Dîsa em dikevin riyan. Dibe ku rêwîtiyeke dirêj be. Divê mirov riyên dirêj baþ plan bike. Rêwîtiyên bêarmanc û bêplan, erjeng û vînê diþikînin. Dirêjbûn û kinbûna rêwîtiyê ne girîng e. Ya girîng ew e ku, mirov bizanibe diçe ku derê. Ger armanc zelal be, ya baþ meþ e. Dema ku rê riyeke nas be, meþ kêfxweþiyeke mezin e. Riya ku em diçin, me bixwe vekiriye û me bi rêwîtiyen xwe diyar kiriye. Hevraz û daketinên wê hene. Hevrazên wê mirov henas bi henasê dihêle, lûtkeyên wê bêhndayîn e. Divê di daketinan de mirov bi baldar be. Ji bona yê ku bizanibin bimeþin, rêwîtiyên dijwar bihêzbûne. Ji bona mirov bi hêz bibe, dem dema meþê ye.
Emê ji qadekê herin qadeke din. Me li pey xwe tiþtan hiþtine; hesretên xwe bibin ciyên ku em diçinê. Li ciyê ku emê biçin, emê gelek tiþtan bibînin. Hesreta xwe bînin cî.
Dîsa jî emê bimeþin. Jixwe meþ ne karê me ye?
Berî rêwîtiyê, sohbetên ku têne kirin li ser piya ne. Amadekarî têne pirsîn. Silav têne þandin. Tiþtê ku herî dawîn bê gotin, bi du gotinan tê ravekirin. Bibîrxistin têne kirin. Hiþyariyên dawîn têne kirin. Bibîrxistin di hiþ de bi cî dibe, hiþyarî li ber çav tê girtin. Lê rê ya yê ku dimeþe ye…
Emê biçin.
Di bibîrxistinan de, li ser rêwîtiyên dawîn gelek ders hene. Ji bona bibîrxistinan spasî tê kirin. Ders ji nû ve têne tezekirin. Silav “li ser çavan” tê girtin. Hiþyarî ji bona pêkanînê ye. Berî rêwîtiyên dawîn, wekî kevneþopiyekê, hiþyariya “moriyan neciqîne” tê kirin. Demsal ber bi zivistanê ve diçe, dibe ku gur har bibin, hiþyarîbûn tê daxwazkirin.
Ger rê bê meþandin, divê morî neyên eciqandin û li hemberî guran hiþyarî hebe…
Yek jî, me rojevek li pey xwe hiþt, da ku em nîqaþ bikin.
Di van rojên dawîn de, her kes li ser agirbestê û dev ji çekan berdanê diaxive. Agir hat rawestandin, lê çek di dest de ye. Ka em çi bikin, em rêwiyên çiya ne. Gur hene, çeqel hene. Bê çek li çiya ger nabe…
Li ser daketina ji çiyê, zêde xwîna me li bajaran nekeliya.
Me dil daye, rêwîtiyên dirêj ên çiya.
Amadekariyên me, ji bona rêwîtiyan e. Em rê dizanin, emê bimeþin.
Di payîzê de þev dirêj in; rojên borî bibîrtîne. Li gorî hevalên kevn; “tam þevên çalakiya ne”
Lê dengek, ji giravekê qîrînek bêdengiyê kir.
Dengê giravê her dem li çiyê bi bêdengî hate pêþwazîkirin. Ew axivî, bêdengmayîn para me dikeve. Em hêvî dikin, ew her dem biaxive. Ger ew bêdeng bibîne, wê çiya biaxive. Çiya biaxive jî, wê her tiþt bêdeng bibe.
Emê riyan bimeþin.
Herî zêde jî, di bêndengiya þevê de emê herin.
Me gotina ku bê gotin got.
Niha jî mafê axaftina hinekên din e.
Mafê gotinê ji çiyan heta deþtan, ji bajaran heta gundan hate dayîn. Mafê gotinê; ji dayîkan re, zarokan re û ji pîran re hate dayîn.
Emê bêdeng bibînin, ewê biaxivin. Bi hêviya ku ew bêdeng neyên hiþtin. Ger bêdeng bêne hiþtin, emê biaxivin.
Lê em tam jî li ser rêbûn…
Me gotinê ku bê gotin, di nivîsa “nîvîseke pêwîst e dirêj be” de got.
Niha dema meþê ye…
Berî meþê, ne pêwîst zêde gotin. Ji ber vê sedemê ev nîvîs pêwîst e hinek kin be.
Divê rêwî li ser riya xwe be.
Ezmûn hate girtin, hiyarî hatin kirin û silav gihîþtin ciyên xwe.
Ya mayî meþ e. Biryar hatiye girtin. Hedef zelal e. Armanc jî, di pîroziya hesretê de ye. Wê ev rêwîtî bi zehmet û tadeyî be.
Yên man, daxwaza rêwîtiyek baþ kirin. Wê baþ be rêwîtî. Yên mane wê karên xwe bidomînin. Me jî li yên mayî re serkeftin xwest û baweriya serkeftinê jî lê zêde kir.
Ji yên mayî, biþirînek hate kirin; “Dem dema hatina îmanê ye. Ji ber rêwiyên riyan, her dem mînaka moriya ku diçe hecê tê dayîn. Lê heca me nêz e û lingên me bi hêz in. Mebesta me ya ku em di riyan de bibin hedef nîn e. Tedbîrên me tam in, amadekariyên me baþ in. Ya mayî jî meþ e. Divê rêwî di riya xwe de be…”
Zagros Viyan
|