SİNAN AMED

SÎNAN AMED

Hevalê Sînan (Mûrat Demîrhan) dema tevlî tevgera me bû dijmin bixwe ji bo wî digot 'zarokê zêrîn'. Dema berpirsyarê qada Metînayê bû di encama êrîşên hevkar û xayinan de di meha gulanê de şehîd ket. Şehîd Sînan ji ber zeka xwe û afiranderiya xwe ya taktîk kesekî berendamê fermandariyeke mezin bû. Hîna dema li Amedê bû dijmin digot 'Çawa wisa zû pêşket' û di vê derbarê de matmayina xwe venedişart. Ango heval Sînan xwedan wesfên hostetiya gerîla bû. Di jiyanê de bi sekinandina xwe ya dilnizm gerîlayekî mutevazî bû. Her bi vî rengî dihat naskirin. Ger jiyan bikira dê di têgihiştina paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya zayendî de bûbûya fermandareke mînak.