XELÎL ÇAVGUN
Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û
lîseyê jî li Rihayê li dibistanên leylî (yatili) dimînin, qedand.
Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û jiber
sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa
7'an de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya
Neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun,
yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja
ku hate qetilkirin, yanî roja 19'ê gulana sala 1978'an de, çi li
Hîlwanê û çi jî li hemû Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate
qebûlkirin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di
yekemîn salvegera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi
polês re destêkir, jiyana xwe ji dest da.