DENÝZ GEZMÎÞ (1947-1972)

Denîz Gezmîþ yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piþtî sala 1965'an û pê ve li Tirkiyeyê pêþkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêþa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye.
Di 24'ê reþemiya 1947'an li navçeya Ankara Ayaþê ji dayik bû. Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Denîz, di sala 1966'an de kete Faqûlteya Huquqê ya Zanîngeha Stenbolê û hîn di salên Dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nas dike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.
Di sala 1965'an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TÝP (Türkiye Ýþçi Partisi-Partiya Karkerên Tirkiyeyê)'ê. Cara pêþî di 31'ê Tebaxa 1966'an de di dema ku karkerên Þaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeþin Stenbolê û çelengeke reþ datînin ber abîdeya Taksimê piþgtgiriya karkeran dike. Di dema xwepêþandana [[þermezarkirin]a rêveberên Türk-Ýþ'ê de hate binçavkirin. Paþê di bûyerên 19'ê rêbendana 1967'an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Piþre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digire.
Di meha rezbara 1968'an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa Ýlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kýyýcý, Cevat Erciþli, M.Mehdi Beþpýnar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Þoreþger damezirand. Di 28'ê kewçêra 1968'an de di dema hatina sefîrê EAmerîkayê de li balafirgeha Yeþilkoyê xwepêþandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiþ ji ber vê xwepêþandanê hate girtin û piþtî demekê serbest hate berdan.
Di zanîngeha Stenbolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîþandan û di 19'ê adarê de dîsa hate girtin û heta 3'ê avrêlê di zîndanê de ma. Piþtre di 31'ê gulana sala 1969'an de di çalakiyeke þermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha pûþperê de çû Filîstînê.
Heta meha rezberê li kampên gerîlla yên Filîstînê ma. Deniz Gezmiþ, di gelek çalakiyên THKO'yê de cih girt. Di 4' adara 1971'ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piþtî serbestberdana leþkeran li navçeya Sivas a bi navê Þarkiþlayê li nehiya Gemerekê hate girtin. Di doza THKO'ê de ku di 16' Tîrmeha sala 1971'ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146'emîn a zagona Tirkan a Cezayê, di 9'ê rezbera sala 1971'ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6' gulana sala 1972'an de hate dardekirin.