MEHMET KARASUNGUR

Mehmet Karasungur ku endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê bû, di sala 1983'yan de, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn ji aliyê hêzên YNK'ê ve hatin şehîd kirin. Mehmet Karasungur di sala 1947'an de li navçeya Çewlik Kixiyê li gundê Darabiyê jidayikbû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlikê qedand. Beşê matematîkê ya Înstîtuya Perwerdeya Erziromê qedand. Di sala 1972'an de dema ku li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sûrgûnî Colamergê têkirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975'an de tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya TÖB-DER şaxê Çewlikê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cîh digire. Karasungur di dema wezîfeya xwe ya li Çewlikê Mehmet Xeyrî Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976'an de lê têgirtin, ji ber ku li mûdûrê Emniyetê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê. Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978'an de li Çewlikê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Karasungur, wekî rêxistinvanê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê di Têkoşîna Azadiya Kurd de dewsên kûr dihêle û di sala 1980'an de derbasî herêma Lûbnanê dibe. Di sala 1982'an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina Yekîtiya Neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2'yê gulana sala 1983'an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dıkeve.