Gelek kesan mala sersaxiyê ya ji bo Dayan ê HPG'î hatiye vekirin ziyaret kir
Tarih: 20.12.2007 Saat: 15:34
Konu: Haberler


SÊRT (DÎHA) - Mala sersaxiyê ya ji bo Resul Dayan ê HPG'î yê bi navê kord Eþref Gabar ku di êrîþa hewayî ya Tirkiyeyê li dijî Çiyayê Qendîlê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, hatiye vekirin, ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin.

Ji bo Resul Dayan ê HPG'î yê bi navê kord Eþref Gabar ku di êrîþa hewayî ya Tirkiyeyê li dijî Çiyayê Qendîlê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ya li Taxa Çakmak a Sêrtê ve mala sersaxiyê hate vekirin. Piþtî vekirina mala sersaxiyê, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Sêrtê Abdurrahman Taþçi, endamên Meclîsa Þaredariyê yên DTP'î, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes çûn serdana malbatê û sersaxî xwest. Abdurrahman Taþçi di ziyaretê de axaftinek kir û diyar kir ku çareseriya aþtiyane ya pirsgirêka kurd mecbûrî ye û ew ji vê yekê venagerin.

Dayîka Resul Dayan ê HPG'î Hatîce Dayan jî, bal kiþand ku heke pirsgirêka kurd nebûya, ev qas mirov ne diketin kolanan û dernediketin serê çiyan û wiha dom kir: "Em dibêjin, bila êdî tu dayik negirîn û xwîna tê rijandin raweste. Bila Emîne Erdogan jî, wekî dayîkekê ji bo aþtiyê xebat bike."









Bu haberin geldigi yer: www.dozaciwanan.com
http://www.dozaciwanan.com

Bu haber icin adres:
http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=31238