YUSUF ASLAN
Yusuf, di sala 1947'an de li gundekî Yozgatê hate dinê. Hindekariya
xwe ya navîn li dorhêleke oldar û antî-komînîst qedand. Di sala
1966'an de ket ODTU'yê. Hîna saleke wî neqediya bû tevlî kulûba
ramanên Sosyalîst a ODTU'yê bû, di nava Dev-Genç'ê de dest bi
xebatan kir. Piştî vê demê destpêkê di dibistana amadekariyê de paşê
jî li fakulteya Endezyartiyê de di rêxistina çalakiyên boykotê û
dagirkirina ODTU'yê de yek ji pêşengên zîrek bû. Çalakiya ku
destpêkê jê hate darizandin, şewitandina wesayeta sefîrê Amerîka û
ajanê CIA Commer bû. Di sala 1969'an de tevî hevalên xwe çû
Fîlîstînê. Li vê derê fêrî pîlotiya helîkopter û balafiran bû. Ji
traktorê bigir heta helîkopterê hemû cûreyên wesayetan bi
hostatiyeke mezin bikardianî. Di sala 1970'yî de tevî Yusuf Aslan û
Deniz Gezmîş dema diçû tevlî koma gerîla ya li çiyayên Nûrhakê bibe
li Şarkişlaya Sêwasê birîndar hate girtin. Li dadgehên rêvebiriya
awerte hate darizandin. Di 6'ê Gulana 1972'yan de tevî Denîz Gezmîş,
Huseyîn Înan hate dardekirin.