Başûrê Rojavaya Kurdistanê
Başûrê Rojavaya Kurdistanê navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê.
Ruerd Başûrê Rojavayê Kurdistanê perçeya Kurdistanê ya herî biçûk e. 23.000 km² ye. Ew Îro di bin bandora Surîyê de ye. Taybetiyeke herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ve ber bi rojhilat zirav u dirêj e. Ji rojava ve ber bi rojhilat her ku diçe qad u çarçova we ber fireh dibe.
Av û hewa Mirov dikare av û hewaya bashûrê Rojava bike du besh.Beshê yekem li rojava herêma Afrînê ye. Avhewaya herêma Afrînê, nezîkkî avhewaya deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare. zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê av û hewaye herêma Afrînê, shîn e. Bi dar û ber e. Her cureyên daran hene. Lê piranî zeytûn in.
Beshê duyem ku Serêkaniyê, Hesek, Amûd, Qamîşlo û Dêrik dikevine vê herême berrî û desht e. Çiya û daristan tun in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carnan baran dibare. Di meha çile de, li Qamîşloyê 7, li Dêrik û Amûde ji germahî 6 pile ye. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Hawînan ji çolên Arabi- stan û Suriyê bayên germ tên û tesîr li avhewaya herê me dikin. Havînan germatyî 40 pileyî dibîne.
Di rojava de ji çiyayê Nûr ve dest pê dike. Û pê re heta herêma Afrînê û çiyayê Kurmanc tê. Çiyayê Kurmanc 1200 metre bilmd e. Herêma bajarê Afrînê rûerd gir û banî ye. Dar û daristan e. Avhewaya he rêma Afrînê nêzîkî ya deryayya Spî ye. Her cureyên dar, hêshinahî û mêweyan hene. Darên zeytûnan pirr in. Ji çiyaye Kur- manc heta rojavayê Kobanê, axa Kurdistanê teng e û Ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobanê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û Kurd li ser axa xwe dijîn Ii rojhilatê Kobanê heta Serêkaniye ax di destê Ereban de ye. Li ve herêmê Kurd kêrn in.
Qamîşlo û Nisêbîn bajarekî ne. Lê, Tirkiyê û Sûriyê di nav xwe de besh kirine. Qamîshlo di bin destê Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyê de maye. Hûn difotaxrafê de li Nisêbînê alaya Tirkan û li Qamîshlo ji alaya Sûriyê dibînin.
Bajarên Başûrê Rojava Bajarên herême Afrînê Koban, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîshlo, Tirba Spî, Hesek, Endîwer û Dêrik in. Li Bashûrê Rojava Hesek bi tenê wîlayet e. Yên din qeza û nehye ne. Qamîshlo qezaya Hesekê ye, lê ew ji Hesek û hemû bajarên din mezintir e. Qamîshlo wekî navend û paytextê herêma Bashûrê Rojava tê qebûl kirin. Li na- venda Qamîshlo qazi 150.0000 kes dijîn. Li bajarên Su riyê, li Heleb, Reqa û shamê jî gelek taxên Kurdan hene.
|