ROJ TV dengê gelê kurd e
Tarih: 11.03.2010 Saat: 11:16
Konu: Haberler


Hevseroka BDP’ê li dijî gotinên Erdogan ên wekî ‘Ez bang li wan dayikên piþtgirî didin PKK’ê dikim’ ên ku li Rihayê gotibû bertek nîþan da û got: “Qet nebe nekevin nav jinan.” Kiþanak bi serdegirtina Roj Tv’ê jî þermezar kir û got ku Roj Tv’ê dengê kurdan a li miþextiyê ye.

Kiþanak got ku Ewropa jî bi vê operasyonê bûye þirîkê piþaftina çand û zimanê kurdan û wiha axivî: “Pirsgirêka kurd û ermeniyan pirsgirêa navxweyî ya Tirkiyeyê ye.”
Hevseroka BDP’ê Gultan Kiþanak di civînaa koma partiya xwe de axivî û bi gelemperî li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rawestiya. Kiþanakê xemgîniya xwe ya ji bo erdheja Elezîzê jî anî ziman û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku hemû birîn bên dermankirin û ji bo rê li ber felaketên bi vî rengî bê girtin jî tedbîrên berfireh gên girtin. Em çûn cihê erdhejê, me êþa wan par ve kir. Niha ji sedî 93’yê Tirkiyeyê bi erdheyên mezin re rû bi rû ye. DIvê em dêdî tedbîran bigirin. Di paþerojê de felaketên mezin pêk hatin lê dîsa jî me ji wan tu ders negirtin.”

ERDHEJA ELEZÎZÊ
Gultan Kiþanak got ku negirtina tedbîran jî bû amûreke mezin a van mirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokwezîr radibe û ew kesên di malên kerpîç de dijîn berpirsyar dike. Ma wiha dibe? Ma qey Wezareta Îskan û Avahîsaziyê tu tedbîr negirtin? Gelo we kontrol kir ku ev mal li dijî erdhejê dikarin li ber xwe bidin an na? Hikûmet nikare berpirsyariya xwe biavêje ser kerpîçan.” Kiþanak bal kiþand ku ew 100’emîn salvegera 8’ê Adarê pîroz dikin û di sala 100’emîn de hemû jin daketina qadan û azadiya xwe xwestine. Kiþanak wiha lê zêde kir: “Gelek hevalên me yên jin 8’ê Adarê di girtîgehê de pîroz kirin. Di nav van hevalên me de þaredar jî hene. Em 8’ê Adarê li wan jî pîroz dikin û silavên xwe diþînin. Em hêvî dikin ku ew di demeke kurt de derkevin. Ez di þexê Bêrîvanê de 8’ê Adarê li hemû zarokên mexdûrên TMK’ê jî pîroz dikim. Em xemgîn in ku em hê jî wan zarokên xwe ji nav dîwaran xelas nekiriye.”

ÞÎDET DIDOME
Gultan Kiþanak daxuyand ku jinan têkoþîneke pir mezin daye lê dîsa jî hemû bûyerên þîdet, tacîz û destdirêjiyan ên li dijî jinan bi dawî nebûne. Kiþanak wiha axivî: “Hê jî þîdet bi dawî nebûye. Li gorî daneyan ji 3 jinan yek, rastî þîdetê tê. Girîna li pey miriyan, gazinc kirin û meþa li pey tabûtan ne çarenûsa jinan e. Di hemû bûyerên þîdeta li dijî jinan û di her hêsireke jinan de berpirsyariya dewlet û civakê heye.” Kiþanak da zanîn ku li Tirkiyeyê stargeh gelek kêm in û pirsgirêka jinên mexdûr bi piranî dikare bi zêdekirina stargehan bê çareserkirin.
Kiþanak li ser pirsgirêka jinan a îstihdamê jî sekinî û wiha got: “Þîdeta li dijî jinê ne tenê bi awayekî fizîkî ye û gelek cureyên wê hene. Bi taybetî jin ji ber bêderfetiyên aborî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû tên hiþtin.” Kiþanak bang li hikûmetê kir ku cihê îstihdamê ji jinan re veke. Kiþanak di axaftina xwe de der barê bandora þer a li ser jinan de jî axivî û got ku cerdevanî û þer bandoreke gelek xirab li ser jinan dike.
SERDAGIRTINA ROJ TV’Ê
Kiþanak zextên dewletên Ewropayê yên li ser ROJ TV û saziyên kurd jî nirxandin û wiha got: “Amûrên rojnamegeran tên xirakirin û þikandin. Li hemberî rojnamegeran þîdeta fizîkî hate pêþxistin. Ev hemû li derveyî feraseta demokrasî û azadiya ramanê ne. Ev hemû li welatekî Ewropayê yê ji xwe re dibêje ‘ez demokratim’ çêdibin. Mixabin dema yên mijara gotinê kurd bin tu nirxên mirovahiyê nayên nasîn. Li vir ez bangî hikûmeta Belçîkayê dikim. Divê derhal ji kurdan lêborînê bixwaze. Ev operasyon li hemberî mafê kurdan ê zimanê dayikê û azadiya agahdarbûnê êrîþek e. ROJ TV dengê gelê kurd e û nayê birîn. Carna frekansan diþînin vir wir. Hûn nikarin vî dengî bibirin.”

KOMKUJIYA ERMENIYAN
Gultan Kiþanak got ku hikûmet bi operasyon û kuþtinan bersiv dide daxwazên gelê kurd ên ji bo aþtî û demokrasiyê û gotinên xwe wiha domand: “Ma we ev 30 sal in kîjan pirsgirêk çareser kir? We aþtiyê anî? We hêsirên dayîkan rawestand? Ma pêþîlêvekirina we ev e? Van polîtîkayên DYA’yê me ji çareseriyê dûr dixe. Xwestin bi operasyona li dijî Roj Tv’ê û saziyên kurd, bertekên Tirkiyeyê yên li dijî Ermenisatanê rawestînin. Ev polîtîkayên qirêj in.”

KRÎZA DARAZÊ
Kiþanak li ser krîza darazê jî rawestiya û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin ên maf û azadiyê hene. Ji ber vê yekê jî heke guherîna makeqnûnê pêk neyê, tu kes nikare behsa aþtî û demokrasiyê bike. Heke em hemû zagon û qanûnan biguherînin, daraz dikare serbixwe be. Divê TMK jî di dema herî kin de bê betalkirin. Em careke din dibêjin, em ji gûherîna makeqanûnê ya ji bo demokratîkbûyên re amade ne. Lê heke makeqanûn xizmeta demokratîkbûyînê neke, em dê piþtgirî nedinê.”

A.Welat







Bu haberin geldigi yer: www.dozaciwanan.com
http://www.dozaciwanan.com

Bu haber icin adres:
http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=56951