MAHMUT ZENGÎN

Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978'an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê " Sülaymaniyan" hezkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCIyan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her wiha di nava xebatên wekî xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh girt. Pişt re li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregê li hemberî çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di bin fermandariya kadroyê PKK'ê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7'ê Tîrmeha sala 1979'an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇAR'an a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da.