NECMİ ÖNER

NECMÎ ONER (....-1982)

Li Çermîkê ji malbateke dewlemend hate dinê. Hîndekariya xwe ya sereta, navîn û lîseyê li Çermîkê qedand. Hê di dema dibistanê de bû xwedî xisletên vekirîbûna ji nêrînên nû re, nîqaþ, lêpirsîn û têgîhîþtinê. Destpêkê bi þêweyekî sempatiyê girêdana wî ya bi DDKD'yê re hebû, paþê ji axaftin û xebata kadroyên PKK'ê Ahmet Kurt û Huseyin Durmuþ bi tesîr dibe û PKK'ê nas dike û di demeke kin de tevlî xebatên li Çermîkê dibe. Bi xebatên xwe yên serkeftî yê di nava ciwanan de, di girseyîbûna têkoþînê de rolekî girîng lîst. Berî were girtin bi demeke kin, di Komîteya Amadekar de berpisyartiya Ciwanan wergirtibû. Ji ber bûyereke ku li dibistanê derdikeve, di sala 1979'an de tê girtin. Bi awayekî fîîlî cîhê xwe yê di berxwedanan de her wext parast. Þeva ku 17'ê gulanê bi 18'ê gulanê ve girê dide, Þeva Çaran, li zîndana leþkerî ya Amedê, di qoxûþa 33'an di çalakiya ÇARan de cîhê xwe girt.