Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katýlýn

Admin: 0 / 13
Üyeler: 1 / 55293
Ziyaretçiler: 185
Bugün: 1 / Dün: 16

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Önderlik

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarýmýz
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Hin belgeyên nuh li ser Ahmedê Xanî


Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne.

Şairê neteweyî û bavê bîr û baweriya neteweyiya kurd Ahmedê Xanî yek ji wan kesayetiyên kurdan e ku li serê gelek hatiye nivîsîn, lê tiştên ku hatine nivîsîn ne li ser esasên zanyariyên belgeyî, pirtir teswîr û pesindayînên derbirîna hissên neteweyî ne, gelek caran tekrara hev in, xeyalî ne, heta ji rastiya jiyan û bîr û baweriyên wî dûr in.

Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne. Gava meriv bala xwe dide wan, ew jî, ew agahî ne ku xwe rasterast dispêrin berhemên Ahmedê Xanî, di serî de jî şahesera wî Mem û Zînê.


Min bi xwe heta van demên dawiyê di nav nivîsarên ciddî de wek fakta tenha cumleyek dîtibû ku ne ji berhemên Ahmedê Xanî bi xwe be. Ew jî xwedan çavkaniyeka nezelal bû û gûman li ser rastiya hebûna wê cumleyê hebû. Ya ku ez bahs dikim ew cumleya erebî ye ya ku bi hesabê ebcedê tarîxa wefata Ahmedê Xanî diyar dike: ”Tara Xanî îlla rebbîhî”. (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya)

Cara pêşîn mamoste Alaeddîn Seccadî ev agahî di berhema xwe ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de daye. Lê çavkanî jî zelal nedaye. Nivîsîye ku wî ev agahî ji melayekî alî Amedîyê yê bi navê Mela Salih wergirtiye. Ev agahî bi destnivîs li pişt kitêba wî ya bi navê Semedîye nivîsandî bû ye. Alaeddîn Seccadî ev Mela Salih li Bexdayê li hewşa mizgeftekê nas kiriye pê re xeber daye û pişt re ew ji hev veqetiyane û nehatiye zanîn ku wekî pêştir ev Mela Salih kî ye, Semedîye çi kitêb e, kê ew destnivîs li wir nivîsî û gelek pirsên din.

Lê di van demên dawiyê de, kitêbek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî derket ku ji alî ronahîkirina hin warên jiyana wî de balkêş e, hin belgeyên ji arşîva Împaratoriya Osmanî tê de hene ku Ahmedê Xanî pirtir bi meriv didin nasîn.

Esas him kitêb, him jî nivîskarê wê gelek balkêş e. Nivîskar li ser jiyan û eslê xwe diyar dike ku ew ji malbateka mela û alim tê ku bi esil digihîjin malbata Ahmedê Xanî. Li gora nivîskar Ahmedê Xanî bi xwe li pey xwe kur û keç nehiştine, lê ji nesla birê wî ê bi navê Mela Qasim zurriyeta mala Xanî dewam kiriye û hetiye gihîştiye nivîskarî bi xwe.

Nivîskarê ku ez bahs dikim Ebdullah M. Varli ye. Berhema wî ji du cildan pêk tê. Cildek bi navê Dîwan û Jînewarî ya Ahmedê Xanî ye ku ji 476 rûpelan pêk hatiye, lêkolîn e li ser jiyana Ahmedê Xanî û tarîxa mîrekiyên dewra Xanî, bi taybetî jî ya mîrên Bayezîdê. Cilda din bi navê Dîwan û Gobîdeyê Ahmedê Xanî yêd Mayîn e, 556 rûpel e. Tê de şiirên Ahmedê Xanî yên heta niha naskirî û nenaskirî hene. Ew li ser hev106 şiir in. Pişt re bi navê Qisa Şemû’n berhemeka menzûm heye ku nivîskar dibêje ew ya bavê Ahmedê Xanî Îlyas Bin Eyaz e. Berhemeka bi navê Sîsebanê jî di vê cildê de heye ku li gora lêkolerî ev berhem jî ya Ahmedê Xanî ye. Herdu cild jî di nav berhemên Sipan Yayinevi ve Yayınları de sala 2004ê li Îstanbûlê hatine weşandin.

Esas gava min berhem xwend, min dît ku hem li ser berhemê, hem jî li ser nivîskarê wê lazim e bê rawestan, hûr hûr bê tehlîlkirin û lêkolînên kûr li ser wan bê kirin. Hem agahiyên gelek hêja û balkêş di berhemê de hene, hem jî ji alî metod, uslûb û ziman ew mihtacî lêkolînek û zelalkirineka ciddî ne. Min xwest ez pêwendiyan bi nivîskar re deynim hevpeyivînekê pê re li ser wî û berhemên wî bikim, belkî gelek aliyên vê pirsê zelaltir bibe. Lê mixabin ez li derveyî welêt im û nivîskar bi xwe li Tirkiyê dimîne, heta niha ew derfet peyda nebû.

Di vê nivîsara xwe de ez li ser berhemê û hemû agahiyên ku tê de ne ranawestim. Ez tenê dikarim vê bêjim ku agahî û belgeyên gelek hêja tê de hene, encama xebateka dûr û dirêj û zehmetiyeka zêde ne. Cara pêşîn hin belge tê de hene ku ji arşîva osmaniyan tên û esl û fesl û kar û xebata Ahmedê Xanî rohnî dikin. Ez di vê nivîsê de dixwazim li ser wan belgeyan rawestim û agahiyên ku di wan belgeyan de hene liv vê derê pêşkêş bikim.

Berê ez dixwazim ji devê nivîskarê van herdu cîldan wî bi xwe piçekî bidim nasîn ku bingehê pişt van belge û zanyariyan ronahîtir bibe.

Nivîskar di 1939ê de li gundekî bi navê Hesarê ê navçeya Patnosê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê sala 1946ê li gundê Nenecanê li ba bavê xwe Mela Mehemed (Hoko) destpê kiriye, paşê çuye li medreseyên cuda yên Kurdistanê xwendiye. Sala 1957ê li Şamê li medreseya bi navê Emînîye dawî li xwendina xwe aniye. Di navbera salên 1964-1976ê de li Tirkiyê di nav dezgeha dewletê a dînî Diyanet İşleri Başkanlığı de li Erdîşê karmendî kiriye. Sala 1976ê ji Kurdistanê hatiye sirgûnkirin bo Trabzonê bi şertê ku heta 5 salan nezivire welatê xwe. Sala 1977ê ew bi daxwaza xwe ji vê wazîfê dertê derbasî dezgeha Vakıflar Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ya Weqfan) dibe. Ew ji bo ku erebî û osmaniya bi tîpên erebî, farisî, tirkî, kurdî zane li Ankarê di arşîvxaneya vê dezgehê de dibe wergêr (mitercim). Di sala 1978ê de ji Ankara tê dûrxistin û tê şandin Edirneyê. Ew li ser vê ji vê wazîfê jî vediqete û di wezareta kulturî de di muzexaneya etnografyayê de dest bi kar dike, dibe berpirsiyarê sicîlên şerî’ (şer’i sîcîller) û nivîsarên kevn ên wê muzexaneyê. Di sala 1984ê de ji wê wezaretê jî tê bidûrxistin û li Halk Kütüphanesi (Kitêbxaneya Gelêrî) dest bi kar dike û dibe berpirsê nivîsên kevn. Di sala 1990ê de buye endamê saziya APK( pisporî lêkolîn, neqişkirin, pêşvaanîn). Di sala 1993ê de, di eynî wezaretê de di beşa Halk Kültürünü Araştırma Geliştirme Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ye lêkolîn û Geşkirina Kultura Gelêrî) de buye serokê daîreyekê. Di heman salê de ji ber hin meseleyan teqauda xwe xwestiye û ji karê dewletê veqetiyaye.

Çapkirî û necapkirî 32 berhemên wî hene. Li gor agahiyên wî, ew ji malbata mala Xanî tê, wekî malbat wan gelek berhemên Ahmedê Xanî parastine û nesil bi nesil dewrî hev kirine heta gihîştine Abdullah M. Varli bi xwe.

Ew li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye, çuye her çar perçeyên Kurdistanê, wî gelek belge, destnivîs, wêne, behs, çîrok û rîwayet li ser dîroka Kurdistanê, li ser navdarên kurd û di vê navberê de li ser Ahmedê Xanî jî kom kirine. Ew bi xwe bahs neke jî diyar e ku ew karên resmî ên wergêriyê ku wî kirine jî îmkan danê ku ew di arşîvên tirkan de ên dema osmaniyan gelek belgeyan bi dest xe, ji xwe hin belge ji wan ên li ser Ahmedê Xanî, belgeyên van arşîva ne.

Di kitêbê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar dinivîse ku malbata Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundan e a ku bi Çelê (Çukurcayê) ve girêdayî ye. Û ew dinivîse ku di ”quyûdê qedîm” ên osmaniyan de ên ji wê demê mayî, navê gundê Xanê derbas dibe. Malbata Xanî berî jidayikbûna wî di dewra bapîrên wî de ji wê herêmê bar kirine, piştî hin qonaxan li herêma Bayezîdê bicîh bûne.

Ew Xaniyan berê wek malbateka alim û yên ku ji bav û kalan de fermanrewatî, dizdarî, qadîtîya hin keleyên bayezîdê û (debîriya) katibiya mîrên Bayezîdê kirine, mamosteyên (lalayên) mîrzadeyên mîran bûne û di medreseyên bilind ên merkezên mîrayetiyê de midderisî kirine. Wek bavikek peydabûne, fireh bûne û pişt re li Bayezîdê wek hoz jî belav bûne. Û di sicîlên resmî yên osmaniyan de di tehrîratên wan an belgeyên bi navê ”maliyeden muhawwel” de gelek agahî ji 1485ê bi şunde li ser kesên naskirî û malbatên bi hêz û xwedan meqam ên Xaniyan hene (b. n. d. c 1, r. 119) Ahmedê Xanî bi xwe di seraya Bayezîde de debîrê dîwanê bû (120).


Nivîskar tarîxa barkirina malbata Xanî ji Xana Sêgundan û bi taybetî ya bicîhbûna wan a li Bayezîdê 1460-1465 dide (r 118) û dibêje li gor rîwayetan, ew bi fermana mîrê Hekariyan Essedudîn Çengzêrîn bi serweriya mezinê Xaniyan ê bi navê Mîr Hesen rabûne çûne li devera Daroing-Bazîd-Narîn Qelê bicîh bûne (r 119) Mîr Hesen bûye mîrê Kela Zêrinak. Piştî Mîr Hesen kurê wî yê bi navê Mîr Suleyman dibe serwerê Diza Zêrînak. Piştî mirina wî jî Mîr Ebdurrezaq dikeve şûna bavê xwe û dibe dizdarê kela Zêrînakê. (r. 123) Ya baş belgekirî ew e ku tê zanîn bapîrê Ahmedê Xanî e dereca pêncê ê bi navê Mîr Ebdurrezaq sala 1485ê li Qela Zêrînakê dizdar û qadî bûye. Ev di secereya hin malbatan de ku dibêjin em ji Xaniyan tên, diyar dibe. (r 119) Piştî Mîr Ebdurrezaq, Şeyx Ebdurrehman serweriya kela Zêrînakê hildide ser milên xwe. Piştî demekê di encama hin şeran de ew ji Zêrînakê tê bidûrxistin, di pey re ew li Bayezîdê li Qelet Ribat dibe Qadîyê Dizesorê. Pişt re qadîtîya wî bajarî dikeve destê kurê wî yê bi navê Mîr Rostem. Hin pirsgirêkên wê demê rê vedikin ku Mîr Rostem bixeyide bi xwe dev ji dizdarî û qadîtiya wî bajarî berde, bar ke biçe li Qelet Ribat bicî bibe (r. 124-125). Di pey re wek malbatî li wî bajarî mane û Eyazê kurê Rostem û Ilyasê kurê Eyaz û kurê wî Qasim (birayê Ahmedê Xanî) û kurê wî Yusuf û kurê wî Ahmed li vî bajarî jiyane.

Piştî mirina Mîr Rostem kurê wî Eyaz ketiye şûna bavê xwe, di pey mirina wî re jî kurê wî Îlyas ketiye şûnê. Îlyas bi keça Qerexanê kalikê Mîr Qerebehlûlê Pisyanî a bi navê Gulnîgar re zewiciye. Li vir ew bi xizmîtî digihîjin mala serwer. Gulnîgar diya Ahmedê Xanî û Qasim e. Piştî mirina îlyas Qasim dikeve şûna bavê xwe. Piştî wî jî kurê wî yê bi navê Muhemmed, di şûna wî de jî kurê wî yê bi navê Xalid, kurê wî yê bi navê Ahmed. Ev hemû li wî bajarî wek Qadî mane. Giş weke mela hatine naskirin. (r. 126)

Ahmedê Xanî bi xwe nezewicî ye, secereyên ku tên heta demên me xwe wek bavik ji birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim tînin xwarê. (r. 128)

Belgeyek li ser vê malbatê ew e ku Şêx Îlyas di berhema xwe de ya bi navê ”Qisa Şem’ûn” diyar kiriye. Wî li dawiya vê berhemê bi erebî wiha nivîsîye: ”Qed ketebe fî eyyemî dewlet Xanî Xanan el kurd, el-e’del Behlûl el-Pisyanî, îlyas bîn Eyyaz bîn Rostem bîn Şeyx Ebdurrehman el kebîr bîn Mîr Ebdurrezaq. Fî senetî 1063[1652 zayînî].” (r 129)

Ji sicîlên herêma Bayezîdê ên ku endamên malbatên eşraf, alim û dewlemend qeyd dikirin da serê wan bijmêrin ji bo bac û qamçûran ji waqn bistînin, gelek agahî li ser endamên malbatan hene. Di yekê ji wan sicîlan de agahî li ser malbata Îlyas û Gulnîgara Qîza Qerexan hene. Ji wan sicîlan tê fahmkirin ku bi keç û kurên xwe pênç zarokên Îlyas û Gulnîgarê hene: ferzendê kebîr (kurê mezin) Qasim, duxterê kebîr (keça mezin) Perî, duxterê wusta (keça navîn) Gulîzer, ferzendê sexîr (kurê piçûk) Ahmed, duxterê sexîr (keça piçûk) Kitan. (r. 173)

Di belgeyek din de ku bi navê Tehrîr Quyûdê Qedîme ye û ew di sala 1063yê koçî de 1682yê zayînî de hatiye nivîsîn li ser mala birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim e wiha dinivîse: ”Xaneyê Mela Qasim; ferzendê (kurê) Îlyas Efendî; herem (jin); Gulbihar duxterê (keça) Emîr Muhammed, ferzende (kur) Muhammed, duxter (keç); Şahnaz we duxter Perwîn we duxter Şîrîn. Birader Ahmed; ferzendê îlyas, hemeşîre (xwişk); Perî [xwişka Ahmedê Xanî] haremê (jina) Yusuf bîn Yusuf, hemşîre (xwişk); Gulîzer, haremê (jina) Emîr îbrahîm, hermşîre (xwişk) Kitan; haremê (jina) Emîr Xelîl.) (r. 174)

Ahmedê Xanî berê li cem bavê xwe Şêx Îlyas, pişt re li cem birayê xwe Mela Qasim xwendiye. Sêx Îlyas debîrê Mîr Muhamedê Purbelalî bû, ku ew mir, Mela Qasim bû debîrê Mîr Muhammed. Mela Qasim bi xwe zavayê Mîr Muhammed e. (r. 183, 184) Ji hin şiirên Ahmedê Xanî fahm dibe ku wî li Xoşabê li medreseya Etaîye jî xwendiye. (r. 183)

Belgeyeka wê dewrê heye ku lîsteya şagirdên Medressa Gulgûn Ilim (paşê Kullîya Gulgûn Ilim) rê dide. Di wir de Ahmedê kurê Îlyas jî wek şagird xwiya dibe. Ev medrse ji bal malbata mala Xanî hatiye avakirin, pişt re mezin buye, fireh buye buye kullîye. (r. 183)

Piştî demekê Mela Qasim ji debîriye Mîr Muhammed tê bidûrxistin û pismamê Qasim Yusuf dibe debîr, paşê ew jî tê bidûrxistin û Ahmedê Xanî di tarîxa 2 zîlhîcce 1081 (13 adar 1671)ê de dibe debîrê Mîr Muammedê Purbelalî. Ev mîr yekî kurdperwer û hişyar bûye xwestiye hidûdê mîrîtiya xwe fireh bike û Kurdistanê ava bike. Ahmedê Xanî gelek ji vî mîrî hez kiriye. Gava mîr miriye jî şîîrek pir bi pesn li serê nivîsîye. (r. 219-220)

Xanî bi kurtî di demên Mîr Muhammed Purbelalî, Mîr Ebdî (Çolaq Ebdî Paşa) Mîr Mîrza, Mîr Xelîl, Mîr Îbrahîm û Mîr Mîrza û Mîr Muhammedê duduyê de debîriya Serayê kiriye. Demeka nêzîk berî kuştina Mîr Muhammedê Duduyê ji mîr xeyidî ye û dev ji debîriyê berdaye. Tê gotin ku pişt re di riya Şêx Camî yê Neqşîbendî re ku bi eslê xwe ji alî Mehabada niha bû û li alî Bayezîdê mudderisî dikir û şêx jî bû Ahmedê Xanî ket terîqeta wî. Ahmedê Xanî berê şagirdê wî bû li cem wî xwendibû. (r. 221)

Agahiyeka din jî wekî belge di vê berhemê de li ser wefata Ahmedê Xanî tê diyarkirin.
Me di serê vê nivîsarê de behsa cumleyeka bi erebî kir ku Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de daye û li gor hesabê ebcedê tarîxa mirina Ahmedê Xanî derdixe ku hata niha herkes vê tarîxê wek tarîxa mirina wî qebûl dike: ” Tara Xanî ila Rebbîhî”.

Lê Elaeddîn Seccadî dinivîse ku wî wek destnivîs ev li pişt kitêbekê dîtiye. Helbet belgeyeka wiha ne tekûz e, xwediyê her kitêbekê kare tiştekî li ser qabê an pişta kitêba xwe binivîse, têrê nake ku meriv wê wek belge qebûl bike. Lê cara pêşîn Abdullah M. Varli di vê berhema xwe de diyar dike û dibêje ku ev nivîsa erebî li ser kêla gorra Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Ew dinivîse ku cara pêşîn ew çûye Bayezîdê, li ser kêla gorra Ahmedê Xanî nivîsa ”Tara Xanî îlla Rebbîhî” ldîtiye û ew li cem xwe nivîsiye. Lê ew dibêje ku wî li wir ”rebbîhî” tenê bi ”r”yekê nivîsiye, loma jî gava ew nivîs bi hesabê ebcedê hesab kiriye tarîxa wî bûye 1119 hîcrî yanî 1707ê zayînî û ev bi vî awayî belav bûye. Heke ev rast be meriv kare texmîn bike ku ev nivîs e ku li pişt kitêba Mela Salih hatiye nivîsîn û ketiye destê Alaeddîn Seccadî. Lê Abdullah M. Varlî dibêje ku van salên dawiyê ew careka din çûye ser gorra Ahmed Xanî, tevî ku ew kêl ji ser gorrê hatiye rakirin jî, wî li nav gorristanê careka din ev kêla keftî dîtiye, şûştiye û nivîsa wê qeyd kiriye, wî ferq kiriye ku di 56ê de wî şaşîtiyeka piçûk kiriye, tevî ku şedde li ser ”r”yê heye jî wî ev şedde destnîşan nekiriye. Di vê ziyareta xwe ya duduyan de ew careka din li gor hesabê ebcedê vê carê ”r”yê bi du ”r” hesab dike, tarîx dibe 1021ê hîcrî, yanî 1709ê zayînî (r. 241-243) Yenî heke ev rast be tarîxa jidayikbuna Xanî dibe 1650-51 û ya wefata wî dibe 1707.

Ji van zanyariyan bêtir hîn gelek zanyarî di derbarê Ahmedê Xanî û dewra wî de, di derbarê malbata wî de, di vê xebata hêja de hene. Cildê duduyan cih dide gelek şiiran ku heta niha li tu derê nehatine weşandin. Lê meriv rastiyê bêje, divê heyetek pispor tevî mamoste Abdullah M. Varlî rûnê ev berhem belgeyên ku bûne çavkaniyên vê berhemê ji nuh ve bên tehqîqkirin û zanyariyên wê bi awayekî ilmî ji nuh ve bên pêşkêşkirin. Hêvî dikim ku ev kar di demeka n^êzîk de were biserxistin ûagahiyên nuh bi awayekî tekûztir û sererastir têkevin ber destên lêkoler û xwendevanan.

Amadekar:Mûrad Ciwan





Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2005-09-28 (3905 kez okundu)

[ Geri ]
Kakþar Oremar
Kakþar Oremar1ê Gulanê û Rewþa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Baþûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüþünceler Yaþamý Yönlendirir ve Yaþananlar Sanata Yansýr.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Baþkaný Sizce kim Olmalý?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuðluk
Akýn Birdal
Sýrrý Sakýk
Selahattin Demirtaþ
Mahmut Alýnak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 25

CÝWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.323 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.