Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katýlýn

Admin: 0 / 13
Üyeler: 12 / 55346
Ziyaretçiler: 401
Bugün: 0 / Dün: 30

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazýlarý

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarýmýz
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Di salvegera 110'emîn de rojnamegeriya kurdî


Rojnamegeriya kurd ku îsal 110’min salvegera xwe pîroz dike, li aliyekê destkeftiyên wekî bi dehan qenalên televîzyonê, radyo, rojname, kovar û malperên înternetê, asta vîn û bawerî yên di 110 salan de hatine bi destxistin pêþ ve dibe, li aliyê din jî ligel hemû zext û zordariyan têkoþîna parastina çanda kurdî dimeþîne. Ev asta bîr û baweriya rojnamegeriya kurd ji bo pêþerojê baweriyek mezin dide.

Rojnamegeriya kurd ji bo parastina azadî, nirx, çand û zimanê kurdî çawa 110 sal berî niha bedelên mezin dan û bû li sirgûnê bû dengê gelê xwe, niha jî bi girtina rojnameyan, vekirina bi sedan dozan, binçavkirinan, sirgûnkirin û girtina 10 rojnamegerên kurd, vê mîsyona xwe bibiryarî bicîh tîne.

Rojnamegeriya kurd ji sala 1989’an ku ji hêla Miqdad Mîdhad Bedîrxan ve bi armanca ragihandina dengê gelê kurd hate avakirin, îro jî bi heman armancê têkoþîna xwe didomîne. Bedirxan çawa armanca rojnameya Kurdistanê bi gotina, “Di dinyayê de çiqas misilman hebin di gund û bajarên hemûyan de dibistan û rojname hene, bûyerên ku li dinyayê diqewimin di wan rojnameyan de têne nivîsandin, lê mixabin ku kurd ji rojnameyan bêpar in û nizanin di dinyayê de çi diqewime gelek tiþtan winda dikin” aþkera kir, îro jî bi heman bîr û baweriyê tê domandin.

Rojnamegeriya kurd ku di demek Cemiyeta Tealî ya Kurdan belav bû û pêþengên wê ji hêla Dewleta Osmaniyan ve hatin sirgûnkirin û careke din ewrên reþ li ser gelê kurd digeriyan de bi rojnameya Kurdistan biçûk be jî wekî roniyekê li Qahîreyê tîroj da. Lê heyf û xabînet ku welatên kurdan ê bi sedsalan bêstatû bû careke din ji hêla hêzên emperyalîst ve dihat dagirkirin û pêþengên doza kurdan li gorî berjewendiyên van hêzan dihatin daliqadin, kuþtin û sirgûn kirin. Van hêzan li gorî berjewendiyên xwe bernameyek dewletên neteweyî amade kiribû, lê di nav vê bernameyê çarenûsa gelê kurd careke din wekî sirgûn, bindestî, girtin û kuþtin dihat nivîsandin.



Têkoþîn parçeyekî gelê kurd e

Di nav rewþek wiha de gelê kurdan dest ji têkoþîna xwe berneda û li gorî demê her çiqas kêm be jî di gelek qadan de hewldan ku di warê nivîsandina çarenûsa xwe de xwedî raye be. Sal çaryeka sedsalan 19’an bû, rêxistinên kurdan hem ji ber bêhêznebûna wan xwe hem jî ji ber berjewendiyên hêzên serdest hatibûn belavkirin. Bi vê yekê re wekî polîtîkayek bi sedan salan ji hêla Dewleta Osmanî ve hatî meþandin, çanteyê pêþengên kurdan di dest de û derdiketin ser riya sirgûnê. Ji xwe xerîbên van riyan nebûn. Ji ber ku di her serhildana gelê kurd de hêzên serdest, kurdên ji ber kuþtinê mayîn diþandin sirgûnê. Di van sirgûnan de berê mala Bedirxan jî ketibû welatên Ewropayê û di nav bêderfetiyên mezin de derketibûn riya xerîbiyê. Bes çiqas aliyek çarenûsa kurdan zilm û zordariya hêzên serdest be jî aliyê din jî têkoþîn e.

Ligel hemû neyîniyên li dijî gelê kurd careke din jî diviya tiþtek bihata kirin û ji ber vê yekê Miqdad Mîdhed Bedirxan bi hêviyek mezin ji bo agahdarkirina gelê kurd û pêþveçûnên di cîhanê de biryar dide ku rojnameyekê derxe. Bedîrxan ji bo derxistina rojnameyê jî hem ji ber nêzîktirbûna welat û hem jî têkiliyan cihê derxistina rojnameyê wekî Qahîreya Misirê hildibijêre. Lê li pêþiya Bedîrxan astengiyên mezin hene. Ji ber ku rojnameya derdixe li ser navê welatek bêstatûye û hatiye dagirkirin. Êdî li ber destê Mîdhed Bedîrxan derfetên malbata Berîdxan tunin û ew li sirgûnê ye. Ji ber vê yekê ji bo derxistina Kurdistanê þert û merc pir zehmetên. Bes Bedîrxan bi alîkariya têkiliyên xwe û derdora xwe bi biryarî hewl dide û di dawiyê de di warê rojnamegeriya kurdî de yekem tîrêj bi navê ‘Kurdistan’ hil dide.


'Kurdistan' li xerîbiyê

Kurdistan li ser axa xwe nehatibû derxistin û ji ber vê yekê her tim di nav gerekê de bû. Di vê serpêhatiyê de rojnameya Kurdistanê heta hejmara 6’an di bin berpirsiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan de li Qahîreya Misirê derketiye lê ji ber nexweþiya wî hejmarên din ji hêla Evdirehman Bedirxan ve heta hejmara 20’an li Cenewreya Swîsreyê derketiye. Ji hejmara 20’an û pê ve dîsa rojname vegeriyaye Misirê.

Hejmara 24’an a rojnameyê li Londona Îngilîstanê, hejmara 25’an heta hejmara 29’an li Folkstona Îngilîstanê hatine weþandin û herdu hejmarên dawîn (hejmara 30 û 31’an) dîsa li Cenewreyê hatine weþandin.

Rêwîtiya rojnamegeriyê dom kir

Lê ligel hemû dijwariyan bi Kurdistanê rêwîtiyek dest pê kiribû û wê rêwîtiyê bêwest û rawest dom dikir. Her çiqas car car bêtaqet diket jî li þûna wê an jî bi awayekî din ev têkoþîn der diçû. Piþtî rojnameya Kurdistan di 07. 11. 1918’an de li Stenbolê kovara Jîn di pêþengiya Hemzeyê Mûksî de dest bi weþanê kir. Ev kovar wekî organa nefermî ya Komeleya Pêþketina Kurdistanê bû. Yek ji kovarên ku þanenava xwe li dîroka rojnamegeriya kurdî daye û navê xwe di nava vê dîrokê de nivîsandiye jî kovara Hawarê ye.

Hejmara yekem a kovara Hawarê di 15’ê gulana 1932’yan de, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Þama Sûriyeyê bi armanca “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re felat û xweþiyê vedike” dest bi weþanê dike. Hewar di 15’ê gelavêja 1943’yan de bi hejmara 57’an alê dewir dike. Taybetiya Hawarê ya yekem ev e ku yekem car weþanek kurdî bi tîpên latînî hatiye weþandin û piþtî derketina vê kovarê tîpên latînî ku kurd hêjî bi kar tînin ketine jiyana kurdan. Kovareke din a di warê rojnamegeriya kurdî de bandor kiriye jî Ronahiye ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve di 1’ê avrêla 1942’yan de li Þamê hatiye weþandin û hejmara wê ya dawîn a hejmara 28’an di adara 1945’an de hatiye çapkirin. Kurdên Ermenistanê jî bi navê Riya Teze li Erîvanê rojnameyeke rojane bi tîpên kirîlî derxistin.

Rojnameya Welat: Kevneþopiyekê dîrokî

Rojnamegeriya kurd piþtî Kovara Ronahî demek dirêj bêdeng hate hiþtin. Di vê dema dikeve navber salên 1945 û heta salên 1985'î de hemû heviyên di warê azadiya gelê kurd de hatin birîn. Lê ligel vê tabloya reþbîn jî çiqas kêm û temenkin be jî hin kovar û rojnameyên gelê kurd ên wekî Dîcle Kaynagi, Îlerî Yurt, Dahg, Welat, Reþan Firat, hatin derxistin. Lê ji ber ku hêzeke siyasî li piþt van rojname û kovaran tunebû di demeke kin de hatin bêdengkirin. Ligel vê tabloya reþbîn bi hiþyarbûna gelê kurd di salên 1990'î di careke din rojnamegeriya kurd bi rojnameyên Yeni Ulke (1992), Welat,Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yeni Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiþ, 2000'de Yenî Gundem, Ulkede Ozgur Gundem, Wlatê Me, Azadiya Welat, kovarên Rewþen, Zend, Kovara W, Ozgur Halk, li Ewropayê Ozgur Polîtîka hem bi kurdî hem tirkî weþanê dike. di nav van de Welat, Welatê Me, herî dawî Azadiya Welat bi kurdî derdikevin. Du sal in Azadiya Welat wek rojane derdikeve. Ev rojnameyên bi kurdî derdikevin peyrewiya rojnameya Kurdistanê ya dîrokî dikin û vê kevneþopiyê didomînin. Her wiha ji bilî van rojnameyan ji bo ragihandina dengê kurdan ji Lubnanê bigire, heta Suriyeyê, Îranê, heta Ermanîstan, Rusya û gelek welatên din ên cîhanê gelek rojnamegeyên kurd kedeke bêhempa da.


Bi MED TV rewþ guherî

Rojnamegeriya kurdî niha li di salên dawî bi taybetî piþtî salên 1990’î þêwaz guhert. Li her derê ligel têkoþîna gelê kurd bû xwedî derfetên ku bi berê re nayên hevrûkirin bi dest xistin. Bi peþveçûna teknolojiyê re jî êdî niha dikare xwe bigihîne bi milyonan kurdî. Rojnamegeriya kurdî piþtî salên 1990’î kete merhaleyek din. Yekem car televîzyoneke kurdî bi navê Med Tv’yê dest bi weþanê kir û daxwazek kurdan a bi salan bi cih hat. Asîmîlasyona li ser gelê kurd bi van weþana hatin beredayî kirin û dest keftinên mezin hatin bi dest xisitn. Piþtî Med Tv’yê, Kurdistan Tv, Kurd Sat, Medya Tv, Mezoponatma Tv, herî dawî jî Zagros Tv, Rojhilat Tv, MMC Tv û gelek TV’yên din îro wekî dêvekî çapemeniyê ne.


Çember bi têkoþînê fireh bû

Tirkiyeyê salên 90’î axaftina kurdî jî qedexe bû û demekê ji bo cezakirina kesên kurdî diaxivin zagon hatibûn derxistin. Ji ber vê yekê têkoþîna li Tirkiyeyê di warê rojnamegeriya kurdî hatî dayîn bi xwe re gelek destxistin anîn. Têkoþîna bi dehan þehadetên wekî Huseyîn Denîz, Musa Anter, Medet Serhat ve hatî dayîn dîroka çarenûsa kurdan bi sirgûnê dinivîsand guherand. Vê têkoþîna bi rûmet ji demek mirov bi boneya nivîsek kurdî li cem xwe hêlayîne dihatin îþkencekirin, em ber bi demek bi dehan weþanên kurdî tên weþandin ve anîn.


Zimanê kurdî yê TRT’ê ye

Lê xalek din a herî girîng di warê rojnamegeriya kurdî de pêk hatî weþana TRT’ê bû. TRT’a dewletê ku li gorî îdolojiya fermî weþanê dike û ji roja hatî avakirin heta 9’e pûþpera 2004’an peyva “Kurd û kurdî” bi kar neanî, di encama têkoþîna gelê kurd de di 9’e pûþpera 2004’an hefteyekê carek be jî 30 seatê dest bi weþana kurdî kir. Ev weþan ji hêla kurdan û rayagiþtî ya cihanê ve wekî îflaskirina polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta tirk hate nirxandin.


Pêþveçûn bênavber didome

Rojnamegeriya kurdî niha hem di warê dîtbarî, guhdarî û nivîskî de pêþveçûna xwe didomîne. Bes astengiyên li pêþiya weþana kurdî bilî Federasyona Kurdistanê li hemû deverên din bi girtinêre û xebatkarên wan jî ji binçavkirin, girtin bigire heta kuþtinê bi gelek zextû zoriyê re rû bi rû ne. Di bin van zext û zoriyê de heta niha bi dehan xebatkar gihiþtin þehadetê, bi sedan îþkence dîtin, hatin girtin û revandin. Bi taybetî li Tirkiyeyê weþanên kurdan ji ber weþana kurdî bi pereyên mezin hatin cezakirin, hatin bombekirin, belavkirina rojnameyên kurdî hate qedexekirin.


Bi sirgûnê neqediye.....

Mîqdad Mîdhed Bedirxan 110 sal berî niha li Qahîreya Misrê bi navê Kurdistan hîmê rojnamegeriya kurdî danî. Piþtî 109 salan, li ser vî hîmê ku hatiye danîn niha bi dehan televîzyon, radyo, rojname, kovar û ajans û malperan didome. Di 110'emîn salevgera 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd de rojnamegerên kurd di bin zext û zordariyek mezin de têkoþîna bi destxistina azadiya gelê kurd û parastina nirxên di encama bedelên mezin dehatine bi destxistin dide. Rojnamegeriya kurd ku di dîrokê de têkoþîneke bêhempa daye, her tim bûye dengê gelê kurd. Dîroka bi xwîna dehan pêþengên rojnamegeriya kurd bi zerîn hatiye neqiþandin, ligel hemû zordariyan îro wekî mîrake bi hezaran salan li piþt çapemeniya kurd radiwest e. Tovê bi destê Miqdad Mîdhat Bedîrxan hatiye avêtin, li hemû deverên kurd lê dijîn aj daye û bûye dengê gel.


Bi girtîgehan neqediya

Çapemeniya kurd ku bi dayîna nêzîk 40 þehîdan serî netewand niha tê xwestin ku bi girtinê bê bêbandorkirin. Lê mîrasa 110 salan, bi hezaran girtin û binçavkirinan, bi sedan sirgûn, encama herî dawî 40 þehîd, têkoþînek bêhempan ligel her tiþtî rojnamegeriya kurd pêx dixe. Di vê têkoþînê pîrozewer de di nav vê sala dawiyê de jî rojnameyên Ozgur Gundem, Demokrasî, Bariþ, Haftalýk Bariþ di nav de di nav 8 mehan de 11 caran hatin girtin.

Azadiya Welat ji bo 20 rojan hate girtin û xwediyê wêdat Kurþun niha girtî ye. Ji bilî wî niha nûçegîhanên DÎHA’yê Alî Buluþ, Mehmet Karaaslan, Ersin Çelik, Behdîn Tunç, Faysal Tunç, Murat Kolca, M. Alî Ertaþ, Bayram.. di girtîgehên Edene, Mêrsîn, Êlih, Îzmîr, Amedê li berxwedidin û bi armanca roja ewil digerin "Em dê tengê gelê kurd bigihînin her derê". Niha 20 rojnamegerên kurd ên li girtîgehan nîþan didin ku bi girtinê naqede.


 

Bi kuþtinê neçewisî

ROJNAMEYA gelê kurd di destpêka sedsala 20'emî de bi sirgûnê dihat terbiyekirin lê di encama têkoþînek mezin de qeyd û bendên sirgûnê þikandin û bi hatina Azadiya Welat a Amedê vegeriya ser bingeha xwe. Rojnamegeriya kurd ku hate xwestin di salên 1990'î de bi kuþtinê bên çewisandin, bi þehadeta Apê Musa, Gurbetteli Ersoz, Huseyin Deniz, Burhan Karadeniz, Hafiz Akdemir, Ersin Yildiz û bi dehan þehîdên din nîþan da ku çapemeniya azad ji mirinê natirse. Ligel kuþtinên hovane jî çapemeniya kurd her ku diçe sal bi sal mezintir dibe û dîroka xwe bi zêr dixemlîne

DÎHA bû gaveke girîng

Rojnamegeriya kurdî di salên dawî de bi armanca xwedîkirina tevahiya van weþanan û ragihandina dengê kurda a cîhanê gava yekemîn bi DÎHA’yê avêt û di 4’ê Avrêla 2002’yan de dest bi waþana kurdî kir. Girîngiya DÎHA’yê ew bû ku yekem car ajansekê bi kurdî dest bi weþanê dikir. Careke din ajansên kurdan ên wekî MHA, ANF jî ji bo kurd ji çavkaniyên xwe debarê bikin xwedî kedek girîng in. Li Kurdistana Federla jî Kurdistan TV, Kurdsat, Zagros TV û bi dehan televîzyonên herêmî weþanê dikin. Wekî encam, medya kurdî îro li ser hîmê ku Mîqdad Mîthad Bedirxan daniye ji her demê xurtir û mezintir bûye û dengê gelê kurd radigihîne çar hêlên cîhanê. Wisa gelê kurd jî bûyer û pêþketinên li cîhanê bi zimanê xwe, ji medya xwe hîn dibe. Niha jî sansura li ser weþanan tê ferzkirin di rojevê de ye.

22.04.2008  A.Welat ERTUÞ BERÇELAN





Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2008-04-22 (124 kez okundu)

[ Geri ]
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütKürtçe Rock’un Ýkinci Kilometre Taþý: Koma Rewþen
Kakþar Oremar
Kakþar Oremar1ê Gulanê û Rewþa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Baþûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüþünceler Yaþamý Yönlendirir ve Yaþananlar Sanata Yansýr.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Baþkaný Sizce kim Olmalý?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuðluk
Akýn Birdal
Sýrrý Sakýk
Selahattin Demirtaþ
Mahmut Alýnak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 28

CÝWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.110 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.