Roj TV'ye destek
Kampanyaya Sizde katýlýn

Admin: 0 / 13
Üyeler: 4 / 55350
Ziyaretçiler: 236
Bugün: 4 / Dün: 30

Kullanici ismi

Sifreniz

Login Süresi

Þifremi Kaybettim
Ücretsiz üye ol

Makaleler
Araştırmalar
Gerilla Anıları
Kürdistan´ý tanýyalým
Sağlık
Son Mektuplar
Waneyên Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Zindandan Mektuplar
Þehitlerimiz

Abdullah Öcalan

Biyografi
Görüþme Notlarý
Kitaplarý
Resimleri
Özlü Sözleri
Yazýlarý

Yararli Dosyalar
E-Kitaplar
PKK Tarihi

Videoolar
Alfabeya Kurdî
Alfabeya Kurdî 2

Cep Telefonu için Temalar
Nokia
Sanatçýlar
Þehitler

Þehitler Köþesi
Mayýs Ayý Þehitleri
Haziran Ayý Þehitleri
Ekim Ayý Þehitleri

Newroz 2008


Sponsorlarýmýz
Ciwan

Ubuntu ya Kurdî

OpenOffice 2.3 a Kurdî
openofficekurdi

Bingehên gramera kurdmancî. 5


5 Bingehên gramera kurdmancî Celadet Alî Bedirxan Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan TEWANG 52- Zimanê kurdmancî zimanekî tewangbar e. Yanî bêjeyên wî di qisetê de weke xwe namînin û li gora cihê ko di qisetê de dikevin ê, û wezîfa ko li ser xwe digirin têne tewandin û hin parkît bi wan ve dibin, an hin tîpên wan bi tîpine din diguhêrin. 53- Ji birên qisetê bi tenê ên guhêrbar têne tewandin. Ên neguhêrbar tu caran nayine tewandin û ew hergav weke xwe dimînin. 54- Bi gelemperî bêje di qisetê de an kirar an bireser in. Gava ew kirar in weke xwe dimînin û gava dibin bireser hingê têne tewandin. Tewanga her birê qisetê herçend yekcar ji hev cida nebin jî ew kêm û zêde ji hev biferq in. Tewanga her birî di cih de û di devera wê de dê bête gotin. 55- Tewanga navdêran: Navdêr, hevenav bin sernav bin, li gora mêjer û zayendên xwe têne tewandin. Bi gelemperî û di yekejmariyê de navdêrên nêr bi “î” yê û navdêrên mê bi “ê” yê û gelejmara herdiwan bi “an” ê têne tewandin. Ev parkît bi paþiya navdêran ve dibin. Hesp hat. Hesp hatin. Mehîn hat. Mehîn hatin. Di komekên jorîn de navdêrên “hesp” û “mehîn” ne hatine tewandin. Ji ber ko ew her du jî di wan komekan de kirar in û kirar nayine tewandin. Lê ev navdêr bi xwe di komekên jêrîn de hatine tewandin. Ji ber ko tê de êdî ne kirar lê bireser in. Ez hespî dibînim. Ez hespan dibînim. Ez mehînê dibînim. Ez mehînan dibînim. Di mîsalên jorîn de navdêr hemî bireserê lêkerê ne. Lê navdêr bireserê navdêreke din jî dibin. Hingê jî navdêr têne tewandin. Herwekî: Ev goþtê çêlekê ye. Ava golê þêrîn e. Di çiyayên kurdistanê de her texlît dehbe û cenawir hene. Gola Wanê goleke spehî ye. Þanek: Di nav bêjeyên ko bi “an” ekê temam dibin, di hinan de ev “an” ji esil û rayekê bêjeyê ye. Mîna: Rewan, baran, peyman, garan, kevan, diran h.d. Lê di hinên din de ev “an” bi xwe, tewang e, û ji ber sebebekê bi wan ve bûye. Mîna: Serhedan, Botan, Þêrwan, Xerzan, Hevêrkan h.d. Ji lewre ev bêjeyên ha bi tu awayî nikarin bêne tewandin. Ji ber vê yekê herwekî mirov dibêje “Ez ji Rewanê têm” nikare bibêje “Ez ji Botanê têm”. Ji ber ko eslê bêjeyê “ bot”e, “an” ko pê ve bûye tewanga gelejmarê ye.Ji xwe gava em Botan dibêjin mexsed “cihê” an“eþîra Botan”e. Bêjeya “bot” bireserê cih û eþîrê ye û ji lewre hatiye tewandin û bûye “Botan”. Mîna bêjeya “dar” gava dibe bireserê bêjeke din tête tewandin. Herwekî : “pelên daran”. Bêjeyên wek Serhedan, Þêrwan, Xerzan, Hevêrkan, Soran jî mîna wê ne û tev de yek hawî ne. Di vê navê de bêjeya “gulan” rexma ko ji vî cinsî ye tête tewandin. Bi rastî eslê vê bêjeyê “ meha gul, meha gulan” e; yanî “an” tewang e. Ji lewre diviya bû “gulan” ne hata tewandin. Lê ev bêje ji qeydê der û bi awarteyî careke din tête tewandin û dibe “gulanê” û li þûna ko bibêjin “meha gulan” dibêjin “meha gulanê”. Ji ber vê yekê “an” a gulanê divêt ji eslê bêjeyê bête hesibandin. 56- Awarte: Bi tenê û ji qeydê der di lêkerên gerguhêz û di zemanê wan ên borî de bireserên wan weke xwe dimînin û ji berevajî ve kirarên wan têne tewandin. Ji lewre, di komekên jêrîn de rexma ko bêjeyên: “Zîn, hesp, çêlek, zarok” kirar in, hatine tewandin û bêjeyên: “Sîsin, ceh, pencere” yên ko bireser in weke xwe mane û ne hatine tewandin. Zînê Sîsin dît. Hespan ceh xwar. Çêlekan giha xwari bû. Zarokan pencere þikênand //////57- Herçî navdêrên nêr in heke di wan tîpên “e” û “a” hene ev navdêr dikarin bi guhartina van tîpan bi “ê” kê jî bêne tewandin. Herwekî di van komekên jêrîn de: “Soro ji kêvir ket. Gurgîn çû êþ. Balafir ber bi ezmên firî. Ez li hêsp siwar bûm. Ferzo ji bajêr têt. Kî li ser bên bû? Em ji xênî derketin” Bi vê qeydê ve, divêt di qisetê de hin navdêrên nêr bê tewang bimînin. Ji ber ko di hemî navdêrên nêr de dengdêrên “e” û “a” peyda nabin. Ji lewre û li nik kurdmancên ko bi vê qeydê ve diçin bêjeyên wek: “ kum, goþt, dil, hiþ, mirov, mêrik, gir, kur, mîr, mêr, gund”nayine tewandin, ji ber ko di wan de ne “e” ne jî “a” heye. Ji ber vê yekê gava ew di qisetê de dibin bireser jî weke xwe dimînin. Piþtî ko ev qeyda di zimên cih bûye navdêrên bi “e” û “a”jî di qisetê de bê tewang hatine gotin. Ji lewre herwekî mirov dikare bibêje “ ez ji kevirî-an-kêvir ketim” dikare bibêje jî “ez ji kevir ketim”û bêjeya “kevir” netewîne. Þanek: Ji raveka jêrîn dixuye ko di navdêrên nêr de meyildariya zimên ber bi terikandina tewanga wan a yekejmar e: nemaze þiklê pêþîn. Ji lewre her sê þiklên jêrîn rast in. Soro kevirî tavêje. Soro kêvir tavêje. Soro kevir tavêje. Gurgîn çû aþî. Gurgîn çû êþ. Gurgîn çû aþ. Balafir ber bi ezmanî firî. Balafir ber bi ezmên firî. Balafir ber bi ezman firî. Ez li hespî siwar bûm. Ez li hêsp siwar bûm. Ez li hesp siwar bûm. Ferzo ji bajarî têt. Ferzo ji bajêr têt. Ferzo ji bajar têt. Kî li ser banî bû? Kî li ser bên bû ? Kî li ser ban bû ? Em ji xaniyî derketin. Em ji xênî derketin. Em ji xanî derketin. 58- Gava çend navdêr didin pey hev herwekî mirov dikare wan navdêran li gora mêjer û zayendê heryekê yek bi yek bitewîne, dikare bi tewandina hinekan jî bes bike. Navdêrên ko dane pey hev ne ji yek zayendî ne; lê tev de ji yek mêjerî ne. Tewandina navdêra paþîn bes e. “Ez hesp û mehînê dibînim. Ez hesp û mehînan dibînim. Hesp û mehînan xwar”. Navdêrên ko dane pey hev ji yek mêjerî û tev de yekejmar in, lê ew ne ji yek zayendî ne; û navdêra paþîn nêr e. Ji ber ko di tewangê de esil navdêra paþîn e û hikim li mêjerê wê ye heke ew ne hatiye tewandin, navdêra mê jî bê tewang dimîne. “Ezê herim keçik û kurik bibînim. Tu Rewþen û Felemêz dibînî?” Þanek 1: Herçî navdêran ko bi “e” an bi “a” yê temam dibin, çi mê çi nêr, ji ber kurtiyê, di yekejmarê de bi guhartina van tîpan bi “ê”kê jî têne tewandin. Di gelejmarê de ew “e” û “a” yekcar dikevin û “a” ya tewangê dikeve þûna wan. Li ser maseyê Li ser masê Li ser maseyan Li ser masan Ber bi çiyayî Ber bi çiyê Ber bi çiyayan Ber bi çiyan Çirayê vemirîne Çirê vemirîne Perdeyê rake Perdê rake Perdeyan rake Perdan rake Þanek 2: Bêjeyên weke Frense, Sûriye, Emêrîka, Efrîqe h. d. yên ko bi “e” kê temam dibin, heke ew bi guhartina wê “e” yê bi “ê” kê ne hatine tewandin û ketine bin hikmê qeyda gelemper ew “e” bi “a” kê diguhêre û ew bêje bi awayê jêrîn têne tewandin: “ji Sûriyayê, ji Frensayê, ji Emêrîkayê, ji Efrîqayê”. Lê þiklê din, yanî þiklê: ji Frensê, ji Sûriyê, ji Emêrîkê, ji Efrîqê” siviktir e. 59- Bireserê navdêrê: Navdêr di komekê de an bi tena xwe ne, an bêjeyeke din bi wan ve bûye û hevaltiya wan dike. Ji wê bêjeyê re bireser dibêjin; ji ber ko ew mana navdêrê diedilîne û dibe serî. Bireserên navdêran, li gora cinsên xwe li pêþî an li paþiya navdêran tên zêde kirin. Bireser gava dikevin pêþiya navdêran bêyî tu tiþtî bi wan vedibin: ev keçik, kîjan mirov, çar xanî, hin çiya, çend kitêb, deh bizin, van zarokan. Lê gava navdêr bi xwe li pêþ e û bireser dane pey, hingê veqetandekek dikeve navbera navdêr û bireser û wan digihîne hev: Beriya Mêrdînê, hespê beza, mehîna spehî, çiyayê bilind, pehnava çiyê, newala kûr, rêke dirêj, stûna xênî, destê bi tenê, dara þikestî, xencera min. 60- Navdêrek dikare çend bireseran bibe. Hin ji wan dikarin bikevin pêþî hinên din jî paþiya navdêrê. Bireserên ko ketine pêþiya navdêrê û yên ko dane pey wê ji alîkî û tev de bireserên navdêrê ne û ji aliyê din ew bi xwe bireserên hev in: Min çend kitêbên qenc hene. Ev xencera min e. Ev xencera xulamê min e. Ev xencera xulamê pismamê min e. Ev xencera xulamê cîranê pismamê min e.





Copyright © www.ciwanenazadiye.com Tüm haklarý saklýdýr.
Yayýnlanma:: 2006-03-18 (3807 kez okundu)

[ Geri ]
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütKürtçe Rock’un Ýkinci Kilometre Taþý: Koma Rewþen
Kakþar Oremar
Kakþar Oremar1ê Gulanê û Rewþa Karkeran li Îranê…
Serbest Rêzan
Serbest RêzanÇend têbinî ji ragihandina Baþûr
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDüþünceler Yaþamý Yönlendirir ve Yaþananlar Sanata Yansýr.
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARSiwaro..

Son Röportaj
Koma Awazên Çiya
Koma Awazên ÇiyaEm çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Anket
DTP'nin Yeni Genel Baþkaný Sizce kim Olmalý?

Osman Baydemir
Emine Ayna
Ahmet Türk
Aysel Tuðluk
Akýn Birdal
Sýrrý Sakýk
Selahattin Demirtaþ
Mahmut Alýnak
Tuncer Bakirhan
Hic biri



Sonuçlar
Anketler

Yorum: 28

CÝWANÊN AZAD
CÝWANÊN AZAD

Ferheng

Reklam

Medyalar

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Sayfa Üretimi: 0.140 Saniye
SQL: 32
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.