Di sazbûna civakê de rola jina pir girîng e. Ew civaka ku bê rola jina avabûye û jina rengê xwe nedabê, nivcû, bê tem û rijî ye, jin xeml û xêza civakê ye. Jin û mêr havdû temam dikin yek bê yekê nabe û herdû bi hevra dibin mirovek kamil û bê kêmasî.
ji ber nebûna dewletaka Kurdî miletê Kurd bi tevayî bindest in, lê rewþa jina kurd ji ya mêrên Kurd di pirên waran de xirbtir e. Dewletên cihanê dibistan çidikirin û miletê xwe perwerdedikirin, zanîn, teknîk û hikmet fêrdikirin. Lê dewletên dagirker li Kurdistanê Girtêgeh û Qereqolên eskeri çêdikirin, van dewletana ji bilî jop û felqe tîþtekî din nedane miletê Kurd û miletê Kurd bazanayî cahil hîþtine.
Dema mirovên ku cahil man, tim yên bihêz li yên bê hêz zulum dikin. Vêca wekî hemî mêrên cihanê, mêrêm Kurd jî li jinan tededarî kirine.
Rûmet û bahayê Jin di Kultura kurd de
Navê " jin " ji jîyanê hatîye girtin, di dunê de ji jîyanî xweþtir tu tiþtekî tuneye. Di civaka Kurd de tim ciyê jina çê li serê jorbûye û qedr û qimetaka mezin ji jina kurd re habûye. Pirên caran dujminatîya navbera Eþîran û doza mêr kuþtinê bi janan safî bûye. Di pêknîna þerê navber Eþîran de dema gotina Mir, Gizîr, Axa,Beg û Begleran pere naka û doz safî nabe, ji nûve jin dikeva nava dozê û ew doza ku jin herê ne mumkune ku safî nebe. Ew mêrê ku qedrê jina ku çuye dewê negire, di nav herema xwe de wek mirovek bê rêz tê naskirin.
Lê dibe ku ev rewþ li her alîyê Kurdistan ne wusan be. Kurd kirin çar perçe û her perçekî jî dinava dewleteka cuda da ma û têkilîyên navbera miletê Kurd de hate qutkirin û ev yek bi serê xwe bû sedema paþvamayîna miletê Kurd û Kurdistanê. Ez zêde li ser herema Serhedê dinivîsînim, lê li heremên din yên Kurdistanê kêm zêde hima edet û kultur yek e.
Jina Kurd Sembola Exlaq, Edeb û Bedewbûnê ye
Di warê Exlaq û Edebê de Jina Kurd nimûneke bê nîþey- bêmîsal e. Tim di civaka Kurde xortên bi terbîyet û edeb hatine þibandin bi keçan; " Kurê filankesî wekî qîzek-keçek e" yanî di terbîyet, exlaq, rê û rêzanîya xwe de wek keçeke. Ev mîsala hana baþ dide zelalkirin ku mefhîmê Exlaq û Edebê di civaka Kurde çîye û jina Kured çiqas bi Edeb û heysît e.
Çiqas sifetên bi qîmet di dunê de hene, li ser xweþikîya fîzka Jina hetîya gotin wekî; " Nazik, Nazanîn, Þêrîn, Þebel, Çeleng, Bedew, Gewr, Rind, Þox, Þeng û Peng "
Dibe ku xwendevanên hêja bêjin ku tu qet ew mêrên kurd yên ku li jana tededarî dikin, nabînî. Û tu çewa dibêje di kultura Kurdan de tededarî li ser jinan tuneye..?
Li jor jî me nivîsî ku wek her miletî di meletê Kurd de jî mêrên li jinan tededarî bikin hene. Lê kar û kirên hin kesan nabe Kultura miletek. Ma gelo maqule ku em bêjin ew mêrên li hin dewletên Ewrupa tecawuzê keçên xwe dikin kultura wî miletê ye..? Na..! ev neraste..! û ne mumkune ku kiryarê wî/wan mêrên bê exlaq ne kultura wî miletîye û her wusan kiryarê hin mêrên kurd jî ne kultura miltê kurd e, belkî bê wîjdanîya wan/wî mêrî ye.
Jina Kurd; " pir fedekar û wefadar e" Di dîrokê de gelek bûyerên ku mirov ji ders digere qewûmîne li ser jina Kurd. Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê û gelekên din wêneyên wefadarî û fedekarîya jina Kurd radixîne ber çava. Mefhûmê Eþq û Evînê di nav miletê Kurd de pir bi bi qîmete ji ber vê ykêye ku pirên caran Evîndaran ruhê xwe kirin qorban ji bona Evîna xwe û bi Evîna xwe ve çûne goristanê.
Þoreþgerîya Jina Kurd
Jina Kurd rola xwe di tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd de, tim cîyê xwe girtî û rola xwe bê kêmasî lîstîye. Yek ji wan keçên Kurd yên fedekar Rihmetîya Leyla qasim e. Leyla Qasim yek ji keçên Kurd ji Baþûrê Kurdistanê ye. Ji bona ku Leyla yê doza mafê meltê Kurd dikir, rejama bees ya dîktator ew bi mirinê mehkumkir. Dema Leyla Qasim birin ber kindir ku bi xeniqîne hakim jê re dibêje; Leyla tu way tê xeniqandin ka were ji Sedam Huseyin doza lêborînê bike bila te efû bike, lê Leyla dibêje; ez ji dagirkeran doza lêborînê nakim eger ez doza lêborînê bikim divê ez ji miletê kurd bikim ne ji dîktatoran.
Hunera Jina Kurd
Digel bindestî û bê perwerdeyîya jina Kurd, dîsa jî jinên kurd pir bihunr in. Jina Kurd ji raxistina malê wek xalî, doþirme, cil û carcim, xemla malê cihêzên bûkan û xemla oda razanî û wekî din, gelekî destxetên bê hempa çêdikin û neqsên bê nîþe dineqisînin. Di þekirina hirî, ristina teþî û çêkirina gore, heqîb û sicadên Nimêjê de, gelek hostan e
Jina Kurd pir di ûmûra mala xwe de ye û malkir û bi tevdîr û tidarek e.Yê ku rûyê Mêr reþ dike an jî sipî dike Jin e. Jin rewêa mala ne, jin dayîka þêran e û hin jin jî hene derdê êþa girane.
Di civaka Kur de li ser jina bê havil ku ne paqij anjî ne di ûmûra mala xwe da ye, gelekî qurf û tinaz hetîye kirin. Li ser jina ku ne di tevdîra mala xwe de be hatîye gotin; " Tevn û teþî nê wele qilopanî ê wele. Bijin tîtk e û mal bi zîrçik e"
|