Divê em meha gulanê li gor wateya wê ya di dîroka gelan de bijîn û bidin jiyîn. Pêwîst e têkoşîn bi vî awayî bê domandin û qet neyê rawestandin. Ango divê mirov vê yekê nola kevneşopiyekê berdewam bike û pêşxîne. Lehengiyên şerên mezin hatin kirin. Lê belê di têgihiştin, kûrbûn û nirxandina van lehengiyan de lewaziya me heye.

Haqî, Kemal, Mazlûm û Xeyrî têkoşerên têkûz yên vê baweriya mezin bûn. Di şert û mercên herî giran de ne acizbûnekî herî biçûk, ne sarbûnek, ne jî dorhêla xwe tengavkirin û hwd. yek hewlekî wan bi vî rengî çênebû. Ev heval, jiyana PKK ya di nirxên pîroz de ye, destnîşan dikin. Ev jiyanekî utopîk e. Di ber xeyal, îdîa, hêvî û baweriyên xwe de jiyinê di ser her tiştî re girtine. Ger bixwestana dikarîbûn bibin xwediyê her pîşeyî (meslek), lê bi zanebûn dest jê berdan. Di wê hişmendiyê de bûn ku di vê riyê de şehîtbûn hema hema mîsoger e lê belê li ruxmê vê, bûn şoreşger û qet neketin nava tu fikar û diltirsiyê. Her roj bi coşa cejnekê derbas bû.

Ger PKK di roja me ya îroyîn de tevgerekî azadiyê ya herî bi îdîa ye û xewnereşka emperyalîzmê ye, ev domandina girêdaniya PKK bi utopyaya sosyalîzmê re destnîşan dike.

Heta hûn utopyayê dilkêş nekin û xwe neynin wê asta ku bêjin; Ezdikarim bênan û bêav bijîm lê nikarim bêxeyalên azadiyê bijîm� hûn nikarin bibin sosyalîst.

Ez van tiştan ji bo partîbûyinekî rast û di serî de jî, ji bo pêdiviya girêdana bi şehîdan re vegotin dikim. Tu carî van tiştan wekî bûyerên lasayî negrin dest. Cengawerên PKK yên rast, hevalên wek Mazlûm û Xeyrî ne. Di destpêkê de em ji Kemalan bigrin ku kesayet û nasnameya PKK ya rast vegotin dikirin, Xeyriyên ku gava çûn mirinê jî xwe deyndar dîtin, li gor şert û mercên wê demê ne pir serkeftinekî mezin be jî, tevlîbûna çewtî û kêmasiyan li milekî, tenê bi gotinekê be jî, hevriyên xwe newestandin, aciznekirin û bi qasî hêza xwe derdora xwe ronî kirin û kesayetiya têkoşeriyê destnîşan dikirin.

Ger baweriyek me bi doza kedkaran, rêzdariyekî me li hember utopyaya sosyalîzmê -ku bi milyonan mirov di ber wê de şehîd ketin- hebe û bi rastî jî em vê rojê wek roja têkoşîn, yekitî û piştgiriya kedkarên nav netewî dinirxînin wê çaxê divê em bersivekî xurt bidin. Di şert û mercên nav netewî yên rojane de, em di kesayetiya PKK de bi têkoşeriyekî rûmetdar, meşa serkeftinê û bi bilindkirin û pêşxistina sosyalîzmê ve, dikarin bersiv bidin. Wê ev bersivekî têkûz be. Hinekî hatiye dayin, em dikarin ji niha û şûn de jî pênasa wê bidin.

Ez careke din vegotin dikim; wisa ne tenê bi salan di nav PKK de mayin, ji bo destpêkirinek lasayî û birêvebirina we jî ev bes e. Va Haqî wan ma gelekî sosyalîzm nasdikirin? Na! Em dizanin ku bi hişmendiyekî kêm ket rê lê belê xwedî baweriyekî xurt bû. Va Xeyrî, Mazlûm û Kemalan ma gelekî ev ax nasdikirin, qey gelekî welatparêz bûn? Na! Lê belê bi rastî jî ew bê ku dejenere bibin hem bi sosyalîzmê bawer dikirin, hem jî jidil û bi azwerî bi keda wê ve girêdayî bûn. Wan wisa dikir û jixwe PKK yiyên rast ew bûn.

RÊBERÊ KOMA KOMALÊN KURDISTAN ABDULLAH OCALAN