Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katýlýn

Admin: 0 / 13
Üyeler: 26 / 55313
Ziyaretçiler: 500
Bugün: 21 / Dün: 16

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Önderlik

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarýmýz
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Rojnamegeriya kurdî


Nêrînek giþtî bo medya û medyaya kurdî
Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkirîye. Pêwîstîya ragihandinê bi amûr û þêwazên cûda berdewam kirîye.Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayîyan hatîye avetin û di sedsala 17'an de bi awayê rojnemegerîye derketîye holê û her berdewame.Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imparatorîya Roma hatîye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa",Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêþîn a cîhanê ne. Niha jî rojnamegerî bi giþtî media bi amurên curbecur didome.Niha rojname,kovar,tv,radio,înternet û amûrên hwd... di rojnamegerî de tê bi kar anîn.
Medya îro ro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin.Dibe ku dahatû de bibe hêza yekemîn.Rojnamegerî bi giþtî medya hewcedarîyeke xwezayîye.Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim,postmodernîzm,ol,guherîna civakî,têgihiþtina hêz û desthilatdarîye,pêþketinên idolojîk,pêþketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê,pêkanîna guherînên bingehîn û gewre,veþartina karên qirêj a deshilatdarîyê,pergala aborî û hwd... de heye.Em dikarin gelek xalên bipeyvendî zêde bikin.Her xal hejayê nirxandinêye,belam ev tiþt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be.

Lê ev rewþ bo Kurdan hinek diguhere.Çunke dewletekî navendî a Gelê Kurd tuneye.Ji ber vê him þêweya rojnamegerî di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye.Piþtî peymana Lozanê welatê Kurdan bû çar perçe.Her perçeye de dewleta ku vê perçeya xakê Kurdan dagir kiriye, bi þewazên cuda hemberî hebûna Kurdan derketiye.Ji ber vê yekê jî her perçeye de rewþa gelê kurd jî ji perçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku bo medyaya cihanê dabaþa gotinê ye,medyaya Kurdî de hêmanên wekî standartize kirina û pêþxistina zimanê Kurdî,hewla rizgarkirina xaka Kurdistan,dîplomasî,pêþxistina muzîk û bi giþtî çanda Kurdî,pêk anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna hiþmendîya dîrokî ya Kurdî jî zêde dibin. Her wiha partîyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin.Ev yek li ber medyaya Kurdî de astengiyek din e ku divê were gihartin.
Rojnamegerîya Kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî,êþ,asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em niha derkevin ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya Kurdî ye her wiha rêwingîya bibiryarî,dijwarî û serkeftinêye jî.

Destpêka rojnamegeriya kurdî
Wekî tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weþanê kirîye. 22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya Kurdî” tê qebûl kirin. Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî bi sirgunê derdikeve holê.
Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin.Di dîroka me de gelek tiþtên "cara pêþîn" ji alîye malbata Bedîxanan hatîye pêkanîn.Rojnamegerîya Kurdî jî wisa bûye.Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weþandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piþtî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me pir dereng nîne.Lê ji ber astengîyan bi qasê cîranên me pêþveneçuye.

Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1900-1950'an de

Piþtî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewþenbîrên me ku ji pêþveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê "Jîn" kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu.Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê Kurd gelek rojname û kovar derxist."Þark ve Kurdistan"-1908 li stenbolê hat derxistin."Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi" 1908 ji alîyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin.Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê Kurd kir.
Her wiha kovara "Kurdistan"1908-1909-Stenbol ,"Amîda Reþ" 1909,"Peyman"1909-Dîyarbekir,"Rojî Kurd-Hetawî Kurd" 1913 ji alîyê Komala Hêvî,"Yekbûn" 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weþandin.Di sala 1919 kovara KURDISTAN li stenbolê hat derxistin.Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama "Îrfan" derket.
Di 1929 an de ji alîyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paþa Rojnameya “Agirî” ji gelê Kurd re hat pêþkeþ kirin.Li Tirkîye ji ber zordestîya rejîma faþîst a Tirkan gelê Kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.

Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Baþur de gelek rojname û kovar wekî "Rojnama Umêdî istiqlal,Suleymanî,1923","Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923","Rojnama Pêþkewtin, Suleymanî, 1920","Kovara Peyje Bexdad" 1927,"Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922","Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930","Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935","Kovara ,"Rojnama Rojanû, 1943","Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948","Rojnama Rawêj, Mehabad" hatibûn derxistin.
Salên çilan di dîroka baþurê Kurdistanê de,bi xwe re geþbun û pêþketinê di jiyana siyasî û çandî ya wê perçeyê de tînin.Ew salên xurtbuna tevgera Kurd ya netewî bun û salên damezirandina partîyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêþketî di warê guhertinkarîyên civakî de hebûn. Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geþa rojnamegerîya kurdî bû.1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê "Nizar" derket.

Di sala 1932'an de li þamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weþanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weþanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.
Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida Kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû.Bi Hawarê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celalat Elî Bedirxan destnîþan kiribû tê bikaranîn.
Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê Kurd.Vê kovarê þanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev þanenav êdî naye jêbirîn.
Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57.) sala 1943an de derxist.Di sala 1998an de ji Weþanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weþandin.Piþtre Celalat Elî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist.Ronahî de giranî dengûbas hebun.Ronahî jî bo çapamenîya Kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegerîya Kurdî demekê kin de gelek tiþt hat pêk anîn.Piþtî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêþveçun bi avayekî xwezayî qut bû.


Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1950-1980
Piþtî demekê dirêj rojnamegerîya kurdî bêdengîya xwe li Kurdistana Bakur þikand û bi rêberîya wek kesên Musa Anter, Edîp Karahan bi tirkî be jî hêdî hêdî ber bi dewlementir buyîne ve çû.1949 an de ji alîyê Musa anter ve rojname "Dicle Kaynaðý (Çavkanîya Dicle)", 1950 de jî "Þark Mecmuasý(Kovara Rojhilatê) hatiye derxistin.
Di wan rojnameyan de kêþaya Kurd dihat nîqaþ kirin û hin nivîs û helbestên Kurdî jî dihat weþandin."Þarkin Sesi(Dengê Rojhilatê)" jî rojnameyekê girîg ê wê demê bû.Piþtre rojnameya "Îleri Yurd(Welatê Peþketî) di sala 1958 an de li Diyabekirê hat derxistin.Di vê rojnameyê de helbestekê Kurdî bi navê "Qimil" di nav nivîsa Musa Anter de hatweþandin.Li ser vê helbestê gelek doz ser perpirsyarên rojnameyê hat vekirin û ev buyer gelek deng ve da.17'ya Çileya pêþin a 1959'an de digel hin xwendekarên zanîngehan 49 ronakbîrên Kurd hatin girtin.Ev buyer bi navê buyera 49'an tê nas kirin.Salên 60î de hejmara weþanên perîyodîk zêde bûbû. 1962'an de li Ferqînê "Silvan Sesî (Dengê Ferqîn)", dîsa 1962 de ji alîyê Edîp Karahan û Yaþar Kaya ve rojnameyê "Dicle-Firat" het derxistin.
Di sala 1963 de ji alîye Ergun Koyoncu û Yaþar Kaya ve kovareke bi navê "Deng" hate derxistin.Ev kovar jî di nav çapamenîya Kurdî roleke baþ lîst.Her wiha li Kurdistana Bakur rojname û kovarên wekî -bi Kurdî û tirkî- "Roja Nêwe" 1963,"Çira" 1965 ji alîyê Kemal Burkay ve,"Yenî Akiþ(Herîkîna Nû)" 1966,"Dengî Teze" 1966,"Karakoçan" 1969,Mardin'in Sesi(Dengê Merdînê) 1969,"Doðu(Rojhilat)" 1969,"Dengê Siwêreg" 1969,"Bultena DDKO" 1970 hatibun derxistin.Sala 1975'an de kovareke bi navê "Ozgurluk yolu(Rîya azadî) dest bi weþanê kir û heta 1980an 44 hejmarê ev kovarê derket.Di kovara "Ozgurluk yolu(Rîya azadî) de bi zaravaya dimilî jî nivîs hebûn.Li gor gotina xwedîya kovarê Faruk Aras tîraja vê kovarê nêzî 10 000 bû.Ji ber zordestîya Dewleta tirk weþana "Ozgurluk yolu(Rîya azadî) hate rawestandin.1976'an de ji alîyê PDK-Tirkîye kovara "Xebat" hat derxistin.Sala 1976'an de kovareke mehane bi navê "Rizgarî" dest bi weþanê kir.Ev kovar 4 sal weþanê xwe domand.1977'an de "Pêþeng Bo Þoreþ" cihê xwe di nava kovarên temenkin de girtibû.Kovara "Devrimci Demokrat Gençlik" di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weþana xwe kir. Piþtî 3 hejmarên pêþîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin

Diyarbekirê.Kovar ji mehê carekê bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî) derket.Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hev re çap bûn.(1) Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû. Dîsa 1977'an bi navê "Roja welat" rojnameyekê giranbuha dest bi weþanê kir û heta sala 1986 a weþanê xwe domand.Her wiha "Xebat bo rizgarîya Kurdistan" 1978-ji alîyê PDK-T,"Dengê Kawa" 1979,"Kawa" 1978,"Ala Rizgarî" 1979,li Wanê "Jîna Nû" 1979,li Entabê "Têkoþîn" 1979, û gelek kovar û rojnameyên din jî hatibun derxistin.1979'an de li Kurdistana Bakur yekem car xwerû bi Kurdî kovarekê bi navê "Tîrêj" derket.Ev kovar jî bi hewlên cewsandinê re dûçar ma.

Li Kurdistana baþur di navbera salên 1950-1980 bi girêdayê têkoþîna rizgarîyê ve bi rêberîya Nemir Mistefa Barzanî çapamenîya Kurdî jî pêþve diçu.Di vê konaxê de,rojnameya "Xebat" ya ku 1955ê wekî organa Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) derdiket.Berê navê vê rojnameyê "Rizgarî" bû li 1953ê kongireya PDK de navê wê kirin Xebat.Wê demê de rojnameyekê din jî li Kerkukê bi navê azadî dihate derxistin.Her wiha kovar û rojnameyên wekî "Dengî Das, Suleymanî "1950,"Peyam" 1952,"Kestin" 1958,"Kovara Çareserkirdinî Kiþtukal" 1959,"Dengê qutabyan, Bexdad" 1960,"Afret"1960,"Rojnama Çiray Kurdistan, Suleymanî" 1962,"Tûtun" 1964...Piþtî morkirina peymana otonomîya Kurdistan di rojnamegerîye Kurdî peþkeftinek berbiçav çêbû.Di wê demêde rojnameya "Hewkarî" 1970,kovara "Beyan" 1970,kovara Rojî Kurdistan 1971,kovara Roþibbîrî Nwê 1973,rojnameya Xebatî Kurdistan derket.Wê konaxê de tenê rojnameye Birayetî ku organa PDK bû bi duristî rojane derdiket."Asoy zankoy" 1977,"Estêre" 1974,"Bîrî nuwê" 1973,"Bilawkirawey Berew ronakî","Çiya" hewlêr 1970,"Dengî mamosta" 1970,"Dengî Cotyar" 1971,"Estêre" 1971,Nûserî Nwê 1972,"Amanc"1973,"Huþyarî Kirêkaran" 1973,"Korî Zanyarî Kurd", 1973,"Baba Gurgur" 1973,"Bo Pêþewe" 1973,"Rêbazî nû" 1975,"Gizing, Kerkûk" 1973,"Hewalnamey Þoreþ" 1978 jî hin kovar û rojnameyên wê demê bûn. Di salên 1976-1984an de þerê birakujîyê,yê di navbera hêzên Kurdî de,di rojnamegerîya wan de jî cihê xwe girt û ew þerê gotinan di radyo û rojnameyên wan de bû egera dilsarîya gelê kurd û þervanên wan û devberdana gelek kesan ji endamtîya xwe di wan partîyan de.Paþe ew hemu partî di Bereyê Kurdistanî de gihane hev û þerê birakujî rawestîya.

Rojnamegeriya kurdî di salên 1980'an de
Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û tirkîye cunteya leþkerî hat ser hukmê.Bi hezaran Kurd hate girtin û kuþtin.Zulm û zordarîyên nedîtî li ser gel hat pêk anîn.Lê têkoþîna gelê Kurd jî ber bi xurt bunê ve diçû.Edî gelê Kurd li bakur hêdî hêdî hiþyar di bû.Di wê konaxê de jî "hin partîyan" þaþîyên mezin dikirin.Lewma jî çapamenîyeke yekgirtî çênedibû.Salên 80an de li her perçeyê Kurdistanê de têkoþîna rizgarîya netewî geþtir bûbû.Bi wê yekê re girêdayî di her warê jiyanê de gelê Kurd pêþdiket.
Rojnamegerîya Kurdî jî hin xurtir bû wê konaxê de.Li bakurê Kurdistanê tesîra þoreþa baþur ku bi rêberîya Mistefa Barzanî pêk dihat gelek mezin bû.1981an de kovareke bi navê "Xebat Ser Riya Barzanî" dest bi weþanê kir.
Dewleta Tirk nedixwest þoreþa baþur ser gelê Kurdistana bakur de bibandor be.Ev armanca xwe jî bi destê hin "partîyên Kurd" dikir.Li bakurê Kurdistanê kovar û rojnameyên wekî "Pêþmerge" 1983,"Berhem","Dengê Partîzan" 1986(Organa TKP/ML navçeya Kurdistan),"Toplumsal Diriliþ(Vejîna Civakî) 1987,"Ozgur Gelecek(Dahatûya Azad) 1988,"Þewqa Berxwedan" Amed 1989 hatibûn derxistin.Kovarekê herî girîng a wê demê kovara Medya Guneþi(Roja Medya) bû."Medya Guneþi kovara yekem bû ku piþtî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe þîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû þikand, moralek mezin da gelê Kurd.
Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran,Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin,di hepsan de man,ceza girtin,teda û zilm dîtîn. Bêguman Medya Guneþî di dîroka rojnamegeriya Kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke mezin da.(2) Kovara "Deng" ku hin jî weþanê xwe didome di sala 1989an dest bi weþanê kir.

Li baþurê Kurdistanê bi xurtbuna þoreþê gelek rojname û kovarên Kurdî jî bo belawkirina ramana neteweyî dihat çapkirin."Riwangey azad" 1980, "Rêbazî pêþmerge" 1980, "Bilawkirawey Dengî lawan" 1981, "Kovara Alay surî kurdayetî" 1981, "Nûserî Kurdistan" 1981, "Estêre" 1982, "Raperîn" 1982, "Xebatî mamosta" 1982, "Kovara Kurdistan" 1982, "Kariwan" 1982, "Bilawkirawey Edebî bêgane" 1982,"Dengî Pêþmerge, Þoreþa baþûr" 1983, " Rêya serkeftinê" 1983,"Rojnama Serbexoî" 1983,"Kurdayetî" 1983, "Rêbazî lawan" 1983 "Dengî xwêndekaranî Kurdistan" 1983, "Bilawkirawey Asos" 1984, "Bilawkirawey Edebî mindalan", "Rojnama Behdînan" 1982, "Kovara Pîrozî islam" 1982,"Bilawkirawey Hawdeng" 1983, "Peyamî þoreþî kurdistanî baþur" 1984,"Bilawkirawey Nîrgiz" 1984, "Pala" 1984, "Roþinbîrî pêþmerge" 1984, "Rizgarî" 1985, "Dengê me" 1985, " Peyamî birayetî" 1986, "Peyamî kirêkaran" 1986, "Tendurustî û komel" 1987, "Qendîl" 1987, "Rojnama Berey kurdistanî(Organa Berey Kurdistanî)"(1988),"Helwêstî Edebî"(1988),"Terazû"(1989), û gelek kovar û rojnameyên din jî wê demê de li baþurê Kurdistanê li bajarên wek Hewlêr,Silêmanî,Kerkûk û Duhok dihatin derxistin.Derbarê rojname û kovarên han de agahiyên berfirehtir -wekî navên perpirsyarên wan û bi giþtî serpehatîya wan bi çi rengîye- tuneye ku bidim.
Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kovarên wekî Sirwe 1984,Lawan 1983,Dengî Lawan 1984,Pêþrew 1984 û hwd... derketibûn.Li Kurdistana Surîye jî Xunav û 4-5 kovarên din hebû.


Rojnamegerî û medyaya kurdî di salên 90'î de

Salên 90î di mejûya Kurdistanê de werçerxanek girînge.Bizûtneweya rizgarîya Kurdistan li her beþê Kurdistanê de geþtir bû.Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat.Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind bû bû.Di serî de Amed,Þirnex,Merdîn,Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû.Li baþurê Kurdistanê têk çûna þoreþê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji alîyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû.Karesatên wekî anfal,Helebce hêvîya gel þikandibû.Lê sala 1992an de gelê Kurd li baþur delfetek baþ bi dest xistin û cara yekem gelê Kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir.Edî beþekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû.Edî gelê Kurd li beþekê Kurdistanê de dikarî bû bêhn bigre.Bi zor û zahmetîyan be jî hêvîya sedsalan pêk hat gelê Kurd jî mafê
xwe ya xwezayî bikar anî.Wekî hemû netewan pêwist bû ku gelê Kurd jî xwedîyê dewletek be.Piþtî avakirina Parlemen û Hikumeta Kurdistan DEWLETA FEDERE A KURDISTAN (DFK) jî hat îlan kirin.Ku hin jî ser pîyaye.Li bakurê Kurdistanê weþana bi tirkî di nav rojnamevanîya Kurdî de wê konaxê de jî berdewam kir. Destpêka salên 90î de rojnameya "Halk Gerçeði (Rastîya Gel)" dest bi weþanê xwe kir û di nava salekê de ji aliyê dewleta Tirk hat girtin.Ev rojname îcar bi navê "Yenî halk gerçeðî (Rastîya Gel a Nû)" weþanê xwe berdewam kir,ev jî heman salê de hat girtin.
1990an de rojnameyeke din bi navê "Yenî Ulke (Welatê Nû) dest bi weþanê kir û ev rojnameye rekora Cîhanê þikand,di nav salekê de 55 doz hat vekirin,30 caran hat girtin,18 car jî hat civandin.Ev rojname jî 1993an de hat girtin.Her wiha wê demê de bi navên "Ozgur Halk(Gelê azad)" 1990,"Serhildana Gel" 1990 2 kovar derket.1991an de kovarekê îllegal ku navê wî "Xebat Bo Serxwebûna Kurdistan" bû ji alîyê komîteya Navendîya PDK li bakurê Kurdistanê 6 hejmar hat derxistin."Li Welat" jî ku organa weþanîya nav welat a KUK-SE(Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê) bû 1991an de derket.Dîsa 1991an de kovara "Newroz" hate derxistin.1991 an de cara yekem di dîroka rojnamegerîya bakurê Kurdistanê de rojnameyekê xwerû bi Kurdî bi navê "ROJNAME" hat derxistin.Çi mixabin ev rojname ji alîyê "hin derdoran" hat asteng kirin û tenê hejmareke vê rojnameyê derket.Her wiha 1991an de li Dîyarbakirê kovarekê bi

Kurdî-Tirkî bi navê "Govend" derket.1992an de ku ev sal tekoþîna gelê Kurd jî û zilma dagirkeran jî gihîþt asta xwe ya herî bilind ji alîyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) kovareke bi Kurdî (Kurmancî û dimilî) hat weþandin û demekê dirêj weþanê xwe domand.Kovarên bi wî rengî tevkarîyek pir mezin dida wêje û çanda Kurdî.Kovarên "Newroz ateþî (Agirê Newrozê)","Ehmedê Xanî","Serketin","Yurtsever Gençlik (Ciwanîya Welatparez),"Komel" jî hin kovarên girîn ê wê demê bûn. Kovara "Nûdem" jî 92an de li Swêdê de dest bi weþanê kiribû lê dihat bakurê Kurdistanê jî.Ev kovar di pêþxistina wêjaya Kurdî de rolekî ciwan lîst.1992an de piþtî rojnameya "ROJNAME" duyemîn rojnameye xwerû bi Kurdî rojnameya "Welat" dest bi weþanê kir.Dîsa 1992an de yekemîn kovara pêkenînî li bakur kovara "Tewlo" derket.Her wiha rojnameya "Azadî" jî 1992an de dest bi weþanê xwe kir.Ev rojname bi Kurdî û tirkî bû.1992an rojnameyekî din "Ozgur Gundem(Rojeva azad)" jî dest bi weþanê kiri bû.Ev rojname jî ji alîyê Dewleta Tirk ve hat asteng kirin,rojnamevanên vê rojnameyê hat kuþtin û eþkenece kirin,belavkerên wan jî dihatin kuþtin.Rojnameya "Armanc" jî rojnameyeke hêja bû ku 1992an dest bi weþanê kir û di dîroka rojnamegerîya Kurdî de cihê xwe girt.Rojnameyên Kurdî wê demedê dihatin girtin û bi navêke din weþanên xwe berdewam dikirin.Mînak "Welat" hat girtin bû "Welatê me" (1995),Azadî hat girtin bû "Dengê azadî" (1994),Dengê azadî bû Ronahî,Ronahî bu Hêvî,Hêvî bû Roja Teze,Roja teze jî niha "Dema Nû"ye.Piranîyên kovar û rojnameyên Kurdî wek perperikan temen kin bûne.Lewma listeyeke pir dirêj derdikeve holê û em li vir de nikarin derbarê hemûyan de agahî bidin,ev encax bi pirtûkek lêkolînî de dikarê bêne kirin.Piþtre bi girtin û zordarîyên mezin "Ronahî"(1995),"Hêvî"(1996),"Jiyana Nû"(1995),"Roj"(1995),"Nû roj"(1996),"Yenî Polîtîka(Polîtîkaya Nû)" 1995,"Ozgur Yaþam(Jiyana Azad)"(1996),"Demokrasî"(1996),"Jiyana Rewþen"(1997) gelek kovar û rojname hat derxistin.Wê demêde zordarîyeke pir mezin ser rojnamegerîya Kurdî hebu.Dewleta Tirk di hovîtî de sînor nasnedikir.Mînak 1994an de avahîya rojnameya Ozgur ulke hate bombekirin.Lê edî Komara Tirk fêm kiribu ku bi tu avayî nikaribe dengê gelê Kurd qut bike.
Weþanvanîya Kurdî de heta destpêka salên 2000î bi kovar û rojnameyên wekî "Ulkede Gundem","Stêrka Rizgarî","PêþeROJ","Yenîden Newroz","Jujin","2000'de yeni Gundem","Roza","Zend","Demokrasîya Nû,"War","Roja teze","Gulîstan","Pêlîn","Yedîncî Gundem(Rojeva Heftemîn)","Rojev",Kovara mîzahî Pîne serpêhatîya xwe domand. Her wiha salên 90î de gavek pir mezin vebûna Televîzyona yekemîn a Kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weþan dikir MED TV bû.Her çikas wê demêde hin televîzonên Kurdî li baþurê Kurdistanê hebe jî ne satalytî û netewî bûn.MED TV sala 1994an de dest bi weþane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê hinek be jî rakir.Di serîda Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîþî MED TV kirin.MED TV 1999an de hat girtin.
Piþtî girtina MED TV MEDYA TV dest bi weþanê kir. MEDYA TV jî di sala 2003an de hate girtin. ROJ TV di 21ê Sibatê de dest bi weþana testê û di 1ê Adara 2003an de bi resepsiyoneke vekirinê bi fermî dest bi weþanên asayî kir. Ji gulana 2004an û þûnda Roj TV di înternetê de zindî tê temaþe kirin.
Heman salan de Kurdistan TV û Kurdsat TV jî li DEWLETA FEDERAL A KURDISTANÊ ango li baþurê Kurdistanê de bi þêwaya satalaytî dest weþanên xwe kirin.
.
Baþurê Kurdistanê de piþtî îlan kirina DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN(DFK) wê perçeya Kurdistanê de her çikas ne fermî be jî dewletek serbixwe hat avakirin.Parlemena Kurdistan,Hikumeta Kurdistan,Wezaretên Kurdistan hemû dezgeh,sazî,komale,sendîka,yekîtî,partî bi nasnameya xwe ya Kurdeyatî li gor rêzikên hikumeta Kurdistan li ser karê bûn.Ev azadî tesîra xwe ser çapamenîya Kurdî jî kir.Destpêka DFK de ji ber astengîyên polîtîk û aborî dezgehên media tunebu. 2-3 katjimêr televîzyonên PDK Û YNK weþan dikir.Organên fermîya Hikumeta Kurdistan tunebun tenê organa Hikumetê rojnameya "Herêm" hebû.Belam baþurê Kurdistanê her roj berew pêþkewtin û dewlemend buyîne ve diçu.Ev pêvajo de þerê "birakujî" derbeyek mezin moral û bawerîya gelê Kurd û pêþketina Kurdistana azad xist.Ji ber ku li Kurdistan azad wekî Kurdistan Bakur "girtin" tune bu lewma jî rewþa rojnamegerîya Kurdistan baþur wekî bakur bi girtin,kuþtin û ji nû ve vebûnên re ne tijîye.Li Kurdistana baþur weþanvanî de profesyonelî pêþket û kovar û rojnameyên curbecur hat derxistin.Kovarên tenduristî,siruþtî,wêjeyî,musîkî,çandî,hunerî,wênekeþî,erdnîgarî,zanistî,nuçeyî,werziþî û hwd... Piþtî azadîya beþekê Kurdistan baþur rojname û kovarên wekî "Alay þoreþ","Baban","Bûn","Demokrasî","Êsta","Gazî","Gelawejî Nwê","Gulan","Karwan,"Serab","Serboxoî(oragana Partî Serboxoî Dîmukratî Kurdistan),"Wêran","Raman","Rûnakî" dest bi weþanê kiribun.Piþtre roj bi roj kovar û rojnameyên nû dest bi weþanê kirin.Ji ber ku hejmarên wan gelekin ezê tenênav û salên wan bidim.Her yek bi serê xwe di pêþxistina çand,huner,muzîk,edebîyat,hestên neteweyî,modernîzasyona Kurdistan,dîplomasî û pêþxistina civaka Kurdî de cihêkî girîng girtine.



Weþanên ku heta salên 2000î li Kurdistana Baþur derketine
• Kovara Karwan bo zanistî mirovayetî(1990),
• Rojnama Alay azadî(1991)
• Kovara Edebî kirêkar(1991)
• Rojnama Aborî-Hewlêr-(1992)
• Bilawkirawey Encûmenî Niþtimanî Kurdistan-Hewlêr-(1992)
• Kovara Alternatif(1993)
• Rojnama Mafnas(1991)
• Kovara Newroz-Duhok-(1992)
• Rojnama Werziþ û lawan(1992)
• Kovara Berhemî bawer(1992)
• Rojnama Pale-Raniye-(1992)
• Rojnama Parêzgaran(1992)
• Kovara Sînema(1992)
• Kovara Nojdar(1992)
• Kovara Peyamî wergêr(1992)
• Kovara Mehabad-Duhok-(1992)
• Kovara Perîsitan(1993)
• Kovara Çeleng-Zaxo-(1992)
• Rojnama Dengê Mirov,Hewlêr
• Kovara Dengê Zana(1993)
• Bilawkirawey Dengî kirêkaran(1993)
• Bilawkirawey dengî zanko-Suleymanî-(1993)
• Kovara Riwangey cîhan(1992)
• Rojnama Rizgarî(1993)
• Rojnama Serhildan-Duhok-,Kovara Kazêwe(1994)
• Rojnama Emro(1994),Kovara Cemawer-Helebçe-(1994)
• Kovara Peyv(1995),Rojanama Ayinde(1996)
• Kovara Ayind(1997)
• Kovara Bizava pala(1998),Kovara Peyv(1997)
• Kovara Pêla serbest
• Bilawkirawey Tekan,Kovara Dengêk(1996)
• Kovara Dozinewe(1997)
• Kovara Dengê xondevan-Duhok-
• Kovara Kildanî-Duhok-(1999)
• Rojnama Rêgay dîmokrasî(1998)
• Kovara Nivar-Suleymanî-(1998)
• Kovara Roþenbîrî kildanî(1999)
• Kovara Serdem(1999)
• Kovara Serê rê(2000),Kovara Huner
• Rojnama Awedanî(1991)
• Kovara Ezmûn (1991)
• Kovara azadî-Silêmanî-(1991)
• Kovara Aborî û komel-Silêmanî-(1992)
• Kovara Kelepûrî kurd(1992)
• Rojnama Babe gurgur-Kerkuk-(1991)
• Kovara Nûxazî(1991)
• Rojnama Bopêþewe(1992)
• Rojnama Hewlêr(1992)
• Kovara Beyan-Kerkuk-1992,Kovara Belên(1992)
• Kovara Pirone-Kerkuk-(1992)
• Kovara Senger
• Bilawkirawey Þepol(1992),
• Kovara Þebeng(1992),Kovara Þaristaniyet(1992)
• Rojnama Perlemana Kurdistan(1992)
• Kovara Meþixel(1992),Kovara Piþtgîrî(1992)
• Rojnama Peyman-Duhok-(1994)
• Kovara Çermû-Çemçemal-(1992)
• Bilawkirawey Dengî kirêkaran-Duhok-(1992)
• Kovara Heng(1993)
• Kovara Derwaze-Raniye-(1992)
• KovaraDiwaroj(1994),Rojnama Dahênan
• Kovara Pênîsans(1993),Rojnama Rêgay Rencderan-Duhok-(1993)
• Kovara Jîn(1993),Kovara Jîyar-Duhok-(1993)
• Rojnama Alay Hilbijartin(1994),Kovara Aþtî(1994)
• Kovara Ezmir-Helebça-(1995),Kovara Pêþmerge(1995)
• Kovara Eþkeft,Kovara Awat û Hêvî(1998)
• Kovara Avêsta-Duhok-(1998),Rojnama Behra(1998)
• Belavoka Pale-Duhok-(1998),Kovara Peyrew(1998)
• Bilawkirawey Taman,Kovara Tûeþûî zanistxiwazan(1998)
• Kovara Duhok(1997),Kovara Dicle(1998)
• Kovara Diyalog(1998),Rojnama Dengî qela(1999)
• Kovara Dengvedan-Zaxo-1997,Belavoka Dengê pîroz(1998)
• Rojnama Raperîn(1997),Kovara Rêbazî çandî(1998)
• Kovara Qelay Hewlêr(1998),Kovara Namey akrê-Akrê-(1998)
• Kovara Hamûn-Koye-(1998),Rojnama Rêberî pêþmerge
• Bilawkirawey Rojnamenûs(1999)
• Rojnama Rojnamewanî(2000),Kovara Jîyar-Duhok-
• Kovara Senterî lêkolînewey sitratîcî(2000)
û gelek kovar û rojnameyên din jî heye nivîsandina navên wan zehmete li Kurdistana azad hatîye derxistin.
Li Kurdistana rojhilat jî gelek kovar û rojname derketîye.Hinek wana ewin.Rojnama Auyer-Sine-(1997),Kovara Rewandiz-Rewandiz-(1996),Rojnama Þehade...
Hin kovar û rojnameyên ku di salên 90î de li Kurdistana Surîye derketine. Kovara Aso (1992),Rojnama Xwendevan(1997),Rojnama Deng(1995)...


Rojnamegeriya kurdî ya derwey welat

Gelek kovar û rojnameyên Kurdî li derwey Kurdistanê jî derketîye lê çerçoveya ev nivîsê de nînin,çunke ên ku qet nakevin hundirê Kurdistanê zêde sûda wan tuneye.Ez dîsa jî navê hinek wan didim.
Rojnama Rêya teze,Erîvan, 1930
Rojnama Kurdistan,Azirbeycan, 1947
Kovara Kurdistan,Ingeltere, 1958
Kovara Kurd, USA,1963
Rojnama Bangî Kajîk,Berlîn, 1968
Kovara Pêþmerge,Finland, 1974
Kovara Kolnedan,London, 1976
Rojnama Armanc,Swêd, 1979
Kovara Belavok,Swêd, 1979
Kovara Rizgariya Kurdistan,Swêd, 1979
Rojnama Barzan,USA, 1981
Kovara Berbang,Swêd, 1982
Kovara Bangî Kurdistan,Hungarya, 1982
Rojnama Berxwedan,Swêd, 1983
Kovara Berbangî Kurdistan,Swêd, 1984
Kovara Helebçe,USA, 1986
Kovara Berhem,Swêd, 1987
Kovara Bingeh,Frankfurt, 1988
Kovara Peyvînuiê,London, 1991
Kovara Bangî rastî,London, 1991
Kovara Aware,Holenda, 1992
Kovara Dîdar,Swêd, 1992
Kovara Penaberîkurd,Pakistan, 1991
Kovara Kilawrojene,Pakistan, 1991
Kovara Çanda gel,Beyrût, 1991
Kovara Kurd,Kazaxistan, 1992
Kovara Gelavêje,Gurcistan
Kovara Roj,Swêd, 1993
Kovara Raperîn,USA, 1993
Kovara Dengî Gel,USA û Keneda, 1982
Bilawkirawey Dengî kurd,Finlenda, 1994
Kovara Çira,Swêd, 1995
Kovara Helwest,Swêd, 1995
Kovara Jîndan,Swêd, 1996
Kovara Nûdem Werger,Swêd, 1996
Kovara Rojbaþ,Swêd, 1996
Kovara dengubasî Kurdistan, 1996
Kovara Avaþîn,Stokholm, 1996
Kovara Agahdarî,Brusel, 1996
Rojnama Zayele,Darmstadt (Elmanya), 1996
Kovara Peyam,London, 1997
Kovara Însîyatîf,Swêd, 1997
Kovara Çiwarçira,Yogoslavya, 1998
Bilawkirawey Awedanî,London, 1998
Kovara Helale,Nürnberg (Elmanya), 1998
Kovara Pênûs,Elmanya, 1999

Rojnamegerî û mediyaya kurdî ya îroyîn

Piþtî destpêka salên 2000î wekî hemî Cîhan,Kurdistan jî xwe guhert.Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye,hin jî ne yekbuyîye.Lê gelê Kurd li gel hemu þaþitî û xete yên xwe,niha asta geþepêdan de ye.Tevgera netewîya Kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe.Teknolojî di leha xalkê Kurd de pêþdikeve.Kurd nêzî hev dibe.Buyerake li Hewlêr an Qamiþlo,Amed an jî Mehabad dikare Kurdên hemû perçeyê rake ser pîyan.Di vê tiþtî de bandora herî mezin bi pêþketina teknolojî û livdarbuna hiþmendîya neteweyî gelê Kurde.Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya Kurd ne gengaze.Kêþeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd de bibe egera sar bûyînê.Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê.Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname,bi dehan tv û radyo,bi sedan kovar,bi hezaran jî malper hene.Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar,belawok û rojnameyên kurdî derketîye. Li Kurdistana Azad wekî GULAN,XAK,SERDEM,RESEN,DUHOK grubên medya jî mewcûde.


Copyright © by www.ciwanenazadiye.com Hemû mafên bikaranînê parastî ne.




Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2005-08-23 (3472 kez okundu)

[ Geri ]
Kakþar Oremar
Kakþar Oremar1ê Gulanê û Rewþa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Baþûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüþünceler Yaþamý Yönlendirir ve Yaþananlar Sanata Yansýr.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Baþkaný Sizce kim Olmalý?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuðluk
Akýn Birdal
Sýrrý Sakýk
Selahattin Demirtaþ
Mahmut Alýnak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 26

CÝWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 2.144 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.