Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katýlýn

Admin: 0 / 13
Üyeler: 19 / 55286
Ziyaretçiler: 388
Bugün: 9 / Dün: 27

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Önderlik

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için
Temalar

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarýmýz
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Çar Þehîd: Nîþan û Sembola Têkoþîna Neteweyî


Di rûpelên dîroka kurdan de rûpelên þanaziyê hene. Gelê kurd bi wan rûpelan serbilind bûye. Hêviyên azadiyê bi wan rojan geþtir bûne û gelê kurd berê xwe daye wan hêviyan ber bi pêþerojê serbilind meþiyaye. Kakþar Oremar ji wan rojan rûpeleke dîrokî amade kiriye. Em jî wê rûpela dîrokî pêþkêþî we xwendevanên Azadiya Welat dikin.



Lehengên kurd berz û bilind in
Berî demekê navê serleþkerekî alman di TV û rojnameyên alman de pir bala min kiþand ser xwe: Claus von Stauffenberg… Di çavên almanan de ew demekê xayîn dihat hesibandin, lê piþtre ew bi armancên wî yên pîroz hesiyan!

Di salnameya almanan de her salê 20’ê hezîranê roja berxwedana neteweya alman a li dijî totalîter û dîktatoriya Adolf Hîtler e. Roja 20 hezîranê sala 1944’an bû. Þerê cîhanê yê duyemîn hê germ bû. Saet 12.45’an civîneke payebilindên artêþa Naziyan bi Hîtler re dihat lidarxistin. Claus von Stauffenberg serhengekî artêþê bû. Bi çend hevalên xwe re di “Tevgera Berxwedana Alman” de li para leþkerî endam bû. Di þer de mirovekî zîrek bû. Destê xwe yê rastê, çavek û du tiliyên destê xwe yê çepê ji winda kiribûn. Lê demek bû ku dizanî þer tiþtekî bêfeyde ye û welatê wan wêran kiriye. Ji ber wê jî bi hin hevalên xwe re ket wê fikrê ku li dijî dîktatorê mezin Adolf Hîtler karekî bikin ku ew bê kuþtin. Ji wan re xala herî girîng ev bû ku ew bi hemû cîhanê bidin xuyakirin ku alman tenê ji Hîtler û nasyonal sosyalistan pêk nayên.

Berê jî gelek kesan armanceke wiha dabûn ber xwe, lê bi ser neketibûn. Wê rojê Claus çantekî tijî TNT û tiþtên teqînê bi xwe re biribû cihê pêkanîna civînê li qerargeha Hîtler li Pirosê. Di wê teqînê de çend beþdarên civînê hatin kuþtin û birîndar bûn, lê Hîtler bi sivikî birîndar bibû. Roja 21’ê hezîranê Claus ji aliyê naziyan ve hat girtin û piþtî îþkenceyên giran, hat tîrbarankirin.

Ger ew di vê çalakiya xwe de bi ser ketana, helbet mesîrê dîroka cîhanê jî dê ber bi riyeke din ve biçûya. Bi vê re dîsa îro em dibînin ku nav û navdariya serleþkerê almanî Claus von Stauffenberg gihiþtiye sînorên Holywoodê jî.

Ew îro bûye xwediyê paþnavê, “Kurê qehreman û mezinê gelê Alman”. Taybetmendiya kesên ku di wê berxwedana dîrokî de beþdarî kirin di vir de ye ku wan karî bi ser tirsa xwe de pîroz bibin û berpirsyartiya ku ji wan re hatibû destnîþankirin, bipejirînin. Her çend dizanîn ku sîstema totalîter bi awayê herî giran li dijî kar û ramaneke wiha disekine jî lê wan hemû tiþt bi dil û can pejirandibûn. Di encamê de bi xebateke wiha dîrokî, wan karîn ruhekî nû û tijî hisên azadîxwaziyê di nava dijberên nazîzmê de biafirînin an jî dubare wê ruhiyetê bi dest bixin.

Gelo niha bi vê destpêkê re ez dixwazim ji we bipirsim ka di nava me kurdan de çend kes an jî qehremanên mîna Claus von Stauffenberg hebûne? Ev destpêk tenê ji bo vê meremê bû û bes.

Niha jî fermo jiyana çend qehremanên kurdan bixwînin ku ger karê wan di qiyasa fedakariyên serleþkerên almanî de bê pîvandin, qehremanên me yên neteweyî ji yên neteweyên din zêdetir, mezintir û heta dikarim bêjim fedakartir in jî.


BER BI MEHABADÊ

Ji sala 1941´an heta 1946´an Mehebad bibû qiblegeha wan kurdên ku bi evîna serxwebûna Kurdistanê dijiyan. Pênc sal bû ku pareke axa rojhilatê Kurdistanê di destê kurdan de bû. Di 22’yê rêbendana 1946’an de komara Kurdistanê hat avakrin. Ji Baþûr, Bakur, Rojava û kurdên Qafqasyayê gelek kesan xwe gihandibûn Mehabadê. Hemû armanca wan xizmetkirin bû ku wê hêlîna nû çêkirî ji êrîþên neyaran biparêzin. Xweziya hezar salan pêk hatibû.

Di rewþeke wiha de çend þoreþgerên kurd ji nav artêþa Iraqê gihîþtin hev û ber bi Mehabadê ve meþiyan:

1. Sergurd (1) Izzet Ebdulezîz (2),
2. Sergurd Mistefa Xoþnaw (3)
3. Sergurd Xeyrullah Ebdulkerîm (4)
4. Serwan Mihemed Mehmûd Qodisî (5)
5. Serwan Seyîd Ezîz Þemzînî (6)
6. Serheng Mîr Hac Akreyî (7)
7. Sergurd M. E. Rewandizî
8. Sergurd Celal Emînbeg Mehmûdbeg (8)
9. Nûrî Ehmed Teha (9)
10. Heme Salih Feqê Mihemed Jajlî (10)
11. Ebdulrehman Teyîb Miftî Amêdî (11)
12. Segurd Babekir Axay Hewêzî û çend kesên din her yekî bi riyekê xwe gihandin paytextê (Mehabad) komara Kurdistanê.

Li wir di perwerdekirina artêþa kurdan a nûdamezirayî de mil bi milê general Mistefa Barzanî, general Mihemed Hûsênxanê Sêyfê Qazî û serheng Mihemed Nanwazade, dest bi xebateke bingehîn û berfireh kirin. Hinek ji wan hê berî wê jî li baþûrê Kurdistanê hem endamên rêxistina siyasî ya bi navê Hîwa (12) bûn û hem jî bi awayekî nihînî bi þoreþa Mistefa Barzanî re kar û xebatên rêxistinî dikirin. Wan tevan jî di çaxê komara Kurdistanê de xizmet û roleke berçav di nava gel de dan meþandin. Giranî û îtibara hikûmeta kurdan bi hebûna mirovên wiha re bilindtir dixuya. Çimkî wan hemû tecrube, pisporî û zanyariyên xwe xistine xizmeta wê hindê ku bingeha artêþeke milî darijînin.

Bi vê re armanc ew bû ku bikaribin sînorên komarê ji êrîþa artêþa dagîrker a Îranê biparêzin. Mistefa Xoþnaw û Mihemed Mehmûd mîna þêwirmendên karê leþkerî dest bi kar bûn û serleþkerên din jî her yekî fermandariya hêzeke kurdên baþûrê Kurdistanê pejirandin. Bi dilgermî û evîneke germ karê wan bê dem û dawî dimeþiya. Mandîbûn û westiyan li ba wan bêwate bû. Ew baþ bi rastiyekê hesiyabûn: Mezintirîn derfeta dîrokî ji kurdan re afirîbû ku binêþê dîwarê kiyaneke serbixwe baþ çêbikin. Ew bi þev û roj bê kar nedisekinîn, demeke kurt jî vala derbas nedikirin. Di hemû eniyên: fêrkarî, provên serbazî (teorî û pratîk), þîretên kurdayetiyê, bilindkirina sewiya rewþenbîriya gel, nasandina dîroka Kurdistanê, encama xiyanet û rûreþiya li hemberî doza Kurdistanê û hwd. ew mijûlî wezîfeyên wan bûn. Ew tev bi tewaziyeke mezin her tim di nava gel de bûn.

Yanzdeh meh û çend roj ji temenê pir barê komarê derbas nebibûn ku Sovyet û dewleta Îranê li hev hatin û her du komarên Kurdistan û Azerbaycanê kirin qurbana berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî. Bi vê re êdî li her du aliyên Kurdistanê îranî û iraqî jî ketin nêçîra kurdên azadîxwaz. Îdam û girtina siyasetmedar û þervanên kurdan êdî ji wan re bibû karekî rojane.
 

 

Di rûpelên dîroka kurdan de rûpelên þanaziyê hene. Gelê kurd bi wan rûpelan serbilind bûye. Hêviyên azadiyê bi wan rojan geþtir bûne û gelê kurd berê xwe daye wan hêviyan ber bi pêþerojê serbilind meþiyaye. Kakþar Oremar ji wan rojan rûpeleke dîrokî amade kiriye. Em jî wê rûpela dîrokî pêþkêþî we xwendevanên Azadiya Welat dikin.




Serleþkerên kurd û dîdara dawiyê bi Pêþewa Qazî re…

Bi têkçûna komara Kurdistanê re, serleþkerên kurd jî mîna hezaran kurdên din ji rojhilatê Kurdistanê derketin. Wan bi cîhaneke tijî xwezî û hesret berê xwe dabûn Mehabadê. Hêlîna ku ketibû ber xezeb û êrîþa artêþa xwînrêj a þahenþahî û mixabin hinek kurdên xayîn jî ketibûn pêþberî wan. Xiyaneta ku dubare û sedbare dibû, vê carê jî rûçikê xwe yê gemar û kirêt di nava hinek axa û eþîretên kurdan de da aþkerakirin. Dema ew mêrxas ji Mehabadê dûr diketin, dizanîn ku ber bi qedereke nediyar ve dimeþin. Bi hezar hesretên di dil de mayî, bo cara dawiyê çûn cem serokomarê Kurdistanê (Pêþewa Qazî Mihemed) û bi çavên tijî hêsir xatirê xwe jê xwestin. Pêþewa mîna bavekî dilovan ji wan re wiha got “Ezîzên min, me teva bi zanebûn ev rê ji xwe re hilbijart. Ev alî an jî aliyê din, her dera vê axê jî welatê me ye. Niha kes nizane ka çi dê bi serê me bê, lê ez ne poþman im. Qeder çi dibe bila bi xêr bê, ez ji hemû tiþtan re amade me, lê ne gelê xwe bi tenê dihêlim û ne jî soz û biryarên xwe jî bîr dikim… Ez qet qencî, mêranî û fedakariyên we ji bîr nakim…” Êdî ew dîdara wan a herî dawiyê bû.
BER BI SÊDARÊ
Piþtî çend mehan þerên li dijî artêþa Îranê, wan jî bi koma Barzaniyan re xwe gihandin sînor û li wir bûn du bir: Izzet Ebdulezîz, Mistefa Xoþnaw, Mihemed Mehmûd Qodisî û Xeyrullah Ebdulkerîm ber bi Iraqê ve çûn û yên din jî nexwestin ku xwe teslîmî rayedarên iraqî bikin. Sedem jî ew bû ku dadgeha leþkerî hê li sala 1945’an hukmê îdama çend serleþkerên kurd ku ji nava artêþê reviyabûn, dabû diyarkirin. Navê wan her çar serleþkerên navborî jî di wê lîstê de hebû.
Lê piþtre bi sedema ku dewleta Iraqê efûyeke giþtî ji hemû kurdan re dabû, ew jî tevli Þêx Ehmed Barzanî û kurdên din vegeriyan Iraqê. Beriya wê Mistefa Barzanî, Þêx Ehmedê Barzanî û efserên kurd bi hev re civînek çêkirin. Hinekan xwestin tev bi hev re xwe teslîmî rayedarên hikûmetê bikin, lê Barzanî û Mîrhac di wê baweriyê de bûn ku: “Dema sîleh û çekên wan hene, çima xwe teslîm bikin”.

Roj bi roj zexta her sê dewletên Îran, Iraq û Tirkiyeyê li ser wan zêdetir dibû. Zêdebariya van arêþeyan eþîretên xwefiroþ jî bi fîta dewleta navendiya Iraqê li derfetekê digeriyan ku þerê hêzên Barzanî bikin. Rewþeke wiha bû sedem ku ew bûn du par. Di 6’ê gulana 1947’an de Þêx Ehmed, çar efserên kurd û jin-zarokan xwe teslîmî hêzên artêþa Iraqê yên di bin serokatiya Elî Hicazî de kirin. Lê dewleta padiþahî li Iraqê bo tirsandina kurdên di nava artêþê de, çar efser ji kurdên Barzanî cuda kirin. Roja pêncþemê 19’ê hezîrana 1947’an, her çar serleþkerên navborî hatin îdamkirin. Þêx Ehmed û kesên derdora wî jî ne tenê nehatin efûnekirin, belkî bi awayekî dûr ji hurmeta pêwîst tev ber bi bajarên Nasiriye, Hile, Besre û Kerbela sirgûn û zindanî kirin.

Termê çar serleþkerên kurd þandin Silêmaniyê, Amêdî û Hewlêrê. Gel bi hezar hesretan ew hembêz kirin û mesaja ku dan rayedarên hikûmetê ew bû ku: ”Þehîdên doza Kurdistanê di dilê me de ne û nayên jibîrkirin…”
WESIYETA DAWIYÊ:
14 saet beriya ku ew þerbeta þehadetê vexwin, Mihemed Mehmûd Qodisî piþtî þêwra bi hevalên xwe re pênûs girt destê xwe û wiha nivîsî:

“18’ê hezîrana 1947’an
Ji aliyê þehîdên riya welat ve
Ji aliyê Izzet Ebdulezîz, Mistefa Xoþnaw, Xeyrullah Ebdulkerîm û Mihemed Mehmûd
Ji bo gelê kurd yê pak (necîb)
ev wesiyetname saetek beriya hukmê îdamê hatiye nivîsandin.
Gelî bira!
Ji jiyan û qeydên kedxwariyê, ji nivîsîna vê namê tenê 14 saet ji temenê me mane ku ji dava werîsê kedxwariyê rizgar bibin û bigihên cîhana azad û ruhê me bigihê ruhê paqija þehîdên riya welatê me Kurdistanê.

Gelî bira!
Em xwe bextewar dizanin ku li hemberî wacib û wezîfeyên neteweyî qet paþde nemayin. Tenê þîreta me ew e ku ciwan û niþtîmanperwerên kurd, ruhê yekîtî û hevgirtinê di navbera xwe de bi hêz û li ber çavan bigirin û ji bo þikestina nîrê kedxwariyê û rizgariya hemû gelekî mezlûm bêcudatî, xebatê bikin.

Gelî bira!
Dijminê nezanînê bin, bi hemû hêza xwe þerê cehaletê bikin û nekevin pey nezanînê. Em nîþan û sembola têkoþîna neteweyî û gelê kurd di sala 1947’an de ne. Ew birayên me ku dijîn, ji riya þerefê re dijîn û bi piþtevaniya Xwedayê mezin gelê rizgar bibe.

Gelî bira!
Hatina jêr sêdara îdamê ne ji ber bê hêzî û dudiliyê bû ku em têkoþînê berdewam nekin, belkî mîna leþkerekî azad heta hêza xwe ya dawiyê em xebitîn heta em gihîþtine vê encamê. Ber bi yekîtî û azadiyê ve, bijî kurd, bijî Kurdistan.”


GOTINÊN BERIYA ÎDAMÊ
Sibeha pêncþema 19’ê hezîranê Izzet Ebdulezîz anîn jêr sêdara îdamê. Ew bi dengekî bilind wiha qîriya: “Þîreta min a dawiyê ji gelê kurd re ew e ku riya min daye ber xwe, ew jî wê rê bidomînin. Ji mirovan re mirin di riya bextewerî û kameraniya gel de mezintirîn û þanaziya herî bilind e”

Piþtre Mistefa Xoþnaw ber bi darê îdamê ve anîn. Bi îrade û hêza ku di hilanîna pêngavên wî de dihat dîtin, wiha axivî: “Dara azadiya gelan bi xwînê tê avdan. Bila xwîna min jî dilopek be ji wê xwînê bo azadiya Iraq û gelê kurd. Bijî kurd û Kurdistan, bijî azadî û demokrasî…”.

Kesê sêyemîn Xeyrulah Ebdulkerîm bû. Di wê sibeha ku rojê hêdî-hêdî germahiya xwe dida erdê, hezar hêvî di çavên wî de xuyabûn. Lê êdî dizanî ku saetên jiyana wî yên dawiyê ne. Bêtirs û lerz wiha got: “Kedxwar û xulamên kedxwaran! Dikarin min û sedan kesên mîna min bikujin, lê nikarin 12 milyon kurd û bi milyonan mirovên azadîxwaz di cîhanê de, ji holê rakin…”

Êdî rêza wan tekmîl dibû. Mihemed Mehmûd Qodisî jî ber bi sêdarê ve birin. Mêraniya kurdan a klasîk di reng û rûyê wî de diyar bû. Weke diçe rêvîngiya riyeke pîroz. Bi kenekî sivik û tijî hezar wate, bi dengekî tijî hêz,dema ku þerîd dixistin stûyê wî, wiha axivî: “Dema ku ji mirov re mimkûn be, mirin di riya welat de tiþtê herî xweþ û þirîn e. Roja hatina dinê me jî xweziyeke wiha hebû ku di riya azadiya kurd û Kurdistanê de, riya bextewerî û kameraniya neteweyên din canê xwe feda bikin.”

Belê… wiha bû ku ew bûn navên nemir. Helbest û stran li ser wan hatin gotin. Bûn qehremanên roman û çîrokên nivîskaran û îro jî tirba wan a pak bûye ziyaretgeha xwendevanên riya azadî û mirovheziyê.
 

Bi vî awayî em dibînin ku ew her çar mêrxas bi awayekî gelek dilsozane þîreta li kurdan dikin ku bawerî û îmana xwe ya ji bo rizgariya kurd û Kurdistanê tu carî winda nekin. Nameyên wan tijî þîretên dilsozane û kurdeheziyê ne.


Piþtî 14 saetan ew bêyî ku îzna çavgirêdanê bidine dijmin, bi îradeyeke paladîn pêngavên ber bi sêdarê ve hilanîn. Bi dirûþma: “Bijî Kurd û Kurdistanê” kinfa darê îdamê þidiya.
19’ê hezîranê li ser hejmara karwanê þehîdên doza Kurdistanê çar serkêþên din jî zêde bûn. Ew çûn, lê di nava kurdan de kultûreke nû afirandin: Kultûra fedakariyê. Çimkî ji wan re xizmeta ji bo doza kurd û Kurdistanê ji pile û rutbeyên di nava artêþa neyaran de pir pîroztir bûn. Jiyan jî kêm-zêde rojekê tê dawiyê û þehadeta di riya welat de jî mezintirîn þeref û ji xwe re tiþtekî mezin dihesibandin.


KEDA WAN PÛÇ NEBÛ
Xwezî û hesretên wan mêrxasên mezin îro li pareke Kurdistanê cih bi cih bûne, li pareke din jî keç û xort bûne gerîla û bi þêweyên partîzanî û taktîkên artêþeke nûjen þerê înkargerên kemalîst dikin.
60 sal derbas bûn, navê Izzet Ebdulezîz, Mistefa Xoþnaw, Serwan Mihemed Mehmûd Qodisî û Sergurd Xeyrullah Ebdulkerîm hê jî di nava 45 milyon kurd û hemû mirovên azadîxwaz de zindî ye, lê ne rejîma padiþahî, ne Ebdulselam û Arif û ne jî Sedamê dîktator di dîroka mirovahiyê de mane û ne jî mirovên xweþnav in. Îro bi milyonan Îzzet, Mistefa û… li Kurdistanê hene. Ew ala ku rojekê li bajar, gund û çiyayên pareke rojhilatê Kurdistanê li her derê dihat dîtin, niha li baþûrê Kurdistanê di destê her kurdekî de heye. Ew ala rengîn ku heta niha di oxira wê de bi sedhezaran kurd þehîd bûne, îro tîrêjên roja wê li her derê dibiriqin.

Çavkanî û jêrenivîs:
1. Pileya Sergurdiyê di nava artêþ de ji wî kesî re tê dayîn ku hezar kes di bin fermana wî de ne.
2. Jê re Reyîs Îzzet Ebdulezîz jî dihat gotin. Li London xwendina xwe ya leþkeriyê bi dawî anîbû. Dixwest bi Sanihe xanima keça dîrokzanê Kurd Emîn Zekî beg re bizewice. Di çaxê komarê de fermandarê eniya Seqiz bû.
3. Mistefa Xoþnav sala 1910’an hatibû dinyê. Di çaxê komarê de bi çil kes ji þervanên Barzanî re mîna qehremanê þerê Mameþa dihat naskirin. Çimkî di wî þerî de leþkerekî Îranê þikandin. Îzzet xurtekî zîrek û netirs bû û heta li hemberî gotinên rêberê Me’newiyê Barzaniyan Þêx Ehmed Barzanî jî bêdeng nedima.
4. Xeyrullah Ebdulkerîm: Bavê wî kurd û dayika wî jî ji bajarê Mûsilê bû. Di çaxê komarê de efser û xortekî gelek dilsoz û fedakar bû. Ji ber sedemên tenduristiyê (nexweþiya sîngê) xwe teslîmî hêzên Iraqî kir.
5. Serwan Mihemed Mehmûd Qodisî: Efserekî yek stêrikî bû, li ser karê xwarina leþkerê komarê disekinî. Li Mehabadê zewicî. Di hevalbendiyê de dostekî gelek bi wefa û ji hevalbendiya rastîn re pir hez dikir.
6. Serwan Seyîd Ebdulezîz Þemzînî (1918 Mûsil _ 14. 03. 1999 Urmiye), kurê Seyîd Ebdulah Efendî û neviyê Þêx Ebdulqadirê Geylanî bû. Di jiyana xwe de gelek zehmetî kiþandin, lê qet xwe ji doza kurdayetiyê dûr nexist. Rehîm Qazî (nivîskarê romana Pêþmerge Dr. Rehîm Qazî (1925 Mehabad_ 09.05.1991 Bako) ji malbata Qaziyên Mehabadê û kurê Sêfulquzat bû. Ew herdu û çendîn kesên din di sala 1946’an de ji bo xwendina bilind bi destûra Qazî Mihemed çûbûn Sovyetistanê.
7. Serheng Mîr Hac Akreyî: Di artêþê de xwediyê sê stêrkan bû. Niwênerê nemir Mistefa Barzanî bû. Mirovekî sirdar bû û zû ya dilê xwe ji her kesî re eyan nedikir. Li Akirê di hejarî û nedariyê de mezin bibû. Piþtî têkçûna komarê xwe teslîmî rayedarên Iraqê nekir û bi Barzanî re çû Sovyetistanê. Di sala 1958’an de bi Mistefa Barzanî re hat Qahîrê û di hevdîtinên bi Cemal Ebdulnasir re amade bû. Bi hevala xwe ya li Akirê re zewicî ku 12 salan li benda wî mabû. Piþtî vegera ji Sovyetistanê êdî xwe tevli karên siyasî û têkeliya kesî nekir. Heta dawiya jiyana xwe li Bexdayê dijî.
8. Celal Emînbeg: Efserekî xwedî du stêrkan û topavêj bû. Di çaxê komarê de pileya mayoriyê danê. Li pey þikesta komarê dixwest vegere Baþûr, lê ji aliyê îraniyan ve hat girtin û ew birin Tehranê. Piþtî çend salan bi peymana ku di navbera her du dewletên Îran û Iraqê de hat girêdan, ew û efserên Îranî (Tefrîþyan û hevalên wî) bi hev re guherandin. Demekê di girtîgehê de bû û bi hevkariya Þêx Mehmûdê Berzencî ji îdamê rizgar bû. Di 28’ê gulana 2005’an de di temenê 94 saliyê de wefat kir.
9. Nûrî Teha: Di artêþê de xwediyê du stêrkan bû. Li Mehabadê pileya mayoriyê danê. Beriya wê li baþûrê Kurdistanê bi Necîbe Xale Ebde re zewicîbû. Vegera wî ya ber bi Iraqê ji ber sedemên malbatî bû. Çend salan di zindanê de ma, di riya armanc û ramanên xwe de gelek der bi derî û îþkence kiþandin. Mirovekî kurdperwer û wefadar bû. Di 3’ê avrêla 1991’an de li baþûrê Kurdistanê wefat kir.
10. Heme Salih Feqê Mihemed Jajilî: Efserê endazyar û di çaxê komara Kurdistanê de pileya mayoriyê jê re hat pêþkêþkirin. Carekê bi sedemeke nediyar guleyek lêxistin û heta roja îro jî kes nizane sedema karekî wiha çi bû.
11. Ebdulrehman Teyîb Muftî Amêdî: Efserekî fedakar û bi Barzanî re tevli komara Kurdistanê bû. Piþtî þikesta komarê xwe teslîmî Iraqê nekir û bi karwanê Barzaniyan re ber bi Sovyetistanê çû. Di sala 1958’an bi Barzanî re vegeriya Kurdistanê.
12. Hîwa rêxistineke siyasî bû ku beriya þoreþa Mistefa Barzanî li baþûrê Kurdistanê di nava çîna rewþenbîr û malmezinên kurdan de aktîf bû. Serokê rêxistinê mamosta Refîq Hilmî bû ku nasyonalîstekî gelek tund bû.
13. Jêder û çavkanî:
a. Hevpeyvîn bi Dr. Ebdulezîz Þemzînî, Mîna Qazî, Izzetbeg Dergeleyî, Zirar Dergeleyî û mamosta Selah Soran re.
b. Dîroka bizavên azadîxwaziya gelê kurd (Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye). Nivîsîna: Mamosta Elaeddîn Secadî.
c. Kerîm Zend: Tomarî Temen 1.
 
KAKÞAR OREMAR





Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2007-08-09 (1971 kez okundu)

[ Geri ]
Kakþar Oremar
Kakþar Oremar1ê Gulanê û Rewþa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Baþûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüþünceler Yaþamý Yönlendirir ve Yaþananlar Sanata Yansýr.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Baþkaný Sizce kim Olmalý?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuðluk
Akýn Birdal
Sýrrý Sakýk
Selahattin Demirtaþ
Mahmut Alýnak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 23

CÝWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.058 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.