Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katılın

Admin: 0 / 13
Üyeler: 24 / 55286
Ziyaretçiler: 395
Bugün: 9 / Dün: 27

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Şifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ı tanıyalım
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Şehitlerimiz

Önderlik

Biyografi
Görüşme Notları
Kitapları
Resimleri
Özlü Sözleri

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için
Temalar

Şehitler Köşesi
Mayıs Ayı Şehitleri
Haziran Ayı Şehitleri
Ekim Ayı Şehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarımız
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Bakurê Kurdistanê


Bakurê Kurdistanê
Rûerd
Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê zozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê ve dest pê dikin û ber bi rojhilat ve heta herêma Cule- mergê diçin. Ji wê pê de ji, Zagros dest pê dikin. Li herêma Culemêrgê çiya bilind, gurr û tûjik in. Bilindiya wan digêje 4000 metreyî.

Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike du cîh: Bakur û başûrê Torosan.

Av û Hewa
Toros wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li ba kurê Torosan rûer gelek bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêma re Kurd Serhed dibêjin. Havîma herêma Serhadê kin e. Germayî li zozan u çiyayên herême 25-30 pile ye. Piraniya xeikê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin ü diçin zozanan. Heta payîzê li zozanan dimmin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam geiek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve jêr. Er- zerom û Qers, bajarên Kurdistanê yên herî bilind û sar in. Bi mehan berf li erdê dimîne. Rê tên girtin.

Zivistanan li herêmen çîya û bilind wekî Wan, Şirnex, Sêrt, Culemêrg, Erzerom û Qersê berf gelekï dibare u ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.

Li rojava, li herêmên bajarên Elezîz, Meletî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.

Rêza Torosan, nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Surîyê ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên Dilok, Riha, Amedê, Mêrdînê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herême baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakur bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire. Ji bo şewatê bi kar tînin. Ji alîyê din ve herêmên ku erd û zevî lê kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazi, benav, benîşt, qizwan, hevirs û çam hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelekî ne.


Bakurê Torosan
Li bakurê Torosan, ji başûr ve ji bajarên Mereş û Semsûrê û ji bakur ve jî, ji bajarê Sêwasê heta Qers û Agiriyê tev çiya, zozan banî,gelî û di nav wan de navrast û deşt hene. Divê herêmê de piraniya çiyan ber bi rojava û rojhilat ve paralel in. Ji ber vê yekê ji çûn û hatin hesan e. Herêm gelekî bilind e. Çiya ji 3000 m. danakevin. Past û deştên herêmê jî, ji 1500 m. bilintir in. ji rojava ber bi rojhilat ve çiyayên Munzir,Dersim Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrikê hene. Nêzîkî gola Wanê çiyayen Sipan, Xelat, Nemrûd û ber bi jor û rojhilat ve jî, Agirîyên Mezin û Biçük serîhildane. Agirî, Sîpan, Nemrûd û Tendûrik volkanên vemirî ne. Agirîyê Mezin çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e. Bilindiya wî 5165 metre ye. Serê wî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanik hene. Navên wan Bêçare ne. Li van çiyayên bilind havinan ji berf heye.

Ji Bajarê Culemergê heta Agirî, Qers, Erzerom, Çewlik, Xarpêt ü Dersimê zozanên têrcayir û mezin hene. Li dorhêla Çewlikê Zozanê Şerefdînê bi nav û deng e. Dşstên Meletiye, Xarpêt, Muş , Zêdkan, Ezir- gan, Erzerom, Pasîn û Îdirê di nav van çiya û zozanên de ne.


Başûrê Torosan
Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germîyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdis- tana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Divê herêmê de çûn hatin gelek zehmet e.

Li rojava deşta Dilûkê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.

Çemê Diclê deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbe- ra Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e.. Lê, ji çêra heywanan re geiek baş e.
Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e. Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev deşt û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.





Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm hakları saklıdır.
Yayınlanma:: 2006-03-20 (5763 kez okundu)

[ Geri ]
Kakşar Oremar
Kakşar Oremar1ê Gulanê û Rewşa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Başûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüşünceler Yaşamı Yönlendirir ve Yaşananlar Sanata Yansır.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda şoreşgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Başkanı Sizce kim Olmalı?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuğluk
Akın Birdal
Sırrı Sakık
Selahattin Demirtaş
Mahmut Alınak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 23

CİWANÊN AZAD
CİWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.790 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.