www.dozaciwanan.com http://www.dozaciwanan.com Gençliğin özgür tartışma platformu tr ciwan@rojaciwan.com 2010-08-01T12:49:46+03:00 hourly 1 2010-08-01T12:49:46+03:00 HPG'li Gök'ü 20 bin kişi toprağa verdi http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60745 BATMAN - Gercüş'te çıkan çatışmada yaşamını yitiren HPG'li Mehmet Gök'ün cenazesi Batman'da 20 bin kişi tarafından toprağa verildi.

]]>
60745@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-08-01T00:08:32+03:00 Posted by Ferman_Heval
Demîrtaş : Cemîl Çîçek wê 12'ê Îlonê fêrî Kurdî bibe http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60744 COLEMÊRG - Hevserokê BDP'ê Selahttîn Demîrtaş, bi parlamenterên heremê re ji 20 hezar kesî re axivî û banga boykotkirina referandûma 12'ê ‘Îlonê kir.

BDP'ê di çarçoveya kampanyaya boykotkirina referandûma 12'ê Îlonê de yekemîn mitinga xwe li Colemêrgê bi beşdarbûn Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên BDP'ê yên heremê Hamît Geylanî, Pervîn Buldan, Nurî Yaman, Fatma Kurtulan û Ozdal Uçer, li dar xist. Konvoya BDP li mewqiya Çîftlîkê ku 20 kîlometreyan dûrê Colemêrgêye bi pankarta "Hûn bi xêr hatin keleha berxwedanê" û "Em AKP'ê naxwazîn, em demokratîkbûyînê dixwazin" hate pêşwazîkirin. Polîs û tîmên taybet li derdora qada mitîngê tedbîrên berfireh girtin.

Hevserokê BDP'ê Salahattîn Demîrtaş, piştî di nava girseya mezin re derbas bû û bi zorê xwe gîhand ber Şaredariyê ku lê mîting pêk hat. Dema Demîrtaş dest bi axaftinê kir girseyê bi yek dengî dirûşmeya Bijî Serok Apo", "Êrîş me bêzar nakin", "Ev gel bi we serbilind e" berz kirin. Girseyê di pêşwazîkirinê de pankartên "Gelê Colemêrgê we silav dike", "Hûn bi xêr hatin Colemêrgê", "Em makezagona demokratîk dixwazin", "Em naçin sindoqê, Em wê boyot bikin" vekirin. Demirtaş, girse bi Kurdî silav kir û dest bi axaftinê kir. Demîrtaş, diyar kir ku AKP dixwaze makezagona xwe ava bike û makezagona nijadperest û darbeya 12'ê Îlonê bi gel bide erê kirin. Demirtaş, anî ziman ku êdî gel vê makezagonê qebûl nake û wiha got: "Edî ev gel di vê makezagonê de hilnayê. AKP'ê daxwazên BDP'ê û gelê Kurd qebûl nekir. Me xwest em polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê biguherin. Lê hikumeta AKP'ê bi vê nêzîkatiya xwe dirûtiya xwe nîşanî me da. Gelê Kurd ji çanda berxwedan û têkoşînê hatiye. Wê bersîva AKP, CHP û MHP'ê di 12'ê ilonê de dibe. Gelê kurd wê vê makezagona 12'ê îlonê têxe gorê. Ji bo daxwazên gel di vê makezagonê de tune em boykot dikin. Divê li herêmê tu deng ji sindoqan dernekeve. Dema di 12'ê îlonê de sindoq vala derkevin wê demê Cemîl Çîçek wê fêrî Kurdî bibe. Wê bêje 'Vay limin'. "

Demîrtaş diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin gelê xwe çûbûn Dortyolê û wiha got: "Lê dewletê û hikûmetê pêşiya me bi awayekî bê hiquqî girtin. Serokwezîr dibêje 'Çi karê te li wir heye' Birêz Serokwezîr BDP ji te fermanê nagire. Siyasetê ferî BDP'ê neke. BDP dikare biçe her derê. Ji ber te dengê gelê rastî êrîşên nijadperst hat nebihîst em çûn wir. Nîjadperestan li kolanan bûyer derxistin û avahiya partiya me şewitand. Lê polîsan ji xwe re temaşe kir. Heke gelê me û partiya me di mijara aştiyê de samîmî nebe wê li vî welatî şerê navxweyî dest pê bike."

Demîrtaş, da zanîn ku di pêvajoya hewildanê de, 30 hevalên wan hatine binçavkirin û xwest ku ev demildest serbest bên berdan.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60744@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T22:21:50+03:00 Posted by BahoZagros
Kürtler linç ediliyor, Erdoğan 'evet' peşinde http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60743 HATAY - Kürtlere yönelik İngöl ve Dörtyol’da ırkçı saldırılar ardından günler geçmesine rağmen, hükümet herhangi bir tedbir açıklamadı. Türk Başbakanı Recep Tayyip Erdoğan, Hatay’daki mitingde yaptığı konuşmada, ırkçılığa karşı herhangi bir tedbirden bahsetmedi. Erdoğan, referandum için “evet” isterken, olayları referandumla bağlantılandırdı.

]]>
60743@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T18:21:54+03:00 Posted by Ferman_Heval
Demirtaş: Cemil Çiçek 12 Eylül günü Kürtçe öğrenecek! http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60742 HAKKARİ - Hakkari'de referandumu boykot etme mitinglerinin startını veren BDP Eşbaşkanı Selahattin Demirtaş, Anayasada Kürt halkı olmadığı için Kürtlerin referandumu boykot edeceğini söyledi. 20 bin kişiye seslenenen Demirtaş, "12 Eylül günü sandıklar boş çıkınca Cemil Çiçek Kürtçe öğrenecektir’’ dedi.
 

]]>
60742@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T17:38:20+03:00 Posted by Ferman_Heval
Baydemir: TBMM'de olacak Kürdistan Parlamentosu'da olacak http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60741 DERSİM - Diyarbakır Büyükşehir Belediye Başkanı Osman Baydemir, "TBMM olacak, ancak Marmara'da da parlamento olacak, bunun yanında Kürdistan Parlamentosu da olacaktır. Erdoğan'ın 'Milli Birlik Projesi'ne karşı biz de Demokratik Özerklik Projesi'ni 'Milli Beraberlik Projesi' olarak görüyoruz’’ dedi.

]]>
60741@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T17:35:46+03:00 Posted by Ferman_Heval
Dadgehê ji kurdî re çareserî dit: Tîp ne qedexe ne lewra latînî ne! http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60740

AMED (DÎHA) - Dadgehê, di doza Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anlî ya ji ber ku di cejnê de bi kurdî pankarta "Cejna We Pîroz Be" hatibû vekirin de, li aliyekî biryarekî emsal da, li aliyê din jî israrar nasnekirina kurdî domand. Dozger di danişînê de diyar kir ku tîpên kurdî jî wekî tîpên tirkî latînînîne, loma ev yek nabe sûç, dadgehê jî li ser vê yekê der barê Anli de biryara beraetê da.

Der barê Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anli de ji ber pankartên kurdî ya "Cejna We Pîroz Be" ku di cejnê de hatibûn daliqandin, bi hinceta "Muxalefeta kanuna tîpên tirkî û kanûna şewqe" kirine, doz hatibû vekirin. Di danîşîna biryarê ya dozê de dadgehê ji bo înkarkirina zimanê kurdî formulekî nû peyda kir. Dadgehê zimanê kurdî dîsa wekî zimenekî nedît, bi tenê ji ber tîpên kurdî jî wekî tirkî latîniye der barê Anli de birayar bereatê da.

Danişîna doza Anli bi tevlibûna Anli û parêzerên wî, Serkan Akbaş, Suleyman Kaya, Cîhan Aydîn, Meral Atasoy, Mesut Beştaş li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, pêk hat. Anli, di dadgehê de parastin kir û diyar kir ku helwesta li hemberî kurdî cudakariye û nayê qebûlkirin. Piştî parastina Anli, dozger mutaala da û xwest ji ber ku tîpên kurdî bi latînîne sûç pêknehatiye û Anli bê beraetkirin. Dadgehêjî bi heman hincetê Anli beraet kir.

Parêzerên Anli jî biryar nirxandin û gotin ku ev doz jî nîşan dike ku li Tirkiyeyê hêj li ser kurdî qedexe û pêkûtî hene.

]]>
60740@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:53:39+03:00 Posted by BahoZagros
Turk: Pêdiviya kurdan bi şêwirîna navxweyî heye http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60739

STENBOL (DÎHA) - Hevserokê DTP'a hate girtin û siyaset lê hatiye qedexekirin Ahmet Turk, diyar kir ku ziyareta heyeta wan a Herêma Kurdistana Federal gelek erênî derbas bûye. Turk, têkildarî Konferansa Kurd de jî wiha got: "Ger ku kurd di nava xwe de bi hev bişêwirin û bigêjin çareseriyek hevbeş, wê demê dê kurd di qada çaraseriyê de bêtir serkeftî bin."

Heyeta BDP'ê ya ji Hevserokê DTP'a hate girtin û siyaset lê hatiye qedexekirin Ahmet Turk, Aysel Tugluk a siyaset lê hatiye qedexekirin, Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz. Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç û Endamê PM'ê ya BDP'ê Fethî Gumuştaş pêk dihat, piştî ziyareta xwe ya 3 rojan ji Herêma Kurdistana Federal vegeriyan Tirkiyeyê. Piştî vegera Herêma Kurdistan a Federal Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk, der barê ger û ziyareta xwe de ji ajansa me DÎHA'ye re axivî. Turk, der barê Konferansa Neteweyî ya Kurd, nûnertiya BDP'ê ya Hewlerê û hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokwezîr Berham Salîh re axivî. Turk, diyar kir ku di pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka kurd a pir hesas û heri zêde pêdivî bi aştiyê heye de hevdîtin çêkirine. Turk, destnîşan kir ku li ser stratejiya aştiyê re bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokwezîr Berham Salîh re hevdîtin pêk anîye û hevdîtinên wan erênî derbas bûye.

'Divê berê em di nava xwe de niqaş bikin'

Turk, diyar kir ku berî her tiştî pêdiviyê bi niqaşa hundir dibînin û ji ber vê yekê dixwazin berî her tiştî kurd di nava xwe de bigêjin çareseriyek hevbeş û rast. Turk, anî ziman ku divê berî her tiştî kurd projeya çareseriyê ya hevbeş ava bikin û li gorî wê xebaten xwe bimeşînin. Turk, da zanîn ku ji bo vê projeyê jî pêdivi bi diyalog û niqaşa navxweyî heye. Turk, derbirî ku pêdivî stratejiya aştiyê heye û li ser vê yekê Barzanî û Salîh erênî nêzîkî mijarê bûne.

'Nûçeyên der barê ziyaretê de ji rastiyê dûr in'

Turk, destnîşan kir ku ev hevdîtina wan a bi Mesût Barzanî û Berham Salîh a li ser berpirsiyariya çareseriya pirsgirêka kurd û stratiya aştiyê gelek erênî derbas bûye. Turk, nûçeyên di çapemeniya tirk de hatine weşandin jî rexne kir û bil^Fev kir ku nûçeyên der barê hevdîtina wan de neyînî natine weşandin ji rastiyê dûr in. Turk, daxuyand ku her kes dê li gorî hêza xwe û berpirsiyariya xwe peyvira xwe bi cih bîne. Turk, bibîrxist ku di bernameya wan de hevdîtina bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re jî hebû, lê ji ber Talabanî li Bexdeye bû hevdîtin pêk nehat. Turk, daxuyand ku plan dikin ku di nava meha tebaxê de hevdîtinê bi Serokomar Talabanî re pêk bînin.

'Provokasyon dê birînên civakê kur bikin'

Turk, bûyerên li navçeyên Dortyol û Înegolê li dijî kurdan pêk hatin jî nirxand û destnîşan kir ku bûyerên provokasyonên pêk tên dê birînên civakî kurttir bikin û xwest her kes li hemberî van lîstikan hişyar bin. Turk, helwesta hikûmet ya li hemberî bûyerên civakî jî rexne kir û anî ziman ku hikûmet fikar û hişyariyên wan li ber çavan nagire û ji ber vê yekê ev bûyerên bi vî rengî pêk tên. Turk, daxuyand ku ew dê wekî kurdekî her tim ji bo rê li pêşiya bûyerên bi vî rengî bigre di nava hewldanan de be û xebatên aştiyê bimeşîne. Turk, bang li hemû aştîxwaz û demokratan kir û xwest her kes li hemberi bûyerên birîna civakê kur dike raweste.

'Pir sivik nêzîkî bûyerê bûn'

Turk, nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî bûyeran rexne kir û wiha got: "Hikûmet bûyerê sivik û ji rêzê dibîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî ne di nava hewldanên çareseriyê de ye. Ev pêvajoyek pir tevlihev û aloz e. Lê dîsa ez bawer dikim ku dê rojekê pirsgirêk çareser bibe. Lê ya mûhîm divê bêyî ku pirsgirêk mezin bibin û êş giran bibin pirsgirêk bi riya aştî û diyalogê çareser bibin. Ji ber pirsgirêk, pirsgirêka maf û azadiyê ye."

En ne mecbûrin piştgiriyê bidin hêzên serdest

Turk, der barê referandûma makezagonê de jî nerînên xwe bi van hevakan anî ziman: "Îro her kes li ser mexdûriyetê polîtîkayê dimeşîne. Lê kes nikare bêje em bi qasî kurdan mexdûr bûne. Mixabin heta niha tu kesî negotiye ji bo mexdûriyeta kurdan rabe çi hatiye kirin? Ji ber vê yekê em ne mecbûrin piştgiriyê bidin hêza serdest. Armanca me em hêzê têxin destê gel. Ji ber daxwazên azadiya civakê û daxazên kurdan nayên qebûl kirin em dê boykot bikin.

]]>
60739@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:51:03+03:00 Posted by BahoZagros
Li Stenbolê 10 wesayît û marketek hat şewitandin http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60738 Bi mebesta protestokirina êrîşên nijadperest yên li hember Kurdan, li Okmeydani Însiyatîfa Ciwanên Apocî meşek pêk anîn, 10 wesayît û marketek dan ber molotofan.

Endamên Însiyatîfa Ciwanên Apocî li hember êrîşên nijadperest yên li Înegolê destpêkirî û li Dortyol û Erzirumê berdewam kirî li Okmeydana Stenbolê meşek li darxistin. Di kêliyên meşê de molotof hatin avêtin û rê li trafîkê hat girtin. Gurubê dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Ocelan re avêtin. Piştî meşê 10 wesayît û marketek hat dayîna ber agir. Di marketê de zererek mezin pêk hat, wesayît jî ketin rewşa nayên karanîn.

Herwiha Însiyatîfa Ciwanên Apocî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Dewleta Tirk û hikumeta wê polîtîkayek ya îmha û tûnekirinê li hember gelê Kurd û têkoşîna azadiyê di şopîne. Bi taybet îşkenceya li hember cenazeyên gerîllayan û lînca li hember gel hatî destpêkirin, wek pêngavek pêşî ya konsepta komkujiya wê di pêşerojê de bê pêkanîne. Însiyatîfê diyarkir wê li hember hemû êrîşan mafê xwe yê bersîvdanê bi karbînin”.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60738@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:45:15+03:00 Posted by BahoZagros
Ciwanan navê 11 taxên Geverê guhert http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60737

Li Geverê koma duh heta derengiya şevê xwepêşandan li dar xistin, piştî çalakiyê belavok belav kirin û ragihandin ku wan navê 11 taxên Geverê guhertiye.

Ciwanên ku xwe bi navê “Hêzên Parastina Cewherî ya Gerverê” dan nasîn, heta derengiya şevê li ser şeqamên Geverê barîkat danîn û meş li dar xistin. Ciwan li ser hewldanên BDP’iyan jî belav nebûn. Piştre jî riya bejahî ya Gever-Wanê girtin.

Ciwan piştre çûn taxa Esentepe ku ciwanan navê wê kiriye Şehîd Bêrîtan, li wê derê de agir vêxistin û çalakiya xwe berdewam kirin. Ciwanan di çalakiyê de diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Gelê Kurd li dijî zextan bêdeng namîne” qêriyan û belavok belav kirin.

TAXA ESENTEPE BÛ TAXA ŞEHÎD BÊRÎTAN

Ji beriya ciwan belavokan belav bikin daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êdî wan Taxa Esentepe herêma Xweser û herêma Sor îlan kiriye. Her wiha ciwanan ragihand wan heta derengiya şevê li taxê nobet girtiye û nehêlaye leşker û polîs têkevin taxê.

Ciwanan diyar kir ku jibo li taxên din xweseriyê îlan bikin, dest bi xebatê kirine û gotin: “Me ji beriya niha navê taxa Esentepe kiriye Şehîd Bêrîtan û Xweserî lê îlan kiriye”.

NAVÊ TAXÊN DIN YÊN HATÎN GUHERTIN

Di daxuyaniyê de “Me ji wê rojê û şun ve nehêlaye polîs têkevin hindirê taxê. Em weke Hêzên Parastina Cewherî, ji niha û pêve, me van navan li taxên Geverê dikin: Taxa Yeşildere (Taxa Şehîd Eşref), Orman (Şehîd Egîd), Gungor (Şehîd Mazlum), Yeni Mahalle (Şehîd Jiyan), Cumhuryet (Çarçela) Dize (Şehîd Îslam), Îpek (Zerzan), Kaniheyder (Zap), Kişla (Baz). Em di demek kin de li van taxan Xweseriyê îlan bikin” hat gotin.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60737@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:39:36+03:00 Posted by BahoZagros
Ciwanên Geverê “xweseriyê” beyan kir http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60736

COLEMÊRG- - Ciwanên Geverê xwe di bin navê “Yekîneyên Parastina Xweser” de rêxistin kirin û bi şevê li kuçe û kolanên Geverê nobetê digrin.

Piştî hewldanên lînckirinê ku nijadperestan yên 28'ê Tîrmehê li navçeya Hatay Dortyolê li hemberî Kurdan pêk anî, ciwanên Geverê ketin nava hewldanê parastina cewherî. Ciwanê Geverê di bin navê “Yekîneyên Parastina Xweser” de bi rêk xistin û şevê nobetê li navçeyê digirin.

Ciwanan, anî ziman ku wan li taxê xweserî îlan kiriye û destûr nadin ku kesên biyanî têkevin taxê. Ciwanan, da zanîn ku ew destûr nadin polîs têkevin taxê. Li aliyê din jî polîsan li gelek nokteyên navçeyê panzer bi cih kirin û tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Ciwanan, li taxê belavok belav kirin û diyar kirin ku wan navê taxê wekî "Taxa Şehît Berîtan" guhertiye.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60736@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:22:45+03:00 Posted by BahoZagros
‘Jibo hilweşandina Îranê 50 milyar dolar’ http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60735

TEHRAN - Mehdî Kerûbî ku yek ji namzetên ku ji encamên hilbijartina serokomariyaê nerazi ye, bi nameyekê rexneyên hişk li sekreterê Şûraya Nîgaban Ehmed Cenetî kirin got, Cenetî şirîkê diziya dengê gel yên ku hatin windankirin e.

Li gor malpera Seham News ku nêzîkî Kerûbî ye, wî her weha daye xuyakirin ku ew bi vê nameya vekirî, giliyê Cenetî li ber dadgehan dike.

Hate gotin ku Kerûbî di nameyeke xwe de ku beriya niha ji Cenetî re şiyandiye gotiye: “Heta tu îdîayên xwe yên têkildarê wergirtina alîkariya pereyan ji Amerîka de bi belge piştrast nekî, li her cihî ez ê behsa derew û riswayên te bikim”.

Ehmed Cenetî roja sêşemê li bajarê Qûmê îdîa kiribû û gotibû: “Amerîkiyan di ser Erebistana Siûdî re yek miyar dolar dane rêberên fitnê û ji wan re gotin ku heger ew bikaribin sîstema Îranê hilweşînîn ew dê 50 miyar dolarî din jî bidin wan”.

Kerûbî ku bersivek hişk da îdîayên Cenetî û ew wekî gotinên bê esas û bi mebesta afirandina nîfaqê binavkirin got: “Cenabê Cenetî! Ew a ku hun wekî fitnê bi nav dikin, hilbijartinek bû ku wekî her car ji aliyê we, Şûraya Nîgaban û Wezareta Navxweyî ve, di odeyên saziya hilbijartinan de mudaxele lêbû”.

Kerûbî di daxuyaniya xwe de got, heger ez gelac û fitneger im, ji ber ku ez nerazî me, lê hun şirîkên diziya dengê xelkê û hevalbendên vî karwanî ne. Rola we ya di buyerên berî û piştî hilbijartinan eşkere ye û ji Ehmed Cenetî xwest ku ew tobe bike û ji xelkê Îranê lêbûrîna xwe bixwaze.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60735@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:14:34+03:00 Posted by BahoZagros
Dörtyol'da Kürtlere hizmet yok http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60734 HATAY - Hatay Dörtyol'da 4 polisin öldürülmesinden sonra Kürtlere ait çok sayıda iş yeri ve evin yakılıp yıkıldı.
 

]]>
60734@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:08:56+03:00 Posted by Ferman_Heval
'Demokratik Özerklik' Hakkâri'de yaşam buluyor http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60733 Kürt siyaseti BDP öncülüğünde "Demokratik Özerklik" projesini tartışırken, Hakkâri'de halk tüm sorunlarını özerklik anlayışına göre çözmeye çalışıyor. Vatandaşlar, anlaşma sağlayamadığı köy davalarından kan davalarına, güvenlik sorunlarından ekonomik sorunlara kadar birçok sorun için BDP il ve ilçe örgütlerine veya belediyelere başvurarak çözüm bulmaya çalışıyor. Sivil toplum örgütleri ile bir toplantı yapan BDP ise, "akil insanlar"dan oluşan bir komisyon kurarak sorunları çözmek istiyor.

Hakkâri, son zamanlarda daha çok yaşanan çatışma ve yürütülen operasyonlarla gündeme geliyor. Gözlemcilere göre Hakkâri ve ilçelerinde gerçekleşen toplumsal eylemselliklerin arka planında halkın devlet mekanizmalarına karşı duyduğu güvensizlik bulunuyor. Uzun yıllardır yürütülen devlet politikalarının halkta devlet kurumlarına karşı güvensizliği derinleştirirken, Hakkârililer kendi aralarında yaşadıkları sorunları BDP ve diğer sivil toplum kurumlarına götürerek toplumda sözü dinlenen "rihspîler (kanat önderleri)" çözüyor.

Demokratik Özerklik işliyor

Kürt siyaseti Demokratik Özerklik Projesi'ni tartışadursun, Hakkâri'de halk devlet mekanizmaları ile ilişkilerini sınırlayarak, her türlü sorunlara kendilerinin kurduğu mekanizmalar ile çözüm bulmaya çalışıyor. BDP ve belediyeye, her hafta çözüm bulunması gereken onlarca sorun gelirken, yetkililer, halkın gündemlerine taşıdığı sorunlara ellerinden geldiği kadar çözüm bulmaya çalıştıklarını ifade ediyor. Çözülmesi istenen sorunlar arasında, yaklaşık 40 yıllık arazi davaları, kız kaçırma olayları, kan davaları, köylerin ve mahallerin güvenlik sorunlarından tutalım, ekonomik ihtiyaçlara kadar birçok konu var. Daha da ilginç olan, davalı olan taraflar sorunun BDP veya belediye tarafından çözülmesini karşılıklı olarak 'evet' deyip rıza gösteriyor.

Husumetler toplumsal hukuk ile çözülüyor

Yıllarca süren toprak davalarından kan davalarına kadar birçok sorun adliyede görülen davalara rağmen çözülemediği için mağdurlar, son dönemde mahkemeler yerine toplumun doğal hukuku ile sorunlarına çözüm bulmaya çalışıyor. Yaklaşık 40 yıldır davalı olan taraflar, BDP'ye giderek husumetin ortadan kaldırılmasını ve hukukun sağlanmasını istiyor.

70 yıllık arazi anlaşmazlığı BDP'ye getirildi

BDP Hakkâri İl Başkanlığı'na vekâletten bakan Orhan Koparan, halkın sorunlarını BDP ve belediyeye getirmesini partilerinin halk nezdinde sıradan bir oy partisi olmamasına bağlıyor. Koparan, "Peyanıs (Durankaya) ve Dêrê köyleri arasında yaklaşık 70 yıldır süren arazi davası çözülememiş. İki hafta önce bu sorundan dolayı iki köy arasında yine kavga çıktı ve bir kişi hayatını kaybetti. Oysa bu dava yıllardır mahkemelerde görülüyor. Şimdi taraflar karşılıklı partimize başvurdu. Biz de duruma el koyarak rihspîlerimizi devreye koyduk" dedi. Koparan, sorunu bir an önce tarafların rızası ve iknası ile çözeceklerini ifade etti.

'Mevcut yargı sistemi sorunları geçiştiriyor'

Söz konusu anlaşmazlık nedeniyle çıkan kavgada bir kişinin yaşamını yitirmesine ve olayın kan davasına dönüşmesine rağmen tarafların BDP'nin çözüm önerilerine ve gücüne güvendiğini belirten Koparan, "Normal koşullarda, bütün cezai yaptırımlara rağmen kan davalarını durdurmak ve husumeti ortadan kaldırmak zordur. Çünkü yargı sistemi bu sorunları çözmek yerine geçiştiriyor ve bu yüzden de sorunlar devam ediyor. Ancak sivil toplum kuruluşları ile beraber yaptığımız bu çalışma oldukça etkili olabiliyor" diye konuştu.

İhale anlaşmazlığı da komisyona taşındı

Koparan, Marinos Aşireti'nden iki ailenin kendi aralarında yaşadıkları ihale anlaşmazlığı nedeniyle çıkan kavgada bir kişinin yaralanmasından sonra, bu sorunun da kendilerine getirildiğini hatırlatarak, kız kaçırmadan tutalım, ekonomik anlaşmazlıklara kadar birçok sıkıntının çözüm bulması için "akil insanlar" olarak tanımlanacak toplumca sözü dinlenen kişilerden bir komisyon kurduklarını söyledi.

Bedirhanoğlu: Her toplumun doğal hukuku var

Hakkâri Belediye Başkanı Fadıl Bedirhanoğlu ise, Hakkâri gibi doğal toplum özelliklerinin güçlü olduğu bir kentte halkın kendi sorunlarını çözmek için güvendiği mekanizmalara sorunlarını getirmesinin doğal ve olması gereken bir durum olduğunu belirti. "Normal koşullarda devlet mekanizmaları tarafından çözülmesi gereken yüzlerce sorun son zamanlarda bize getirilmektedir. Belediye ve partimize getirilen sorunlarda ciddi bir artış söz konusudur. Biz de kurum temsilcileri, doğal toplum liderleri ve inanç grupları ile yaptığımız toplantıda bu sorunlara daha hızlı çözüm bulmayı hedefledik" diyen Bedirhanoğlu, kentin yaşadığı sorunlara çözüm bulma gücüne sahip olduklarını ifade etti.

Colemêrgî: Hakkâri tarihten bu yana bir devlet gibidir

Hakkari üzerine yaptığı tarihi araştırmalar ile tanınan Yazar İhsan Colemêrgî de, Hakkari'deki durumu tarihi nedenler ile açıkladı. Olayın tarihsel nedenleri kadar, toplumsal, coğrafik ve siyasal nedenlerinin de olduğunu hatırlatan Colemêrgî, "Hakkari geçmişten beri Özgür Aşiretler Topluluğu Dönemi'nin özelliklerini taşıyarak beylik biçiminde ayrı bir devlet gibi yönetilmiştir. Halkın kendini sorunlarına toplum öncüleri ve kendi mekanizmalarını muhatap alarak çözmeye çalışması oldukça önemlidir. Ancak burada kan bağları hala çok güçlüdür ve partilerin yönetimlerine, sendika yönetimlerine ve hatta sivil toplum kuruluşlarının yönetimlerine kan bağı ve aşiret bağına dayalı gücün taşınmaya çalışıldığını görüyoruz. Hakkari'nin birliği ve bütünlüğü açısından en tehlikeli ve sıkıntılı konu budur" dedi.

Colemêrgî, Hakkarililerde küçümsenmeyecek derece bir ulusal uyanışın giderek geliştiğini ancak kurumların yönetim mekanizmalarına taşınan kan ve aşiret bağlarının bu gelişmeyi yavaşlatma riskinin de olduğunu hatırlattı. Yazar Colemêrgî birçok kurumun halkın ihtiyaçlarına cevap verebilecek düzeyde olmadığını belirterek, bu durumun sağlıklı eleştiri ve eğitim ile aşılabileceğini ifade etti.

TAYİP TEMEL - HAKKARİ (DİHA)

]]>
60733@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:01:41+03:00 Posted by BahoZagros
'Meşru savunmaya göre yargılamalar olacak' http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60732 8 maddelik bir bildiri yayınlayan KCK Adalet Divani üyesi Qazi Avare, BM ve AB'nin Türk devletinin Cenevre Sözleşmesine göre hareket etmesi için baskı yapmaya çağırdı. Kürdistan'da devletle işbirliği yapan kesim ve 'ihanetçilerin' önümüzdeki süreçte meşru savunma ekseninde yargılanacağını söyleyen KCK yetkilisi, bir savunma stratejisi oluşturduklarını belirtti. Qazi Avare sorularımızı yanıtladı.

]]>
60732@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T14:01:04+03:00 Posted by Ferman_Heval
'Bu kokuyu tanıyorum' http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60731 BU KOKUYU TANIYORUM

Kadri Demir, yakılan Dörtyol BDP binasında Genel Yayın Yönetmenimiz Filiz Koçali'ye konuştu: 'Bu kokuyu tanıyorum. Kolay yansın diye duvarlara ilaç sıkmışlar, bizim köyü de böyle yakmışlardı, aynı koku'

]]>
60731@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T13:52:54+03:00 Posted by Ferman_Heval
Gençler Yüksekova'da 11 mahallenin ismini değiştirdi http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60730 HAKKARİ - Hakkari'nin Yüksekova İlçesi’nde gece geç saatlere kadar gösteri yapan bir grup, eylemden sonra bildiriler dağıtarak ilçedeki 11 Mahalle’nin ismini değiştirdiklerini açıkladı.

]]>
60730@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T13:39:22+03:00 Posted by Ferman_Heval
Yüksekovalı gençler bir mahallede özerklik ilan etti http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60729 HAKKARİ - Yüksekova'da gençler, özerklik ilan ettikleri Esentepe Mahallesi'nde nöbet tutuyor.
 

]]>
60729@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-31T13:35:19+03:00 Posted by Ferman_Heval
HPG: Leşkerên Tirk hevdu dikujin http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60728 Hat ragihandin di çalakiya li dijî qereqola Harûnan ya di navbeyna Gever û Şemizînan de 9 leşker hatin kuştin, 7 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn. HPG’ê diyar kir ku leşkerên Tirk li qereqola Haruna û bejihayan hevdu dikujin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku nûçeyên nakok yên çapemeniya Tirk, rastiyê nabêjin. Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ragihand ku 27’ê Tîrmehê, derdorê demjimêr 20.30 gerîlla 20 metre nêzîkê qereqolê bûne û bi roketavêjên B7 û çekên ferdî li leşkerên ku li hev civiyabûn reşandine. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku leşkerên ku ketin panîk, gule bi ser hev de reşandine.

FERMANDAR HEWLDA JI QEREQOLÊ BIREVE

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di çalakiya li dijî qereqola Haruna pêk hatî de 9 leşker hatin kuştin, 7 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn. HPG’ê ragihand ku fermandarê qereqolê çend leşker da gel xwe û hewl da ji qereqolê bireve. Leşkerên di qereqolê de bûn, hay ji van leşkerên direviyan tune bû, bi ser wana de reşand. Hat ragihandin ku di şerê qewimî de kuştî û birîndar hene, lê hîn jimara wan nehatiye zelalkirin.

Piştî çalakiyê, operasyon li herêmê hat destpêkirin. Operasyona artêşa Tirk 29ê Tîrmehê, bê encam xwe ji herêmê vekişand.

YEKÎNEYÊN NIHÊNÎ LI HEV REŞANDIN

Hat xuyakirin ku yekîneyên nihênî yên artêşa Tirk ku li bejahiya navçeya Colemêrg Şemizînan derketibûn operasyonê li hevdu xistine. Leşkerên Tirk yên ku ji ber gerîllayan di nava panîkê de dijîn, netenê kesên sivîl, leşkerên li cem xwe jî li ber çavên wan dibin gerîlla.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê, 27ê Tîrmehê, yekîneyên artêşa Tirk yên ku bi dizîkî ve, jibo danîna kemînan û keşifan li Geliyê Bebo ya li Şemizînan bi cih bûne, ketin nava şer. Piştî yekîneyê nihênî agahiyên keşif û sîxûriyê dan, operasyon li herêmê hatin destpêkirin. Du yekîneyên nihênî yên li du deverên cuda bi cih bibûn, li hev xistin. Hat ragihandin ku di pevçûnê de kuştî û birîndar hene, lê jimara wan tam nayê zanîn. Her wiha hat diyarkirin ku operasyonên 28ê Tîrmehê dest pê kirîn, bê encam xwe ji herêmê vekişandin.

LI BESTA 4 KONTRA HATIN KUŞTIN

Gerîllayan darbeyek din li yekîneyên artêşa Tirk yên li Botanê derketibû operasyonê dan. Hat ragihandin, di çalakiya gerîllayên YJA-STARê 27ê Tîrmehê, demjimêr 18.00, li herêma Şehrîbana Besta pêk anî de 4 kontra hatin kuştin. Hat xuyakirin ku ev çalakî ji hêla Tîma Şehîd Silav ya YJA-STARê ve hatiye lidarxistin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîdarên xwe bi helîkopterên skorsky rakirine. Artêşa Tirk piştî çalakiyê li herêmê reşand û agirek din bi daristanan ket. Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon bê encam 29ê Tîrmehê xwe ji herêmê vekişandiye.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60728@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-30T18:48:16+03:00 Posted by BahoZagros
Ocalan: Ger muzakere nebe, çareserî jî nabe http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60727 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê hefteyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe aşkera kirin û bal kişand ser xetereyên li pêş û wiha got: “Ya girîng mijara hebûn û nebûna kurdan e” û ev pirs kir: “Kurd li ku dera komarê ne?”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtin bi parêzerên xwe re pêkanî û di rojeva Ocalan xetereyên li pêşiya gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd hebû.

Ocalan, beriya behsa karektera pêvajoyê, referandûma Destûra Bingehîn, pêvçûnên li bajaran dest pê kirine bike, der barê tenduristiya xwe de agahî dan û got, pirsgirêkên tenduristiyê dewam dikin û wiha got: “Ji bo vir min gotibû, 'bîr', bandora şert û mercên vir jî heye, bê nefes dimînim. Ji ber ku rojên dawî pir germ e, hêj zêdetir bandorê dike. Ez pir bêhewa dimînim. Serê xwe didim kuna derî wisa nefes distînim. Eger wisa nekim, ez ê bênefes bimînim. Nikarim razêm. Tenduristiya min wisa ye, lê em ê li ber xwe bidin. Bi vî şeklî hewl didim bijîm.”

DIVÊ PEJIRANDINA BÊ GUFTÛGOKIRIN

Ocalan fikrên xwe yên der barê referanduma Destûra Bingehîn de jî anîn ziman û helwesta pêwîst a ji bo kurdan wiha rêz kir: "Di pêvajoya referandûmê de, divê BDP mijara pejirandin û nepejirandin kurdan guftûgo bike. Ango mijar hebûn û nebûna kurdan e. A girîng ne biryara boykotê ye, nêzîkahiya li hemberî pirsgirêkê ye. Divê pirsgirêk bi awayekî yekpare were nirxandin. Di vê mijarê de, di nava raya giştî de guftûgoyên teng û teknîkî têne kirin. Bi uslubeke basît, nîqaşa 'erê' an jî 'na' yên teng têne kirin. Ev yek ne pir girîng e. Erê be jî, na be jî, ne girîng e. Pirsgirêk ji vê wêdetir e. A girîng qutnebûna ji yekparebûna dîrokî ye.”

Li gorî Ocalan dîroka bitûnî tê wateya zanabûna kurdan çawa û li ku winda kir: "Heta ku neyê zanîn ka kurdan çawa û li ku winda kir, em ê çawa roja xwe ya îro diyar bikin? Ji 1922'yan heta îro, pêvajoya 88 salan, çi bû ku kurdan wenda kir? Kurd di nava komarê de li ku ne? Tenê ne sedemeke windakirinê heye. Di vê windakirinê de, gelek sedemên civakî, siyasî, çînî, aborî û çandî hene. Îsyanên kurdan jî, yek ji wan bû. Ne tenê ji ber sedemekê kurd ketin vî halî. Dema ku ez dibêjim 'em nîqaş bikin', ez dibêjim 'em van xalan nîqaş bikin û hişmendiyeke dîrokî biafirînin. Daxwaza min, ew e ku em hemû pirsgirêkan di platforman de bi hev re û bi gel re guftûgo bikin. Bila 6 mehan guftûgoyan bikin, wê pirsgirêk çareser bibin. Kê kurd li derve hiştin, û çima hiştin? Me komar bi hev re ava kir. Dibêjin, kurd hêmanên bingehîn yên komarê ne. Lê belê divê hesabê vê windakirina dîrokî ya kurdan û lidervehiştina wan were pirsîn..."

KURD LI KU DERA KOMARÊ NE

Ocalan, xwest ji serî heta binî Destûra Bingehîn bê guhertin û tê de kurd werin naskirin: "Divê pêvajoyeke bi destûra bingehîn ve girêdayî bê meşandin. Destûreke Bingehîn a ji serî heta binî were nûkirin. Dibistaneke me ya ji bo zarokên nû dest bi dibistanê dikin jî nîne. Ev biratiyeke çawa ye? Damezirêneriyeke wisa nabe. Li Çanakkaleyê kurdan jî, şer kir. Di şerê rizgariyê de jî hebûn, li Sakarya û dema damezirandina Komarê de em hebûn. Paşê çi bû ku kurd ketin vî halî? Madem hûn dibêjin 'me bi hev re komar damezirand, madem em damezirîner in, û hûn dibêjin 'em bira ne', hûn me li kudera Destûra Bingehîn bicih dikin. Ev xala yekemîn e”.

BÛYERÊN ÎNEGOL Û DORTYOLÊ

Ocalan, wekî karektera bingehîn a vê pêvajoya 'muzakere' bi nav kirin û got heta muzakere nebin, wê çareserî nebe. Ocalan bal kişand ser şer û pevçûnên belavî bajaran bûne û ev hişyarî kir: "Eger rewşeke bêşer pêk neyê û ji bo vê bingeh neyê amadekirin, wê tu pêşketin çênebin. Min berê jî gotibû, dibe ku şer belavî bajaran bibin. Wê demê hema rabûn ev gotinên min berovajî kirin û gotin, 'Apo gefa dixwe’. Pir erzan nêz dibin! Ez li vir behsa îhtimala tiştên biqewimin dikim. Eger hûn pirsgirêkê bi riyên siyasî çareser nekin, helbet wê pêvajo bixitime û şer zêde bibin. Wekî bûyerên li Dortyol û Înegolê, wê şer belavî bajar û navçeyan bibin. Belavbûna pevçûnan a li bajaran, ne wekî şerê li çiyayan e. Encamên wê giran û texrîbkar in. Ez ji vir hişyar dikim, lê ew dibêjin tehdît dike. Çi bû? Di dawiyê de şer belavî bajaran bûn. Hem jî li deverên wekî Dortyol û Înegolê ku tu kes ne li bendê bû. Înegol devera herî bi aram a Bûrsayê ye, zêde kes wir nas nakin û yek ji deverên herî aştiyane bû."

XETERÎ HENE

Ocalan bal kişand ser bendewariyên civakê û anî ziman eger şer pêk neyê, wê pêvajoyake talûke ya şerê 30 salî derbas dike, dest pê bike. Ocalan wiha dewam kir: "Gel ji ber bêçareseriyê li ber teqînê ye. Eger li devereke wekî Geverê şerê nav bajêr pêk were, wê çi bibe? Wê sed hezar kes ji nişkê ve dakevin kolanan. Mirovên wir bi çek in. Eşîrên wir tên nasîn, hemû bi çek in. Eger gerîla jî bikeve nava Geverê, wê balafir rabin, bombe bikin, panzer guleyan bireşînin. Di rewşeke wisa de, wê di deqeyekê de 10 hezar kes bimirin. Eger tiştekî wisa li bajarên wekî Stenbol, Mêrsîn, Edene û Amedê pêk bên, kî wê karibe ciwanên Amedê rawestîne? Ez Amedê nas dikim. Eger ciwanên Amedê bikevin nava tevgerê û kolanan û eger gerîla jî bikeve nava wan, êdî tu kes nikare wan rawestîne. Eger tiştekî wisa rû bide, şer belavî bajaran bibe, wê encama şerê rojekê, bi qasî şerê 30 salî giran be. Di rewşeke wisa de, wê leşker û polîs nikaribin li hemberî gel bisekinin, an ewê birevin bajarê xwe û an jî qereqol û baregehên xwe. Wê êrîş û mudaxeleyan jî bi balafir, helîkopter û panzeran pêk bînin. Ez îşaret li xetera encama tiştekî wisa dikim. Aliyan hişyar dikim. Vê yekê ji bo dewletê jî û ji bo PKK'ê jî dibêjim. Balê dikişînin ser îhtimala xeteriyan."

REWŞ LI SER PIŞTA KÊRÊ YE

Ocalan ji ber tiştên pêk tên xemgîniya xwe jî anî ziman û diyar kir ku ew, ne tenê ji bo PKK'iyan, ji bo leşker û polîsên dimirin jî xemgîn dibe. Ocalan ji derdorên demokrat, sosyalîst û rewşenbîran xwest ku ne tenê biaxivin, berpirsyariyê bigirin û wiha dewam kir: "Ez ji ber van hemû bûyeran û tiştên dibe ku biqewimin, bi fikar im. Ji bo tiştên neyînî neqewim û ji bo çareseriya pirsgirêkê şev û roj difikirim, di nava hewldanan de me. Heta saetek jî ranazêm. Dewlet jî û PKK jî li gorî xwe tevdigerin. Vaye hûn jî dibînin, her du alî jî li min guhdarî nakin. Pêwistiya biryarên xwe bi cih tînin. Ez hewl didim di navbera dewlet û PKK'ê de nefetisim û çareseriyê pêş bixim. Rewşa niha aştiyeke li ser pişta kêrê ye. Heta ji aştiyê zêdetir rewşeke li ser pişta kêrê ye. Eger çareserî pêk neyê wê kêr her du aliyan jî bibire. Yanî em vî karî li ser pişta kêrê dimeşînin. Ji ber vê yekê ji hemû aliyan re dibêjim, guh bidin dengê Ocalan."

DIVÊ MECLÎS BIXE ROJEVA XWE

Ocalan pêşniyara hefteya derbasbûyî anîbû ziman dubare kir û xwest ku berî hemû tiştî meclîs pirsgirêkê bigire rojeva xwe. Ocalan gavên ku dû re wê pêwist bibin jî wiha bi rêz kirin: "Piştre divê 2 tişt bêne kirin. Yek, divê Meclîsa Avakar were damezirandin. Dudo, divê Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê û Dadê were sazkirin. Piştî gavên pêwîst bêne avêtin, divê guhertina qanûnî pêk were, KCK û PKK dikarin hêzên xwe yên çekdar di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li cihêkî bi ewle kom bikin. Bi vî rengî pêvajoya çareseriyê pêş dikeve. Ji bo tiştekî wisa hêza min têr dike. Eger bingeha wê were amadekirin, ez dikarim rolekê bilîzim. An na, wekî ku hûn jî şahidiyê dikin, wê bûyerên weke yên rojên dawî pêş bikevin. Di bin şertên îro de ji min ti tişt nexwazin. Ez bang li her du aliyan dikim. Di bin van şertan de ji min tiştekî xwestin, ehlaqî, wijdanî, însanî û demokratîk nîne. Di bin van şertan de li ser milê min kesekî mîna min bicihkirina berpirsyariyeke ewqasî mezin ne tiştekî însanî ye. Dewlet berpirsyariya neserketina xwe, PKK jî berpirsyariya kêmasiyên xwe dixin stûyê min."

DIVÊ ŞERT BÊNE BAŞKIRIN

Der barê çareseriyê de, Ocalan îşaret bi muxataban kir. Ocalan anî ziman ku pirsgirêk bi BDP’ê re jî bi PKK’ê re jî çareser dibe, lê dewlet xwe nade ber vê. Ocalan got, eger tê xwestin ez bi rolekê rabim, divê meclîsa tirk der barê de min de biryareke prensîbê bide. Ocalan wiha dewam kir: "Di van şert û mercan de, ez nikarim bi rolekê rabim, divê ez karibim bigihim gerîla. Dema ez behsa van mijaran dikim, ev sûc û guneh tê hesibandin, ez nikarim bi awayekî rehet biaxivim, nikarim pêwendiyê deynim. Ev 12 sal in televîzyon nîne, hevalên din dikarin telefonê bidin, ez ji vê jî bêpar im. Di van şert û mercan de, ma ez ê çawa bi rolê xwe rabim? Bi ser de jî ez bi nav salan de jî diçim. Em şert û mercên girtîgehê jî li vê zêde bikin, hingî ne mumkin e, ez bêhtir rol bigirim ser xwe. Wekî din divê ev baş were zanîn ku rewşa fizîkî jî heta bi deverekê destûrê dide, ez ê heta hetayê nebim. Ez bimînim jî zindîtiya min û tenduristiya min wê timî wisa nemîne. Jixwe ya girîng tenduristiya civakî ye, eger tenduristiya civakî nebe, hingî tenduristiya herkesî wê xira bibe. Divê mirov bi vî rengî lê binêre."

DAYÎNA DAXUYANIYAN NE BES E

Ocalan xwest daxuyaniya wî ya 31'ê Gulanê ez ê vekişim jî bi vî rengî were fêmkirin û wiha axivî: "Ez hinekî li temenê xwe, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî fikirîm û min ev biryar da. Ez bi carekê vekişiyama, dibû ku vê yekê rê li ber teqînekê vekira. Ji bo rê li ber kaoseke di dema nebûna xwe de bigirim, min wisa hizir kir ku divê ez hêdî hêdî vekişim; tevgerê, gelê me ji vê yekê re amade bikim. Ez nizanim bi vî rengî ez ê hê çiqasî karibim bi rê ve bibim." Ocalan behsa bandora çaresernekirinê li ser gel jî kir û ev tespîtên jêr kirin: "Milet birçî ye, xizan e, westa ye, êşiyaye, ma bila çi bike, doza çareseriyê dike. Ev şer û ev kaos herî zêde bandora xwe li gelê me yê xizan dikin. Ev şer zêde bibe, bi hezaran mirov wê bimirin. Li Colemêrgê di rojekê de deh hezar mirov wê bimirin, ti kes nikare xwe xilas bike. Çend kurdên xwedî holdîng hene, ew ê rajên mal û milkê xwe birevin biçin, tiştek wê bi wan neyê. Bi tenê bi dayîna daxuyaniyan pirsgirêk çareser nabe. Lê belê Rêxistinên Civaka Sivîl bi tenê daxuyaniyan didin. Daxuyanî divê ne bi tenê ji bo me bin, divê berê xwe bidin dewletê jî, divê bi pêşniyarên çareseriyê zextê li dewletê bikin."

KURD BÊ ÇARE Û ALTERNATÎF NÎNIN

Ocalan got, eger çareseriya demokratîk pêş nekeve, kurd bê çare û bê alternatîf nînin û wiha bang li aliyan kir: "Ez bang li dewletê dikim, eger tê vê pirsgirêkê çareser bikî bike, eger tê wê tune bikî bike! Ez bang li PKK'ê dikim, eger tê şoreşê bikî bike, eger tê radest bibî jî bibe! Êdî tu maneya dirêjkirina vî karî nîne, êdî civak hew xwe li vê lebikandin û mijûlkirinê radike. Li vir ji min re di nava heft heşt salan de çar caran gotin bisekine, hilbijartin hene. Me mijûl dikin, rewş ev e. Ev 12 sal in min li vir sebr kir, ji bo çareseriya pirsgirêkê bi şev û bi roj ez xebitîm. Li vir bi sebr û semax min hewl da aştiyê, çareseriya civakî pêk bînim, lê sînorên min jî hene. Ez dikarim bi yek carê her tiştî xera bikim û bêjim kî çi dixwaze bila bike. Hingî dikarin werin di nava saetekê de min li vir bikujin, ev hîç ne xema min e, ez ji vê jî natirsim." Ocalan got, "ger pêwîst bike ez ê xwe 12 salên din jî li vê bigirim, pêwîst bike saniyeyekê jî sebr nakim û mijûlkirinê hîç qebûl nakim". Ocalan anî ziman ku bi bahaneya referandûm heye û paşê jî hilbijartin hene nabe ku mijûlkirin were qebûlkirin.

KURD ALÎGIRÊ PÊKVE JIYANÊ

Ocalan wiha axivî: "Eger ne wisa be, kurd wê bi xwe li çara serê xwe binêrin. Ev rewş wisa nikare bidome, qutbûneke ruhî heye. Li herdu aliyan jî hêrs komî ser hev bûye." Daxuyaniyên Ocalan wiha dewam kirin: "Daxuyaniya Cemîl Bayik hebû, digot, 'em ê Xweseriya Demokratîk îlan bikin.' Eger çareseriyê qebûl nekin, va ye Kosova jî mînakek e, dibe ku bûyerên bi vî rengî biqewimin. Kurd alîgirên jiyana bi hev re ne, ne alîgirên jihevqutbûnê ne, heta em dixwazin sînorên Mîsaqî Milî yên kevin jî bixin nav û çareseriyeke bi hev re pêş bixin. Lê belê daxwaza jiyana bi hev re bi serê xwe ti maneya wê nîne, divê ev daxwaz dualî be, û tiştên ji bo wê pêwîst divê werin kirin. Eger bi hev re dijîn, divê ev jiyana bi hev re weke zewaceke qanûnî, xwedî îfadeyeke xwe ya destûra bingehîn be. Em bi mînaka jinê mijarê rave bikin; eger di zewacê de jinek herroj lêdanê bixwe, were piçûkxistin, hingî yan ewê bireve yan jî ewê vê rewşê qebûl neke û dev ji mêr berde. Rewşa Kurdan jî bi vî rengî ye. Eger tu Kurdan înkar bikî, ti mafê wan nedî wan, hingî Kurd xwediyê wî mafî ne ku ya pêwîst bikin."

ŞÊWAZÊ KONFEDERALÎZMÊ

Ocalan, anî ziman ku kurd dikarin li ser terza Konfederalîzma demokratîk xwe bi rêxistin bikin û wiha dewam kir: "Kurd bêyî ku bi sînorê dewleta bilîzin, beyî ku dewletek cuda, li ser pîvanên çareseriya demokratîk dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ez vê ji bo kurdên li Sûriyeyê, Îranê jî dibêjim, ew jî dikarin tevli kongreyê bibin. Li Afrîkaya Başûr jî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê heye. Mînakên weke vê li cîhanê hene, dikarin ji van mînakan sûdê wergirin. Êdî dem dema yekitiyê ye."

JI BO ARAM TÎGRAN BIBÎRANÎ

Ocalan Erkan Gumuştaşê li Rihayê bedena xwe dabû ber agir jî bibîr anî û wiha got: "Ez van çalakiyên bi vî rengî erê nakim lê ji berxwedana wan re rêz digirim. Gelek cureyên berxwedanê hene, dikarin bi awayên din li ber xwe bidin. Ez ji malbata wî û gelê me re sersaxiyê dixwazim."

Ji ber salvegera wefata Aram Tîgran jî peyamek da û got, ez bawerim li Amedê bibîranîneke pir bi heybet û tevlibûneke xurt wê pêk were.

Der barê akademiya baweriyê ya li Dêrsimê hatiye vekirin de jî Ocalan wiha got: "Ev akademî divê bibe navenda hemû çand û baweriyên li herêmê û pir bi berfirehî wan temsîl bike. BDP û derdorên din jî wê piştgiriyê bidin vê xebatê."

Ocalan herî dawî jî, silavên xwe ji zarokên Colemêrg Geverê û girtiyên siyasî re şandin.



ANF NEWS AGENCY

]]>
60727@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-30T18:45:11+03:00 Posted by BahoZagros
Almanya'da Kürtler linçlere karşı sokaklara çıkıyor http://www.dozaciwanan.com/modules.php?name=News&file=article&sid=60726 Bursa’nın İnegöl ilçesi ile Hatay’ın Dörtyol ilçesinde yapılan ırkçı saldırılara karşı Almanya’daki Kürtler de sokaklara çıkıyor. Almanya Kürt Dernekleri Federasyonu (YEK-KOM) kendilerine bağlı tüm derneklerin harekete geçtiğini bildirdi.

Türkiye kentlerinde Kürtlere yönelik artan saldırılara karşı Avrupa’daki Kürtler de harekete geçti. Almanya’daki Kürtler, İnegöl, Dörtyol ve Erzurum’daki ırkçı saldırılar ile Türk ordusunun artan operasyonları ve İtalya’da KON-KURD Başkanı Nizamettin Toğuç’un tutuklanmasını eylemlerle protesto edecek.

EYLEM PLANLAMASI

YEK-KOM, bu amaçla kendilerine bağlı tüm derneklerin harekete geçtiğini belirterek, bir eylem programı oluşturdu.

Bugün Sazgiter Şehir Merkezi’nde bildiriler dağıtılacak, yarın da Hamburg ve Erfurt kentlerinde mitingler düzenlenecek. Ayrıca bugün ve yarın Hannover’de “Yalnız Değilsiniz” sloganı ile dayanışma nöbeti tutulacak. Bu eyleme Bremen, Sazgiter, Peine, Hildesheim dernekleri de destek veriyor.

6 Ağustos’ta Bremen’de bir yürüyüş ve miting düzenlenecek, 7 Ağustos’ta ise Kiel ve Kassel’de mitingler yapılacak.

BM VE AB’YE ÇAĞRI

YEK-KOM yaptığı açıklamada, “Türk devleti ve AKP Hükümetinin Kürt halkına karşı başlattığı imha ve soykırım politikalarını şiddetle kınıyor, başta BM olmak üzere Avrupa ve dünya kamuoyunu tavır almaya çağırıyoruz” dedi.

Türk devletinin yok edemediği ve eritemediği Kürt halkını, bugün Türk şehirlerinde linç ederek sindirmeye çalıştığını kaydeden YEK-KOM, “Bursa İnegöl’den sonra Hatay da polis ve askerlerin gözetim ve denetimi altında Kürtlere karşı katliam girişimleri yapılmaktadır. BDP İlçe binasının tamamen yanmış olması şunu göstermektedir, güvenlik kuvvetleri hiçbir şekilde saldırılara ve yakma olayına müdahale etmemiştir. Faşist-ırkçı grupların saldırılarının yetmediği durumlarda ise polis ve askerler halkımıza karşı saldırıya geçmiştir. Evler, işyerleri yakılmış, halkımız linç girişimlerine maruz kalmıştır. Bu saldırılar bilinçli, planlı bir şekilde geliştirilmektedir” diye belirtti.

AKP PAKETİNDEN LİNÇ, YAĞMA, TALAN ÇIKTI

Türk yetkililerin saldırıların ardından yaptıkları açıklamalara da dikkat çeken YEK-KOM, şunları ifade etti: “Bursa Valisinin, İnegöl’de gerçekleştirilen katliam girişimini, “vatanseverlerin tepkisi” olarak nitelemesi, İçişleri Bakanının olayı sıradan bir provokasyon olarak değerlendirmesi, AKP hükümetinin olaydaki sorumluluğunu ortaya koymaktadır. Böylelikle AKP’nin açılım paketinde Kürt hakli için linç yağma, talan, soykırım çıkmıştır. Saldırılardan Türk sömürgeci sisteminin başbakanı Tayip Erdoğan başta olmak üzere, devlet yetkililerinin ırkçı-şoven söylemlerinin yanı sıra, MHP’nin-CHP’nin ırkçı ve faşizan politikaları ve söylemleri sorumludur.”

Açıklamada şöyle noktalandı: “Yeniden özel ordu kontra orduları kurmak, Kürt çocuklarını tutuklamak ve katletmekle, Kürt kökenli askerlerin öldürülmesi, köy koruculuğu bırakanlara tehdit ve tutuklama, Kürt isçilerinin Karadeniz’e girişinin yasaklanması, üniversiteli Kürt öğrencilerine planlı saldırılar iki aydır Kürdistan’da bilinçli yakılan ormanlarımız ve üç günden beri Bursa İnegöl ve Hatay Dörtyol’da Kürtlere karşı linç, yağma ev ve iş yerlerini, arabalarını yakma ile Kürtlere karşı topyekün imha ve göçe zorlama siyasetini doruğa çıkarmıştır.

Biz Kürt ve Kürdistan dostlarına, demokratik çevrelere, insanım diyen herkese düsen görev bu faşizan barbarlığa karşı onurluca direnmektir, Kürt halkının Avrupa’da sesi olmaktır. Yasal zeminde demokratik tepkilerimizi göstermektir. Bu vesile ile tüm üye derneklerimizi Kürdistanlıları, dostları duyarlı olmaya çağırıyoruz.”

ANF

]]>
60726@http://www.dozaciwanan.com Haberler 2010-07-30T18:22:13+03:00 Posted by BahoZagros