev û roj ji bo pêþeroja gelê xwe ê li van welatan dijîn û bo mafê wan ê rewa bidestbixin, dixebitin. Û her wýha ji bo Tirk hîn zêdetir di sîyaset û di qada rêvebiriya van dewletan de cîh bigrin, hemû bi hev re li ser xeta berjewendiyên gelê xwe têdigoþin. Wek mînak dibe ku hûn ji gelek caran rast lê hatibim. Rojnameya Huriyetê a ji pivanê tekemiliya Çapemeniyê dur û tenê temsîliyeta nijadperestên Tirk û her wiha berdevkê dewleta dijminê mirovahiyê dikê, gelek caran di derheqê Tirk ê li Ewropa bi sifatê xwe karkerin, mahþetên wiha davêjê...... "Avrupali Türkler" yanê Tirkên Ewropî. Bê guman mahþetên bi vî rengî, hema wisa bê sedem nîne. Aþkere ye ku Rojnameya Huriyet ê û saziyên Tirk yên din, ji bo sed salê pêþî bikaribin dewlet û qewmên Ewropa bikin bin tesîra xwe, ji naha ve bingeha prosesek wiha çedikin. Yanê tovê pêvajoyek wisa davêjin. Naha nebêjin tiþtên ku te li jor nivîsi, ji rastiyê durýn û tenê dikarê ji bo Tirkan bibê xewnerojk. Ez dibêjim naxêr, ne wisaye. Eger em lêkolînek zor baþ li ser hatina pêþiyên Tirkan dema ji Asya Navin hatin Rohilat û piþtê hatina wan a Rohilat û ji bo karibin dinav gelê Rohilat de bibin xwedî erk û gotin bikin, ez bawer im em ê bi misogerî tebigihên sedemê xebat û hewldanên wan ê li Ewropa. Yanê bi kêmasî be jî, dilê Tirka heye ku li Ewropa rê û rêbazên bav û bapîrên xwe bikarbînin. Belkû nikaribin mîna gel û axa gelê Rohilat, welatên Ewropiyan bigrin bin tesîra xwe û hakîmiyeta xwe pêk bînin. Ger bixwazin ji þerd û mercên dunê dest nadê wan, ku ew prosesek wiha bikarbînin. Lêbelê bikêmasî be jî, ji bo karibin li Ewropa civatek bi rêng û tevgera Tirk a sazbikin û ji heyiyên Ewropiyan fêde bigrin, xwedî hewldananin . Di vir de ez dixwazim gotinekî Serokkomarê Lublanê Birêz Muamer Qedafî bi bîra we xînim. Ez bawer im, fêde vê gotinê ji bo fêm kirina gotarê çê be.
-Brêz Qedafî jý výr û çend sal berê naha di heypêyvînek xwe ya li gel Rojnameyek Erep de, di derheqê Tirkiyê û xwestêka wan a tevlibûna Yekitiya Ewropa ê , wiha gitibu: "Bi ken, hûn divên qey Tirkiyê welatek medeniye û ji ber ve medenîbûna xwe, dixwazê têke ve Yekîtiya Ewropa. Eger hûn wisa difikirin! ez dibêjim mixabin, fikra we ne rast e. Tirkiye tenê ji bo jinên Ewrupî yên zerik û perê wan bidestbixin, dixwazin teke ve Yekitiya Ewropa."(...)
Wey xwedê ji te razîbê û îmana te kamilke Brêz Qedafî. Çi xwes þîrovekiriye, ne wisa? Helal be Brêz Qedafî. Ji ber ku te tespîtek wisa dîrokî kiriye. Belê..... Wekî ku hûn ji baþ dizanin kêcên xiristiyan, yanê kecên ji malbatên xiristiybûn, ne kêm ji destên Padîþahên Osmaniyan kisand. Bi gor Turanperezt û Olpereztên Tirka , Hz Fatih Sultan Mehmet "evlîyayê xwedê ye û mirovek xwedî nirxê" Bê guman bi gor Tirka evlîyayê xwedê ye. Lê ev zatê Tirka kiriye evlîyaye xwedê jî, ji jinekî bi ola xwe xiristiyan û bi eslê xwe jî sirpê. Yanê xwarziyê sirpên Tirk ji wan re dibêjin gayrîmislim , bixweye. Jixwe ne hewce ye ku em bahsa Padîþahên din bikin. Bi kurtîî hema hema hemû jinên Padîþahên Osmaniya, yên din jî xiristiyanin.(...) .Naha hûn ê bibêjin , êêêe ! ! ! çi eleqa Padîþahên niv misliman, niv xiristiyan, jinên zerik û Tirka bi hev disekine? Welle hûn waha bifikirin, ez ê xemgîn bim. Çawa tunê. Wek nimune heger Tirkek ji bo jinek zerik bidestê xwe bixe û pêre karê cilê -karê þevê pêk bînê, hef teqla dide xwe, êdî xwe bi xwe bifikirin, ka ê din çinê û dikarin çi nabaþî û xiraviyan, bikin. Ji xwedê re hemd û sana , jinên Kurd ne zerikin.
Li milê din divê mirov ji wan Þerýetperezt û Kemalîspereztên Tirk bipirsin, hûn dewa mafê du Tirka û her wiha zimanê Tirkî dikin, lêbelê li welatê we li ser ziman û axaftina zimanê kurdî ev 80 salê stemkarî, qedexe û zulim heye. Gelo hûn vê zulim ê çawa dibinîn? Aþkere ye ku bersiva wan ya ji bo vê pirsê jî , dê di cerceve ya bîrdozî ya fermî dabe. . Ji bo wan qîmeta zimanê Kurdî tunê. Ji ber ku ew derudorên em naha behs dikin, gelê kurd wekî gelêkî nabînin. Ji bo wan Turanperezt, Þerîetperzt û Kemalîstpereztên Tirk, gelê kurd beþekî ji gelê Tirk ê û her wiha zimanê wan jî, cureyek ji zimanê Tirkiye. Lê, ez divêjim naxêr, hûn direwan dikin. Jixwe hûn jî îro û pêve nikarin bi van direwên xwe yê bê bingeh, kesî bixapînin. Belê hûn nikarin kesî bixapînin. Ez ê Ji bo wê û mirovên wekî wê difikirin û bi taybet ji bo wan Kurdên , ku hema wekî mislimanên qunneþuþtî rojê sed car bismîlah dikisinin, behsa biratiya me û wedikin, di derheqê ziman û gelê Kurd de, çen xalê girin vekim da ku bêt zanîn, em û hûn ne birayê hevên Bîyolojîkin û her wiha ne jî Sosyolojîkin.
Biratýya biyolojîk ji peywendiyên xunê pêk te. Yanê em bêjin, malbatekî Kurd li Efrîqa bibe xwedî zarok, ew zarok dibe birayê meyê biyolojîk.
Biratiya sosyalojik jî, eger çand, ziman, edet û toreyên du gela nezê hevbin, wê demê mirov dikarê ji bo wan her du gela behsa biratiya sosyolojik bike.
Naha guman tuneye ku, Kurd û Tirk ne birayê hevên biyolajikin. Gelo kurd û Tirk, birayê hevên sosyolajikin? Ev pirsekî pir giringe. Le bersiva min a ji bo vê pirsê na, naxêr. Ji bo biratiya sosyolajik jî, di warê ziman û toreyen de, nezikayi û hekhevbûn divê. Ka em li rêzên jêrin binerin hela Kurd û Tirk, di warê ziman û toreyen de çuqas ji hev durin anjî çuqas nêze hevin??..Kerem kin( (...)
Bi gor serkanýyên zanistî Kurd li ser punweriya yekem neviyên Yasef in. Li ser a duyem Arî ne. ango Endo -Awropayî ne. yanê ji nijadê sipî ne. Ev rastiyên han ji bi me dide askerekirin, ku tu hevliheviya Kurdan bi Samî û bi Mongolên Tirk re nîne-tune.
Eger em bý awakî rast û opjektîv binêrin, rê û recik, zima û toreyên gelê kurd ne wek yê Erep, ne ji yên Tirkan e. Kurd ji nijada sipî û Arî ne. Erep samîne û Tirk jî Mongol in. Û her wiha zimanê kurdî jî, zimanek ji malbata "Endo Ewrupayî ye."
Wek di hevokên jorîn de jî aþkere dibe,
mirov di tu demê dîrokê de di warê ziman, cand û toreyen de, rastê tevliheviya Kurd û Tirkan nayê. Lêbelê di mesela wekhevbûnê ango tevliheviyê de Kurd, Feris, Efqan. Ingiliz û Firansiz bi taybet di warê ziman de, hinek nêze hevin. Ji ber ku zimanê Kurd û yên wan, ji eynî malbatê ne. Yanê ji malbata Endo-Awrupî ne. Ji ber vê rastiyê ha, Tirk û Kurd tenê dikarin bibin ciran, ne bira. Û her wiha gelek aþkere ye ku, Kurd ne Tirkin û ne jî zimanê wan çureyek ji zimanê Tirkî ye. Gotinek heye û waha dibêjin; "Mûn-find a direwînan hetani sibê pê na keve" Belê.. Rohahî û hevî ji bo dirêwên Tirka nemaye. Dîroka Kurd û bi taybet tekoþina gelê kurd ya di sedsala bistan de destpêkir û hetanî naha , hemû direwên Tirka li nav çavê van dayê û ji îro pêve jî ne mimkune, ku Tirk di dirêwên xwe de israr bikin... Belê birano! divê em kurd bi gor rastiya dirokê li dema nû binerin û þirovebikin. Her wiha bi qenderê Tirka, em ji, xwedî li zimanê xwe derkevin û heqaret, stemkarî û qedexeyên li ser zimanê xwe xwebûl nekin. Ji bîr nekin, neqebûlkirin tenê bi gotina nav ê. Divê gotin û helwestên me, xwe di hemêza pratikê de bibîne.
Be guman mirov dikarê li ser van babetan hýn tiþtên din jî binê ziman. Lê, ez divêjim bese û ne hewce ye ku em bi dirêjayî li ser bisekinin. Lêbelê ez dibêjim, xwedê teala di serî de gelê Kurd û hemû gelên din ji xisusîyetê wan ê sadîst, koloniyalîst direwîn, virek û dagirker, biparêze.
Xwendavanên hêja! welle ji were jî peyva AMÎN divê. Lê hûn dîsa bi a xwe bikin.
Di kêf, þahî û rihek Kurdsitanî bimînin
|
|