Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katılın

Admin: 0 / 13
Üyeler: 18 / 55347
Ziyaretçiler: 371
Bugün: 1 / Dün: 30

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Şifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ı tanıyalım
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Şehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüşme Notları
Kitapları
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazıları

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Sanatçılar
Şehitler

Şehitler Köşesi
Mayıs Ayı Şehitleri
Haziran Ayı Şehitleri
Ekim Ayı Şehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarımız
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Qehremanê Millî: Mazlum Dogan


Qehremanê Millî: Mazlum Dogan
(1955 Dep _ 21.03. 1982 Girtîgeha Amedê)


Di rojhelata navîn da Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û netewî xwedî dîrokeke dirêj û tejî fîdakariyên mezinin. Serkêşên vê rêbaza pîroz carna lîderên mezin û carna jî qehremanên millî bûne. Ew bêtirs ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn, can dan û bi serbilindî şerbeta şehadetê vexwarin.
Mazlum Dogan ku di têkoşîna rizgariya Kurdistan da wek „Kaweyê hemdem“ hatiye binavkirin, di dîroka azadîxwaziya Kurdistanê da bi îrade û canfedayiyên xwe wek „qehremanekî netewî“ xwedî bîr û ramanên taybetî bûye. Ji ber wê jî heya roja îro rê û rêbaza ku wan li pêşberî şoreşgerên Kurdistanê vekiribû, bi germahiyeke tejî coş û evîneke mezin hê jî berdewame.
21ê Adara sala 1982an, Cih: girtîgeha leşkeriya Amedê. Di girtîgehê da xiyanet an jî teslîmkariya hinek kesan rewşa şoreşgerên Kurd ber bi xerabiyê ve dibir. Mazlum Dogan bi çalakiyeke cuda ji çalakiyên şervanên din yên azadiyê, rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê da tomar dike. Li hemebrî xiyanet, zor û şikenceyên bêdawî bi agirê canê xwe Newroz: cejina netewîya hemû gelên Arî pîroz dike. Agirê ku bi şewtandina laşê xwe pêxistibû, sal bi sal bi sal geştir û gortir bû û di dawiyê da bû agirê serhildana gel.
Di mercên dijwar û dîrokî da Mezlum bi çend hevalên weke Kemal Pîr û Xeyrî Durmoş jiyaneke nû didn kifşkirin. Rih û mejiyê wî bi îdeyên nû hatine avdan ku ew jî: avakirina Kurdistaneke demokratîk û serbixwe ye. Ji ber wê jî ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nûne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan da rûpelekî nû vediken. Canê şirîn dibexişînin lê teslîmiyetê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejiînin. Lewra ew bi dengekî binilin qêriyan: BERXWEDAN JIYAN E.
Di girtîgeha Amedê da şikenceyên giran, sivkatîya bi netewe û dîroka Kurdan, lêdan û bêedaletî tev bûn yek, lê Mazlum û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.

Kurte Jiyan Mazlum Dogan
Mezlum Dogan di sala 1955an de li gundê Taman yê girêdayî Depê li wilayeta Elezîzê li bakurê Kurdistanê di nava malbateke nîvhal xweş da hat dinê. Ji şeş xwîşik û biran: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlum û Delîl ew zarokê malê yê pêncane. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê da wek Hosata Kazim mirovekî bi dispilîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi îsrar bû ku di civakê da kesên bi kêr û bêr bin. Dayika malê Kebîre Dogan jineke zana û hertim li ser dîroka Kurdistan, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî gelê Kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya M. Dogan di nava etmosfêrekî germ û xweş da derbas bû. Ji biçûkatiyê heya temenê ciwaniyê Mazlum û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlum û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlum piştî bidawîanîna xwîndina xwe ya destpêk, navîn û lîsê çû zankoya perwerda mamostatiyê ya binavê Balikkesîrê. Piştre di sala 1974an da bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê da hat pejirandin.
Ji sala 1976an û pêde ku hêdî-hêdî agirê şoreşeke nû li bakurê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava Apoçiyan. Di dawiya sala 1976an da M.Dogan xwîndin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên PKKê da cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê da jî Mazlum bêrawestan dixwend û dixebitî.

Qedera Delîl Dogan:
Birayê Mazlum: Delîl Dogan şoreşger û hunermed, di sala 1957an da li gundê Tamanê hat dinê. Bi naskirina PKKê re bêtir bi cewherê siyaseta asîmîlasiyona rayedarên komara Tirkiyê hesiya. Ew xwedî hinek taybetmendiyên cuda, xurtekî jîr û xwedî biryar û îmana wî di serkeftina doza Kurdistanê pir zêde bû. Sala 1981an berê sibê zû mala ku Delîl têda bû ji aliyê tîmên taybet ve hatibû dorpêçkirin. Ew û dezgirtiya xwe dixwazin birevin, lê li rizgar nabain û li dervey gundê Tamanê tê şehîdkirin.

Girtin û Şikenceyên Giran
Bi berfirehbûna liv û çalakiyên PKKê re hêdî-hêdî etmosfêrê siyasî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî hat guherandin. Rêxistina Mît û generalên Tirk ku xwe weke mîrasdarên sîstema Kemalîsimê dihesibînin, li dijî endamên PKKê ketin nava tevgereke berfireh. Mazlum di 30 îlona sala 1979an da li Urfayê hat girtin û rastî şikenceyên giran hat. Lê ew li ser bîr û armancên xwe xwedî îradeyek wisa bihêze ku cinayetkarên mîna Esat Oktay jî sûsretgirtî dimînin.
Di vê rewşa herî dijwar da jî M. Dogan û hevalên xwe bi serbilindî li hemberî dagîrkeran diaxivin û armancên xwe şirove diken. Ji jiyana wan rojên giran û pêde dirûşma:” Berxwedan jiyan e” bû pareke jiyana şoreşgerên Kurd.

Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li bakurê Kurdistanê sîstemeke stemkar û hebûna Kurd û Kurdistanê jî di manîfestoya wan ya şovînîstî da yasax û xwedî derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî sûçekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xurt û hemû azadîxwaz dijiminên komara Tirkiyê ne. Sala 1980an Kenan Êvrên bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin.
21ê Adara sala 1982'an M.Dogan li girtîgeha leşkeriya Amedê bi sê darikên şixartê agir berda canê xwe û ji bo protestokirina cinayetên bêsinor û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd cejina millî ya Newrozê pîroz kir. Piştre jî di 18ê Gulana sala 1982an da Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner û Mahmut Zengîn bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnda di 14ê tîrmeha sala 1982an da her çar endamên komîta navendiya PKKê: Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çiçek û Akif Yilmaz jî dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanê şehîdên rêya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewamin, berhemê dilop-dilopên xwîna wan mêrxasanin.

Jêrder
Hevpeyvîn bi Nezaket Dogan xwîşka M. Dogan û endamên din yên malbata wan re( Dayik, Bav, Bira û Xwîşkên wî).

Amedekar: Kakşar Oremar





Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm hakları saklıdır.
Yayınlanma:: 2008-04-13 (236 kez okundu)

[ Geri ]
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütKürtçe Rock’un İkinci Kilometre Taşı: Koma Rewşen
Kakşar Oremar
Kakşar Oremar1ê Gulanê û Rewşa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Başûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüşünceler Yaşamı Yönlendirir ve Yaşananlar Sanata Yansır.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda şoreşgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Başkanı Sizce kim Olmalı?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuğluk
Akın Birdal
Sırrı Sakık
Selahattin Demirtaş
Mahmut Alınak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 28

CİWANÊN AZAD
CİWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.206 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.