Sesli Chat

Admin: 0 / 7
Üyeler: 19 / 58262
Ziyaretçiler: 333
Bugün: 14 / Dün: 13

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazýlarý

Yararli Dosyalar
Yardým
Nasýl Resim veya Video eklenir?

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Rêber APO
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Gerila TV

Sponsorlarýmýz
Ciwan

Basýnda RojaCiwan


OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Ubuntu ya Kurdî

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA


Dr. Ebdulrehman Qasimlo


KurdenNavdar

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Ebdulrehman Qasimlo (22.12.1930-13.07.1989) siyasetmedarê kurd bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û di Viyanayê de ji aliyê dewleta Îranê hat kuþtin.

Biyografî

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22'ê Dêsambira sala 1930'an di nava malbatek dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê hat dinê. Wî xwîndina xwe ya destpêk û navincî li bajarê Urmiyê bi dawî anî û piþtre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbînîyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewþeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Herçend Ebdulrehmanê nûgihiþtî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmîyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reþ û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexþî. Li ser wê helwesta Kurdheziyê wî çalakîyên xwe yên siyasî ji sala 1945'an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistan - YCD-K)ê di bajarê Urmiyê de dan dest pêkirin.

Piþtî ku Komara canemerga Kurdistan (Mihabad 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têkçû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Piþtre ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika Kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û menewî hevkariya HDK û ciwanên Kurd dikir.(1)

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwîndina bilind çû welatê Firansê. Piþtî demekê ji wir çû Çikuslowakîya û piþtî ku li zanistgeha Piragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand di sala 1952�an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku E. Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatîye. Yanî wî bi pirensîb û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kiþand ser xwe. Emperyalîzma Amirîka wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên hevrik li dij emperyalîzmê û hereketên azadîxwaz di Rojhilata Navîn de. Mihemed Riza þahê Pehlewî jî bi hevkariya Amrîka û welatên rojava bûbû jandarmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan yên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê þahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Emrîka ku bi jinavbirina Komara demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû þêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Iranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerabdibûn ser desthilatdariyê.

Dr. E. Qasimlo Piþtî pênc salan xebata li dijî Empiryalîzmê careke din vegerî Çekuslovakîya û karî di sala 1962'an de ji zanstgeha Piragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970'an wek mamosta di zanistgeha Piragê de êkonomiya Kapîtalîstî, êkonomiya Sosyalîstî û teoriya pêþkeftina aborîyê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.

Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Surbonn li Parîs, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên Ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewþa siyasiya Kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê Kurd baþtir bi raya giþtiya Ewropa bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropa mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqa pirsgirêka netewîya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên Ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11 marsê sala 1970'an dewleta Beesîya Îraqê neçar ma ku bi Kurdên baþûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya baþûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Iranê anku (SAWAK)�ê li hemû Îranê û bi ntaybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakîyên HDK baþtir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.

Piþtî ku di sala 1979'an Mihemed Riza þah Pehlewîyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piþtî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan jî ket destê þoreþgerên Kurd û xelkê welat, xwe azad û serbest hiss kirin.

Rêberê Gel

Piþtî ku di sala 1979'an de bi têkoþîn û xebata hemû gelên Îranê dawî bi desthilatdariya 2500 saliya þahên Îranê hat, meleyekî paþvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Firansê(Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê ku li benda reform û azadîyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paþvero bi darê zorê di Îranê de di Iranê da damezrandin.

Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêkxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piþtî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kiþandibû û qedirê azadiyê li ba wan bêtir ji berê hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêkxistinên navbirî.

Piþtî serhildana Simkoyê Þikak (1920- 1930) û pêkhatina komara kêm temena Kurdistanê (Mihabad 1946) ev sêyemîn car bû ku Kurdan xwe azad didîtin. Mixabin ev rewþa xweþ jî zêde nedomî û rejîma paþveroya Îranê nexwast ku rastiya pirsgirêka gelê Kurd di Îranê de bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ xwestin ku bi gotûbêj û hevdîtinan bi dewleta navendiya Iranê re pirsgirkê çareser biken, lê artêþ û pasdarên Komara Îslamî bi hevkarîya cehþên welatfiroþ û hinek aliyên xwefiroþ dest bi hêriþên xwe yên dijwar kirin û dîsan jî Kurdistan bû qada þerên bi xwîn û malwêranker.Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêþmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toþî þikestê biken. Rejîma desthilatdara meleyan ( Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û’) dema zanîn ku bi þerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê þerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî Kurdan dest bi kar bû û ji silahê olî, paþverotiya civakî û cudahiya mezhebê Kurd û Persan mifa wergirt. (2)

Xumêynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giþtî dida nasandin di 19. Agusta (19. 08. 1979’an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD(zibare) da îlamkirin. Dr. qasimlo pir xebitî ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çereser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî di wê pîvanê de nebû ku perspektîvên Dr. Qasimloy ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û mentiqî bû.

Piþtî cîhada Xumêynî ya ku Kurd wek kafir û dijberên þoreþ û dînê îslamê bi alîgirên xwe dan nasandin, hêriþên weke çaxê Moxolan ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn destpêkirin, li dijî Kurd û þoreþa gelê Kurdistanê jî dest pêkirin. Berxwedana þervanên Kurd karekî dîrokî bû, lê þêweyên hovane û dûr ji pirensîbên mirovanetiyê ku ji aliyê pasdar û artêþa xwînxwara Komara Îslamîya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuyaye ku di vê xwe paþvekiþandina hêzên siyasîyên Kurdan de xiyaneta caþ û hinek Kurdên xwefiroþ jî teisîreke mezin hebû. Piþtî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beþa parastin(êtila’at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên þoreþger. Hemû Kurdistan mîna zindanek mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydanek tejî xwîn ji xwîna sora keç û xortên Kurdistanê yên welatparêz.

Þerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî

Pêþtî ku komara îslamî bi hemû þêweyan þerê xwe yê li dijî Kurdan dest pêkirin, HDK û KOMELÊ þerê xwe yê çekdarî bi þêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta þehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû ku bi awayê partîzanî li dijî hêzên dagirker þer biken û vê taktîka Kurdan dewleta Îran xiste nava tengavîyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Þerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Urmiyê û Sinendecê diqewmîn, xisarek canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beþa êtila’at (êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû þêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn þewitandin û wêrankirin. Rewþa aborîya gel bi þêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî þûnewarên vê siyaseta çewit li ber çavanin. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuþtin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiþtekî rojane.

Ji bilî wê, êstixbarata Komara Îslamiya Îranê bi rengekî nêhînî û veþartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, heroyîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk ku li gor zagonên îslamê kiþandin û vexwarina wan bqedexe bû, belav dikirin!!.Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bi teisîrê þoreþê yanî hêza ciwanên Kurdistanê bû ku bîr û ramanên Kurdayetî û þoreþgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejîyê þoreþê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd biþkinên û pêþeroja hereketa millîya Kurdistanê toþî þikesteke dîrokî biken, hemû siyasetên dûr ji exlaqê civatek medenî bikar anîn. Wan bihayê heroyînê yê giran di Kurdistanê de erzantir kirin daku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felec biken. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)e, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera herkesî dan kiþandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weþanên xwe yên çapemenî yê dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.

Rojhilatê Kurdistanê di hemû Îranê de bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwedîyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewta Komara Islamî, rewþa civata Kurdan jî pir hatiye þêwandin û þepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakîyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hêþta jî li ser çalakîyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Baþûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên êstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin þehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî þerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bona wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giþtiyê êstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wê fikirê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giþtiyê HDK Dr. Qasimlo biken û mejiyê hereketa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tune biken.

Yekemîn car li kanûna pêþî(Dêsambêr)a sala 1988'an û cara duyemîn li kanûna paþî sala 1989'an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuþtina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû ku ew vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê razî biken ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî meken. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi þêweyek mentiqî û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meþrû û dîrokî dike.

 Þehadeta Qasimlo: Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aþtiyane û bi biratî bi hevre bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiþtina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêþî ya sala 1988'an rûniþtina bi nûnerên komara Îslamiya Îranê û sekerterê giþtiyê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pêkir. Di vê rûniþtinê de terorîstên komara paþveroya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paþî ya sala 1989’an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendîya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamîya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî biken.

Roja 12 û 13'ê Mai sala 1989'an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê êstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beþa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji niþkave zimanê silahên wan xwînrijan peyvî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat þehîd kirin. Piþtre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin þehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiþtekî eþkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiþ û polîsên Avusturya di piratîkê de ji bo girtina wan karekî biken, Ceefer Sehrarûdî piþtî tedawîyê (di nexweþxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û di roja 22. 07. 1989’an de bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje: Me fermana we baþ cî bi cî kir û hertiþt li gor daxwaza me birêve çû...

Çend rojan Emîr Mensûr Bozorgiyan jî ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hukimê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hukimê girtina wî jî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din yê þoreþa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser zagûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê þikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturiya kirin û heya niha mehkeme bêsûd hê jî didome.

 Berhem: Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê "Kurdistan û Kurd" e ku bi þêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev kitab yek ji çavkanîyên herî ilmî û baþ e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasîya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

"Kurdistan û Kurd" heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (Inglîzî, Erebî, Farisî) hatiye wergerandin.

Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de þirove kirine.

Çavkanî: Çavkanî: Kakþar Oremar, ji 14mîn salroja þehîdkirina nemir Dr. Qasimlo

 





Copyright © www.hezaciwanan.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2006-06-03 (8800 kez okundu)

[ Geri ]
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerPKK her Kürt için kimliktir, namustur, onurdur.
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütYaþarken Roza olabilmek!
Kakþar Oremar
Kakþar OremarLi Îranê Binpêkirina Mafê Mirovan berdewame...
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülBir ömür: 30 YIL
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Baþûr bê Deng e?

Son Röportaj
Xemgin Birhat
Xemgin BirhatHeval kavramý birliðin ve dayanýþmanýn sembolüdür

Anket
Avrupadaki Kürt Gençligi`nin sürece iliskin tavri nasil olmali?

Serhildanlar gelistirilmeli,eylemlere hiz vermeli?
Maddi manevi destegi ile Partiye destek vermeli?
HPG saflarina katilim saglamali?
Genclik gücü ile hepsini yapabilmeli?



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 17

CIWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

CÝWANÊN AZAD

TZP-Kurdî

Ferheng

Medyalar

HALÝL DAÐ

RojaCiwan'da ARA


Kürtce Eðitim

[ 1 | 2 ]
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Azadiya Welat


© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.106 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.