Vê þevê tê dengê pepûkê
Xezalek tê ji zindanê rêdûr e
Çavên belek li rojê ne
Sosin û binevþ geþ dibin… Ay dil, aydil dilê min
vêket bû xwelî xezala min.
Dûre hene kir dest û biskan
Çû ba Zîlanê û Apê me…
Hevala Sema!
Tu dibihîzî helbet, çend sal in em vê stranê ji bo te dibêjin ji bo te. Ango tu bûyî helbest û stran ji me re, bûyî ronahî.
Ma ev çawa pêk hat Hevalê! Qey tu çûyî û te ji me re stran hiþtin hevalê, helbest û ronahiyan? Ma her çûyîn, her mirin dibe stranek li vê dinyayê û berdêla stran û helbestan çiye li vê derê, li rojhelat? Dema ku li derekî, li peravê çemekî, li ser baskê çivîkekî, li bêhna gulekê keçek dimire; stran jî namirin? Û stran û çivîk mal bar nakin û dilê çeman naþikê?
Semayê! Em, dizanin ku te ji stranan hez dikir û gelek xweþ jî digot…De ka niha, di vê pûþperê de stranek bêje ji dilê me yê þikestî re… “Di tarîka þeva hîcran de çirayek sotim heylê”. Bêje bi awaza xwe ya Araradî…An jî “Rom ketiye Geliyê Zîlan, berxê çavreþ kale-kal e…” De fermo bêje hevalê, da ku tixûbên mirin û jiyanê winda bibin li rûyê demê… Erê, keça stranan, dizanim ku tu niha jî stranan dibêjî…Dibe ku guhên me yên nebes nebihîze jî, lê tu stranên xwe didomînî, didomînî…
Te di nameyeke xwe de wiha gotiye ji hevalekî re ( dîrok-1995): “Meksîkayî dibêjin” Xwedê! Min, ji min biparêze! “ Vê gotina wan gelek balkêþ tê ji min re…” Lewre te, nebesiyên mirov baþ dîtibûn, digel tarî û kelemên wê/wî… Qey loma tu hewqas pir diramiyayî Semayê, loma xewnên þeva ji te dûr ketibûn?
Pêþiyên me dibêjin: “Kes rovî û qijikan nake qefesê. Lewre qefes ciyê bilbil û þêran e”. Rast dibêjin û jixwe tu jî bilbila çiyayî bûyî li qefesê. Tu hem bilbil, hem jî gul bûyî. Loma jî dil û zanîna te evîna herî zor dijiya. Lewre tu hem jana gulê hem jî ay bilbil dijayî di tenêtiyên dûr û dirêj de. Her wiha tu þêra Kurdistanê û evîndara azadiyê bûyî. Loma jî qefesa teng û tarî ji te re zor dihat, loma jî te ne qefesa zindanê ne jî a dogmatîzmê dipejirand û þikand. Tu çûyî hey çûyî; bûyî rêwiyeke bêdawî ji demê re… Semayê! Te digot “Di tarîka þeva hîcran de çirayek sotim heylê…/ Nema min sebr û aramek fîraqa te ez nexweþ kirdim…” Te digot û dîrokê, û êþ û janê hezar hîs dikir…
Lewre te, ji zanîn û hînbûnê hez dikir û tu keçek entellektûel, rewþenbîr bûyî jî…Loma jî te gotina ku jiber nedikir, her wiha te xwe digihand wateya wan û tu ji wan wateyan çûyî gelek wateyên din…Loma jî dema ku tu bêyî bîra mirov; wate û lêgerîn jî tên bîra mirov…Pûþper e niha û tu dizanî ku zindan çiqas teng lê çiya çiqas azad in. Loma jî tu her Newroz ji nû ve birê dikevî, zozan bi zozan digerî, digihîjî hezîranê û ber bi dawiya wê ve koçbar dikî, berê xwe didî Munzûran, berê xwe didî riyên dûr û dirêj û zozanên nû dibînî ji xwe re û ji me re. Hezîran e niha û porê te yê ku bi barana Newrozê þil e, hêdî hêdî ziwa dibe, dayîkek Araradî dilorîne û porê te dihone. Hin keziyên te dibin Adar, hinek dibin Nîsan, hinek jî dibin Gulan û Hezîran…Keziyên te dirêj û pir in, bêhna baranê ji wan tê…Dema ku dayîk porê te dihone; di nava agir û baranê de dimîne…Þil dibe û diþewite, diþewite û þil dibe…
Semayê! Dema ku keçek delal koçbar dike ji vê cîhanê stran dimirin û bilbil û gul xwe diþewitînin? Dema ku þahiya Newrozê tê welat, keçek delal çima diþewite û pêt bi pêt digihîje Hezîranê? Û çima birînên Newrozê xwe digihînin Hezîranê, diêþin diqîrin! Lê tu dîsa jî dikenî Semayê, hêj jî dikenî bi birînên xwe re…
Ay dil aydil dilê min / pepûk dixwîne li warê min/ Xezala min dibeze / dibêm vegere rinda min… Agirî Sema diþewite / Agirî gul jî diþewitin/ Agirî ez jî diþewitim / Zanim tu jî diþewitî / PORÊ SEMA DIÞEWITE…
MÎZGÎN AYDIN
|