Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng ji bo çanda kurd e. Li dîrokê da
kurd tim mecbûr man ku çanda xwe bi "deng" yan jî "gotinan" bi cîh bînin. Kurd
li her demê li welatê xwe da hatine bindest kirin û mîna ecnebî hatine xwuya
kirin. Ji ber vî yekê "nivîs" û "pirtûk" li nav kurdan da zaf kêm e û hîna îro
jî pirr kurd nîvîs û xwendinê nizanin.
Li hêla din da çand û zimanê kurdî di hêla dengbêjîyê da,yanê di hêla gotin,
kilam, stran û çîrokan da pirr dewlemend bûye. Zimanê kurdî bi gotinên dengbêjên
hêja hettanî roja îro hatîye û wunda nebîye. Gava ku em îro hîna kurdî qise
dikin, va kerrî pirrî ji saya dengbêjane.
Dengbêj mîrovên gerok bûn. Pirr dereng nîne, dibe ku hîna çend salan pêşta,
dengbêjên bi nav û deng gund bi gund, bajar bi bajar digerîyan û li kûçan, li
ser bêderan, li koşkên axan û began, li konên reş yên koçber û bertîyan,
hemû mîrov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra çîrokên û kilamên li ser dilan,
şer û mêrtîyê digotin. Bi vî avayî li gundekî demekî kurt disekinîyan û
hinek bibe jî jîyana reş yê mîrovan şa dikirin.
Kilamên li ser Filîtê Quto, Lawikê Metînî, Memê Alan, Evdalê Zeynê,Derwêşê
Evdî, Bavê Feqrîyo, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, Gelîyê Zîlan, Şerê Ûriz, Xezal
ê, Tellî yê....kîjan kurd van û hîna pirr kilamên din nas nake?
Cend Ji Wan Dengbêjên navdar
- Evdalê Zeynikê
- Dengbêj Gulê
- Reso
- Miradko (Miradê Kinê)
- M.Arife Cizrawi
- Gerapetê Xaço (Karapêtê Xaço)
- Şakiro
- Dengbêj Huseynê Mûşî
- Zahiro
- Dengbêj Huseyno
- Kawîs Axa
- Xalê Bîrê
- Salihê Qubînê
- Meryem Xan
- Ayşe Şan
- Tehsîn Taha
- Şemdîn
- Esker Demirbaş
- Exmedê Bêrtî (Exmedê Mamê)
- Sidoyê Bozo
- Marûf
|