FERHAT KURTAY
Di
sala 1949'an de li gundê Xursê yê ser bi Qosere li malbateke xîzan
hate dinê. Dibistana sereta, navîn û lîseyê li Qoserê û Mêrdînê
berdewam kir. Li Trabzonê beşa Mîmartiya faqûlteya Mûhendîsiyê
qedand. Di vê navbêrê de zewicî û demekê wezîfeya mûhendisiyê kir.
Di salên dibistanê de nêrînên şoreşgerî nas kir. Ji tevgerên
Şoreşger ên Tirkiye û Cîhanê bi tesîr bû. Piştî sala 1978'an de bi
rêya têkîliyên fermî bi awayekî aktîf beşdarî partiyê bû. Di
rêxistinkirina herêma Mêrdînê de, di avakirina komîteyên amadekar de
rasterast wezîfe wergirt. Wekî din organên weşanên fermî li vê
herêmê belav dikir û bi cîh dikir. Roja 23'yê Mijara 1979'an de tevî
M. Xeyrî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lê diman hatin
girtin. Şeva ku 17'ê gulanê bi 18'ê gulanê ve girê dide, li qoxûşa
33'an xwe şewitandin û gîhîştin şahadetê.