HAKÎ KARER (1950-1977)
Tîmsala cesaret û fedekariyê
Hakî
Karer, di sala 1950'an de li Ulubeya Ordiyê hate dinê. Dibistana
sereta, navîn û lîseyê li Ordiyê xwend. Li Fakulteya Fen ya A.Û.yê
dest bi zanîngehê kir. Hakî Karer, ji tevgera şoreşgerî ya piştî
1970'an, bi tesîr bû û di demeke kin de dest bi nêrînên şoreşgerî
kir. Di heman demê de Kemal Pîr û Serok Apo jî nas kirin. Di sala
1973'an de li ADYÖD'ê di asta organizatör de berpirsyarî girt ser
xwe. Di sala 1976'an de bi biryara vegera welat ya li Dikmenê hate
wergirtin, pêşî Batman û paşê jî çû Dîlokê Li Dîlokê pratîkeke
serkeftî nîşan da. Rêxistina Kontra ya bi navê "Stêrka Sor" bi
fermana MÎT'ê kete dewrê. Li Dîlokê endamê kontra yê vê rêxistinê
Alaattin Kapan Hakî Karer dawetî nîqaşekê kir. Civîn di 15'ê gulanê
de li qehwexaneyeke Dîlokê pêkhat. Di encama vê komploya kirêt de
Hakî Karer di 18'ê Gulana sala 1977'an de hate şehîd kirin. Şahadeta
Hakî Karer, di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de û di
damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê de qonaxeke dîrokî ye